Bawerî ye ev, baweriya serkeftinê mezin e.
Lê piraniya we baweriya xwe ya serkeftinê wenda kirine û ti caran jî di hişê xwe de derbas nekirine ka gelê me di nava mirovayetiyê de ciyekî çawa birûmet peyda bike. Gotineke mînanî “ez dev ji canê xwe berdidim û diçim mirinê” şêwaza çûna mirinê ya koleyan e. Ev weke encamekî ye ku gelê ji hêla dijmin ve di bin çîzmeyan de tê girtin, jê re dibe leşker û bi her cureyî jê re xizmetê dike.
A ku serincrakêş e “îdîaya min a jiyanê pir mezin e” vê du caran dubare dike. “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin” jiyaneke watedar pêwendiya xwe bi çalakmendîtiya mezin ve heye. Ez timî vê yekê ji we re dibêjim, erê hun jiyaneke watedar dixwazin, lê ji bo ku jiyan bibe watedar û rişt, pêwîstî bi mezinahiya hewldanê heye.
Çî ye çalakiya mezin?
Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, dê tu bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînanî çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û ne diyar e ka li dijmin dixe an na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda kiriye.
Bersiva jiyana mezin çalakiya mezin e.
“Ji ber ku ez ji jiyanê û ji mirovan pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.” “Hezkirina min ziwa bûye, êdî ez dilteng bûme.” Em hemû mirovan deynin aliyekî, li hember hevalên ku bi hev re dixebite hezkirin û rêzdariya wî nîn e. Heta xebateke rast jî nîn e. Ne diyar e ka dixwaze xwe, yan dijminê xwe, yan jî wan pûtên di hundirê xwe de bije. Kêfî, xwedibînî, çemkên nebes, ev kesayetiyên ku xwediyê çalakiyên wisa ne nayine bexşandin.
Ez eşkere dibêjim: Ger ez ji vê rêhevalê re girêdayî bimînim, ên ku bi jiyanê ewqas dileyizin, rêzdarî û hezkirina wan li hember jiyanê nîn e, di navbera jiyan û çalakiyê de, di navbera bîrdozî, rêxistinî, xebata ramyarî û şêwaza partiyê de pêwendîdariyê çênakin, peydabûna wan di nava PKK’ê de heqaretek e. Ger girêdayîna me bi nirxên pîroz ve hebe, pêwîst e ku hindek encam bêne derxistin. Yek ji tayên pora xwe hetanî kaboka piyê xwe bi rengekî ku tiştek lê nemîne, dê xwe di hundirê agirê azadiyê de bihelîne, tu jî bi bêşermî û bêdiltengî gelek nirxên partiyê re çawa ku dixwazî bileyizî; çemka te ya çalakiyê seqet e, çemka te ya rêxistinê seqet e, çemka te ya taktîkê seqet e, li hember şêwaza xebat û jiyanê bêrêzdar bî, anirî bî, bêmoral bî, bêviyan bî û pişt re jî tuyê rabî û di hundirê partiyê de peyda bibî! Di bingeh de ev ji bo mirovayetiyê xwekuştiniya herî xirab temsîl dikin. Xwekuştiniyê çêtir dibînin û xwekuştiniyê li ser me diçespînin. Ev çemka xwekuştinî ya dijmin e. Bîrdoziya dijmin, kesayetiya dijmin û şêwaza dijmin e. Kesayetiyên we yên heyî li ser navê dijmin di nava partiyê de di hundirê êrîşkariyeke xwekuştinî de ne. Mezinahiya Zîlan di virê de ye. Li hember vê hostatiya mezin û egîdiya mezin, bi rengê lêxistina derbeya kuştinî diçespîne. Ev rêhevala me kêm-zêde di nava rasteqîna partiyê de ka çi çî ye karibûye şirove bike. Ewqas daneheviya nirxên mezin di nava partiyê de dana şerkirin, tiştekî awarte ye.
Nameya ji bo min hatiye nivîsandin, dema ku bersiva xwe pêwîst dikir, dikare bersiveke bi rengê hezar rûpelan peyda bike, lê dîsa jî ne bes e. Ev rêheval ji hemû PKK’yiyan re soz dibe. Ji hemû pakrewanan, hêzên şer û eniyê, hevalên girtîgehê û mirovayetiyê re dilsoziya xwe diderbirîne. Soz dide ku dê ji hemûkan re bibe layiq. Li hember vê divê hindek gotinên we jî hebin. Ezê di radeya hêza xwe de hewl bidim ku bibim layiq û pêwîstekan bînim cî. Lê hun jî, gelo li ser navên xwe, bêyî ku hun bikevin durûtiyê karibin hinek tiştan bikin?
