Dûh bi sedhezaran Kurd, Kurdistanî û dostên xwe berê xwe dan bajarê Kolnê yê Elmanya yê û peyama “Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Em ji bo çareseriyeke bi rûmet û demokratîk amade ne” kirin. Meş û mîtîng di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo Re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re çareserî” hate lidarxistin.
Çalakiya bi heybet bi meşa girseyî û mîtîngê berdewam kir. Bi sedhezaran beşdarvanan yêk daxwaz, armanc û talep berzdikir, ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû. Qadên çalakiyê bi wêneyên Rêber Apo hate dagirtin û dirûşmên bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate berz kirin. Di wê çalakiyê de axafvanên çûne ser dîkê û peyamê xwe dan nirxandinên girîng kirin.
Di meşa dîrokî û mîtîngê de ji çar aliyê cîhanê mêvan û beşdarvan hebûn. Bi taybet pêlekî girseyî ya enternasyonalîsta jî xwe bi peyama piştgiriya çareseriya doza gelê Kurd û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo anîn ser ziman. Hêz û potansiyela beşdarvanên enternasyonalîstan bo doza Kurd heman demî gerdûnîbûna doza azadiya gelên bindest bi saya fikir û felsefe ya Rêber Apo cardin raxist ber çavan û nîşanda ku çiqas xwe bi awayek bihêz û xûrt hûnandiye. Ji bilî parlamenter, siyasetmedar û pêşengên gelê Kurd û Kûrdistaniyan gelek enternasyonalîst jî weke axaftin cihê xwe di nav çalakiyê da girtin û peyamên xwe dan.
Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Tamilê Sajanthan Kethiswaran derket ser dîkê û peyama xwe da.
“Têkoşîna we Têkoşîna me ye”
Kethiswaran wiha got; “Dost û hevalên qedir bilind; Em îro li vir ji bo daxwazkirina azadiya vîzyoner, şoreşger, gerîla, siyasetmedar û fîlozofekî mezin kom bûne û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş û serbilind in. Yê ku em behsa wî dikin damezrînerê PKK’ê Abdullah Ocalan ango Rêber Apo ye. Navê Abdullah Ocalan tenê jî têrê dike ku tirs bikeve nava dilê rayedarên dewletên emperyalîst. Ji ber vê yekê ye ku hewla qedexekirina navê wî jî didin. Lê em li hember vê yekê serî natewînin, bereksê vê yekê, em ligel we daxwaza azadiya vî mirovê mezin dikin ku demildest pêk were. Ev nêzî 26 salan e ku bi awayekî neheq li zindanên Tirkiyeyê tê girtin.
Em îro ji bo daxwazkirina azadiya wî li vir kom bûne. Tevgera Azadiya Tamilê jî li gelek deveran cihê xwe di vê têkoşînê de digire. Têkoşîna we têkoşîna me ye. Îro, serdemeke dîrokî ye ku gelek gel ji bo azadiya xwe têdikoşin û Abdullah Ocalan di vê qonaxê de şexsiyetekî gelek muhîm e. Her çiqas rejîma Tirk û hevalbendên wê yên rojavayî vê yekê qebûl nekin jî, rêya aştiyeke adilane ji Îmraliyê derbas dibe. Dewleta Tirk ji aliyê din ve hewla tunekirina Kurdan dide, êrîşên hewayî bi rê ve dibe û bi awayekî bê hesab Kurdan dikuje.
Dewleta Elmanyayê, piştgiriya vê polîtîkayê bi tewanbarkirina gelê Kurd a bi 129b sûcên ramanî, bi nîşandana me hemûyan wek terorîst û bi çavtirsandina civakê dike. Halbûkî em ew kes in ku ala pêşketina civakî û mirovahiyê bilind dikin. Tevgera Tamil Eelam û gelê xwedî hişmendiya polîtîk yê li dîasporayê bi we re ye.
Ev yek wekheviya me ya dîrokî ye û em vê yekê bi gelê Filistînê û gelek gelên din re parve dikin. Werin em bi hev re yekîtiya navneteweyî ya gelên bindest ava bikin da ku ji bo azadiya girtiyên xwe têbikoşin û bêcezamayîna kujerên ku li ser navê emperyalîzmê êşkenceyê dikin bi awayekî bêtirs derxinin meydanê. Em dikarin îro bi hev re di gelek tiştan de bi ser bikevin ku heta niha me nedîtiye. Em her roj gaveke din pêş dikevin. Serkeftin ya me ye û ev tenê meseleyeke demê ye.
