Nasnav: Viyan Lîcok
Nav û Paşnav: Halîme Pervane
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1.7.1982/Amed-Lîce
Navê Dayikê: Perîşan
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 24.7.2009/Amed
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Tebaxa 2012’an li Amed-Lîce
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Viyan Lîcok (Halîme Pervane);
Hevala Viyan (Halime Pervane) ji Gundê Lîcok ên Lîceyê bû. Bi navê wê jî diyarê ku titûna ta bi ta li Lîcokê bû. Weke bi dehan gundên din li wê herêmê Lîcok jî yêk ji wan gunda ye ku çend caran hatiye şewitandin û hilweşandin, hatiye dagirtin û valakirin. Biqasî ku hêrsbûyînekê tu bidî afirandin di cihê şewatekî xweşik de, Viyan înyadî şewatê şaxekî titûna hêşîn dibû bixwe bû. Ew xwîngerm û nazik bû, bi qedexe û rakêşer bû. Safbûyîna razber a di xweşikbûyîna wê de, bi qasî gunehê heyrantiyê dida raberkirin bixwe bû. Ew bi qasî kulîlkekî narîn bû, pir zû xweşikbûyînên wiha dişkên dema ku tu av nedî. Ew bi her alî ve diçe, pir zû jî xwe li ser hev kom dike û bi mirinî li ber xwe dide.
Viyan ne bê kok û bê parastin bû, ew pir bihêz bû jî. Tenê ji bo rastiyê fêm bike, pêdiviya wê ji zeman re hebû. Ji ber ku dixwestin pir tişta bidin jibîrkirin. Dema çerxê xwe wisa didan zivirandin berê xwe didan Halîme ya ciwan û hewil didan derewan mîna rastî bin lê bi zorê bidin fêrkirin û qebûl kirin. Xwestin jana nalanala dapîr û bapîran bi wê de bidin astengkirin, bidin tepisandin. Lê ew keça Zaza nehat vê yekê. Wê destûr neda ku pira di navbera paşeroj û pêşerojê de bidin rûxandin.
Ew xweşikbûyîna cîhanekî ya cuda bû, ew ji xweşikbûyînên li ber kêleka teht û latan bû. Wê dizanî ku divê mirov di van piran re derbas bibe û da ku xwe bigihînin wan xweşikbûyînan.
Dema ew di sala 2009’an de li ser Eyaleta Amedê re beşdarî nava refên gerîla bû, bi sekna xwe ya moral ve ew gavekê li pêşiya her kesî/ê avêtibû. Ew qet aciz nedibû, teng nedibû. Wê bi rûkeniya xwe ve her hêza motora her xebatê bû. Wê têkiliyên bihêz bi rêhevalên xwe re dida avakirin. Wê şahidî ji dîroka nêzîk a Lîceyê re kiribû. Di demên nêzîk de tevkuşiyekî di serê Lîceyê de derbas bûbû. Ne weke ku bê jibîrkirin bû. Zarokeke deh salî vê yekê jibîr nake. Ji ber vê yekê kîna wê ya li hember dijmin pir mezin bû. Wê digot; “wê rojekî were, em ê jî çalakiya xwe bikin” tiştên ku dixwest li hember dijmin bike bi awayeke zelal dianî ziman. Ji ber sedema nûbûyîna wê ne tevlîbûyîna wê ya ji çalakiyan re, hîskirinek bû, lê bendewariya wê ji hêviyê dagirtî bû.
Di kesayetiya wê de zanistiya rêxistinê pir zû pêşket. Piştî ku li gorî biryarên rêxistinê tevgerkirina wê hîn bi tarzekî rastir pêşket, wê çawa li ser vê yekê bandor bibe jî lêkolîn dikir. Ew yeke gelek biaqil û zana bû. Mînak dema ku yek sala wê temam bû êdî divê li gorî çavên yeke şervanên nû li xwe nenêre û dema tevlîbûna çalakiyan hatiye dianî ser ziman. Armanca wê tol rakirin bû. Roja wê, roja tola tevkujiya li hember gelê wê hatiye kirin, rêhevalên wê yên şehîd û Ceylan Onkol bû. Ger ew vê yekê li pey xwe bihêle wê hinek Viyanên din jî bikaribe bihêle.
Me rêhevala Viyan li xakên ser mezin bûyî di qezaya maşîneyekê de winda kir. Viyan li pirên paşerojê re meşiya. Hinek Viyanên din ji pêşerojê re rakişand. Ew xeyalên wê yên şerkirina mezin niha ew Viyan û Viyanên din yên dîtir didin berdewamkirin. Bîranîna Viyanan bo me erk û berpirsiyartiya pêkanîna xewn û xeyalên doza wa ye.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê