Rêber APO
Hêzên hegemonya kapîtalîst ên ku li Rojavayê Ewrûpayê hilatin, pêşengiya sîstema şaristaniya navendî ya bi koka xwe Rojhilata Navîn xistin destê xwe û tevî ku rê li ber felaketên mezin vekir jî hewl dan ji nû ve hegemonya xwe li ser çanda Rojhilata Navîn ava bikin. Li ser çanda zêhnî û çanda maddî xebatên hegemonîk meşandin. Bi vê xebatê çandên civakî yên hezarê salan anîn ber tesfiyekirinê. Ev yek jî bi saziyên xwe yên sîxur kirin. Di serê van saziyan de dewletokên netewe tên. Di bin hegemonya van dewletokan de di derdoreke timûtim bi şer de tevkujî, mêtingerî, asîmîlasyon, qirkirin û entegrasyona bi darê zorê meşandin û anîn ber şêmûka tasfiyeyê. Di dîroka dused salên dawî yên Rojhilata Navîn de nakokiyên binyewî jî hatin bikaranîn û ev saziyên hegemonîk hatin avakirin. Mixabin kes hê jî li serwextbûna van saziyan jî nafikire. Modernîteya kapîtalîst ne bi tenê di şêwazê fikra oryantalîzmê de, li ser tevahiya qadên jiyanê hatiye ferzkirin. Mirov dikare vê bi analîzên berfireh û bi metafora di nava ‘qefesa hesinî’ de bûnê rave bike.
Mînak, mîrateyên çandên otantîk ên hezarê salan ên gelên Asûrî, Ermenî, Îon û Gurciyan hema bêje bûne malê muzeyan. Rola modernîteya kapîtalîst a di vê rewşê de li rexnekirinê jî nehatiye vekirin, tevkujî û qirkirinên bi serê van çandan de hatine anîn li ber fikra diyalektîk nehatine rohnîkirin. Jixwe desthilatdariyên bi koka xwe Ereb, Fars û Tirk ên serdest ku xwe weke dewletên netewe ava kirine, li ser çandên civakî yên bi xwe jî weke makîneyeke qirkirinê fonksiyonel bûne û ev jî ji wan rastiyan e ku di tariyê de hatiye hiştin. Kengî dest pê kir dewleta netewe ji hev de ket û maskeya wê ket xwarê, ne bi tenê li cografya mêtingehî, li cografya hêza sereke ya hegemonîk jî têra xwe eşkere bûye ku ev sazî afirandina ‘civak-neteweyên homojen’ hedef digire û li gorî karektera wê ya ‘qanûna kara herî zêde’ bi xwe di rengê avahiyeke totalîter-faşîst de ye.
Ev Levîathanê nûkirî yê modernîteya kapîtalîst, der barê Kurdan bi xwe de dikeve şûf û kirasên qet nayên dîtin, her cure dualîteyan ava dike û qirkirina çandî ya her diçe zêde dibe di bin navê ‘pêşketinê’ de ferz dike. Bêguman di sîstema şaristaniya navendî ya bi koka xwe Rojhilata Navîn de sedemên bingehîn ên qirkirina çandî ya Kurd hene; mirov nikare bi tenê bi modernîteya kapîtalîst ve girê bide. Lê mirov heta rola dused salên dawî yên hegemonya modern a bi koka xwe Ewrûpaya Rojava li herêmê zelal neke, mirov ne dikare rastiya Kurd, ne jî rewşa wê ya bûye kangren ango pirsgirêka Kurd bike têgîn û teorîze bike. Mirov dikare têkiliya Elîta faşîst a ‘Tirkên Spî’ bi tenê bi rastiya Tirk a li ser bermahiyên rêûresma împaratoriya Osmanî çêbû di warê desthilatdargiriyeke teng de deyne û ev elîta faşîst ji Tirkîtiyê wêdetir ji her cure nexweşên desthilatdariyê yên bê milliyet ava bûye, gelê Tirk jî di navê de li ser tevahiya çandên Rojhilata Navîn weke makîneyeke qirkirinê dixebite. Di vê de, di serî de Ingilîstan, Elmanya, Franse û hêzên din ên sereke yên hegemonîk ên Ewrûpayê xwedî berpirsiyariya diyarker in. Kengî qirkirina Ermeniyan gelek caran dikeve rojevê, bi hêsanî mirov dikare rave bike ku ev Faşîzma Spî ya Tirk weke destik hatiye bikaranîn, lê hêzên hegemonîk ên behsa wan tê kirin xwe nadin ber berpirsiyariya xwe ya di vê mijarê de û hemû gunehê qirkirinê dixin stûyê Tirkan. Hemin mirov dikare vê jî weke berevajîkirineke bi zanîn rave bike.
Mirov dikare vê rastiyê eşkeretir di qirkirina çandî ya Kurd de bibîne û zelal bike. Ez ê di vê beşa dawî ya parêznameyên xwe de ku ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê re pêşkêş dikim, hewl bidim vê rastiyê zelal bikim. Dadgehkirina min a li Girava Îmraliyê, ya rastî li ser navê sîstema dewleta netewe ya Ewrûpayê bi Komara Tirkiyê hatiye kirin. Ango dadgehkirineke bi hêza dewleta Tirk nehatiye kirin. Di vê de rola elîta desthilatdariya Tirk ji taşeroniyê pêve tiştek nîne. Bêguman ev roleke welê ye ku kirêt e û hişê mirov tevlîhev dike. Ji lewra gelekî girîng e ku mirov rastiya wê bi duristî îfade bike. Zora desthilatdariyê ya li ser şexsê min û dekûdolabên huqûqî bi israr naxwazin qebûl bikin û bibînin. Bi operasyoneke Gladîo (NATO’ya Veşartî) ya gelekî sergirtî û veşartî ez kirim êsîr. Ev bi awayekî eşkere dihat wê maneyê ku huqûqa gerdûnî û huqûqa Yekîtiya Ewrûpayê dihat binpêkirin. Xusûseke bi vî awayî jî ji nedîtîve hat dîtin û doza derbarê vê de li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê DMME ku divê adil be û di bin berpirsiyariya Konseya Ewrûpayê de ye, dixwazin li dijî min bigihînin encamê. Wer lê hatiye ku biryarên têkildarî ji dusedî zêdetir dozên di heman statuyê yên ‘jinûve dadgehkirinê’ de bi tenê ya der barê şexsê min de bêyî ku fedî bikin û wijdanê wan biêşe Konseya Ewrûpayê bi Dewleta Tirk re bi awayekî sosret li hev kiriye û qaşo ‘li ser dosyayê’ gihîştine encamê û li DMME vegerandine. Bi vî awayî qebûl dikin ku beşa herî girîng a dozê temam kirine. Meclîsa Miletê ya Mezin a Tirkiyê (TBMM) û Dadgeriya dewleta Tirk ku bi tevahî pîvanên huqûqa gerdûnî hê jî binpê dike û li dijî hukmên qanûnan ên li alî min in ji bo neyên pêkanîn, xalên taybet çêkirine. Li hember van biryar û kirinên wan ên pir eşkere ye ku li derveyî huqûqê ne li benda hukmê DMME’yê ne. Ev duwanzdeh sal in ku bi vî awayî dimeşe. Ev statuya înfazê ji bilî min li ser ti hukimxwarî nayê meşandin. Ev rewşa min, hem bi pîvanên huqûqa dadgeriya Tirk û hem jî bi ya DMME’yê re li hev nake. Ev rewşa neadil û bi ti huqûqê re li hev nake, nîşan dide ku komploya navneteweyî ya li dora dozê di warê huqûqî de tê meşandin û ev jî piştrast dike ku Gladîo hê jî li ser kar e.Bi vî awayî ji bo ku qirkirina çandî ya Kurd di doza şexsê min de eşkere nebe, dixwazin kirasekî huqûqî li komploya domdar e, bikin. Rastiya qirkirina çandî ya li ser Kurdan înkar dikin û dixwazin berjewendiyên hegemonya kapîtalîst a Rojava weke dused salên dawiyê dewam bikin.
Dewlet û civak der barê pirsgirêka Kurd a gelekî berbiçav bûye û derketiye holê de êdî bi lezgînî li benda çareseriyê ne. Derd cihê xwe dît, niha çareseriyeke têkûz û durist pêwîst dike. Bi awayê xuya dike, pirsgirêka Kurd a ku di bingeha serîrakirinê de weke encama ruhê zarokekî rûmeta wî hatiye şikandin û di nava şert û mercên kêm de çavên xwe vekiriye derketiye holê û ya rastî bi rewşa heyî bi temamî gerdûnî bûye. Pirsgirêk heta di pozîsyona gerdûnî de be, bivênevê mirov ê di çarçoveya gerdûnî de li çareseriyê bigere. Ji bo vê jî divê mirov xwedî zêhniyeteke gerdûnî be. Fîlozofê Elman ê mezin F. Hegel ku hê kes jê nebihuriye, di serê salên 1800’î de ber bi felsefeya gerdûnîbûnê ve çû û ev ne xweber bû, ev yek ji nêz ve bi şertên demê re têkildar bû. Prenstiyên Elman rê li ber pirsgirêka Elman a ku bi parçebûnê re kûr bûbû vekiribûn. Bi dagirkeriya Napolyon re ev pirsgirêk ket rewşekê mirov yekcar nikarîbû ji navê derkeve. Ji lewra diviyabû pirsa Elman serê pêşî di warê fikrê de bihata çareserkirin. Rastiya ku xwe li cem Hegel jî nîşan dayî ev e. Ji wê demê ve, ango ji salên 1800’î ve li derdora dused salî derbas bûne. Piştî evqas sal ji bo parêznameya min a mezin a pêşî bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumer Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve’ hatibû gotin ku bi gavavêtina mezin a felsefî ‘Fenomenolojiya’ Hegel re xwedî taybetiyên wekhev e. Min dema ev gotin bihîstibû ez matmayî mabûm. Herçiqasî gelekî bi sînor be jî min cara pêşî dest pê kiribû Hegel fêm dikir. Diviyabû min jî xwe li gerdûnîtiyê rakişanda. Jixwe ya li ser min dihat ferzkirin û komploya navneteweyî ya bi xwelihevrakişandinên li ser Kurdistanê heman tişt bû, dişibiya Elmanya wê demê û balkêş e, rê li ber çareseriyeke bi heman rengî vedikir. Gelê Kurd û Kurdistan belkî jî welat û gelê herî kevn ên dinyayê bûn û herî zêde ew ji xwe hatibûn dizîn û ew bi wan dabûn jibîrkirin. Hêzên hegemonîk û hempayên wan ên hema bêjin bi rola xwedayên bi hêz ên hemdem ên bêmaske radibûn, li ser vî gelî û welatê wî tesarufeke ti pîvan û rêzikê nas nake, dikirin. Ya gelekî zêde diqewimî û dikirin biqewime, qirkirineke çandî ya sergirtî bû.
Di navbera senaryoya dagirkirina Iraqê û radestkirina min de têkiliyeke xurt heye. Ya rastî, bi operasyona li dijî min tevgera dagirkirinê dest pê kir. Heman xusûs ji bo dagirkirina Afganistanê jî bi vî rengî ye. Ya rastî, ji bo bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gaveke girîng û pêşî operasyona li dijî min e. Ecevît badilhewa negot; “Min bi ti awayî fêm nekir ka çima Ocalan radestî me kirin.” Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Prensê Awusturyayê ji aliyê milliyetgirekî Sirp ve dest pê kir, bi awayekî ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî bi operasyona li dijî min dan destpêkirin. Ji bo mirov pêvajoya piştî operasyonê fêm bike, divê mirov baş fêm bike ka çi bûyer berî û piştî operasyonê qewimîne. Serokê DYE’yê Clinton ji bo derxistina min ji Sûrî guftûgo bike, carekê li Şamê û cara din jî li Swîsreyê ji çar saetan zêdetir du civîn bi serokdewlet Hafiz Esed re pêk anîn. Hafiz Esed di wan hevdîtinan de li girîngiya rewşa min hayedar bû. Ji bo xwe di cih de dît ku pêvajoyê dirêj bike. Ji bo demekê be jî ji min derketina ji Sûrî nexwest. Li dijî Tirkiyê dixwest min weke hêmaneke tewazunê heta dawiyê binirxîne. Lê min jî Sûrî dahf dida ji bo bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min û rewşa min derfet nedidan ku ez di vê de bi ser bikevim. Eger ez li Îranê bûma, belkî hevgirtineke stratejîk pêk bihata. Di vê mijarê de jî ez bi Îranê ewle nebûm; ji helwestên wê yên ji rêûresmê fikarên min hebûn (Kuştinên Simko û Qasimlo û komployên bi vî rengî, dekûdolabên di dîrokê de yên weke ji textxistina Keyayê Medan Astiyag ji aliyê Harpagos ve). Clinton û lîderên Kurdan ên Iraqê yên bi wan re di nava têkiliyê de bû, mayîna min li Sûrî ji bo armancên xwe yên stratejîk di cih de nedidîtin. Ji ber ku her diçû Kurd û Kurdistan ji kontrola wan derdiket. Îsraîl jî ji vê rewşê gelekî bêzar bû. Wan nikarîbû rêveçûna bûyerên li Kurdistanê û derketina Kurdan ji kontrola wan qebûl bikin. Bi taybet ji bo planên xwe yên der barê Iraqê de bi cih bînin, ji bo wan heyatî bû ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin. Lewma li ser min ferz dikirin ku ez ji sedî sed veqetim û dev ji xeta azadiyê û nasnameya serbixwe ya Kurd berdim.
Sedema hebûna me jî partiya me û xebata me ya azadiyê bû. DYE û Ingilîstanê soza ji 1925’an ve didan Tirkiyê diviyabû bi cih bianiyana; bi şertê destê xwe nede Kurdistana Iraqê Kurdistana Tirkiyê feda dikirin. Li ser vî bingehî Tirkiye ketibû NATO’yê û li ser vî bingehî li ser pirsgirêka Kurd pêre li hev kiribûn. Statuya me û stratejiya me, ev hegemonya û tewazuna ku li Rojhilata Navîn bi awayekî rêûresmî û rojane girîng bû, dixist tehlûkeyê. Yan em ê biketina çarçoveya vê hegemonyayê yan jî em ê bihatina tesfiyekirin. Komara Tirkiyê ji 1925’an ve bi peymanên bi van hêzên hegemonîk re çêdikir (di sala 1926’an de peymana li ser Mûsil û Kerkûkê, di 1952’yan de ketina NATO’yê, di sala 1958 û 1996’an de peymanên bi Îsraîlê re) dixwest Kurdan ji nava dîrokê rake. Îdeolojiya pozitivîst a mîliyetgir û laîk ji bo vê derfet didan. Kadroyên Komarê bi vê dabûn bawerkirin. Ya rastî, ev rewş li dijî hevgirtin û ruhê têkiliyên dîrokî yên Kurd û Tirkan bû. Lê li gorî hesabên damezrandina Îsraîlê, hema bêje ti dînîtî tinebû ku sîstemê nekiribûya. Pêkhatina çîn, kadro û îdeolojiya lihevçêkirî ya jêre rastiya Tirkê Spî tê gotin li ser vî bingehî hatibû avakirin. Herweha PKK’ê darbeya kujer li vê pêkhatinê xistibû. Ji ber ku qebûlkirina nasnameya Kurd û naskirina azadiya wî dihat maneya înkara vê pêkhatinê, bi kêmanî diviyabû ev polîtîkayên kujer biterikanda. Peymanên bi Îsraîlê re ji bo vê pêkhatinê maneyeke xwe ya girîng heye. Jixwe dewleta netewe ya Tirk weke Proto-Îsraîl hatibû avakirin.
Di çarçoveya PDK’ê de hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdê Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYE û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyên wan ên li herêmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nakokiyan de ne. Bi derketina holê ya PKK’ê, ev dekûdolaba têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû. Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998’an de derketin holê, dihatin wê maneyê, dekûdolaba hêzên hegemonîk bi dawî dibû. Ji lewra destûr nedan şêwazekî bi vî rengî yê çareseriyê. Reşkujî û komployên mezin pêk anîn. PKK’ê Kurd ji kontrolê derdixistin û di serî de Tirk bi dewlet û komên din re li hev dianîn û ev jî dibû derbeke stratejîk li berjewendî û dekûdolabên van hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn diket. Ev xusûsên ku em ê karibin sedemên wan bi awayekî berfireh rêz bikin, têrê dikin ku îspat bikin, çima komploya 1998’an ewqasî xwedî armancên stratejîk û mezin bû.
Clinton di wê demê de girîngiyeke mezin bi pêngava hegemonîk a li Rojhilata Navîn dida û girîngiya rola Tirkiyê di vê de timî destnîşan dikir. Şêwirmendê wî yê taybet General Galtieri bi xwe dabû xuyakirin ku operasyona li dijî min bi fermana Clinton bi rê ve birine. Eger em behsa ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bikin, divê em bibêjin, di serî de bîlançoya bûyerên li welatên diyar ên weke Iraq, Afganistan, Libnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misrê ji zû ve ji gelek aliyan ve ji bîlançoyên Şerên Cîhanê yê Yekemîn û Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbas kiriye û ev jî ji bo fêmkirina rastiya vî şerî têrê dike. Jixwe ji ber sîlehên nukleer mirov dikare fêm bike ku wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ parçeparçeyî be, demeke dirêj û bi teknolojiyên cuda dewam bike. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê li Lîzbonê pêk anî û şidandina dorgirtina li Îranê ji aliyê DYE ve, nîşan dide ka wê ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ çawa bimeşe.
‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gur bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pir eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîr kirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin.
Bi awayekî giştî têkoşîna civakî têkiliya xwe bi lêgerîna heqîqetê heye. Çi têkoşîn dibe bila bibe, wexta bixwaze pirsgirêkeke civakî çareser bike, eger heqîqeta civakî îfade neke nikare bi ser keve. Ji ber ku heqîqeta civakî îzafî ye, gelekî xisletên wê yên kategorîk hene. Têkiliya xwe gelekî bi zeman û mekan re heye. Dema mirov di çarçoveya heqîqetê de binirxîne, PKK’ê hebûna Kurd a li ber tesfiyeyê, ne bi tenê îspat kir, bi giranî wê heyî jî kir. Heqîqet jî hedefeke wisa ye ku mirov ji bo wê têkoşîneke mezin nemeşîne nikare xwe bigihîniyê. Heqîqet ne rastî ye, ew rewş e ku mirov li rastiyê serwext dibe û bîra wê dibe. Rastiya bêheqîqet, rastiya razayî ye. Rastiya razayî jî pirsgirêka xwe tineye. Heqîqet ew rewşa rastiyê ye ku ji xewê hatiye hişyarkirin. Rewşa Kurdan a xewê ewqasî kûr û nêzî mirinê bû, eşkere bû ku şerê ji bo heqîqeta wê gelekî tevlîhev û zehmet bûya. Piştî rewşa xwe ya sîhûpênc sal berê, berê xwe didim heqîqeta gelê Kurd (tevî hemû şert û mercên giran ên Girtîgeha Îmraliyê ji arezû û heyecana xwe min tiştek kêm nekirî), ev yek ji rola wan a rohnîker a di dema şeveqa şaristaniyê de gelekî manedar mîna rohniyê dide biharekê. Haya min ji min heye ku ez bi awayekî romantîk li mijarê temaşe dikim. Bi awayekî romantîk nêrîn, bi herhalî ji nêrîna îronîk a heqîqeta bûye xwelî û ti hêviyê nade, bêhtir bang li mirov dike û vedixwîne ew heqîqeta ku hê zîlên teze ye. Heqîqetên der barê rastiya Kurd û pirsgirêka wî de cara pêşî ye ku li pêkhatina hêviyên azadiyê şahidiyê dikin.