Binefşên Kurdistanê

0Shares

Penusa gerilla

Hevala Binefş Edessa li bajêrê qedîm warê derketina baweriyên bi hezar salan, derguşa civakîbûnê, li yek ji cihên herî pîroz Rihayê navçeya Wêranşêrê hatiye cîhanê. Li vê derê mezin dibe. Heta temenekê li gund dijî. Lê belê malbata wê jî wek bi hezaran malbatên Êzidî li vir bi zor û zehmetî dijîn.

Gelê me yê Êzidî hem ji ber Kurdbûyînê rastî zextan tên, hem jî ji ber baweriya xwe têne darizandin. Ji ber di nav wan de yekbûn nehatibû çêkirin, her malbatek belavela bû, li wir şertûmercên jiyanê her ku diçû zehmetir dibû.Bi derketina tevgera azadiyê bi pêşengtiya Rêber APO re, fikir û ramanên tevgerê li Kurdistanê belav dibe. Hêzên hevkarên dijmin ên paşverû ji bo ku li dora tevgerê kombûna gel çênebe û nehêlin raman û baweriya wê bê nasîn, di Kurdistanê de gelek şêwazên cuda dixin dewrê. Ji milekê pir kesên welatparêz digirin û îşkence dikin, ji mile din ve jî bi hêzên derve re hevkarî dikin û kesên ku li dora tevgerê kom bibûn, li ser axa welat derxistin û koçberî derve kirin. Herî zêde jî yên ji vê koçberiyê nesîbê xwe girtin û bi polîtîkayeke taybet hatin teşwîqkirin civaka Êzidî bû.

Êzidî bi hezar salan li ser vê xakê li hemberî hemû zilm, zor û qirkirinan xaka xwe bernedabûn û tim bedelên wê yên giran jî dabûn. Lê cih û ware xwe neterikandibûn, zimanê, irf û edet û hebûna xwe parastibûn. Di parastina nirxên Kurdînî de bêguman cihê gelê me yê Êzidî taybet e. Parastina ziman, temsîlkirina çand û cewherê Kurdînî û şopdariya felsefe û jiyana fîlozof-pêxember Zerdeşt, ji bo xwe kiribûn esasê jiyanê. Ji pîroziyên civakî re şaş nêzîk nebibûn. Herçiqas di dîrokê de 72 ferman jiyabin jî, herçiqas desthilatdaran gelek caran xwestibûn wan ji bo xwe bikar bînin, ew parçe kiribin û yekîtiya wan belav kiribin jî, Êzidiyan giyana xwe ya ku li ser vê xakê hêşîn bibû zindî hiştin.

Di sedsala 20’an de êdî dijmin bi şêwazê cuda bi tevger bibû. Rêbaz û şêweyên cuda bikar dianî. Tevgera azadiyê jî li beramberî vê rewşê, parastina hemû mezlûman dikir û tevgera hemû beşên mezlûm bû. Kesên kedkar, yên li derveyî pergalê mabûn, yên şopdarê cewhera mirovahiyê bûn, tevgera wan bû. Ne tevgera kesên serdest, bûrjûva, yên li ser keda civaka ku navê wê vedişêrin xwe didin jiyandin, bû. Gelê me yê Êzidî jî ev derketin ji bo xwe wek ronahiya di şevên tarî de dît. Roniya ku balê dikişîne, ji bo xwe wek hêvî, bawerî û derketineke nû bidest girt. Lewre bêdudilî, li dora wê kom bû. Ji bo pêşiya vê rewşê bê girtin, hêzên desthilatdar çawa bi hezaran malbatên Kurdistanî koçber kirin, bi taybet jî gundên Êzidiyan bi siyaseteke qirêj vala kirin. Du rêk dane pêşiya wan; an wê li dijberî tevgera azadiyê çek bigirtana û bibûna çete, an jî li ser vê axê wê jiyan ji wan re heram bibûya. Gelê me yê Êzidî ji cihê bav û kalên xwe, derguşa mirovahiyê ku bi hezar salan tê de jiyabûn, bi êş û nerazîbûneke mezin derketin. Careke din êşa xwe berdane nava dilê xwe û welatê xwe terikandin, çûne Ewrûpayê. Yek ji van malbatên koçber jî malbata rêhevala Binefş Edesa bû. Malbata rêhevala Binefş Edesa ji neçarî gundê xwe terk kiribû û berê xwe dabû welatê Elmanyayê.

Rêhevala Binefş hîna temenê wê piçûk bûye ku diçin xerîbiyê, li Ewrûpayê dixwîne. Dibîne ku ev der ji bo wê xerîb e. Her çiqas Ewrûpa bi hemû îhtîşama xwe ya modernîteya sermayedar, bi jiyana xemilandî ve bi ser de tê, lê hevala Binefş qet pê re nabe yek. Hertim di nav nakokiyan de dijî. Ji xwe pirsên wek; Em li vir çi dikin? Çima em hatine vir? Çima em xerîb in û çima welateke me tine ye? Çima em bi zimaneke xerîb diaxivin? Çima ez nikarim bi zimanê xwe bixwînim? Çima çanda me û ya wan ne wek hev e? dipirse. Diçe dibistanê bi çandeke cuda re rû bi rû dibe, tê malê jiyan pir cuda ye.

Di wan salan de Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêber APO sînorên Kurdistanê derbas kir û herî zêde jî li ser girseya derveyî welêt Ewrûpayê bandor çêkir. Di nav gelê me yê li Ewrûpayê de rêxistineke xurt pêşxist. Hevala Binefş vê rewşê dibîne û lêgera wê ya ku ji pirsên xwe yên ku çima ji welatê xwe derketine bersiv bibîne, zêdetir dibe.  

Di vê demê de rêhevala Binefş tevgera azadiyê dinase. Demeke kin hem diçe dibistanê, hem jî di xebatên gel de cih digire. Lê belê ji ber lêgera wê pir mezin e, pirsên wên kûr in û nakokiyên wê zêde ne, bi vê rewşê tetmîn nabe. Di encam debiryar dide û tevlî tevgerê dibe. Çavên wê ne li jiyana qaşo rehet a ku sermayedariyê pêş xistiye ye. Ticar bi vê jiyanê qayîl nabe û wê dişibîne canewarekî ku mirovan dadiqurtîne. Ruhê ku tê de welatparêzî, hezkirin, evîn, pîrozî û beriya her tiştekê tê de çanda xwedawendan heye, bala wê dikişand. Bi van tiştan re xwe rehet hîs dikir. Kîjan beş an jî rêxistin ji bo van nirxan têkoşîn bike, xwe pê re bike yek, wê li cem wan cih bigirta. Ji bo vê jî bêteredut tevlî tevgera azadiyê bû. Piştî dîtina perwerdeyeke demkin, şopdariya Binefş Agal ji bo xwe dike armanc. Dema rêhevalên wê di perwerdeyan de dîrokê Kurdistanê vedibêjin, dema behsa qehremantiya jina Kurd dikin, dema behsê tevlîbûna hevala Binefş Agal, vegera wê li welat û çawa li Cizîra Botan têkoşîneke xurt dide meşandin û bi şehadeta xwe re dibe sembola serhildana hemdem a gelê Kurd dikin, rêhevala Binefş Edesa pir bandor dibe û navê wê radike. Soza xwe li ser bingeha şopdariya Şehîd Binefş Agal dide. Dibêje teqez divê ez xwe bigihînim kesayeta wê. Êdî bi her awayî jiyaneke nû, armanceke zelal, hedefeke şênber, meşeke bi biryar û fedakariyeke bêsînor pêş dixîne. Ewqas daxwaziya wê zêde û coşa wê bilind e ku piştî perwerdeyê, cihgirtin di xebata gel de ji bo wê dibe starta jiyaneke birûmet. Şev û rojên xwe di nav xebatên gel de dikir yek û dikir ku bi erka xwe rabe. Ji aliyekê ve jinan birêxistin dikir, ji aliyê din bi ciwanan re elaqedar dibû. Hem ew perwerde dikir hem jî bi her awayî rêxistin berfireh dikir. Heya niha jî gelê me behsê dema ku wê li Ewrûpayê kar dikir, behsa sekna wê ya di nav xebatê de dike. Wê, ziman û çanda civakê baş nas dikir û wiha nêzîk dibû. Bi jiyana xwe ya sade û sekna xwe ya dilnizm, bi livûtevgera ku bêwestan tim kar dikir, bi jinan re dibû jin, bi kal û zarokan re jî dibû yek, bandorek mezin li ser gel ava dikir. Wê dikarîbû bi her kesî/ê re parve bike, diyalog danê û xwe bigihîne wan. Lê ruxmî van xebatan jî, têr nedibû. Hertim di dilê wê de daxwaziya ku di rêça rêhevala Bêrîvan (Binefş Agal) de bibe xwedî meş veşartîbû. Diviya ew jî li ser vê şopê bimeşiyaba. Di vê rêyê de têkoşînê bilind bike û erkên dikeve ser milên wê bicih bîne. Lewma jî di destpêka sala 1996’an de bi israra xwe hate qada Rêbertî.

