Bi Qasî Cûdî Serbilind Û Rûmet Bû

0Shares

Nasnav: Viyan Cûdî
Nav û Paşnav: Hatice Brûkimilan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 23.5.1989/Makû
Navê Dayikê: Rabia
Navê Bav: Adıl
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: Hazîrana 2006’an Makû
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hazîrana 2012’an li Çelê
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Viyan Cûdî (Hatice Brûkimilan)

Hevala wê li ser rêhevala Viyan wiha vedibêje: “Hevala Viyan ji bajarê Makû yên Rojhilatê Kurdistanê bû. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên partiyê dibe. Hevala Viyan li gund tê cîhanê û lê mezin dibe. Dema ku biryara beşdarbûna nava partiyê dide, rû bi rûyê hinek zahmetiyan tê. Ew di nava malbatekî feqîr û feodal de mezin dibe. ji heşt xwuşk û birayan ew ya şeşemîn e. Ew ji bo pirsgirêka debarê ya malbatê bide çareserkirin di karên çêkirina xalîçeyen de dişuxule.

Piştî ku hevala Viyan perwerdeya xwe ya destpêkê li Xakûrkê dibîne, hat tabûra me. Heta bê gotin saf û dirust bû. Hewldana wê ya di her qadê de û kedkariya wê di demekî kin de derket pêş. Weke miroveke jîr xwediya sekneke birûmet bû. Çawa ku di nava civakê de hinek tişt nepejirandibû û li hember derketibû, di çiya de jî li hember kêmaniyan hemen helwest dida raberkirin. Wê ticaran ji kêmasiyan re stûyê xwe xwahr nekir, ew her tim serbilind bû. Li gorî wê ger mirovek lewaz be û kêmasiyan dike, divê hesabê vê yekê jî bide. Ji bo vê yekê jî dema ku mirov kêmasiyan dike, divê bi awayekî wêrekî jî xwedî lêderbikeve. Û wê vê zelalbûyîna ku bixwe dijî û kîna wê ya li hemberî dijmin diket rê digot divê kêmasiyên bi vî awayî bên derbaskirin. Wê dihizirî ku tiştên ku mirov dijî ger di hindurê xwe de bigire rast nedidît.

Hevala Viyan di demekî kin de seknekî rêxistinî û bîrdozî karî qazanc bike. Ev sekna wê ji aliyê rêxistinê ve hat dîtin pir zû hat erkdarkirin. Weke temen jî ew hîn ciwan bû. Mirov nedikarî bibêje ezmûnên wê pir zêdebû. Lê ji bo ku dixwast kar bike, ked bide xwedî li erkên xwe derdiket. Pir germ nêzîkî rêhevalên xwe dibû, sohbet dikir û nîqaş dikir. Heta ji destên wê dihat rêyên ku dixwast alîkarî ji rêhevalên xwe re bike digeriya. Wê destûr nedida ku di jiyanê de valahî bên jiyankirin. Wê pir hêviyên bikaribe pêşketinan bide çêkirin dida. Mînak wê xwendin û nivîsandin bi hewldanên xwe ve û bi alîkariya rêhevalan re fêr bûbû. Heta Fermandariya Taximê erk girtibû.

Di perwerdeya Akademiya Ş. Bêrîtan re derbas bûbû. Weke bi xwestek û bi armancên mezin ve tevlî perwerdeyan dibû. Piranî dema mijarek dihat nîqaşkirin herî destpêkê ew radibû ser xwe û nîqaş dikir.

Wê her tim dixwast Çiyayê Cûdî bibîne û ev yek her tim dianî ziman. Paşnavê xwe kiribû Cûdî, ji ber vê hezkirina wê piştî perwerdeya Akademiya Şehîd Bêrîtan demekî kin li qada Zapê pratîk da meşandin û perwerdeya çekên giran dît. Dema ku perwerde dawî dibe, ji hevalan re dibêje ez dixwazim herim Cûdî û pêşniyara xwe di vê çarçoveyê de dike. Ev daxwaziya wê qet tine nebû û her tim zindî ma.

Vesazbûyîna wê piştî perwerdê dema bi awayê wê hêvî dikir nebû, pir xemgîn dibe û diçe qada Geliyê Zapê. Hevala Viyan tevlî gelek çalakiyan dibe û rista xwe dilîze. Wê perwerdeya çêkên giran dîtibû, wê di çalakiyan de beriya her tiştî çeka hawan û perwerdeya tevayî çekên giran dîtî bi awayê herî bibandor bikardianî. Wê gelek guleyên hawanan li hedefên dijmin daye, hevalên pêre tevlî çalakiyan bûne ev yek dianîn ziman.

Hevala Viyan dema ku li qada Bîlîcana girêdayî Çelê diçe peywirê bi du rêhevalên xwe re di encama ketina kemînê de şehîd dikeve. Ev bûyer pir min bandor kir. Ne tenê ez, gelek heval heman xemginî jiyankirin. Bi navê tola wê rakirin gelek hewldan hatin kirin. Li cihê ku ew lêşehîd ketibû, ji aliyê rêhevalên wê ve darbeyekî giran li dijmin hat dayîn.”

Hevrêyên Wê Yê Têkoşînê

Attachment