• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Birdoziya Rizgariya Jin

May 16, 2023
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Birdoziya Rizgariya Jin
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Me jinan di 8’ê Adara 1998’an de diyariyek biwate ji Rêber Ocelan girt. Rêbertî wê demê bi telefonê zîndî tevlî MED TV bû û Bîrdoziya Rizgariya Jinê ji bo cîhanê îlan kir. Bi taybet di rojeke wiha de diyariyek bi vî awayî qet ji bîra me jinan naçe. Ev diyariya Rêbertî ya ji bo jinan nedişibiya ya ti bav, bira, mêr, kur an jî ya ti evîndarî. Hîn dema dayika Uweyş 4 metre qumaş jê xwestibû, ew di lêgerina vê diyariya mezin de bû. Diyariyên biçûk û maddî herkes dikare bide û ya digre jî dikare bihesanî kêfxweş bibe. Lê pêşxistina bîrdoziya ku jinê bike xwediyê xwe û di rojeke wiha de îlan kirina vê bawer nakim hatibe bîra ti kesî.

Di tevahî têkoşînên din ên cîhanê de destpêkê bîrdozî heye û xebatên xwe li ser vê meşandine. Li Kurdistanê bingehê bîrdoziya jinê gav bi gav hatiye hûnandin. Her gaveke hatiye avêtin, bi demê re hûndirê wê baş hatiye dagirtin, bûye ezmûn, têkoşîn ronî kiriye û li ser vê gavên din hatine bilindkirin. Weke jin binavkirina bîrdoziyê di bihara 98’an de me yekem car bîhîst û zanî. Lê dîrokeke têkoşînê ya beriya vê jî heye ku heta gihaştiye vê qonaxê. Weke jinên Kurd ji bo gihaştina asta bîrdoziyê; bi PKK’ê re em tevlî koma destpêkê ya damezrîner bûn, me rêxistina xwe ya xweser a yekem ava kir û bi şerê xwe bûn xwedî artêşa jin, me şehîd dan, berdêlên mezin dan. Ji bo weke bîrdozî binavkirinê xebat û têkoşîneke bi salan hatiye meşandin. Ev rêbazeke rastiya Rêbertî bû. Ne tenê diyariya Rêbertî cuda bû ji bo me, di heman demê de amadekirina wê jî pir cudatir bû.

Ji xwe beriya PKK û têkoşîna me ya azadiyê, pergala desthilatdar ji bo jinan digot; nezan, bêhiş, bêhêz, xerîb… û xeşîm. Lewma qet nedihat bîra me ku em jî xwedî bîr û hişek bin. Ya bêhiş be, ma wê karê wê bi bîrdoziyê çibe? Ji xwe hertim bîrdozî karê yên pir zana û pisporan bû. Yên pir zane û pispor jî hertim zilam bûn. Ew pêre mijûl dibûn, wan pê kar dikir û mohra wan li ser bû.

Rêbertî weke Ewledakî Xwedevandan û Hevalê Jina Evînê, dema riya têkoşînê ji me re vekir, em ber bi wî ve herîkîn û me dît; bîrdozî biqasî av û hewayê bingehê jiyana me ye. Di meşa xwe de me zanî ku bîrdoziya desthilatiya zilamtiyê hemû aliyê jiyana me pêçaye û me fetisandiye. Jixwe mirov kîjan bîrdoziyê esas bigre, li gorî wê jî dijî. Mane bersiva herî zelal a bîrdoziyê; çawa jiyankirina mirov e. Mane bîrdoziya me bersiva pirsên; jinbûn çiye, em kî ne, bûne çi, aniha çine, rêbaza rizgariyê çawa ye, emê çi bikin û çawa bijîn, dide. Weke jin dema pirsên rast, di dem û cihên rast de em ji xwe bikin û bersiva wan bi jiyanê bidin, em dibin xwediyê pratîka bîrdoziya rizgariya jinê.

Raste, weke Bîrdoziya Rizgariya Jinê hatiye penasekirin. Lê Rêbertî ji bo vê wiha got; “… bîrdoziya jinê tenê bîrdoziya zayend nîne. Di rastî de bîrdoziyeke civakî ye”. Tevî heqîqeta jinê ya cewherê civakî jî ger nêzîkatiyên me zayendîbin, encama me jixwe wê cardin desthilatî be. Ha desthilatiya jin ha ya zilam ferqa xwe çiye? Li şûna zilam jinê danî, wê di jiyana me mirov û civakan de çi biguhere? Di vî rêbazî de bi navê zayendê xwe dide pêş, lê rûyê xwe yê zordarî û kolekirinê vedişêre. Jina bi vê hişmediyê ji xwe dûrî Bîrdoziya Rizgariya Jinê ye.  Em dizanin; zayend bi serê xwe ne pirsgirêkin. Jixwe li vir em behsa bîrdoziya desthilatiyê ya zilam jî di navê de bindeste dikin. Ji bo jiyaneke azad, pêwîste em girêdana azadiya jinê, bi azadiya civakê fêm bikin. Her wiha têkîliya jin û jiyanê baş bizanin. Ji ber vê dema em behsa azadiya jinê dikin, erka pêşengiya şoreşa civakê jî datînîn holê.

Ji xwe ji navê wê jî diyar e; bîrdoziya RIZGARÎ-yê. Raste, ji bo rizgariyê ye, lê ji çi? Rizgarbûna ji her cure; koletî, paşverûtî, dûrbûna ji cewherê xwe, qlasîkbûn, bêbawerî,  dirûtî, ajoyîbûn, ezezîtî, milkbûn, evînên sexte, derew, desthilatî, xiyanet… û gelek taybetmendiyên din ên wekî van. Rizgarbûna ji hişmendiya van. Ji ber mijar hişmendiye û em behsa pergaleke cîhanî dikin, ev ne hewqesî hesane. Weke navlêkirin û hewldan asteke me heye. Pêşketin hene, lê têrê nake. Lewma divê mirov timî weke tînî azadiyê tevbigere.

Bîrdoziya Rizgariya Jinê weke têgeh û rêbaz beriya vê 25 salan Rêbertî kir rojev. Îro têkoşîna jinan mohra xwe li sedsala 21. dide. Em bi vê gihaştin Jîneolojî yê jî. Ger em bixwazibin Zanista Jinê baş fêm bikin, divê bingehê vê yê Birdoziya Rizgariya Jinê jî baş bizanin, fêm bikin û hîs bikin.

Her wiha xalên divê em jê rizgarbin mirov dikare zêdetir bike, lê ji bo rizgarbûnê bixwe 5 xal hene. 5 rêgez, 5 heqîqet… Welatparêzî, zanebûn û îradeya azad, rêxistin, têkoşîn û etîk û estetîk… Em nikarin van ji hev qut bikin, her yek ji van ya din bandor dike û dide pêwîstkirin. Hemû girêdayî hev û di nava hev de ne. Ji jiyana xwe jî em vê baş dizanin…. Her carê emê li ser xaleke ji van bisekinin.

Jiyan Aras

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
Daxuyanî

JI JINÊN BERXWEDÊR, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK

June 29, 2025

Read moreDetails
EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK
Nirxandin

EM DİKARİN NEHÊLİN KU PÊVAJO Lİ BER DESTÊ DESTHİLATDARİYÊ BİBE AMÛREK

June 25, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk