• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Beşa Seyemîn Şoreşa Kurdistanê

April 19, 2023
in Perspektifên Rêber Apo
A A
Beşa Seyemîn Şoreşa Kurdistanê
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Mîrateya dîrokî ku şoreşa Kurdistanê xwe dispêrê

Îro li pêşberê şoreşa Kurdistanê bi du şiklî mîrateyên dîrokî hene. Ya yekemîn, dîroka berxwedanê ya gelê Kurde ku di dîrokê de di şert û mercên dewlemend ên çanda mirovahiyê de, di encama têkoşîna li dijî hakîmiyeta biyanî, dijî çînên hakîm û dijî xwezayê de bi şiklê ‘merdî û merxasiya Kurdan’ çêbûye; ya duyemîn jî, dîroka çînên hakime ku li ser esasê zilm û zora li ser gel, xizmetkarî û koletiya ji hakîmiyeta biyanî re çêbûye; îro weke oportunîstî, tirsonekî, sextekarî, îxaneta neteweyî û weke pîsatiya mirov a ji hem û nirxên xwe yên mirovatî û welatparêziyê dûrketî û bûye fosîl derdikeve pêşberê me.

Em, bi misogerî ji van her du dîrokan re nêzîkatiyên cuda dikin. Eger em çiqas li dîroka gel xwedî derkevin û bikin bingeha têkoşîna xwe ya şoreşgerî, em dîroka çînên hakim jî ji vê dîrokê ewqas vediqetînin û lanetê lê tînin.

Her çendî bi serxwebûnê bi encam nebûyîbe jî, berxwedana gelan ji heybeta xwe tiştekî wenda nake. Eger îro mirovahî bi pêşengiya sosyalîzmê ber bi civaka bêçîn ve diçe, di vê de, rola berxwedanên gelan ên bêhejmar ku di dîrokê de navên wan jî derbas nabin mezin e.

Gelê Kurd jî, wekî gelên din, kêm li ber xwe neda. Di seransera dîroka civaka çîndar de, li dijî talan, dagirî û nijad kujiya ku pir kêm gel pêre rû bi rû mane berxwedanên mezin li dar xist. Heta ji xwe re herêmên çîyayî yên bilind kirin war jî, ji bo isbata vê rastiyê mînakek ku têrê dike ye. Eşîr û çiyayên xwe, ‘di berdêla ku ji şaristaniyê bêpar bimînin de’ û heya doh li dijî hegomonyayên biyanî serxwebûna xwe parastin.

Her çendî li ber pêşketina siyasî û civakî hatibe rewşeke bûn asteng jî, girêdayîbûna bi malbatê re û ji bo namûsa wê, mirin bi tiştekî nehesibandin, awayekî ji rê derketî yê vê hesta berxwedan û jiyana azad a gelerî ye. Tu dibêjî qey ji biyanîbûna li keda xwe, ji biyanîbûna li mirovahiya xwe, ji biyanîbûna li welatê xwe tolê vedike; dixwaze bi rêbazeke paşver û li malbatê xwedî derbikeve û serxwebûna xwe biparêze. Ev, di heman demê de drama gelê Kurd e. Eger, Kurd vê hesta serxwebûnê ya hatiye berevajîkirin ji nû ve bi ked û welatê xwe, bi mirovahiyêve girêbide ti dozên ku têde nikaribe bi ser bikeve nîne.

Xwîna ku gelê Kurd li dijî dagirî, talan û mêtingeriya civakên koledar, feodal û kapîtalîst rijandiye, pir kêm gelan rijandiye. Ji bo mînak, hin berxwedanên mezin ên ku di du sed salên dawî de çêbûne ev in; 1831-36 Rewanduz, 1842-48 Bedirxan Beg, 1856 Yêzdan Şêr, 1879 Bedirxanî, 1881 Ubeydullah, 1919 Koçgîrî, 1925 Palu-Genç-Xanî, 1930 Agirî, 1930 Simko, 1938 Dêrsim û hwd. ev berxwedan nîşan didin ku gelê me di oxira azadiya xwe de pir xwîn rijandiye û xepiskirina vê azadiyê jî hema wiha bi hêsanî danequrtandiye.

Li pêşberê rêxistinbûnên dewletê yên bi şiklê împaratoriyan, gelê Kurd bi rêxistinbûnên eşîrî ku parçe parçe bûye û di navbera xwe de jî nekariye bibe yek, nedikarî ku bi ser bikeve. Ya din jî wexta ku li ser vê, îxaneta timî ya feodal û reîsên eşîran tê zêdekirin, nikare ku gelê Kurd were sûcdarkirin da ku ‘çima ev berxwedan bi ser neketine’. Eger gelê Kurd nekariye serxwebûna ku hin gelan bi rijandina kêm xwînê qezenc kiriye bi dest bixe, ji vê ew encam dernakeve ku gelê Kurd kêm li ber xwe daye an jî kêm xwîn rijandiye; berevajî, encameke wiha derdikeve ku, dijminên wî pir bihêz in û çînên hakimên wî jî, xizmetkarî û ruhê koletiyê ji xwe re kirine hunerekî.

Lê îro, ev gel, weke kadavrayekê li meydanê ye. Em, ji vê şerm dikin. Dîsa, ji ber ku ev dijminên gel, vî welatî gel, weke milkê xwe yê şexsî bi kar tînin û li beranberê vê em jî sekneke ‘bêçare’ nîşan didin, ev hesta me ya şermê sed qatî hê zêdetir dibe. Ev hem û kêrî çi tên? Kêr tên da ku em kîna xwe zêde bikin û li ser esasê dîroka berxwedana gelê xwe û bi rêberiya sosyalîzma zanistî, riya rizgariyê ya rastîn ji bo xwe diyar bikin.

Rêber Apo

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk