Dûh bi milyonan Kurd û dostên xwe weke çeman herikîn qadan û peyama; “Emê Roja Reş Bikin Roja Azadiya Rêber Apo” dan. Li çar aliyê cîhanê bi milyonan insan bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’î Sibatê û bi daxwaza naskirina statûya Kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo seferber bûn. Ji herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyê bigre, li Bakûrê welêt û Tirkiyê, li bi dehan welatên li ewropa heya li Kibris, Êrîvan çalakî hebûn û di hemû çalakiyan de pankartên bi heman daxwaz û peyaman, heman wêne û dirûşmeyên wekhev hatin rakirin û berzkirin. Bi milyonan bi yek dil, bi yek rih û awazê cardin nîşan dan ku divê teqez dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bê anîn, azadiya wî ya fizîkî bê pêkanîn û statûya Kurdan bê naskirin. Em dixwazin wê coş û kelecana di wan çalakiyan de digihêşte ezmanan bi bîrxistina çalakiyên pêkhatî re cih bidin;
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Qadekî ku bi çalakiyên bi heybet azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate xwestin, komploya 15’î Sibatê hate şermezar kirin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Li 5 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 meş û 5 mîtîngên girseyî pêk hatin. Di her meş û mîtîngê de bi deh hezaran şênî herikîbûn qadan. Çalakî li Qamişlo, Kobanê, Tebqa, Dêrîk, Heleb, Hesekê, Girkê Legê, Dêrazorê, Reqa, Dirbêsiyê pêkhatin.
Li Qamişlo mîtîngek bi heybet bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs li pêşiya Statyûma Şehîdên 12’yê Adarê pêk hat. Li Girkê Lêgê jî bi beşdariya şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer mîtîngek girseyî li Qada Şehîd Xebat pêk hat. Li Dêrîkê jî li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê mîtîngek girseyî bi beşdariya şêniyên Dêrîk û herêmên Koçerat û Beravê pêk hat. Li Hesekê jî Meş û mîtîngek bi heybet li Qada Azadî pêk hat. Li Dirbêsiyê, bi beşdariya şêniyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê re mîtîngek bi heybet pêkhat. Li Dêrazorê, meş li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê ya li herêma Sebha Kîlo dest pêkir û heya Pira Salihiyê ku 2 kîlometre dûrî cihê destpêkê bû berdewam kir û vegeriya mîtînga girseyî. Li Tebqayê, bi hemû pêkhateyên xwe ve meşek lidar xist. Meş li pêşiya Sûka Taxa Ewil dest pêkir û heya çerxerêya El Hadirî ya li taxa Duyemîn (El Sanî) dom kir û vegeriya mîtîngek girseyî. Çalakiyek din ya girseyî li Reqa yê pêk hat.
Li her cihê ku çalakî lê pêkhat bi deh hezaran şênî, endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên jin, rûspiyên Kurd, Ereb, nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD’ê, saziyên civaka sivîl beşdarbûna xwe nîşan dan. Di her çalakiya pêk hat de girse bi cilên xwe yên neteweyî, yelekên bi wêneyên Rêber Apo, bi bilindkirina al û sembolên Kurdî, alên partî û rêxistinên civaka sivîl herikîn qadên çalakiyan û vegerandin qadên tijî wêneyên Rêber Apo. Dirûşmeyên çalakvanên her 4 meş û mîtîngên li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêkhatî bi heybet û hêjayî temaşekirinê bûn. Hemû çalakî bi beşdariya axaftvanan heya direngiyê berdewam kir.
Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek çalakî dûh pêkhatin. Gel û rêxistinên sivîl zext û astengiyên bêsînor yên dewleta Tirk li hemberî xwe nasnekir û herikîn qadan. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate kirin û li ser hevdîtinên bi Rêber Apo re demê dawî hatine kirin û hewildanên çareseriyê bal hate kişandin. Çalakî li Êlîh, Amed,
Li Amedê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) “Meşa Aştî û Azadiyê” hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseya ku li Qada Şêx Seîd hate gel hev, ber bi Birca Keçikê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin ronahiyê” hat hilgirtin. Girseyê li cihekî nêzî Birca Keçikê daxuyaniyek dan. Û çalakiya rûniştinê jî pêkanîn.
Li Êlîhê meşek hat lidarxistin. Meşa ku li Parka Yilmaz Guney di bin pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” destpêkir. Beriya meş pêkbê bi daxwuyaniyek daxwaz û talebên xwe anîn ziman û wiha hate gotin; „Hêzên komploger 15’ê Sibatê ji bo gelan veguherand ‘Roja Reş.’ Lêbelê, divê ev dîroka tarî êdî parçeyek be. Îro, divê roja azadiyê be. Em bi hev re hemû astengiyan derbas bikin, ji bo azadiyê têbikoşin û daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin. Hewceye salvegera 26’emîn a 15’ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”
Li Rihayê bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê çalakiyek hate lidarxistin. Li wir li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyaniyek hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Girse, ji avahiya DEM Partiyê a Halîliyeyê ber bi qada daxuyaniyê ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiya û bi daxwuyaniyek çalakî bidawî kirin. Piştî daxuyaniyê, li avahiya DEM Partiyê ya Halîliyeyê sînevîzyoneke têkildarî komployê hate pêşandan.
Li Şirnexê li navenda bajar meşek hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayin. Di çalakiyê de peyama “Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome” hate dayîn.
Li Mêrdînê li ber Mizgefta Şakir Nuhoglu ya li taxa Artukluyê çalakvan hatin cem hev û bi pankarta “Mizgînî ya Roja Me Wê Hemû Rojên Reş Ronî Bike” meşiyan. Piştî meşê li Parka Karayollari daxuyaniyek hate dayîn. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê jî hat lidarxistin û dû re çalakî hat bidawî kirin.
Li Sêrtê girseya gel li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sertê bi pankarta “Em ê roja tariyê vegûherînin roja azadiyê” dest bi çalakiya xwe kirin.
Li Stenbolê jin herikîn qadan û komplo şermezar kirin. Çalakî di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Qada Azadiyê ya navçeya Bakirkoyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêkhat. Aktîvîstên TJA, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” hat vekirin. Polîsan bêtehemûliya xwe carek din nîşan da û êrîş bir ser girseyê û 10 kesan binçav kir.
Li Edene bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê li Parka Înonu daxuyaniyek hate dayin.
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya TUAY-DER û MEYADAR’ê daxuyanîyek hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê hate parvekirin.
Li Hatayê jî rêxistina DEM Partiyê ya bajêr li pêşiya rêxistina Îskenderûnê daxuyanî da.
Li Iraqê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî meşekî girseyî pêkhat. Çalakvanên greva birçîbûn û tevahî şêniyên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîndan kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Meş heta ber avahiya NY dewam kir. Li wir daxuyaniyek bi peyama; “Em berxwedêr, filozof û zanyarê sedsalê Rêberê gelên bindest, rêhevalê jinan, Rêberê ciwanan yê ku dibêje, ‘me bi ciwantî destpêkir û em ê bi ciwantî serbikevin’ Rêber Apo silav dikin” hate dayîn.
Ewropa
Li welatên Ewropa jî bi sedhezaran kes herikîbûn qadan û komploya navnetewî şermezar kirin daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin. Li bajarên Fransa Strasbourg, Marsîlya, Bordeaux, li bajarên Elmanya Berlîn û Erfûrt, li bajarê Awustûrya Vîyanayê, paytextê Swêdê Stockholmê, li paytexta Norvecê Osloyê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, li paytexta Îtalya û bajarê wê Mîlanoyê, li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li paytexta Brîtanya Londonê, li paytexta Qibrisê Lefkoşayê, li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê û li gelek cihên din çalakî hebûn.
Li bajarê Fransa Bordeaux’ê mîtîngek bi heybet hate pêkanîn. Mîtîng wek berdewamiya çalakiya Meşa Dirêj ya 2 rojan berdewam kir hate pêkanîn. Çalakvan ji bajarên Bordeaux, Toulous, Rochefort û Libourne herikîn pada mîtîngê. Di çalakiyê de daxuyaniyên bi zimanê Kurdî, Fransî û Tirkî hatin dayîn.
Li Başûrê Fransa li bajarê Marsîlya û li Strasbourgê çalakiyên girseyî hebûn. Çalakiya navendî ya li Strasbourgê bi beşdariya bi deh hezaran bal kişande ser xwe. Li Marsîlyayê jî bi hezaran kes li qada Canabierre yê kombûn û meşekî girseyî ku heta qada Vieux Port dirêjkir pêkanîn.
Meşa navendî ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêkhat jî bi coş û kelecanek mezin pêkhat. Di meşê de pankarta „Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî“ hate vekirin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengtî dikirin û li pêşiya kortejê posterê mezin ê Rêber Apo hatibû hilgirtin. Her wiha pankarta „Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li êşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Abdullah Ocalan bîne“ balê dikşand ser xwe. Bi sedan flamayên bi wêneyên Rêber Apo hatibûn hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” hate berz kirin. Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî, heta Parc De L’Etoile berdewam kir. Û piştre jî bi mîtîngek bi heybet berdewam kir.
Li Awûstûryayê, li bajarê Viyanayê çalakiya protestoyî hebû. Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe ji bajarên Lînz a St. Polten, Graz, Innsbruck, Salzburg û bajarên derdorê herikîbûn çalakiya li Viyana yê. Girse li Christian-Broda-Platzê hatin gel hev û dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Meş heta ber Museumsquartierê berdewam kir.
Li paytexta Swêdê Stockholmê jî meş û mîtîng hebû. Di serma û seqemê de girseya çalakiyê 15 km meşiyan. Çalakî bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Amara yê pêkhat. Beriya meşê axaftin hatin kirin û peyama “Em azadiya Ocalan dixwazin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û gelê Kurd dikin ku ji bo siberojeke ronahiyê, bibin yek” hate dayîn.
Li paytexta Norwecê Osloyê jî mîtîngek pêkhat. Kurdistanî û dostên xwe bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê li pêşiya stasyona trenê ya navendî mitîngekî pêk anîn. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û daxwaza demildest azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, li navçeya Husumê heta qada Şaredariya Kopenhagê meşek hate lidarxistin. Di tevahiya meşê de bi mîkrofona vekirî stranên şoreşgerî hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin. Di dema meşê de provokatorekî DAÎŞ’î di şaneşîna xaniyekî de ala DAÎŞ’ê vekir û xwest provokasyonê bike. Girse bi dirûşmeyên şoreşgerî bersiv da. Di çalakiyê de peyama; “Di şexsê Serok Apo de her Kurdek li girtîgehê ye. Azadiya Serok Apo azadiya tevahiya Kurd û dostên wan e. Bijî Serok Apo û bimre faşîzma Erdogan” hate dayîn.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Komeleya NCDK hat pêkanîn. Di civînê de li ser komployê, rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê nirxandin hatin kirin.
Li paytexta Îtalya Roma û bajarê Mîlano jî çalakî hebûn. Li paytext Roma gelê Kurd û dostên xwe ên Îtalî li qada Piazzale Ugo la Mafa li hev civiyan, bi meşa sê saetan gihêştin pêşiya Komeleya Çand a Ararat. Li wir axafvan destnîşankirin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo wê azadiyê bîne erdnîgariya Rojhilata Navîn û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin. Li bajarê Îtalya Mîlano jî meşeke girseyî hate li dar xistin. Meş li ser banga Rete Kurdistan, Komeleya Konfederalîzma Demokratîk û Komîteya Kurdistanê li qada Cairoliyê ya Mîlanoyê pêkhat. Meş piştre zivirî mîtîngê û gelek axaftin hatin kirin. Banga xwedîderketina li pergala konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin jî hate kirin. Girseyê li ber televîzyona dewletê ya Îtalyayê RAI TV pankart vekir û bêdengiya çapemeniya Ewropayê jî protesto kir. Meş bi axaftinên li ber Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê û berzkirina dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî”, “Qatil Erdogan” û “Terorîst dewleta Tirk” bi dawî bû.
Li paytextê Elmanya Berlînê û bajarê Erfûrtê jî çalakî hebûn. Çalakiya li Berlînê ji aliyê Kurdistanî û dostên xwe ve li ser banga Dest Dan-Meclisa Jinan a Hêvî û Nav-Berlînê li qada Hermannplatz destpêkir. Ji wir heya qada Oranienplatzê meşek pêkhat. Li qada Oranienplatzê daxwuyanî hatin dayîn û wiha hate gotin; „Tevî gavên Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane ye jî Elmanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, piştgirî didin polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Em bang li hikumeta Elman, YE û NY’ê dikin ku berxwedana gelê Kurd nayê şikandin û em azadiya Rêber Apo dixwazin.” Li bajarê Erfûrt ê jî gelê Kurd û dostên xwe daxwuyaniyek dan û komploya navneteweyî protesto kirin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê jî çalakiyek pêkhat. Kurd û dostên xwe li qada Syntagmayê hatin gel hev û daxuyaniyek dan.
Li paytexta Brîtanyayê Londonê jî çalakiyek pêkhat û peyama; “Komploger têk çûn. Heya Rêber Apo azad nebe, em nasekinin” hate dayîn. Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Britanyayê girse li pêşiya Dalston Junctionê li hev civiyan, mitîng û meşek lidarxistin. Enternasyonalîst û nûnerên saziyên demokratîk jî beşdarî çalakiyê bûbûn. Beriya meşê axaftin hatin kirin. Piştre bi çepik, tîlîlî û berzkirina dirûşmeyan ber bi Navenda Civava Kurd a li herêma Haringeyê ve meş pêkhat. Meş li pêşiya bînaya KCC’ê ya li Haringeyê bi dawî bû.
Li Qibrisê jî Gelê Kurd û dostên xwe ên çalakiyek pêkanîn. Meş li paytextê Qibrisê Lefkoşayê pêkhat. Çalakvan heya navçeya Dali li ber Balyozxaneya Yewnanistanê meşiyan. Çalakgeran di meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin û li ser rêyan bi sedan belavokên der barê komploya navneteweyî de belav kirin. Çalakî li ber konsolosxaneyê bi axaftinan bi dawî bû.
Li paytexta Ermenistan Êrîvanê jî meşek pêkhat. Meş li Qada Azadiyê dest pê kir û heya pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Li wir axaftin hatin kirin û ev peyam hate dayîn; “Bi komployê xwestin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tasfiye bikin. Lê belê Rêber Apo komplo pûç kir. Em careke din dibêjin; Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serbest berdin. Hûn nikarin roja me tarî bikin. Heya ku Rêber Apo azad nebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê teqez bi ser kevin.” Di dawiya çalakiyê de nameya têkildarî azadiya Rêber Apo ji rayedarên NY’ê re hate teslîmkirin.
Di hemû çalakiyan de dirûşmeyên hevpar hatin avêtin. Bi hemû zimanan dirûşmeyên ku hatin avêtin çend jê wiha bûn; “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bimre komploya 15’ê Sibatê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” ,“Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” “Ji Rêber Apo re Azadî”, “Ji Kurdistanê re Statu”, ‘’Bimire Komploya 15’ê Sibatê”, “Duh Mandela, Îro Ocalan”..