Hetanî dawiyê li ber xwe dayîn dê çawa be? Ma tu pir tengas bûyî û dixwazî baş lê bixî? Wê demê tuyê bigirî mangayekê, pîlan bikî, bixemilînî û bibî xwediyê çalakiyeke hêzdar. Binêrin Zîlan bi rojan li Dêrsimê dimîne, xwe diparêze, dijminê xwe gav bi gav çavdêrî dike. Di wan dêlindêzên qadê de nahêlin çivîk bifirin. Lê hetanî navê xwe dinizîlîne û çalakiyê pêk tîne. Ma çalakiyeke gerîla ku ji vê bipîlantir e heye? Lê hun çalakiyên pir xirab saz dikin. Ne keşfeke xwe, ne pîlaneke xwe û ne jî amadekariyeke xwe heye. Hê hun gav navêjin, hun dibêjin ku “bi me hesiyan û vegeriya pevçûne.” Ewqas ezmûneyên we û hêza we peyda ye di wan çiyayan de, lê Zîlan hê şervaneke yek salî ye. Ma hun nikarin çalakiyeke wisa ku bipîlan e û dikare encamên mezin bi xwe re bîne, bi wan yekîneyan pêk bînin? Di vê çalakiyê de asteke pêkanîna erjeng heye.
Asta pêkanîna yek kesî, ma dikare bibe wisa? Niha emê vê esas bigirin an na ew çalakî û çemka xwekuştiniyê, ku dide wendakirin û ji bo xwe dana jiyandinê hemû nirxan xerç dike? Me çend şerên Başûr, Botan, Zagros û Xerzanê dan? Hemûkan jî moralê partiyê daxistin û nirxên me berpêşî destê dijmin kirin. Niha emê van bi vê çalakiyê re berhev bikin? Ev çalakî tenê ne çalakiya yek kesî ye. Pêwîst e weke çalakiyeke ku serkeftinê misoger dike were nirxandin. Milîtanên PKK’ê bi taybet jî ewqas fermandar û şervanên xwedî ezmûne ka pêwîst e bibin xwedî çemkeke çalakiyeke çawa, çemka vê çalakiyê ferman dike.
Wê pirsa li hember êrîşkariya bi tevayî şêwaza ku dijmin vala derxîne û serkeftinê misoger bike pêş dixîne. Li hember sabotajeke ku hemû partiyê, tevahî gel û heta min hedef digire, ka pêwîst e bersiveke çawa bê dayîn baş têgihîştiye, pîlan kiriye û sepandiye.
Ev çalakî ne tenê ya sala 1996’an, çalakiya herî mezin, herî pîroz û encamgir a dîroka PKK’ê û heta ya şerê me yê rizgariya netewî ye.
Jixwe wisa nebibûya, serkaniya giştî ya Tirkiyeyê nediket hundirê xebata nûhandinê. Min bi xwe jî di destpêkê de, di fêmkirinê de zorahî kişand. Bi teşeyekî “va keçeke binexweşî bû, pirsgirêkên xwe yên derûnî hebûn. Jin çawa ji jinaniyê hatiye derxistin, dengê wê cuda ye, bi xwe cuda ye” şerekî nûhandinê bi palpiştiya Ewropayê dane pêşxistin. Serkaniya giştî ya Tirkiyeyê ku ketiye nav xebateke wisa ya nûhandinê, ev yek bi xwe mezinahî, pîrozî û girîngiya çalakiyê nîşan dide. Dîsa serkantiya giştî dilsoziya çalakiyê bi min re dibîne û ka min jinê aniye çi halî (di vê navberê de weke amrazekî reşkirinê) wan nirxandinên kesayetiyên xayîn û halantêder careka din tîne rojevê û çalakiyê berevajî dike û hewl dide ku ew girseya xwe ya ku şoke bûye bîne halê asayiyê.
Nexwe ev çalakî ne tenê di radeya dîrokî û pîrozî de ye, ji aliyê serdemî de jî tam çalakiyeke serkeftinî ye. Pêkhatineke pratîkî ya tekûz e. Sepandineke taktîkî a rastîn e…
Heke hemû yekîne û milîtanên me bi vî teşeyî heman wêrekî, fedekarî, bipîlanî û xwînsariyê birêxistin û bisenger bikin; bi azîm, viyan û moralê nêzîkê çalakiyê bibin, dê encam bi serkeftin be. Çalakiya ku ev rêhevala me bi serê xwe li dar xistiye, hun bi tabûrekê ku li ser hêza dijmin a bi deh hezaran saz bikin, qezenckirina serkeftinên mezin ne karekî zor e. Zîlan herî hindek li hember tabûreke dijmin xwe weke çalakiyekê saz kiribû. Pîlankirineke serkeftinê ya reha çêkiriye. Nehatiye girtin û guman jî nedaye çêkirin.
Di dilê dişmin de teqiya ye.
Heman bergiriyê, amadekariyê û veşartîbûnê hemû yekîneyên me nîşan bidin, ev bi temamî serkeftina taktîk a serdemê ye.
“Çalakî çalakiya yek kesê ye, lê bê gotin tenê wê girê dide heqaretek e.” Ev bi rastînî taktîkê PKK’ê ye, şêwaza PKK’ê ye û ew şêwaza çalakiyê ye ku divê PKK weke bersivekê bide serdemê. Ev ew çemka çalakiya rast û tiqûtenê ye ku divê artêşa PKK’ê li ser serdemê pêwîst bike. Ên din tev çewt in, tenê ev rast e. Çapemeniya Tirkiyeyê bi xwe dibêje ku “hemû Tirkiye û heta Amerîka şoke bûye.” Ev mezinahiya çalakiyê û wê mezinahiya kesê ku vê çalakiyê pêk aniye nîşan dide. Lê me hê jî bi temamî çalakiyê neteyisandiye nav refên xwe. Ger em bi kar bînin, rêxistin bikin, hezkirin bidin, eşkere ye ka ev çalakî weke dîrokî dê arasteyeke çawa xet bike. Dîsa dibêje “vejîna gelekî û vejîna jinê.”
Wekî din jî pêkanîna vê çalakiyê li Dêrsimê girîng e. Ev di heman demê de vejîna Dêrsimê ye jî. Belkî jî weke yekane çavkaniya jiyanê ev kesayet û çalakî neyê jibîrkirin. Ên ku dilêr in tenê wisa bandor dihêlin di dîrokê de. Pir eşkere ye ku divê weke çavkaniyeke bêserûber qedir û qîmet bê dayîn, ji ber ku hêz dide jinê û heta cihanê. Ji ber ku çalakiyeke wisa ye ku li ser navê hemû mirovatiyê hatiye çêkirin. Li hember mirovayetiya ku hatiye xistin, li dijî rejîm û artêşa faşîst, li dijî împeryalîzmê, li hember xistina zayenda jinê çalakiyek û berxwedaneke mezin e…
Wiha dibêje; “Bi vê çalakiyê xwe dayîna min ne bes e. Min dixwest bi teşeyekî din jî xwe bidim, heta dayîna canê me bi xwe jî têr nake. Xwezika ji canê me pê ve tiştên me yên ku em bidin hebana.”
Me timî got; dayîna canê xwe têr nake. Divê hin tiştên din werin dayîn. Çi ne ev? Behremendiyên we ne. Em naxwazin ku hun canê xwe bi erzanî bidin. Her wekî di vê çalakiyê de dayîna canê xwe bi erzanî nîn e. Erjeng komîheviya behremendiyan heye, hemûkan dide. Lê tevî van dikare bibêje, “xwezika hin tiştên me yên din hebana.” Tiştên mînanî “ezê wisa kêfî bijîm, wisa cixare dipêçim, wisa xwedibînî me, wiha ezezî me” di nava refên me de pir hatine gotûbêjkirin. Niha ev çalakî di heman demê de ji van re jî bersiveke mezin e. Û dîsa dibêje jiyana me bi rengekî erjeng asta hezkirin, wêrekî, bawerî û rûmetê dide. Ew jiyana ku em temsîl dikin pênaseya wê çêdike. Destnîşan dike ku em temînata şoreşê ne.
Dertê holê ku bi vê baş têgihîştiye; dibêje jiyaneke birûmet, hezkirin, wêrekî, bawerî û azîm. Li ba nirxên ku dixînin, parçe û qet dikin, dibêje nirxên ku girê didin. Hezkirina we ya ji me re dihizire û hêza arişenî digire. Dibêje “yê ku herî zêde dilsozê pakrewanan e hun in.” Ger zanibe ku, yê herî zêde dilsozê pakrewanan ne Serok be, vê çalakiyê nake. Ji ber ku dikare çalakiyeke bêbinyad teqdîr neke.
Çalakmendên mezin, ji bo nirxên ku pê ewle ne çalakiyan saz dikin
Ango ew kesayetiyên ku nirxan di xwe de remz dikin û dicivînin esas digirin. Berpirsiyar in û wisa canê xwe navêjin nava agir. Ger nirxek, remzek û serokayetiyek ê ku ew erjeng girê dide, bandor dike 40 û ewlehiya bêdawî dide tune be, tu kes ji tiştekî wisa re wêrekî nîşan nade.
Dibêje, “bi jiyanê ve pir girêdayî me û da ku jiyan pêk were ez vê çalakiyê saz dikim.” Niha dê kî vê pêk bîne? Kî û kîjan partî? Riya azadkirin û xwe pêkanînê di şer re dibore. Nabêje, “ez wisa dimirim û diçim.” Azadkirin û xwe pêkanîn di Zîlanê de esas e.
Dema ku şer vedide pê bawer e ku dê bijî.
Ber bi wan sînorên jiyana ku divê bê pejirandin ve pîroz dibe. Weke wateyê, weke gel, weke partî û weke kesayetiyê pîroz dibe. Heke tiştekî dibe xwelî hebe, ji wê jiyana ku di berê de di bin serdestiya dijmin de hatiye xêzkirin pê ve tiştek nîn e.
Li ser navê pîrozbûna jiyanê çi hebe di virê de veşartî ye.
Li ser navê yên dimirin û pêwîst e bibin xwelî hebin, hatine mehkûmkirin. Pakrewaniyên ku divê bêne pîrozkirin hene, ew jî hatine pîrozkirin. Tam jî di vê bingehê de dibêje “ez dixwazim dilsoziya ji kevneşopiya berxwedaniya rêhevalên Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Berîtan, Bêrîvan û Ronahî bidomînim.” Ev rêheval ku ji bo jiyaneke çawa pîroz bûne û çi bi erdê ve kirine yek ku were pêşçavkirin, ka ev xelek bi jiyaneke çawa ve erjeng girêdayî ye, dê emê hetanî nava mixê xwe hîs bikin.
“Ez dixwazim bibin raderbirîna xwesteka azadiya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên împeryalîzmê ku jinê dikin kole, bombeyê di xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê mezinahiya rik û hêrsa xwe nîşan bidim.” Va di virê de li hember împeryalîzm û kapîtalîzma herî xirab li Tirkiyeyê ku petot e kîn û hêrs heye. Pişt re dibêje “ez dixwazim bibim remza vejîna jina Kurdistanê.” Di bingeh de wê texrîbata ku pergalê di kesayetan de dayê çêkirin dibîne û li hemberê kîn û hêrseke mezin dide çêkirin. Di heman demê de ka jina xweşik çawa pêk were, bi teşeyekî pir eşkere datîne holê û dixwaze bibe raderbirîna remza wê. Nirxandineke wisa ji bo xebata jinê nêzîkatiyeke pir biîsabet berpêş dike.
Ez eşkere bibêjim, pakrewanên din jî xeleka vê ne, lê di çalakiya rêhevala Zîlan de ev xelek derketiye sertarê.
Çalakiyeke wisa dibû ku zilamekî jî bikira, lê ya ku pêk aniye jin e. Ji ber ku jinek vê çalakiyê pêk tîne, him pêdiviyeke xwezayî û him jî bi rastîna jinê ve pêwendîdar ev aliyê wê weke pêwîstekekî bê hizirandin. Belkî jî zilam nekarîbû wisa bike. Bi teşeyekî din, mînak di girtîgehan de dikaribû bike. Lê divê were destnîşankirin ku ev teşeyê hanê xweserê jinê ye. Ji ber ku bêtir rik, hêrs û xwesteka jiyana azad bi xwe re pêwîst dike. Yek jî pir balrakêş e. Bi xwe re pêwîst dike ku xweseriya jiyana nêzîkê serkeftinê bê wergirtin. Di bingeh de, di vê xalê de dixwaze bibe remz.
Îdîaya we ya jiyanê mezin e. Dev ji jiyanê berdan nîn e.
Ên ku bi hêsanî dev ji canê xwe berdidin bêmoral, bêperoş û kirêt in. Hindek çemkên we yên xwekuştinî hene. Di nava refên me de rastîn û pejirandineke wisa heye. Bi misogerî nêzîkatiyeke wisa bi van kesayetiyên xwediyê çalakiyan ve dikeve nava nakokiyê û ti caran nikare bibe weke wan.
“Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyanê pir hez dikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.”
Ez hizir dikim ku min vê yekê di rastîna xwe de baştirîn fêm kiriye. Ên ku ji jiyanê hez dikin tenê ew dikarin çalakiyên mezin pêk bînin. Ên ku dev ji jiyanê berdane ti caran nikarin bibin çalakmend û rêxistinkarekî baş. Ev rêhevala me ji jiyanê mezin hez kiriye, çalakiyeke wisa pêk tîne. Bi bingehê azadiya jiyanê, pêwendiya jiyanê de, bi vejîn û berxwedêriyê, pêwendiya jiyanê bi xweşiktiyê û heke hezkirina jiyanê nebe biryardayîna vê çalakiyê nabe.
Lê hun dema jiyana we diqede, hêviyên we dirûxin, rêxistinê bi erdê re dikin yek, bi esasên bîrdozî û polîtîk dileyizin, hingê hun diçin çalakiyeke xwekuştinî. Va çalakiya rêhevala Zîlan li hember vê destwerdanek e. Pir birêxistinkirî, pir berxwedêr, pir saxlem bi bingeh esasên bîrdozî, pir şabûyî, bimoral, biviyan, biazîm û biçoşî dide diyarkirin ku jiyan bi xwe ew ber bi wirê ve biriye.
“Têkoşîna me ya bi rêbertiya Serokatiya Partiyê dê di nêzîk de bigihîje serkeftinê û ew gelê min ê hejar di hundirê malbata mirovayetiya cîhanê de ciyê ku maf kiriye peyda bike.”
Baweriya serkeftinê, helbet ev yek jî weke encamekî xwazayî yê vê çemka çalakiyê ye. Ewê ku xwedî vê çemka çalakiyê ye divê baweriya xwe hebe ku serkeftin nêzîk e.
Rêber APO
5 Temûz 1996
Dewama wê heye…