Pêşketin û sedemên dîrokî ya pirsgirêka azadiya jin
A-Pênaseya Azadiyê
Girînge ku beriya pirsgirêka azadiyê di nav pêvajoya dîrokî û civakî de bêpênase kirin, divê pênaseya azadiyê bêzelal kirin û bêfahm kirin ku azadî ji bo gerdûn û hemû xwezeya zindiyan çi pênase dike? Çawa ku pênaseyek rast, jiyanek rast û lêgerîna wateyê pêş bixîne wê ji bo destgirtina rastiya ku pirsgirêka azadiyê çawa derketiye holê, xwe dispêre kîjan bingeh û argûmanan jî nêrînek hê objektîf çêbike.
Helbet dema ku em pênaseya azadiyê datînin holê girînge ku pênaseya azadiyê li gorî çi û li gorî kî/ê û di çarçoveyek teorîk a bihêz de bidin rûniştandin. Ji ber ku serdema modernîteya kapîtalîst a roja me, di kesayeta jin de bûye serdemek ku mirovahî, civakê birûxîne, ji xweza û ji nirxên wan ên cewherî dûr bixîne.
Ji ber vê sedemê divê rastiya ku modernîteya şaristaniya kapîtalîst li ser navê jiyanê bêjiyanî û azadiyê bêazadî pêşxistî, baş we re xwendin. Ji ber ku giştî jiyan, ji aliyê modernîteyê ve bi eqlê mêr li derdora desthilatdariyê ve hatiye honandin. Lewra divê jiyan û rastiya azadiyê ya rastiya pergalê li ser jin û civakê ferz dike berevajî bê xwendin. Cewher û karakterê şaristaniya kapîtalîst ji jiyan û azadiyê re biyanî ye. Di nava vê rastiyê de lêgerîn an jî pênaseya azadiyê bêkêr e. Têgihandin û feraseta azadiya sexte ya bîrdoziya modernîteya kapîtalîst a lîberalîzma ku azadiya civakê dide aliyekê û di mîhwerê kesayet de ferzkirinan dike; bi xwe re di pênaseya azadiyê de, xumamiyek cidî aniye. Tercîhên azadiya sexte ya ku modernîte li ser jin û di şexsê jinê de jî wek şerbetê bi hemû civakê dide vexwarin, pê dide bawerkirin, bêhiş û bê têgihiştin dihêle komployek dîrokî û rojane ya pergala serwer a zilame. Bi vê têgihiştinê ve jî rastiya pergalek ku destpêkê jin û di kesayeta jin de jî; civakê dixîne kemînê, jahr dike, jiyanê dikûje û hemû sînorên wîcdan û exlaqê dirûxîne afirandiye. Bi destê jinê derb kirina jin, bi jinê ve mezaxtina jiyanê û bi têgînên wekî azadî, edalet û wekheviyê ve jî êrîş kirina nirxên jiyan û azadiyê, bûye hunerweriya bingehîn a eqlê zilam. Di esasê de jiyan û azadiya ku li ser jin tê ferz kirin, bûye koletî û dijberiya jiyanê. Rastiya jin a ku navê wê bûye jiyan, cewherê wê bûye azadî bûye diyardeyek ku herî zêde derveyî jiyanê dihêle, ji cewher ango ji azadî û jiyanê biyanî dike. Wê di vê wateyê de, vala derxistin û ji holê rakirina jiyana sexte û têgihiştinên azadiya sexte ya ku eqlê zilam ji bo civak û kesayetê manîple bike pêşxistî, bi xwe gihandina azweriya jiyana nû û azadiya nû, vegerandina cewherê jiyan û azadiyê ve pêkan bibe.
Diyardeya azadiya ku em lê digerîn an jî hewl didin pênase bikin ne diyardeyek welê ye ku ji sifrê digirin dest an jî ji tunebûyînê ava dikin; pênase û lêgerîna tişta ku di lêger an jî jina ku hewl tê dayîn bê pênase kirin de; hatiye berevajî kirin, îstîsmar, biyanî û winda kirin. Afirandina hişmendiya ku li kî derê winda kiriye û ava kirina hêz û îradeya vê tekoşîna rêxistinê ye. Wek tê zanîn hêza rêxistinkirî, îrade bûyîn tê wateya xwe gihandina pênaseya nasnameyê. Xwe gihandina hêza îradî jî çalakiya azadiyê ye. Ketina li ser rêya ku li kî derê hatiye winda kirine. Yek jî destnîşan kirinên herî bibandor ên Rêber Apo ya bigotina “Xezîne, cihê ku hatibe winda kirin tê lêgerîn” tam jî demên winda kiri yên civakî, dîrokî yên jinê îfade dikin. Di heman demê de jinê ji nûve beralî tekoşîn û lêgerîna azadî û cihê ku winda kirî dike. Eger em carek din di vê wateyê de vegerîn kokên dîrokî û civakî; Mezopotamyaya ku bûye erdnîgariya lanet û pîroziya ku di nava hev de pêşketî, bûye navê mekan û dema azadiya jinê hatî winda kirin û qirkirina azadiyê herî kûr jiyan kirî. Bûye erdnîgariyek ku hem wek jin, pîroz hatin dîtin û me jiyan bizanyarî afirandiye û hem jî hatin lanet kirin û derveyî jiyanê hatin hiştin. Ji ber vê yekê em encax xezîneya xwe ya azad a ku me di vê erdnîgariyê de winda kirî, dikarîn bi hişmendiyek bihêz a dîrokî û civakî ve; lê bigerîn, bi kokên wê yên şoreşê ve xwe bigihînîn çawaniya wê, wek jin ji nûve jiyanê biafirînin, bi jiyanê re bigihîn hev û bi jiyan kirina azad ve pêkan dibe. Di vê wateyê de azadî, kêliyên afirandina jinê ye. Her çêbûn an jî afirandin, kêlî û şoreşa azadiyê ye. Di hemû dem û mekanan de pênaseya azadiyê ya jiyana ku xwe dispêrê başî, rastî û bedewiyê heye. Azadî jiyan bixwe ye, navê jiyana nû ye. Çalakiyek jiyanê ye, di her kêliya çalakiyê de şoreş, ji ber vê yekê kêliya afirîneriyê heye. Di hemû kêliyên afirandinên nû û çêbûnên ku jiyan çalak dike, digire nava xwe de jî kêlî û afirandinên azadiya teqez in. Hêza çêbûyîn û asta çawaniya kêliyê teqez bi azadiyê ve girêdayî ye. Her pêngava ku li ser navê jiyana rast û bifeyde tê avêtin pêngavên azadiyê ne. Azadî, di her şert û mercê de û di her zirûfê de xwe nîşandayîn û biwate kirina hebûne. Afirandina cihêtiya ku xwe dispêre tercîha jiyana azad e. Divê mirov xwediyê zanyarî, hişmendî, hest û rast dîtina vê be. Daneheva nirxên civakî ye azadî. Bi asta ku hebûna xwe bi jiyan-armanç, armanç û wateyê ve girêbide azadî heye. Dema ku diyardeya jiyanê tê destgirtin, tenê wek çalakiyek rastiya mirov destgirtin wê bibe pênaseyek nebes. Ji ber ku jiyana biçalak, bûyerek xwesere ku aîdê; xweza, gerdûn û hemû hebûnên zindî ye. Teqez armanca her hebûnê ewe ku xwe nîşan bide û bibe xwediyê mafê jiyana bişertê hebûnê. Hemû hebûnên di xwezayê de yên xwediyê taybetmendiyên dîlema û taybetmendiyên candar, di qebîleyeta lêgerîna jiyana azad de ne. Çawa ku ruh, hest û daxwaza jiyana azad di çêbûyîna gerdûnê de di gulek ku zinar de şîn dibe, di çûkek ku keviya kendal de bask dide, di xezalek ku tekoşîna jiyana azad dide de jî, bi heman armancê meyl û daxwaza jiyanê nîşan dide. Azadî bûye çalakiya ziman û jiyanê; ya gerdûn, xweza, jiyan û ji ber vê yekê ya jinê. Hemû kêliyên avabûyîna gerdûnê, ango kêliyên azadiyê yên ku di diyardeya jinê de bi xwe gihandina ziman ve wate peyda kirin, di jinê de bûne îfadeya lêgerîna wate, ji ber vê yekê lêgerîna azadiyê. Di vê wateyê de tercîh û hişmendiya jiyana azad a gerdûnê bûye zimanê rastiya jinê. Dema ku em diyardeya azadiyê ya xwe dispêre civakbûyîna jinê digirin dest cihêtiya jiyanê ya di jinê de, karakterek civakî ji azadiyê re daye qezenç kirin. Çawa ku têkiliya wê ya bi xweza û gerdûnê re pêwendiya wê ya bi jiyanê re hê xurtir kiribe, taybetmendiya wê ya cihêtiyê jî pêşxistiye. Di jinê de keşf kirina jiyanê, bûye keşf kirina azadiyê. Têkiliya xurt a jinê ya bi jiyanê re, pêwendiya wê ya bi jiyana azad re jî hê zêde bihêz kiriye. Jiyana zanyarane ya di jinê de ji taybetmendiya wê ya vê karakterê tê.
Ne pêkane ku mirov hem wek têgeh û hem jî wek naveroka wateyê ya li wan têgehên ku bi hev du re di nava pêwendiyek hişk de hatin bar kirin, cuda bifikire. Di zimanê Sumeran de girêdan bûyîna peyva Amargî ya bi azadiyê re, îfade kirina vegera dayîkê ya azadiyê jî karakterê naveroka têgehê datîne holê. Ava kirina jin a hem wek biyolojîk û hem jî wek çandî navenda jiyanê pêktîne, bi xwe re karakterek gerdûnî aniye. Çanda jiyan a di diyardeya dayîkê de vê îfade dike. Wekhev dîtina jinê ya bi xwezayê re û pêwendiya wê ya ku ji xwezayê qut nabe, taybetmendiya wê ya zayînê, berhemdari, afirînerî, xwedî kirin û parastina wê, damar û şaneya koka jiyanê ya sereke çêdike. Ji ber vê yekê ne pêkane ku jiyanê derveyî dayîkê, dayîkê bêjiyan, dayîk û jiyanê jî ji armanca azadiyê serbixwe bigire dest. Îfade kirina jinê ya bi jiyanê re di cewherê xwe de karakterê wê ya mê ya jiyanê bi jiyanê re nîşan dide. Em bi wan têgehen re jî dibînin ku têgeha azadiyê di vê wateyê de xwediyê karakterek mê ye. Jin, jiyan û azadî bûne heqîqetên ku hevdu xwedî û temam dikin. Ji ber vê yekê çawa ku azadî ne têgehek razber an jî utopîk be, jiyan jî di jinê de îfade qezenç dike. Dibe jiyana ku di rastiya jiyan û dayîkê de şênber dibe û ji utopyabûnê derdikeve. Di vê wateyê de girtina hevbiha ya bi azadî afirandin, parastin û xwedî kirinê, dibe tespîtek di cih de. Eger li kêleka vê vegera dayîkê vegera şaneya kok be, wê demê azadî dibe vegera kok, cewher û dayîkê. Qasî têgeha azadiyê ya ku çawaniya gerdûnê dihewîne temsîliyeta cewhera gerdûnê dike, ewqas jî temsîliyeta jin-dayîk dike.
Di vê wateyê de Rêber Apo dibêje: “Wekî ku bêjim azadî armanca gerdûnê ye. Min pirî caran bi gotina gelo gerdûn bi rastî jî li pêy azadiyê ye, ji xwe pirsî ye. Ji min re her tim bilêv kirina ku wekî azadî tenê lêgerînek kûr a taybetmendiya civaka mirovahiyê be kêm hatiye û zen dikim ku teqez aliyek vê ya têkîldarî gerdûnê jî heye. Dema ku ez dîlemaya perçik- enerjî ya kevirên herî bingehîn ên gerdûnê difikirim, bêyî ku fikar bikim didim diyar kirin ku enerjî azadiye. Bawer dikim ku perçika madî jî, paketa enerjiyê ya di rewşa mehkumiyetê de ye. Ronahî rewşek enerjiyê ye. Ma wê bê înkar kirin ku ronahî xwediyê darêjek ew qas azad e? Em mecbûr în ku tevlî wateya ku di roja me de wek faktora hema hemû cûreyan îzah dike ya kuantayên wek perçika herî biçûk a enerjiyê tên pênase kirin, bibin. Erê, tevgera kuantumî hêza afirîner a hemû cihêrengan e. Ez nikarim bi gotina qey Xwedayê her tim tê lêgerîn ev e, nebêjim. Dema ku dibêjin ser- gerdûnê jî hema di karakterê kuantumekê de ye, ez kelecanî dibim û dibêjim ‘dibe’. Dîsa ez xwe bi xwe, bi gotina: “Gelo ji vê re afirineriya derve ya xweda tê gotin” dipirsim.
