Bi Ruhê Berxwedana Rêber APO Qadên Newrozê Geş Bikin

0Shares

Em cejna Newrozê, cejna gelan û jinên berxwedêr li afrîner û rêberê mirovahiyê, li Rêberê ku Newroz hemdem kir û şoreşgerên di oxira wê de afirandin Rêber APO pîroz dikin. Di şexsê Kawayê hemdem Mazlum Doxan de, di kesayetên ku temsîlkarên çanda xwedawandiyê bûn, Zekiye Alkan, Rehşen, Sema, Bêrîvan û Ronahî de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîrtînin û soza me daye wan nû dikin. Cejna Newrozê, di sekna gelê me yê Berxwedêr de, li tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin. Li tevahî jinên di sedsala 21’emîn de pêşengiya şoreşa jinê dikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li ber xwe didin û têdikoşinê bilind dikin, pîroz dikin. Em weke partî, kadro û milîtanên Rêber APO, bawerî û biryardariya xwe tînin ziman em ê, mîsoger Newroza 2021’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Bi ruhê berxwedaniya Garê, Soza bicihanîna vê erka dîrokî didin Rêber APO û gelê xwe.

Li Kurdistanê, çanda berxwedanê ji dîrokê û heya avakirina tevgera hemdem ya APOyî, weke kevneşopî herikbar bûye. Ji bo ev kevneşopî mezin bibe û zindî bimîne bi hezaran sale gelên berxwedêr, pêşengî ji vê çandê re kirine û dane jiyan kirin. Li ser xaka kevnar ya gelan, cejna Newrozê di nav herikîna çemê berxwedanê de, bi hezaran sale, bûye yek ji cejna herî kevneşop ya civaka Exlaqî û Polîtîk. Beriya bi hezaran sal li hemberî zilma Dahaqan, agirê Newroza gelên Arî, cara yekem li quntarên çiyayê Garê, hatiye vêxistin û meşaleya azadiyê hatiye hildan. Li hemberî dahaqên modernîteya kapîtalîst, îro careke din ruhê Newrozê li ser heman xakê bi sekna gerîlayên hemdem geştir bûye. Sekna berxwedêr a gelên rojhilata navîn, îro li Kurdistanê bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber APO ji nûve zayîna xwe pêk tîne. Ev zayîn, ji nûve ruhê Newrozê zindîkirin û dayîna jiyan kirinê ye.

Rêber APO, di destpêka tekoşîn û meşa xwe ya azadiyê de, ji nûve zindîkirina çanda berxwedanê û vejîna ruhê Newrozê bi heqîqeta gelekî Newroz bûyî jîndar kir. Heqîqeta Rêber APO, gelekî ku xwe ji xwaliya xwe diafirane derxist holê. Sekna bi rûmet ya Rêbertiya Azad, tekoşîna gelê me û pêşengiya jina Kurd ya ji şoreşê re, nîv sedsale ev rastî bi dayîna hezaran berdêl îspat kiriye. Rastiya Newrozê, ji cejnekî wêdatir, bîr, bawerî û daneheva çandî û berxwedana gelan li hember zilmê ye. Tevgera APOyî, li ser vê kok û çanda berxwedêr a gelan ava bû xwe mezin kir. Di sala 1982’an de çalakiya mezin û dîrokî ya Kawayê Hemdem Mazlum Doxan, pêşenga Newroza sala 1990’î hevrê Bêrîvan û çalakiyên bi sedan pêşengên weke wan ji nûve vegera li kok û çanda berxwedanê bû. Ev çanda ku rehên xwe li ser vê erdnigariyê bi hêz kirî tu astengî nas nakir û nake. Sekin, biryardarî, bîr û baweriya hevrêyên me di 10’ê Sibata îsal de, li hemberî hêzên komploger û Dahakên vê serdemê nîşan dan berdewamiya ruhê Newrozê ye. Meşaleya agirê Newroza Rêber APO, bi destê 15 hevrê û pêşengên berxwedana Garê, hate hildan.

Em weke tevger, milîtan û pêşengên xeta Rêber APO, weke jin û gel demekî dijwar yê tekoşînê dijîn û cejna Newrozê pêşwazî dikin. Di rojên ku em ber bi cejna Newrozê ve diçin li ser medya dıjital nûçeyên jiyan û tedirûstiya Rêbertiya me eleqeder dikin weşandin ne rewşekî ji rêzê û ji xwe bere. Jiyan û Azadiya Rêber APO, hebûna me û ya gelê me ye. Bi cidiyet û hişyarî nêzbûn, li hemberî faşîzma AKP-MHP û hêzên komploger sekneke dîrokî û helwestekî tund pêwîst dike werê nîşandan. Weke jinên Kurd û gelê Kurdistanê, li hemberî plangerî û êrîşên topyekûn yên bi armanca berdewamkirina pergala îşkenceyê a Îmralî têne kirin di Newrozê de, sekna berxwedêr û bi rûmet mohra xwe lêbixe. Sekna tekoşînê ya jinan di 8’ê Adarê de nîşan da, temsîla cewher û ruhê Newrozê ye. Di heman demê de nîşaneya girêdana bi xeta Rêber APO re ye. Bi ruhê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ruhê Newrozê jiyan kirin, di serî de ji bo her militana/ê Rêber APO erk û berpirsyariya dîrokî ye. Bi ruhê berxwedana Rêber APO, herikîna qadên azadiyê û Newroz pîroz kirin, erk û berpirsyariya jinan û ya gelê me ye. Li ser vê bîr û baweriyê ruhê Newrozê jiyan kirin û dana jiyan kirin wê bibe mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Careke din cejna Newrozê, li Rêberê azad, li gelên berxwedêr, li jinên pêşengiya tekoşîna azadiyê didin û li dora Rêrbertiya Azad xeleka agirê pîroz ava kirine pîroz dikin. Afrînerên ruhê Newrozê Şehîdên meha Adarê û di kesayeta wan de tevahî şehîdan bi minetdarî bîrtînin. Weke şopdarên xeta Rêber APO û hevrêyên doza şehîdên tekoşînê, soz û biryardariya xwe ya bilindkirina xeta tekoşîn û berxwedanê nû dikin.

Koordînasyona PAJK

Attachment