Min, wê demê rêhevala Binefş dît. Dema ku min ew nasî, min fêm kir ku çima navê rêhevala Binefş Agal li xwe kiriye, min hîna zêdetir wate dayê. Di qada Rêbertî de, em bi hev re di yek perwerdeyê de bûn. Sekna wê bala her kesê/î dikêşand, pirsên wê yên di jiyanê de, rêhevaltiya wê ya bi hemû hevalan re. Qada Rêbertî wek Kurdistaneke piçûk bû, ji hemû qadên têkoşînê heval li wir kom dibûn. Rêhevala Binefş jî bi her kesê/î re têkîlî datîna. Ji wan pirs dikir. Meraq û lêgera wê gelek mezin bû. Daxwaziya wê pir şênber û bê teredut bi cesaret ji herkesê/î tişta ku dixwest pirs dikir û dixwest bersivê bibîne. Li kîjan qadên têkoşînê pirsgirêk hene, dixwest vê bizanibe.

Di wê perwerdeyê de ji qada gêrîla hejmareke zêde heval amade bûn. Li ser gêrîla, jiyan, terz û kêm û kûrtiyên heyî, sedemên wan û wê çawa bêne derbaskirin, bi taybet disekinî. Yek bi yek ji her hevalê/î pirs dikir û dixwest pratîka wan herêman nas bike. Dikir ku sedema kêmasiyan bizanibe. Nêzîkatiya wê ji Rêbertî re bi rengekî pir cewherî bû. Ji nêz ve Rêbertî dişopand. Terzê jiyana wî, şêwazê perwerdê, hebûna Rêbertî ji bo gelê Kurd dişopand. Di mijara milîtantiya ku Rêber APO dixwast ava bike û milîtantiya jinê ku di wê demê de di pratîka YAJK’ê hin şaşitî derketibûn, lêhûrdibû û tehlîlên Rêbertî pir bi baldarî guhdar dikir. Gerek dike pîvanên milîtaneke jin çibin? Tiştên ku qebûl bike û red bike çibin? Ruxmî ku Têkoşîna Azadiyê zehmetiyên xwe pir in, lê bi kîjan şêwazan dikare encam bê girtin, ev mijaran yek bi yek ji hev derdixist û dixwest ku wate bide. Bi taybet jî dixwest bersiva van ji çavkaniya bingehîn ango Rêber APO fêr bibe. Lewma jî di hemû qadên jiyanê de Rêbertî dişopand, di dema ku Rêbertî werzîş dikir, di perwerdeyê de. Ji jiyana Rêbertî pêve ti jiyan ji bo xwe esas nedigirt. Dizanîbû ku çavkaniya esasî felsefe û ramanên Rêber APO ne û dikare exlaq û jiyaneke bi pîvan ji vir fêr bibe. Lewre, xwedî daxwaziyeke pir mezin bû.

Rêber APO, di vê dewreya perwerdeyê de bi taybet li ser mijara jinê disekinî. Dixwest di pratîka milîtanên jin de çareseriyê pêş bixîne. Ji ber vê, ew desthilatdariya zilamsalar ku bi hîle, fêrbazî û zorê li ser civak û jinê desthilatî daye meşandin, bi hemû milan ve jin tinekiriye û bi navê jinê tiştek nehiştiye, li hemberî vê têkoşîn divê çiqas bi dijwarî were dayîn tehlîl dikir.Tabûyên wek teqlîdkirina zilam, ew wek hêz, artêş, rêxistin û çareseriya pirsgirêkan dîtin, bi tehlîlên Rêbertî re dihatin şikandin. Ya ku di bingeh de xwediyê dîroka civaka xwezayî ye jin e. Di dîrokê de ev hatiye jiyîn, lê belê ji ber ku dîrok bi destên zilamên zalim ve hatiye nivîsandin, ev rastî hatiye berovajîkirin. Yê bê ked wek kedkar hatiye nîşandayîn. Ya xwediyê xweliqkariyên pîroz ji rûpelên dîrokê hatine derxistin. Di vir de Rêber APO bi lêhûrbûnên ku dida çêkirin cewhera jinê, lêkolînên ku divê werin pêşxistin, pîvanên red û qebûlê, têkoşîna zayendî li ser kîjan bingehan divê bê dayîn, zelal dikir. Bi tehlîlên xwe re zanebûn, hezkirin û têkoşîna zayendî, rêxistinkirina xweser a zayend, wateya vê dida diyarkirin. Rêxistina yekemîn di derdora dayîka xwedawend pêş ketibû, lê paşê wer nîşan dabûn ku rêxistin ne karê jinê ye û ev jî dabûn pejirandin. Careke din zivirîna ber bi cewhera xwe, herî zêde di vê dewreyê de pêşket. Rêber APO, pratîka gêrîlayên jin wek artêşbûn, rêxistinbûna xweser, rêgezên YAJK’ê çine, ev da diyarkirin. Rêbertî pênc rêgezên bingehîn a îdeolojiya rizgariya jinê destnîşan kir.

Bi taybet rêhevala Binefş di vê perwerdeyê de bi rengekî cewherî xwe beşdar dikir û dixwest wate bide, fêm bike û wiha bijî. Piştî ku perwerde bidawî bû, berê xwe da çiyayên azad. Li çiyayên Kurdistanê di nav têkoşîneke germ li qada gêrîla cihê xwe girt. Di dawiya sala 1996’an de hate welat. Hêzeke mezin ji Rêber APO girtibû, coş û heyecaneke mezin pêşxist û bi bersivên ji pirsên xwe re, di têkoşîna azadiyê jinê de xwe îkna kir û xwest bibe xwedî bersiveke rast.

Hevala Binefş heya sala 2000’ê li herêma Behdînan û Garê de cih girt. Di demeke kin de adapteyê jiyana çiya bû. Li hemberî zehmetiyên fîzîkî, zêde zorî nekêşa û zû derbas kir. Li beramberî çemkên dijberê xeta Rêbertî, nêzîkatiyên takekesî ku bi rêbazên xwe yên şexsî xwe dixistin dewsa rêxistinê, sekenek birêgez raber kir. Tiştên ku ji Rêber APO fêr bibû, dixwest bi rengekî cewherî bijî. Di qada gêrîla de bi pratîkbûna xwe zû pêşket. Bi fedakarî, wêrekî, germahiya rêhevaltî û ruxmî zehmetiyan jî paşvenekişîn bala hevalan dikişand.

Rêheval Binefş bi demkurtî di nav vê xebatê de pijiya. Di sala 1999’an bi esareta Rêber APO re, wek her milîtaneke azadiyê hejandinekê mezin jiya. Êdî bi her awayî bi Rêbertî re girêdana xwe bêdawî qahîm kir. Li dijberî komployê, di rêhevaltiya kêm a milîtanên partiyê de, wê jî para xwe jêrpirs kir. Ew li qada Rêbertî bû ku komploya sala 96’an a 6’ê Gulanê pêk hatibû. Ji xwe dipirsî çima nekarîbûn Rêbertî ji vê komployê rizgar bikin? Kîjan erkên xwe pêk neanîbûn? Ew jî li para xwe digeriya. Wek her milîtanekê/î ruxmî êşeke mezin, lê li dijberî komployê têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam kir. Hîna zêdetir kîna wê gur bû. Israra wê di xeta azadiyê de zêde bû, girêdana wê bi Rêber APO û şehîdan berfirehtir bû.

Di sala 2000’an de ji bo li hemû qadan de têkoşîn pêş bikeve, pêwîst dikir hin heval biçin derveyî welat. Rêhevala Binefş bi sekn, kesayeta xwe ya dagirtî ku pîvanên exlaqî yên tevgerê temsîl dikir û ticar kesayeta wê tenezulê jiyaneke din nedikir baweriyeke mezin dida. Hertim me digot hevala Binefş biçe kuderê jî wê dest ji pîvanên xwe bernede. Ji ber xwedî kesayeteke rûniştî bû. Lewma jî dikarîbû di her qadê de kar bike. Dikarîbû xwe perwerde bike, di têkoşînê de milîtantî bike. Bi vê nêrînê re, ji nav bi sedan rêhevalan ew hate tercîhkirin û ji bo meşandina xebat li Ermenîstanê hate erkdarkirin.

Gelê me yê Kurd bi hejmareke zêde, bi salan e ku li Ermenîstanê dijîn. Li ser wan lîstok têne meşandin û koçberiya bi sedsalan li ser gel bandor daye çêkirin. Hevala Binefş li wir têkoşiya, yek bi yek malbat birêxistin kir, bi zarok, keç, jin, xwendevan û her beşa civakê re mijûl bû. Ew birêxistin kirin. Piştî demekê ku li wir xebat meşand, pir hate hezkirin. Bawerî avakir. Karî PKK û PJA’yê temsîl bike. Sekna jina milîtan raber kir. Bi pîvanên xwe yên jiyanê herkes heyran hişt. Herkesê/î bi baldarî ew dişopand. Gel bêsînor jê bawer dikir. Piştî çend salan, pêdivî hebû ku hevala Binefş li qada gêrîla têkoşînê berdewam bike. Ew, careke din vegeriya çiyayên Kurdistanê, navenda xebata jinê. Li navenda PAJK’ê cih girt. Di saziyên cihê de xebat meşand. Ji bo xebata jinê ya xweser a partîbûnê pêş bikeve erka pêşengtiyê girt ser xwe. Di pêvajoya ku tesfiyekariyê dixwest tevgerê parçe bike, lingeke komploya navnetewî dikir ku tevgerê têk bibe, hinek kesên bêbawer, ketî û hin jin jî di vê tesfiyekariyê de serkêşî dikirin, li hemberî wan di navenda jinê de rêhevala Binefş bêteredut têkoşiya. Bi çemkên kesên wek Peyman, Sewra, Hêlîn û Sakîne re ticar nebû yek û çav li pratîka wan negirt. Di hemû resmiyetan de jiyan, kesayet, nêrîn û têkîliyên wan rexne dikir.

Bi sekn, tevlîbûn û baweriya ku dida derdora xwe, hevala Binefş ji bo pir hevalan pîvana jiyanê bû. Di xebata Jinûve Avakirina Partiya Jinê PAJK’ê de cih girt. Rêber APO ji bo pêşî li tesfiyekariyê hundirîn bigre, di xeta azadiyê de tercîh danî. Da diyarkirin ku kesên dixwazin azad bijîn, divê bi kîjan pîvanê xwe bi tevger bikin û ruxmî her cure zehmetiyan şopdarê wê bin, zelalbûnek da çêkirin. Lewma jî da xuyakirin ku milîtantiya PAJK’ê tercîhek e. Yên ku dixwazin jî divê serî lê bidin, bi vê îdeolojî û ramanê re li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan têkoşîna xwe bilind bikin. Beriya her tiştî jî têkoşîna zayendî bidomînin, bi evîneke mezin tevlî jiyanê bibin.

Rêhevala Binefş bi dilxwazî û israreke mezin tevlî vê xebatê bû. Rêhevalên wê jî ev sekna biryardar dîtin. Di yekemîn kongreya avakirinê de hevala Binefş di saziya navendê de cih girt û wek endama desteya rêveber a PAJK’ê hate hilbijartin. Hevala Binefş di salên derbasbûyî de di vê xebatê de bi berpirsyarî tevgeriya. Li gor rêgezên PAJK’ê, xwest ku jiyana xwe watedar bike. Hewldana wê li ser vê bingehê bû. Di sala 2008’an de kongreya PAJK’ê a 7. hate lidarxistin. Biryara azadiya Rêber APO hate girtin. Biryar hate dayîn ku êdî têkoşîn di asteke bilind de were dayîn. Bi vê re jî zelaltir bû ku azadiya Rêber APO azadiya jinê ye. Li her qadê pêdiviya têkoşînê hate ziman. Hevala Binefş bi temamkirina kongreyê re derbasî YJA-Starê bû. Bi vê biryarê re di qadên têkoşînê yên germ bi hemleya 1’ê Hezîranê re ku hatibû destpêkirin, mîsyona xwe ya heya asteke bilind bicih anî. Piştî kongreya 7. wek endama merkeza PAJK’ê û rêveberiya YJA-Star’ê, li herêmên wek Garê û Heftanîn de fermandarî kir. Ew, fermandara hêzên YJA-Star’ê bû. Bi ked û dilnizmiyeke mezin tevlî jiyanê dibû. Di şêwaz û uslûbê wê de çareserî hebû. Gotin û kirinên wê yek bûn. Têkoşer bû. Lewma jî ji hêla hemû hevalan ve dihate hezkirin, zû di nav hevalan de cih digirt. Ji bo karibe di pêvajoya azadiya Rêber APO de hîna zêdetir rola xwe bileyîze, di bihara sala 2009’an berê xwe da herêma Botanê çiyayên evîn û pîroziyê Cûdiyê. Dema biryara çûna wê ji bo Cûdiyê derket, wek teyrekê difiriya. Coş û kelecana wê pir li pêş bû. Pir xwebawer, têgihîştî û di zanebûna erka xwe de berê xwe da bakûrê Kurdistanê. Bi taybet jî şopdariya xeta rêhevala Binefş Agal dikir. Ji sala 2009’an heya Kanûna 2011’an li Cûdiyê di fermandariya hêzên YJA-Starê û fermandariya giştî de jî cihê xwe girt. Rêhevala Binefş di vê pêvajoyê de tevlîbûna xwe di nav pratîkê de, bi taybet jî tehlîlên Rêbertî li ser herêmê û cihê ku Cûdî di dîroka Kurdistanê de digre, baş fêm kiribû. Di rojnivîsên xwe de li ser van mijaran bi berfirehî nivîsiye. Rêber APO pir caran mînaka Cûdî dabû û diyar kiribû ku ger ez bûma, min ê li Cûdiyê hûn bixistana wergehên azad, rêhevala Binefş wateyeke mezin dida van gotinan. Ruxmî ku di wê qadê de nû bû, lê li dijî her cure zorî û zehmetiyan sekna xwe ya biwate berdewam kir. Bi taybet li ser perwerdeyê disekinî, bi hevalan re parve dikir. Hem xwe perwerde dikir, hem hevalên xwe. Bi nivîs û helbestên xwe ve, hestên xwe yên herî xweşik dianî ziman.

Hevala Binefş di Kanûna 2011’an li Cûdiya Mirada bi komeke hevalên xwe ve li hemberî dewleta faşîst a dagirker ku Kurdistanê talan dike, di encama şerekê de şehîd bû. Şehadeta rêhevala Binefş li ser her hevalekê/î bandoreke mezin çêkir. Rêhevala Binefş salên xwe yên dirêj da têkoşînê. Di demeke wiha dîrokî de, bi pêngava azadiya Rêber APO re, di pêşxistina têkoşîna azadiya jinê de di qada pêş de fermandarî kir. şehadeta hevala Binefş ku rêhevaleke zehf binirx, zane, xwedî pîvan û exlaq bû, valatî û êşandineke mezin çêkir. Ji bo ku tola wan hevalan bê girtin, heya demekê şehadeta wan nehate îlankirin. Jixwe hêsan nebû ku şehadeta wan îlan bibe. Hemleya şerê gel ê şoreşgerî a biharê, li ser bîranîna rêhevalên ku di zivistanê de şehîd bibûn, bi tolhilanîna wan destpêkir û pêşve çû.

Di pêşengtiya partîbûna jinê de keda rêhevala Binefş zehf mezin e. Di temsîlkirina xeta Bêrîtan, Zîlan û Nûdayan de bêteredut meşiya. Bi tiştên piçûk ticar qayîl nebû. Ticar rojeva xwe ji mijarên stratejîk danexist. Di navenda rojeva rêhevala Binefş de Rêber APO, şehîdên têkoşîna azadiyê, gelê Kurd û êşa dayîkên Kurdistanê hebû. Di rojnivîsên xwe de bi awayeke pir hestiyar ev mijaran daye xuyakirin. Wê jiyaneke watedar esas girt.

Hevala Binefş hertim nirxên pîroz, Rêber APO, nirxên şoreşê danî navenda armanca jiyana xwe. Wê terzê Binefş Agal ji xwe re dabû diyarkirin. Çawa ku hevala Binefş Agal li wan xakan, di nav gel de bawerî û hêzeke mezin afirandibû, tevger pêşxistibû û bibû sembola azadiya gelê Kurd û jinê, hevala Binefş Edesa jî li ser xeta wê meşiya. Soza dabû ku bibe layîqê navê wê, bicih anî. Binefş Agal û Binefş Edesa du keçên Êzidî û azadîxwaz bûne wateya jiyana birûmet. Her du Binefş wek melekan ku li gor baweriya Êzidiyan melek wek paqijiya giyan û ruh tê dîtin, jiyîn. Ew bi cewher û sadebûna xwe re jiyîn û nebûn wek tikeseke din. Girêdana her du rêhevalan jî ji Rêber APO re ji bo me nimûne ye.

Rêber APO ji bo Binefş Agal gotibû: “Ew keçeke me ya Êzidî bû ku xwendin û nivîsandina wê jî zêde nebû, lê di tevgera azadiyê de şopdariya me kir. Hin milîtanên me bi gotin zehf tişt dianîn ziman, lê dema zorî û zehmetî derket pişta xwe dane tevgerê, lê Binefş heya dawî temsîla me kir.” Rêhevala Binefş Edesa jî bi ruh, fikir, mêjî, dil, nêrîn û hemû hebûna xwe ve temsîla şehîdan, Rêbertî û têkoşeriya xurt a gelê Kurd kir.

Şehadeta rêhevala Binefş çiqas em êşandibin jî, em ê li ser xet, armanc û daxwaziyên ku dabû pêşiya xwe bimeşin. Şehadeta wan rêhevalan hîna bêtir erkên me anî bîra me û barê me giran kir. Em ê ji bo xwe kesayetên wan ên pîroz esas bigrin. Parastina xeta Rêber APO, pêkanîna azadiya Rêbertî, wê bibe bersiva me ji rêhevalên şehîd re.

Em hevala Binefş Edesa di yekemîn salvegera şehadeta wê de, bi bîr tînin û li pêşberî qehremanî, temsîlkirina ruhê fedayîtî û fedakariya wê, em bejna xwe ditewînin. Wê soza me serketin be. Em, di kesayeta rêhevala Binefş de jî hemû şehîdên Cûdî û şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Wê bi têkoşîna tevgera azadiyê re sala 2013’an bibe sala azadiya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd.