Di cîhanê de her roja taybet ya ku hatiye diyar kirin û weke roja cîhanî çêbûye ji ber xwe ve çênebûye. Di encamê ked, nirxên, berxwedanî û têkoşîna civakên azadîxwaz de bi taybetî jî di pêşengtiya jin de hatiye ava kirin. Pêşketin û mafên ku hatine dayîn jî di encamê bedelên giranbiha de ava bûye. Çawa ku her mehek ji bo civak, netew, bawerî, gel û jinan di nava xwe de rojên girîng di hewîne, meha mijdarê jî ji bo tevahî jinên cîhanê rojên girîng di hewîne. Yek ji wan rojan jî roja 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin ê ye. 1960’an de sê xwişkên Mirabel li hember hişmendiya pergalê zilamê kujer serî rakirin, têkoşîn dan meşandin. 63 sal li ser vê berxwedanî û têkoşînê re derbas bû. Bi rihê berxwedaniya wan re ev roj hate diyar kirin. Ev berxwedanî û têkoşîna wan heya roja me ya îro bi awayekê gelek pêşketî didome. Em di şexsê her sê xwişkên Mirabel de tevahî jinên şoreşger, têkoşervan yên ku li hember pergala pênç hezar salane berxwedanî didin meşandin, têkoşîn kirin û şehîd ketine bi minetdarî bibîrtînin. Di dorêkê de heya roja me ya îro berxwedaniya ku bi riya kes û tevgerên jinan pêşketiye nirxekê xwe û qiymetekê xwe yê dîrokî heye. Ji bo têkoşîna jinê bingehek ava kiriye. Ev tevgerên jinan çiqasî sînordar ma be jî, kêm be jî lê belê zemînek bi hêz ji bo jinan ava kiriye.
Têkoşîna jinan ya di sedsala 21’ê de gihiştiye tevahî parzemînên cîhanê. Doz û têkoşîna jinan gerdûnî bûye û astekê girîng jî qezenç kiriye. Ev yek bi xwe re riya çareseriyê jî di afirîne. Ev feraseta têkoşînê di jinan de hevgirtin, têkoşîn û berxwedaniyek hevbeş ya li hember pergala zilam jî daye pêşxistin. Li hember pergala zilam çiqasî bertekên jinan hebe jî, di hêla kesan de ev bertek pêşketi be jî, lê ji ber ku birdoziyek giştî ne bûye, tevahî jinên cîhanê hemêz nekiriye, tevahî jinan rêxistin nekiriye, bi xwe re tevahî jinan ne xistiye tevgerê, perçe bûyîna ku pergala zilam di nava jin de ava kiriye li hember vê yekê rêxistinbûyîna xwe ava ne kiriye ji ber vê yekê yan di herêma xwe re, bajarê xwe re bi daxwazên xwe re sînor dar mane ji lewra asta ku tê xwastin de bi temamî pergalê têk bibe û li hember wê jî pergalek alternatîf ava bikin pêşneketiye. Di tevahî jinên cîhanê de fikrên ku pergala zilam, aqlê zilam yê pênç hezar salî dijminahiya tevahiya jinan dike, li ser tunekirina pergal, fikir û çanda jin-dayîk avabûye ne hatiye pêşxistin ji ber vê sedemê têkoşîn û berxwedaniya xwe de sînordar û tenêmane.
