Bi Hêviya Ku Di Welatekî Azad De Jiyankirin

0Shares

Nasnav: Viyan Penaber
Nav û Paşnav: Kader Altürk
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1990/Şirnex-Qileban
Navê Dayikê: Zahide
Navê Bav: Mahmut
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2008/Mexmûr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2012’an li Çukurca

Ji bo bîranîna rêhevala Viyan Penaber (Kader Altürk)
Ez bi hevala Viyan Penaber re li qada Zapê di heman tabûrê de bûn. Ez dixwazim wê bi daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Biryargeha Giştî ya HPG’ê ve hatiye kirin dest pê bikim.

“Gerîlaya me ya YJA-Star ya bi navê Viyan Penaber (Kader Altürk), li Gundê Pîran yên girêdayî navçeya Qileban ya Şirnexê tê cîhanê. Malbata rêhevala me Viyan xwediyê avaniyeke welatparêze, ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve rastî çewisandinan tê, neçar dibin ku ji welat û xakên xwe koç bikin û bibin penaber. Malbata ku li wargeha Mexmûrê bi cîh dibe, bi vî awayî jiyana xwe dide domandin. Penaberî mîna ku ji bo her Kurdekî/e pir giran tê, ji bo hevala me Viyan jî giran tê û ew vê yekê ti demî qebûl nake û bi xwe nade xwarin. Ya ku wê û malbata wê mahkûmî jiyanekî ya wiha dike, jê hêrs dibe û bi sondên tol rakirinê mezin dibe. Beriya ku ew tevlî tekoşîna azadiyê bibe xwediya hest û hizrên bi hêz bûye. Ji ber ku vê yekê pir baz dizanî ku ew bûye vîn û dengê gelê Kurd ya tevgera me ya azadiyê. Wê kesayetiya xwe di nava tevgera me de dît.

Wê weke zaroka gelekî ku ji azadiyê hatiye mehrûmkirin, bedelên wê ya hatina cîhanê di temenê xwe yê zarokatiyê de pir giran jiyan kir. Ew dibe yek ji wan zarokên ku bê welatîbûyîn tê çi wateyê pir baş dizane û derdixe zanebûnê. Rêhevala me Viyan bi yek rojê tenê jî tehemmûla wê bê azadî jiyankirinê nehat û ew hîn di temenê xwe yê ciwan de beşdarî nava refên azadiyê dibe. Ew bi awayê jiyan û tevlîbûna xwe ve di nava rêhevalên xwe de dibe milîtanek ya tê heskirin û jêre gelek nirx tê dayîn. Bi sekna xwe ya biryardarî ve di tekoşînê de hîn bihêztir cîh digre û bi vî awayî di gelek perwerdeyên leşkerî re derbas dibe, xwe digihîne asta gerîlatiya profesyonel ya ji yek milîtanên me yên jin.”

Hevala Viyan di asta herî jor de xwediya ferasetekî ya rêhevaltiyê bû. Heta bêgotin bi rêhevalên xwe ve girêdayî bû. Bi taybetî rêhevalên şehîd ên ku pêre mayîne pir bandor li ser wê dikir.

Hevala Viyan li qada dima tevlî çend çalakiyan dibe. Wê tevlîbûnekî pir bilind ji van çalakiyan re dabû nîşandin. Girêdayîna wê ya ji çek û rêhevalên wê re di pêvajoya van çalakiyan de pir baş derketibû holê. Wê di çalakiyê de ji derveyî serkeftinê ti hilbijêr ji tiştekî din re nedihişt. Wê pir baş dizanî ku ew di serkeftina jiyanê de û di serkeftina çalakiyê de kilîla serkeftinê bixwe bû.

Helbet rakirina çekekî jêre zor dihat. Dema ku ew diçû çalakiyê deh gule jî li gel xwe dibirin. Hevalan digotin wê pir zorî didît lê dema wê guleyên xwe diavêt hercar tam li nîvê hedefê dixist. Wê di çalakiyên 18-19’ê Cotmeha Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çîçek de, di zivistana 2012’an de û di Qerekola bi numareya 49. de cihê xwe girtibû. Di wan mercên herî zor de heskirina wê ya rêhevaltiyê carekî din bûbû îfadeya bi dildarî xwe tevlîkirina wê. Wê hema hema berfa ku li ser bejna mirov diket de çeka B-7 û guleyên wê rakiribû. Wê li wir jî bawerî anîbû cih û gihêştîbu hedefa xwe.

Ez gotinan nabînim ku wê vebêjim. Divê em her tim li pêşberî şehîdan rexnedayîna xwe bidin. Divê em wan di her qadê de ji xwe re mînak bigrin, xwedî li sekna wan derbikevin. Ez li pêşberî bîranîna rêhevala Viyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û ezê bi vî awayî di rêya wê de bimeşim.

Hevrêyên Wê Yên Tekoşînê

Attachment