Em bi we re azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin! Em azadiya hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistan, Tamil Eelam û tevahiya cîhanê dixwazin! Em mafê hemû gel û mirovan yê diyarkirina çarenûsa xwe dixwazin ! Li dijî faşîzm û emperyalîzmê! Ji bo cîhaneke pirrengî û cur be cur!”
“Ocalan nîşan da ku têkoşîna dijî pergala kapîtalîzmê pêkan e”
Peyama nûnerê Bloka Navneteweyî jî wiha bû; “… Daxwazên aştiyê yên Tirkiyeyê ji durûtiyê pêvtir ne tiştekî din e. Li cihê ku êşkence li ciwanan dikin, mirov tên girtin û gundên sivîlan tên bombekirin wê aştiyeke çawa çêbe? Em aştiyeke adil dixwazin. Ji bo Ocalan rê li ber vê aştiyê veke, divê tecrîd bi dawî bibe. Wê demê dikare rola sereke bilîze. Ji ber vê yekê em daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin û ji bo hemû parçeyên Kurdistanê çareseriyê dixwazin. Tevgera li dora Ocalan nîşan dide ku têkoşîna li dijî şer û kapîtalîzmê îro jî pêkan e. Ev tevger îspat kir ku artêşeke xurt a NATO’yê jî nikare berxwedana gel bişkîne.
Weke çepên Elman erka me ew e ku em li dijî emperyalîzma Elman û pîşesaziya wê ya şer têbikoşin. Divê berjewendiyên dewleta Elman were eşkerekirin. Elmanya bi deh salane bi hinartina çekan piştgirî dide polîtîkaya qirkirinê ya Tirkiyeyê. Şîrketên mezin ên wekî Thyssen-Krupp, Airbus û Rheinmetall rasterast ji dagirkeriya li Kurdistanê sûd werdigrin. Tenê roja Çarşema borî, peymanek 4 milyar € ya balafirên şer hate pejirandin. Tam 4 milyar Euro! Lê belê dewleta Elman tenê qezenca aborî bi dest naxe. Di heman demê de dixwaze bi van peymanên çekan rêyên girîng ên bazirganiyê ewle bike. Emperyalîzma Elman ji bo desthilatdariya xwe ya li cîhanê hewcedarê biratiya çekan a bi Tirkiyeyê re ye.
Berjewendiyên wan ên tepisandina gel di peymanên dawî yên dersînorkirinê yên ku bi Erdogan re hatine kirin de bi awayekî zelal tê dîtin. Ji ber ku kesên dixwazin bi komî dersînorî Tirkiyeyê bikin, Kurdên siyasî ne. Hikûmeta Elman wan radestî dewleta Tirk dike. Bersiva me li her welatî berxwedan e.
Em li vir, li Elmanyayê weke tevgereke çep li dijî faşîzmê dadikevin qadan û polîtîkayên nijadperest ên koçberiyê û emperyalîzma Elman rexne dikin, di heman demê de ciwanên Bakurê Kurdistanê bêwestan li ber xwe didin û li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîla têdikoşin. Em bi hev re li hemberî heman dijmin li ber xwe didin.
Çi li Almanya, çi li Sûdanê, çi li Filistînê û çi li Kurdistanê bin, em dikarin li deverên cuda yên cîhanê bin. Lê di encamê de em weke hêzên demokratîk li dijî dijminekî hevpar têdikoşin. Li dijî her cure zext, mîlîtarîzm û tundiya dewletê; lê ya herî girîng em bi hev re ji bo jiyan, azadî û aştiyeke bi rûmet têdikoşin! Em dibînin ku li Rojhilata Navîn -ji çiyayan heta Kobanê- berxwedan didome. Wê demê bimire faşîzm, bimire emperyalîzm! Bijî şoreşa civakî! Bijî berxwedana gerîla! Ji Abdullah Ocalan re azadî. Bijî hevgirtina navneteweyî!”
Çavkanî; ANF