Di tevahî sedsalan de jin berxwedanî dane meşandin, bi ti awayî pergala heyî ne pejirandine. Ev di hêla siyasî de dibe, civakî de dibe, hiqûqî de dibe û hwd. Di sedsala 20’ê de derketina Rêber APO bi taybetî jî li ser fikrê azadî, berxwedanî, têkoşîn û çanda jin-dayîk re ava kirina tevgera jinên Kurd mohra xwe li sedsala azadiya jin daye. Paradîgmaya Rêber APO ya demokrasî, ekolojî û azadîxwaziya jinê re artêşbûyîna jinê li ser bingeha parastina cewherî, rêxistinbûyîna jin, partîbûyîna jin û bi ilmê jin jineolojî re pêşengtiyek dîrokî, kurevî û gerdûnî ava bûye. Jinên Kurd bi feraset û hişmendiya azadiya jinê re, bi feraseta parastina cewherî re, parastina nirxên jin, nasnameya jin, çand û civaka exlaqî û polîtîk re li hember pergala faşîst, xwînxwar û sondxwarê qirkirina gelê Kurd dewleta faşîst ya Tirk û hikûmeta AKP-MHP ya nûnertiya hişmendiya pergala pênç hezar salan dike şerê parastina cewherî dimeşîne. Pergal û hişmendiya zilamê dagirker, qirker bi xwe re talan, îmha, tunekirin, kuştin, xirabkirin û tûne bûyînê tîne, mînaka herê şînber jî faşîzma ku DAÎŞ di pêşengtiya faşîzma Erdoxan û tevahî hêzên hegemonîk de pêktîne mirov dikare bi awayekê şînber bibîne. Jinên Kurd li ser bingeha parastina cewherî, şerê ku di tu demên dîrokê de ne hatiye dîtin dide meşandin. Ev şer jî li ser bingeha hişmendiya parastina rewa, parastina nirxê tevahî civaka exlaqî û polîtîke. Jinên Kurd ev şerê parastina rewa di tevahî qadê jiyanê de, di birdozî de, di siyasî de, di hiqûqî de, di diplomasî de, di çandî û nasnameyî de dide meşandin. Bêguman ev şerê parastina rewa di encamên bedelên giranbiha de hate avakirin. Gelek jinên ku di oxira azadiyê de bedel dan, têkoşîn û berxwedaniyê da meşandin heya roja me ya îro hatiye. Weke jinên şoreşger, leheng, fedaî, pêşeng mîna rêheval Bêrîtanan, Zîlanan, Ronahiyan ( Andrea Wolf) Lêgerîn Arjantîn, Rojbîn Ereb, Destan Yorik, Arîn Mîrkanan, Şîrîn Elemhorî, Bêrîvan Şengaliyan, Hevrînan û Jina Eminiyan û bi hezaran jinên ku di vê oxirê de bedelên giranbiha dane. Tevgera jinên Kurd di roja me ya îro de ji bo tevahî jinên cîhanê û mirovahiyê bûye çavkaniya têkoşîn û berxwedaniyê. Tevahî mirovahî îlham û baweriya têkoşîn, berxwedaniyê di nava tevgera azadiyê de dibîne. Berxwedan û têkoşînek dîrokî li hember modernîteya kapîtalîzmê tê meşandin. Di sedsala 21.de bi taybetî jî bi şoreşa Rojava yê Kurdistanê re di pêşengtiya jinan de rastiya jina şerker, pêşeng ya ku li hember pergal û hegemonya ya baviksalarî derdikeve û xwe da der. Ev pêşengtî ji tevahî mirovahiya azadîxwaz re da diyar kirin ku xilasiya mirovahiyê di paradîgmaya Rêber APO ya xwe li ser lingê jinê ava dike derbas dibe. Ev şoreşa jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kurevî bûye û xwe li her qadên jiyanê rêxistin dike.
Tevgera azadiya jinên Kurd ya ku mîrasê xwe ji tevahî jinên dîrokî yên têkoşervan, berxwedêr girtiye di roja me ya îro de pêngava bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî, berbi şoreşa jinê ve’ gihiştiye lûtkeya herî jor û pergala baviksalarî li hember têkoşîn, îrade, berxwedaniya jinên Kurd bêzar bûye. Tevgera azadiya jinên Kurd xwedî li mirasa jinan derketiye, bi rihê hevgirtinê re, ev rojên dîrokî ji bo jinan bi têkoşîna xwe re wate dike, rêxistinek hevbeş yê jinan di afirîne, tevahî jinên cîhanê îlhama xwe ya têkoşînê ji tevgera azadiya jinên Kurd digre. Bi vê pêngavê re rêxistinbûyînek cidî yên jinên cîhanê jî avabûye. Bêguman tevgera azadiya jinên Kurd berxwedaniya jinan tenê bi rojekê re sînordar na hêle, ev têkoşîna dîrokî mayînde dike, bi fikrek hevbeş tevahî jinên cîhanê teşwîqê vê berxwedaniyê dike, jinan tevlê vê têkoşînê dike. Bi vê awayî xwedî li 25’ê Mijdar ê derdikeve.
Hişmendiya zilam û pergala modernîteya kapîtalîzm, birdozî, rêxistinbûyîn, berxwedanî, û hevgirtina jinê ji bo xwe xeteriyek mezin dibîne. Di her qadên jiyanê de jinên pêşeng, berxwedêr, têkoşervan û azadîxwaz dixe hedefê xwe û êrişê dibe ser. Di serdema em tê de dijîn pergala modernîteya kapîtalîzm qrîzên kûr jiyan dike, ji bo parastina yek destiya xwe, berjewendiya pergala xwe her tim şer, kuştin, komkujî, talan pêş dixe. Di van salên dawî de bi pêşketina şer re bi deh hezaran mirov hatine kuştin lê yên ku herê zêde zererê dibînin jî jin û zarokin. Di şerê rojavayê Kurdistanê û di Surîdî de gelek jin û zarok hatin qetil kirin. Cardin li Rojhilatê Kurdistanê û Îran’ê de bi destpêkirina serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re jin û zarok tên qetil kirin. Di sala 2014’an de bi hezaran jin, keç û zarokên Êzidî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin revandin û tên firotin. Heya niha jî bi hezaran jinên Êzidî çarenûsa wan ne diyare.wekî din Hêşmendiya Mîr a desalhatdariya Telabanan ya qîrker û êrişker li Afaganistan ,êrişên xwe di asta herî jor de li ser jinên Afaganan dimeşînê.Pergala xwe li ser wan ferzdikê, jiyanê li wan dorpêç dikin û difetisînê.Her weha nêzîkatiyên tundî,destdirêjî,girtin û kuîtin li ser jinan dimeşînê.û wan ji mafên herî rewa û jîyanî ye mehrum dihêlê .Çi ji mafên wan yên xwedin û karkirinê û hwd. Mûdaxle hemû qada wan ya jiyanê dikin. Şerê Ukranya-Rusya de bi neh hezaran mirov hatine kuştin û ev şer hêja jî didome. Şerê di navbera Filîstîn û Îsraîlê de nêzî deh hezaran mirov hatine kuştin û ev şerê qirêj jî her diçe berfireh dibe. Heman demê de di encamên polîtîkayên qirkirinê yên zilamên desthilatdar û qirker de li welatên cûda jî mirov dibin qurbanê ev hişmendiyê. Di şexsê jin ê de êrişek topyekûn li ser jiyanê tê meşandin. Di encamê ev şerê tê meşandin de bi milyonan mirov tên qetil kirin, ji cîh û warên xwe dibin. Di roja me ya îro de bi giştî cîhanê de 210 milyon mirov di kampan de dibin şert û mercên zehmet de şerê jiyanê di meşînin. Bêguman divan kampande jin û keçên ciwan bi polîtîkayên destdirêjiyê re jî rûbirû dimînin. Her wiha, di her deverê cîhanê de, her yek deqeyê carekê de jin bi destdirêjî, kuştin û tacîzê re dûçar dimînin. Pergala zilam bi polîtîkayên xwe yên kuştin û qirkirinê destûrê dide ku jin li her deverê bi kuştinê re rûbirû bi mîne. Cardin di Rojhilata Navîn de û bi giştî cîhanê de zewaca temenê biçûk gelek pêşketiye û vê yekê jî rewa dikin.
Bi gotina Rêber APO ya ku dibêje ‘Sedsala 21.sedsala azadiya jinê ye’ her roja ku diçe ev rastî xwe zêdetir dide der. Bi vê rastiyê re tişta herê pêwîst ewe ku jin li ser bingeha aqlek hevbeş xwe li her deverê rêxistin bike û parastina xwe ya cehwerî ava bike. Ji ber vê yekê jî ji her deman zêdetir pêwîstiyê me avakirin û pêşxistina konfederalîzma jinê û gihandina asta cîhanî heye. Ev yek erkê me yê bingehîne. Tevahî rêxistinbûyîn, sazî, tezgeh, partî û tevgerên jinan, di asta kesayetên demokratîk de, tevahî jinên azadîxwaz dibin sîwana pergala konfederalîzma jinê de kombûyîn, rêxistinbûyîna xwe ava kirin û têkoşînek hevbeş li hember modernîteya kapîtalîzmê pêşxistin girînge. Çareseriya tevahî pirsgirêkên heyî di avakirin û mayînde kirina pergala konferderalîzmê de ye. Ji ber vê yekê jî pêwîste em weke jin bi fikir û hişmendiya yekitiya netewî tevlê têkoşîn û berxwedaniya heyî bibin. Ji nûde înşa kirina civakê, jiyana xwe ya alternatîf avakirin, pêşxistina civaka xwe, bûyîna hêza çareseriyê de rolên dîrokî dikeve ser milên me. Pergala modernîteya kapîtalîzm bi awayekê topyekûn êrişên xwe li ser jinê pêktîne, di şexsê jinê de êrişê civakê dike û qirkirinek topyekûn pêş dixe. Pêwîste têkoşîn û berxwedaniya me jî li seran serê cîhanê û tevahî parzemînan de topyekûn be û hevgirtî be. Pêwîste jin bi fikrek hevbeş xwe di derdora paradîgmaya Rêber APO de gurçûpêç bike û zanist bike. ji bo jin, xwe bi temamî di hêla hişmendî, fikir, feraset, rih, hest de ji pergala modernîteyê rizgar kirin û jiyanek alternatîf ava kirin rêya herê bingehîne. Ji bo ku em têkoşîna xwe li hember pergala baviksalarî hîn bi hêztir bi domînin pêwîste em pêngav, çalakî, kongre, konferans û komxebatên hevbeş hîn bi hêztir û encamgir bi domînin. Bi tevahî jinên herêmê û jinên cîhanê re em bikaribin hevgirtinek avabikin û em bizanibin ku li ser bingeha avakirina jiyana azad ya di derdorê jinê de tê ava kirin têkoşînek mayîn de û encamgir ji bo me erkekê jîyanî û dîrokî ye. Em vê rastiyê bibînin û bi bawerbin ger ku em bi hişmendî û pergala konferderalîzma jinê xwe rêxistin bikin, jiyana xwe ava bikin emê ev pergala modernîteya kapîtalîzm ya ku jiyanê di kuje, civakbûyînê tune dike lê, bi xwe jî di nava qeyran û qrîzek kûr de ye wê bi destê jin hilweşe. Em ji bîr nekin ku erkê me yê bingehîn ewe ku em hem civaka xwe û heman demê de zilam bi xwe jî zanist bikin, guhertin û veguhertinê re derbas bikin. Lazime em di zilam de hişmendî û fikrê ku ev pergala pênç hezar salî ya bi hişemendiya zilamê desthilatdar avabûye zilam bi xwe jî di kuje û tûne dike ava bikin. Bi vê awayî em roja 25’ê Mijdar ê veguherînin hemû rojên têkoşînê da ku em azadiyê misoger bikin. Bi biryarin ku emê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ sedsala 21. bikin sedsala azadiya jin.
Lava Elî