Wekî din jî bi hîtabkirina gel, partî û jinê re jî nirxandinên xwe hene. Baş e hunê çawa bersivê bidin? Çawa ku min got, herî zêde du salan şer kiriye û hatiye rewşa şervana herî milîtan a partiya me. Ev rêhevala me rastîna xwe wisa dahênan û îspat kiriye. Baş e hunê çawa rastîna xwe dahênan bikin? Ezê dîsa tiştên ku pêwîst dikin bînim cî. Jixwe zêdetir jî tiştan ji min naxwaze.
“Ji ber ku te her tiştî daye çêkirin û em ku canê xwe jî bidin, ji bo bersivê nebes e. Me dixwest ku em karibin zêdetir bidin.”
Ezê zêdetir jî bikim. Dikim jî. Ezê bêaman bikim. Zêde pêwîstî nîn e ku ez vê bînim ser zimên jî. Di hemû gelşên ku destnîşan dike de careka din kûranî, careka din hêza çemkê, hêza rêxistinê, hêza çalakiyê û careka din hêza pêşxistina jinê, hêza azadkirinê, hêza hezkirinê, hêza dana hezkirinê bi min bêsînor e. Min vê yekê bi taktîkên pir di cî de daye çêkirin ango min bi behremendiyeke erjeng pêk aniye. Lê ez li ser navê we ber we dikevim. Bi rastî jî endîşeyên min hene. Niha li vê derê Zîlan tenê ne dijmin qehr dike, di heman demê de hun jî hindek şoke bûn. Ger di nava we de yên ku şoke nebûne hebin, wê demê ev nîşan dide ku zêde eleqeya wê bi mirovayetiyê re nîn e. Ên ku li hember mezinahiyeke wisa nehejiyabin, hetanî nava mixên xwe nelerizîbin û wate pê nedabin, dive ji PKK’yiya wî, welatparêziya wî, milîtantiya wî û heta mirovayetiya wî şiphe were kirin. Ezê bi rabihîstina şipheyê tenê nemînim, ji niha şûn de weke pîvaneke bingehîn bigirim û bi gora wê bidarezînim. Em nahêlin ku kes bi nirxên pîroz ên gelê me û mirovayetiyê bileyize. Kesayetiya ku şer dike û çalakî li kû derê be em jî li wê derê ne.
Fermandar Zîlan rêheval e. Neferên fermana wê jî em in.
Bi gotineke mînanî “bi nêzîkatiyên me yên netepitî, kêm, xafiltî, tirsonek, bêrêxistinî, bêpîlan û bêmoral” me vala derxist, kêmasiyeke mezin e. Ev nikarin bibin weke bersivên çalakiya Zîlan. Ger rêzdariyek, hêza dilsoziyekê hebe, ger hêza we ya ji gotinekê re bi gotinekê bersiv dayîn hebe, ger hebe biryarmendiya we ya dawîanîna şerperzeyiya ku hun dijîn, tenê wisa dikare were îspatkirin.
Ez çima ewqas li piyan dimînim? Ji ber ku gotinên min ên mezin ji ewqas pakrewanan re hene. Ma çi tiştê dî dikare ewqas min li ser piyan bihêle? Ên ku ez li piyan hiştime pakrewan in.
Pişt re daxwazî û xwestekên gel in. Ji dijmin tolhildan e. Tenê ev dikarin mirovekî li peyan bihêlin. Ger hun ji van pêmen bin, ji ber ku hun dikevin ev rewşên ku ez qal dikim. Tenê ji vê pakrewanê re dilsozî jî, dikare mirov bike berxwedêrek mezin. Ma ev ne zelal e? Hunê her roj soz bidin û bibêjin “dîsa me hedar nekir, em li piya neman, em xira bûn, parçe bûn, qetqetî bûn û me wenda kir.” Li hember kesayetiyeke wisa mezin ev, bêşermî ye.
Ma hêza we ya sozdayînê heye?
Ez ji bo zilaman dibêjim, zilamtî di wateya arişenî de, ji bûna hebûniyeke zayendî wêdetir, weke nirxekî moral, bêtir tê wateya girêdana bi gotinê ve. Di vê bingehê de zilamtiya xwe bi jinantiya Zîlanê re bînin ber hev; dê derkeve holê ku yên ku rewşa herî jinaniyê dijîn hun bi xwe ne. Di bingeh de ev pêşbîniya min her ku diçe tê rastandin. Ger ji libateke herî egîdî û zilamtiyê were qalkirin, ev wisa tê îspatkirin.
Rexne bêtir li ser we ne. Hunê tengav bibin. Jixwe hun tengaviyê dikişînin jî. Pêwîstî heye ku sererastkirineke mînanî ji vê rêhevalê re soz bide, sazbarî û hêza jiyanê bide qezenckirin pêk were. Ev rêheval dibêje, “ez dixwazim bibim remza berxwedaniyê.” Hun li ser piya ne û derfetên we zêdetir in. Çalakmendiya rastîn ev e. Bûna xwedî jiyaneke mezin ev e. Ev zêdetir jî ji we re pêwîst e. Ger hun nebin xwedî pêwîstekên vê, em rojekî jî we nadin jiyandin.
Bangawazî û name her yek manîfestoyek e û emê pêwîstekên wê bînin cî. Weke milîtanên ku bi nirxên mezin ve girêdayî ne bijîn û weke xwediyên çalakiyê mezinahiya xwe îspat bikin ku, em zanibin ka em bi kî re bi rê ve diçin. Jixwe yên ku wisa bi nirxan şer dikin nîn in. Ji ber vê yekê divê em beriya dijmin we çareser bikin. Bi vê wateyê Zîlan ew rêheval e ku bi min re herî baş bi rê ve diçe û vê pêk tîne. Bi vê re ketina nava nakokiyê û pê leyîstin nabe.
Destnîşan dike ku, divê gel di vê pêvajoya nêzîk de bigihîje serkeftinê. Dibêje ku PKK êdî ber bi serkeftinê ve diherike û xebata Serokayetiyê serkeftinê nêzîktirîn dike. Ev ne ew axaftin in ku vala hatine gotin. Ev, ji min bigirin hetanî we hemûkan, weke rojane ew peywir û ferman in ku pêwîst e bêne cî.
Dilsoziya nirxan divê bibe soza me ya yekane ya namûs û rûmetê.
Ger em tenê di vê bingehê de bi soza xwe ve girêdayî bin, gelê me ew yeka ku tevahî cîhan were ba hev, alîkarî pê bide, lê nekarîbe bide qezenckirin, em dikarin wê bi dilsoziya xwe bi dest bixin û evê bide qezenckirin. Ev alîkariya herî mezin, bi vê sozê ve girêdayî jiyîn e. Ger tê xwestin serkeftina gel were pêkanîn, alîkariya ku herî zêde pêdiviya me pê heye, bicîanîna pêwîstekên vê sozê ye. Hun partiyî her ku pêwîstekên artêşa gel pêk bînin, dê wêrekiya gelê me zêdetir bibe. Ev di heman demê de dê bihêle ku hemû dostên mirovayetiyê şerê me fêm bikin û pê ve werin girêdan.
PKK, wisa xwedî bi sedan pakrewanan e. Dîsa pakrewanên xwe yên jin ên azad hene. Her wekî mirovayetî bi van mînanî nan û avê pêdiviya xwe heye. Lê hindik maye ku werin jibîrkirin. Da ku neyên jibîrkirin, împeryalîzm ew anîne halê nenasînê, di jiyana mirovayetiyê de bibine hêviyek, bibine roniyek, bibine vejînek û soza ku me daye pêk were, di nava partiyê de û di şerê rizgarî ya netewa gelê me de divê ev pêk were. Bi palpiştiya împeryalîzmê ku tê xwestin nirxê vê rêhevala me daxistî were nîşandan, wateya xwe jî di virê de ye. Me tenê ne faşîzma Tirkan, texrîbata mezin a împeryalîzmê ku li ser jiyanê daye çêkirin bi berxwedêriya mirovayetiyê pêşwazî kir. Belkî jî ji bo vê yekê me tam têkoşîna xwe nedabe, weke ku me dixwest nenivîsîbe û xêz nekiribe, lê eşkere ye ku ev wisa ye.
Divê em Zîlanê ber bi mirovayetiyê ve veguhêzin.
Divê em bi pêkanîna serkeftina partiyê, ciyê ku gelê me di nava malbata mirovayetiyê de maf kiriye, bi girtina wî ciyê û vê bi tîpên zêrîn nivîsandinê îspat bikin. Dîrokeke mezin, pakrewanên pîroz û di nava partiya me de nirxên mezintirîn mînanî vê hene.
Her ku di nava partiya me de nirxên wisa rewneq peyda dibin, di aliyê din de kêmbûnî û kêmasiyên ku têne jiyandin têne çi wateyê? Çalakî, kesayet û helwestên weke ku li ser navê dijmin xwe diçespînin hene. Dîsa şêwaz, tempo, uslûb û paşverûtiyên mezintirîn tenê û tenê hêz didine dijmin. Hun tiqûtenê di nava berxwedaniyeke mezin de dikarin xwe îspat bikin. Qet li çep û rast nexin. Egerên wê bi virê û wirê ve girê nedin û di hundirê şêwaza ku dide qezenckirin de peyda bibin. Ji ber ku Zîlan di çalakiya xwe de vê yekê bi zelalî tîne ziman. Ger sozeke ku hun bi min bidin hebe, dîsa sozeke we ya ku hun bi jina azad bidin hebe, ku hinek dibêjin em hez dikin, em jin dixwazin, wê demê bila bi gor vê sozê bin. Niha hun baştirîn fêm dikin ka ez dixwazim çi bibêjim.
Jina azad dixwaze xwe wisa bide afirandin. Ji daxwaziya jina azad re bi partîbûniyeke çawa, bi rêxistiniyeke çawa, bi şervantiyeke çawa, bi hezkirineke çawa, bi çemka serkeftina çawa bersiv bê dayîn? Va di çalakiya Zîlan de ev gihîştiye pênaseyê. Niha ezê xwe bi vê ve bidime girêdan an na, bi wan hindek daxwaziyên we yên ku çi ne nediyar in ve? Ji min çi dixwaze ezê bibim layiqê wê. Hun wekî din nikarin tiştekî dî li ser min biçespînin.
Derketiye holê, ka jin jî zilam jî pêwîst e bibine xwedî jiyaneke mezin a çawa. Jiyan û hezkirineke çawa tê xwestin; ev derketiye holê. Hun bibêjin “na ev bûyerên jirêzê ne, yên me jî bi gor me çemka me ya jiyanê heye” dê şipheya min ji vê hebe. Ji ber ku çalakî û çemka PKK’ê ya ku dijmin dihejîne û bi erdê ve dike yek ev e. Lê çemka we ya çalakiyê hêz dide dijmin. Wê demê herin li ciyekî dî rêxistina xwe ava bikin, lê di nava PKK’ê de nejîn. Me biryar daye ku emê wisa bijîn û em dixwazin vê biryarê bi çalakiyên erjeng îspat bikin. Em ji civata milîtanan in. Ji bo vê me serî daniye. Ên ku hemû dilên xwe, coşa xwe, azîma xwe û zanebûna xwe danîne rastê hene. Wê demê ezê çima we bipejirînim? Ger hun bi heterî xwe biçespînin, wê demê dê ji we re bê gotin ku hun ji eniya dijber, ji eniya xwekuştiniyê tên.
Emê derbasî parastinê bibin. Emê nirxên xwe li dijî hemû çemk û helwestan biparêzin. Çi kesên ku hene bi rengê kirêt, bêrêxistin, bêmoral, bêçalakî, biqeyran, bêpîlan, xwedibinî, kêfî, devjixweberdayî, çavên wî dijmin nabinin, dîrokê rast fêm nake, baweriya wî bi serkeftinê tune, bi coşa serkeftinê nepijiyaye; di nava refên me de kê ji me re rast nêzîk nabe, emê jê re bibêjin “bisekine!” Emê bibêjin, tu sîxurê neyekser ê dijmin î.
Dibêje “ez jî wisa me!” biteqize here! Ji ber ku egîd hene, em riya wan vedikin. Nexwe dê heyf û mixabin be ji vî egîdî re. Dê kî maf pê bide? Emê bi van nêzîkatiyên we karibin maf bidinê? Ger em maf pê nedin, emê bibin hevparê tawanê. Çi hêz nikare ji bo vê tengaviyê li min bike. Ez nahêlim toz bikeve ser navê egîdan. Min vê yekê gelek caran got û careka dî dibêjim. Ezê her cure xizmetê ji we re bikim, lê wan pêwîstekên bi nirxên pîroz ve girêdanbûnê neherifînin. Nekevin nava wan helwest û libatên ku bîranînên van rêhevalan diherifînin. Wekî din em ji we tiştekî dî naxwazin.
Di dîrokê de qîblegeh, perestgehên pîroz û di hundirê wan de xweda ango xwedawend hene. Peyhatî û endamên wan jî di rojên guncav de diçin û xwe dihewînin wan perestgehan, secde dikin, lavelav dikin û dibêjin “me bibexşîne!” Ev rêheval jî rêhevalên wisa ne. Weke ku hun bikevin perestgehekê hunê di hizûra wan de xwe bitewînin, secde bikin, bexşînê daxwaz bikin, hêz bigirin û xwe paqij bikin.
Rêber Apo
5 Temûz 1996
Dawi