Li gorî min girînge ku mirov di mijara azadiyê de nekeve nava ezezetî û azadiyê bi mirov re sînordar neke. Dikare bê înkar kirin ku hewldana mezin a heywanê di qafesê de ne ji bo azadiyê ye? Mirov derveyî rastiya azadiyê ya bilbila ku di qafesê de dixwîne û senfoniya herî pêşketî paşda dihêle, bi kîjan têgehan ve îzah bike? Dema ku em hê pêşdatir biçin, ma hemû deng û rengên gerdûnê azadiyê nadin hizirandin? Mirov wê derveyî azadiyê hemû hewldanên jinên ku wek koleyên destpêkê û dawiyê û koletiya herî kûr a civaka mirovahiyê jiyan dikin, dikare bi kîjan têgînê ve îzah bike? Ma şîroveya fîlozofên herî kûr, mînak a Spînozayê ku azadiyê; wek ji cehaletê derketin û hêza wateyê şîrove dike, naçe heman derî?
Nexwe gerdûn, di nava hewldana xwe fahm kirinê de ye. Eger hebûn an jî gihandina xwe zanînê azadî be, gerdûn jî li pêy meyla xwe afirandin û xwe zanînê ye. Wê demê wekî ku di gerdûnê de, di xweza, civak û mirov de jî daxwaza jiyana azad û lêgerîn û taybetmendiya xwe afirandinê heye. Dîsa pênaseya Rêber Apo ya: “Azadiyê wekî zêdebûyîn, cihêrengî û cihêwaziya gerdûnê” dibîne, taybetmendiya hilbijartinê ya zêdebûyîn, cûr be cûrî û cihêtiya gerdûn di hundirê xwe de dihewlne û nîşandayîna eqlê gerdûnê ya xwe bi cihê kirinê ve datîne holê. Guhertin, tevger û bizava ku di xwezayê de, dîsa taybetmendiya wê ya hilbijartinê, enerjiya herikbar, meyla wê ya xwe cûda nîşandanê ve domandina hebûnê, potansiyela eqil nîşan dide. Zêde bûyîna eqil xwediyê darêjek enerjiyê ya ku di asta nayê pîvan de ye. Darêj bi xwe jî pêvajoyek ku xwe her tim ji nû bûyînê re vekirî dihêle, îfade dike. Di vê wateyê de destnîşan kirina ‘enerjî azadiye’, tespîtek rast û di cihê xwe de ye. Bi vê re pêkane ku mirov bigihije encama azadî; ne tenê rewşeke ku civaka mirov eleqedar dike, karakterê tevahî gerdûnê ye. Ji ber vê yekê mirov dikare azadiyê, wek taybetmendiya karakterî ya xwezaya yekemîn pênase bike. Xwe pênase kirina civakê ya biahenga ku xwezaya yekemîn û duyemîn diafirînin, wê bibe sekn û nêzîk bûyînek azad. Dema ku pênaseya azadiyê tê kirin şîroveya destgirtina razber a azadiya ku ji rastiya civakê dûr, wê pênaseya azadiyê seqet bike. Ji ber azadî diyardeyeke ku bi civak bûyîna mirov re şênberî bidest xistiye. Bêyî civakê rewşa şênber a azadiyê nayê fikirandin. Şênbertî; rewşa sazîbûyîna civak û afirandina pergalê ye. Rewşa pergal û sazîbûyîna civakekê, rewşa şênber bûyîn û çalak bûyîna azadiya civakê ye. Wate an jî sazîbûyîna civakê, sekna exlaqî- polîtîk a civakê îfade dike. Sekna exlaqî û polîtîk, xwe di her qada jiyanê de gihandina civak ya îfade, ziman û hêza biryarê ye. Ev rewş astek azadiya civakê derdixîne holê. Ev jî rewşek têkildarî hişmendî û zanatiya civakê ve girêdayî ye. Bi pêşketina hişmendiya civakê ve zanatî pêş dikeve. Cihê ku zanatî pêş bikeve hişmendiya azadiyê şênber dibe. Xwe zanîn, civak zanîn e. Civak zanîn jî tê wateya xwe zanînê. Xwe gihandina hêza wateya zanînê, asta hêza wateya civak û azadiyê diyar dike. Eger civakek xwediyê wan çawaniyan be, tê wateya taybetmendiya civakek azad bidest xistiye. Rêber Apo bi destnîşan kirina: “Civakên azad; civakên ku xwe biwate dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan xwe pir aliyan ve didin ava kirin. Civakên ku wateya xwe herî baş bilêv dikin, tînin ziman, digihînin avaniyan û civakên herî pêşketine” ve, datîne holê ku civakên wiha xwe bi azadiyê ve biwate dikin. Pirsgirêka azadiyê ya civakê an jî tespîta pirsgirêka nasnameyê, xwe nas kirin û bi hişmendiya civakî ve dikare pêş bikeve. Ji ber vê sedemê ne pêkane ku mirov behsa pirsgirêk an jî lêgerînek azadiyê ya nasnameya ku ne hatibe pênase kirin bike. Tespîta Rêber Apo ya: “Qadên sift ên zeka qadên ji azadiyê re hesas in. Hema civakek xwe ji aliyê zeka, çand û hêza eqil ve çiqas pêş xistibe, xwe ew qas nêzî azadiyê dike” hê zêde mijarê dide fahm kirin. Tê dîtin ku wate, hişmendî û azadî bi hêza eqlê civakê ve derdikeve holê.
Dema ku em rola sereke ya jinê û rastiya civaka ku di çawaniya şoreşê de hat ava kirin digirin dest, em dibînîn ku azadiya civakî hem wek sazî û hem jî wateyî, şênbertî qezenç kiriye. Bi taybet jî exlaq, polîtîka, çand û demokrasiya ku kevirên bingehîn a civakê îfade dikin, li ser bingehê ku feyde bide civakê; wek çalakiyên jiyana rojane yên hemû nirxên madî û manevî pêşketin bidest xistiye. Dema ku em vê derê têkiliya sîmbiyotîk a di navbera exlaq û azadiyê de digirin dest aliyê hevpar ê ku derdikeve holê, zîhnî û çalakbûyîn e. Her cûre çalakiya ku xwe dispêre zîhniyetê kemiyeta şoreşê dihewîne. Di vê wateyê de pêkane vegotina rastiya ku bingehê şoreşa zîhnî û wîcdanî pêk tîne, exlaqe. Ji ber vê yekê şiroveya Rêber Apo ya di mijara exlaqê de, rastiyê digihîne vegotinek hê zêde vekirî: “ Eger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe ji azadiyê digire, dema ku pêwendiya azadiyê ya bi zeka, hişmendî û eqil li ber çavan bê girtin, em dikarin bêjin ku exlaq hişmendiya (wîcdan) kolektîf a civakê ye. Exlaqê civakê encax bi azadiyê ve pêkan e. Ya rast, azadî çavkaniya exlaqê ye. Em dikarin ji exlaqê re rewşa sift a azadiyê, kevneşopî an jî rêgeza wê jî bêjîn.”
Dîsa em dikarin di vê çarçoveyê de têkiliya azadî, polîtîka û azadî, demokrasiya ku sazî û avaniyek nû ya civakê pêktîne bigirin dest. Wek serarast kirina rojane ya jiyanê, pêşwazî kirina pêdiviyên civakî, afirandina nû, alternatîf bûyîn, di rêgezên jiyana hevpar de li hev kirin karê polîtîkayê ne. Polîtîka, hêza biryarê an jî qada ku eqlê civak û hevpar hev dîtî û hat ba heve. Eqlê civakî rewşek ku têkildarî azadiyê ye. Wê demê azadî û polîtîka xwediyê pêwendiyên ku ji hev qut nabin. Hêza biryara polîtîk an jî şêweyê xwe rêvebirina civakekê, bi asta azadiyê ve girêdayî ye. Rêber Apo polîtîkayê wek: “qada azadiya civakê, qada afirandina wate û hilberîna îradeyî ya pêşketinê” şîrove dike. Divê bê zanîn ku polîtîkaya civakî û siyaseta demokratîk hêza afirîner, rêvebirin, biryar û dane kirina ku xwe dispêre îradeya azad e. Dikare karakterê bingehîn a exlaq û polîtîkayê wek rêgezên ku jiyanê çalak dike, siyaseta wê çêdike bê diyar kirin. Dîsa dema em têkiliya wekhevî û azadiyê digirin dest, divê hem cûdahiya çawaniyê ya navberê û hem jî li ser wateya ku li têgehan hat bar kirin rast bixwîne û li şûna wê bide rûniştandin. Tê zanîn têgeha wekheviyê termek hiqûqî ya ku têkiliya xwe bi heq û edaletê heye. Gelemperî dibe têgehek ku parve kirina mafê wekhev a di navbera kesayet û civakê de diparêze. Wek tê zanîn rastiyên civakî ji çiqil û yekûna ciherengan pêktên. Eger ferasetek wekheviyê ya xwe dispêre wan ciherengan neyê bidest xistin, li wê derê behsa rastiya civakek sosyalîst nikare bê kirin. Rêgeza bingehîn a civak an jî kesayet bûyînek sosyalîst û wekhev; hîmaye kirina hemû ciherengiyên civakê ve, xwe gihandina şêweyê civak û jiyanekê ye. Eger civak an jî kesayet bibe xwediyê şêwazê jiyana sosyalîst, divê hemû cihêreng û cihêtiyên civakî di nava xwe de bihewîne û mirov dikare wê derê behsa wekhevî û azadiyê bike. Ji ber ku karakterê azaadiyê li ser pir cûreyî û cihêtiyan pêş dikeve. Eger wekhevî xwe bispêre vê rastiyê û ji ferasetek hiqûqî derbikeve, wê karakterê sosyalîst a azadî û wekheviyê bê bidest xistin.
Taybetmendiyek din a ku pêwîste bê destgirtin jî, ewe ku divê azadî nekeve nava cûdaxwaziya em û yên din û bibe xwediyê karakterek ku bi her kesî/ê re dide û distîne. Divê azadî bibe qada parve kirina hevpar a her kesî/ê. Di vê wateyê de taybetmendiya komînal qezenç kirinê ye. Azadî ne rewşek welê ye ku tenê bi beşekê ve sînordar û teng bimîne. Eger karakterê azadiyê gerdûnî be, wê demê pêwîste pirsgirêka azadiyê jî bê destgirtin.
Bi beşekê ve sînordar kirina azadiyê ya ku bîrdoziya lîberalîzmê wekî nexweşiyekê pêşxistî, tê wateya ne daketina cewherê pirsgirêkê. Pirsgirêka azadiyê ya ku lîberalîzmê di asta nexweşiyê de daxistî ferdperestiyê, sînorên şexsî derbas nake. Eger azadiyek kolektîviteya civakî esas negire, wê derveyî aş gêrandina bîrdoziya kapîtalîst wêdatir wateyekê îfade neke. Sekna azadiyek ku ji gerdûn û civakbûnê hatibe qut kirin, bi sînorên kesayet ve hatibe çarçove kirin, wê pirsgirêk jî çareseriya wê jî nebe objektîf. Azadiya ku ji mafên takekes re hatibe daxistin, nikare pirsgirêkên netew û zayendî çareser bike. Ji ber vê sedemê pirsgirêka azadî qasî civakî neçare ku çareseriya wê jî civakî be.
Akademiya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci)