8’ê Adarê, Roja Jinê Serhildêr ên Cîhanê ye. Di sala 1857’an de li bajarê Emerîka New York’ê jinên kedkar ên di febrîqeya tevnê de kar dikin, li hember rêveberiyê ji bo meaşê wekhev bê dayîn çalakiyek lidardixin. Polîsên ku mûdaxeleya çalakiyê dikin, agir berdidin fabrîqê û derî li ser çalakvanan digrin û kilît dikin. Di encama vê bûyerê de 129 Jinên ku karê tekstîlê dikirin, şewatê ku bi zanebûn hatibû derxistin, jiyana xwe ji dest didin. Ew roj bi deh hezaran Jin bi hêrs, bi sonda hildana întîkamê tevlî merasima cenazeyan dibin. Ji bo vê qetlîamê, ev roj di sala 1910’an de ji aliyê Clara Zetkîn ve, di civîna Enternasyonala duyemîn de bi awayekî fermi dibe “Roja Jinên Cîhanê ên Kedkar.”
Ev roj wek sembola Berxwedaniya Jinên Cîhanê heya roja me ya îro jî li her derê cîhanê tê pîrozkirin. Bi salane Jin ji bo mafê xwe, hebuna xwe ked û berdêlên mezin didin. Lê ev roj di asta tê xwestin yan jî di asta pewîst dike de xwedî dernakevin. Ji ber ku Jinên Ewropî û Cîhanê zihniyeta mêrsalariyê bi kûrahî û dahûrînek rast nagrin dest, hûqûqê pergalên netew dewletan bi awayekî Rizgarbûna Mafê Jinê digrine dest. Lê belê ev zihniyet bi salan e qetlîamên ku li ser Jinan tê kirin bi qanûnên xwe vedişêrin û yên kiryar diparêzin. Adeta jiyanê ji Jinê re dikin wek gor, dojeh. Ji bo vê jî dixwazin di nav tevgerê jinan de tirsekî ava bikin. Li hemberî ewqas erîş û qetlîam di vê rêyê de berdelên mezin hatiye dayîn. Lê ev yek bi awayek mayînde tevahî Jinên cîhanê re nebûye bersiva azadiyê.
Sala 1987’an de Rêberê Gelan Rêber Apo bi Bîrdoziya Jina Azad re dahurandinên li ser koletiya kûr ya ku pê Jinê mehkûm kirine û lê didin jiyan kirin pêşxist û perspektîfa Jiyana Azad derxist holê. Ji xwe piştî vê yekê jin edî beşdarî Şoreşa Azadiya Kurdistanê bûn. Rêber Apo, bi perspektîfa “Heger ku jin azad nebe, mîrovahî azad nabe” nêzî pirsgirêka jinê bû. Bi vê perspektîfa Felsefeya Jiyana Azad, bi hezaran Jinên Kurd û Tirk berê xwe dan çiyayên azad û daxwaza jiyana hevpar, welatê azad û jiyanek bi rûmet kirin. Di vê rêyê de cane xwe yê bi qîmet feda kirin. Ev jin heya roja îro jî berxwedaniyekî bê hempa dimeşînin. Qehremantiyên pir mezin re navê xwe, bi tîpên zêrîn li dîrokê dane nivîsandin. Şoreşa Rojava, a ku bi pêşengtiya Jina Kurd pêş ket, di Rojhilata Navîn û cîhanê de bu sembola jiyana azad û wekheviyê. Bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê, tevahî jinên cîhanê re bû rê nîşana azadiyê.
Ev roj bi çalakî û serhildanên Jinên Kurd re bûye rojekê nîşaneya berxwedanê. Li çar parçeyên Kurdistanê ev roj wek festîval, bi coş û moralek mezin tê pîroz kirin. Bi durişmên “Jin, Jiyan, Azadî” dengê xwe digihîne cîhanê. Ev deng dibe serhildana Rojhilatê Kurdistanê, dibe berxwedana jinên ku li Hîndîstanê rastî dest dirêjiyê têne, dibe îsyana jinên Afganîstanê, yên ku li hember wehşeta Îslamîstên faşîst daxwaza jiyana xwe dike. Dibe dengê jinên li Efrîqa ku ji ber rengê xwe tê qetilkirin, dibe li tevahî cîhanê dengê jinên berxwedêr. Li çar parçeyên Kurdistanê, li qadan dibe dengê Jina Kurd ku bi salane zimanê wê, çanda wê û hebûna wê ji aliyê dagirkeran ve hatiye qedexe kirin. Dîsa dibe dengê jinên ku her roj li Tirkiye rastî tecawûzê tên û têne qetil kirin.
Di roja me de 8’ê Adarê bi pêşengtiya Jinên Kurd re, di Rojhilata Navîn û Cîhanê re dibe roja azadî û hebûna jiyana birûmet. Ev yek bi felsefeya Rêberê Gelan, Rêber Apo tê înşa kirin û jiyana bi rûmet tê avakirin. Dîsa serdema 21’an di roja îro de bi ked û bangawaziya Rêberê Gelan, pêngava “Aşîtî û Civaka Demokratîk” ji Jin û Gelan re bû pêvajoyek jiyana hevpar. Bi vê bangawaziyê hêviyên gelan ji nûve derket pêş û ji me hemû Jinan re jî bû berpirsiyariyek dîrokî ku em vê bangawaziyê bi çalakî û xwedî derketinê re tacîdar bikin. Ji bo Azadiya Rêbertî mîsoger bikin, jiyana rûmetê ji tevahî mirovahiyê re diyarî bikin.
Arjîn Tamara