BERXWEDANİYA 2023’AN YA APOCİ’YAN -1

0Shares

Sala 2023’an hem ji bo tevgera azadiya Kurdistan PKK’ê û hem jî ji bo dewleta faşîst û dagirker ya Tirk saleke mîladî bû. Ji bo dewleta dagirker, qirker û faşîst ya Tirk, sala 2023’an sala sedsaliya komara Tirk bû. Ji bo tevgera azadiya Kurdistan’ê û gelê Kurd yên bi şeref û rûmet jî sala 2023’an sala sedsaliya hevpeymana bi lanet ya Lozan’ê bû. Ev her dû rastî jî bi hevdûve girêdayîne. Ji ber komara Tirk, li ser tune hesibandina Kurd û Kurdistan’ê hatibû avakirin. Ji bo Tirk hebin, Kurd tune kiribûn. Yanî sed sal berê li Lozan’ê hemû hêzên bercewendî parêz li ser tune hesibandina Kurd û Kurdistan’ê li hev kiribûn û ew hevpeymana ku ji bo gelên Kurd û Kurdistanê hevpeymaneke bi lanete îmza kiribûn. Dema ew hêzên bercewendî parêz û dest bi xwîn, ew hevpeymana bi lanet mohr û îmzayên xweyî bi lanet li ser danîbûn gelek ji xwe bawerbûn. Ji ber hevpeymana ku pêşxistibûn, madde bi madde pir hişk û dijwarbûn. Wan maddeyên hişk û dijwar ji bo ku welatê Kurd’an, Kurdistan’ê bikin çar perçe ava kiribûn. Perçeyek ku dibe Rojhilatê Kurdistan bi navê Îran ji bo fars’an dan cîhê kirin. Perçeyek ku dibe Bakûrê Kurdistan, bi navê Tûrkî kirin pahra Tirk’an. Û her 2 perçeyên din ku dibin Başûr û Rojavayê Kurdistan, kirin weke 2 pariyan û pariyek dan erebên Surî û pariyek jî dan erebên Iraq. Perçe perçe kirina Kurdistan têra wan nekir û dilê wan yên xwîn xwaran aram ne kir. Ji ber armanç û hedefên wan mezinbû. Li gor wan, ji bo di sed salan de ev hevpeymana bi lanet bighêje hedef û armanca xwe, diviya bû gelên Kurd û Kurdistan’ê ji çand, ziman û netewa wan dûrbixin û yek car bihelînin. Ji bo wê ev sed sale qirkirin, talankirin, asîmîlekirin, dagirkirin, kuştin, şelandin, ferman, ji ax û welat dûrkirin û h.w.d çi tişta xerab û zahmet were bîra mirovan anîn serê gelê Kurd. Bi kurtasî sed sale, ji bo ku Iraq, Îran, Sûrî û Turkî hebe xwestin Kurdistan tune be. Sed sale her hewîldane ku li ser tune kirina Kurd’an hebûna Ereb, Fars û Tirk’an li ser lingan bigrin.

Di encamê pratîze kirina vê hevpeymana bi lanet weke zarokên gelê Kurd ma tiştên ku bi navê ferman, tertele û îsyanan anîn sere me û bi me dan jiyan kirin emê çawa ji bîr bikin? Ma dema, me ne dikarî di nava mala xwe de  bi zimanê dayika xwe bipeyivin û bi zimanê Kurdî stranekê guhdarî bikin çawa ji bîr bikin? Li her çar perçeyên Kurdistan jî ne hîştibûn ku dibistanên Kurdî  hebin. Dema em ne çûbana dibistanê em nezan, ne çar û cahilbûn. Dema em çûbana dibistanê jî diviyabû em bi zimanên wan, yanî yan Erebî, yan Tirkî yan jî Farisî bi axivîbana. Ma meyê çawa bi darê zorê fêrkirina wan a bi zimanê Erebî, Farisî û Tirkî karîbaya ji bîr bikin? Mîsal weke zarokek Kurd, heya yek deqe temenê min hebe jî ez, mamosteyê Tirk yê ku navê wî Mahîr Yilmaz bû ji bo ez bi Kurdî axivîbûm, bi dara li min da û laşê min sor û şîn kir ma ezê çawa ji bîr bikim. 8 salî bûm. Tenê 8 salî. Tirk’îtî û Kurdî’tî çiye min ne dizanî. Tenê dema nû çûm dibistanê min fam dikir ku mamoste bi zimanek cûda, bi min re di axivî. Lê dema min ji destê mamosteyê Tirk yê bi navê Mahîr Yilmaz lêdan xwar, min fam kir ku ew Tirk’e û ez jî Kurd. Yanî di cewher de em weke gelê Kurd ne neyarê tu netewî bûn. Gelên Kurd li Kurdistan’ê himbêza xwe ji bo bi her awayî neteweyî vekiribûn û her gelên ku dihatin Kurdistan’ê himbêz dikirin. Yanî neyartî çibû me nedizanî. Zulum, talan, lêdan, qetlîyam, girtin û wenda kirin me fêrî neyartiyê kir. Wan neyartiya me dikir. Wan êrîşî me dikirin. Em ne çarbûn van kiryaran ne pejîrînin û di berxwe bidin.

Me di berxwe da. Me di pêşengtiya Şêx Seît de îsyan kir, em hatin bi darve kirin. Me di pêşengtiya Seyîd Riza de îsyan kir, disa me bi darve kirin û em yên man jî me koçber kirin û di tertelan de derbas kirin. Di sala 1999’an de xwestin ev berxwedaniya Kurdî’tî di greva Îmralî de, di şexsê RÊBER APO de mahkûm bikin.  Lê belê her ku wan hêzên desthilatdar û netewperest zulm li ser me dimeşandin em bêhtir xwurt bûn. Her roja ku wan hêzan me bi darve dikirin, hîşê me yê dîrokî hîn bêhtir kûr dibû. Her kêliya ku wan hêzên komploger em di kuştin, em hîn bêhtir zêde dibûn. Wan yek ji me kuştibana em bi hezaran zêde dibûn. Di encamê bi tu awayî tune hesibandina Kurd û Kurdistan ne hat pejirandin de tevgera APOCÎ derket. Ev rastî jî gelek baş di bîra me deye. Dema tevgera APOCÎ derket digotin, “hinek talebe ne”. Digotin “APOCÎ çend çapûlcîne”. Digotin “ew eşqiyane”. Yanî ew qas bi zulm û zora xwe bawerbûn, ew berxwedaniya ku ji bo heyf û tola bi sedê sala welidîbû biçûk didîtin. Lê belê ew berxwedanî li bendava Çûbûk a Enqerê bi pêşengtiya RÊBER APO bû rêhevaltî. Li mal û kolanên Dîlok’ê di kesayetiya nemir Heqî Karer de bû PKK’ê. Li zindana zulumkaran ya Amed’ê de di kesayetiya Kemal, Mazlum, Xeyrî, Ferhat û bi sedan hevalên PKK’yî qîr kir û got “BERXWEDAN JIYANE”. Li Eruh’a Sêrt’ê di kesayetiya Rêheval Egît de, bû hêvî û cesareta mezin ya gelê Kurd. Li Xakurkê di kesayeta Berîtan de bû artêşa jin û di kesayetiya Zilan û Sema de jî bû partîbûna jin. Li Parîs’ê di kesayeta Rêheval Sara de bû PKK ya gerdûnî. Her weha ev berxwedanî di kesayetiya Heval Rojhat û Heval Erdal de, îsal careke din li koka xwe zîvirî û bû lutkeya fedayîtiya vê berxwedaniyê. Ev berxwedanî zincîra azadiyê ye û heya azadiyê bi garantî neke ewê di tu wext û mekanî de neraweste.

Şerê sala 2023’an yê APOCÎ’yan, şerê vê berxwedaniya dîrokî bû. Her ferdeke APOCÎ hetanî hestiyê xwe bi vê dîrokê dihise. Her ferdeke APOCÎ hêz, îrade û cesareta xwe ya polayî ji vê dirokê digre. Her ferdeke APOCÎ dixwaze bibe xelekek ji vê zincîra azadiyê. Ji ber vê ye ku tu hêz nikare APOCÎ yan xelas bike. Ew dewleta dagirker û faşîst ya Tirk, her roj xeyala çêdike û dibêje “kêm ma em xelas bikin” “wele nizanim hêjmarên wan li kuderê çend maye” “hah xelas bû wê xelas be”. Ji Tansû Çîller’ê hetanî Erdoğan, kî hat ser hukum û van tiştan dubare gotin. Di her roj û kêliya dîrokê de, xwe jî û gelên xwe jî xapandin. Ji bo vê xapandinê tenê mirov dikare vê bibêje; bi Sedsal temenê komariya xweyî bi xwîn mij, we nekarî bi nîv sadsaliya APOCÎ yan. Qene bes xwe û gelê xwe bixapînin. Baş bizanibin bi kuştin, girtin, surgun, komkujî û fermanan em xelas nabin. Bi sedê salaye we gelek caran, xiyanet û nûkerî jî ceribandin. Hûn dibinin xiyanet û nukerî çendî me bi êşîne jî nekare me xelas bike.

Bi vî hawî di her dem û kêliyê de, di her cîh û mekanî de bê navber hemû hewildan û xwesteka wan Kurdî’nî tune kirin bû. Ji bo vê di van 3 salên dawî de bi hemû qanûn û huquqên xweyî ku ji mirovahiyê tu nasîbê xwe ne girtiye, tecrîta giran kirî li ser RÊBER APO kurtir kirin. Bi vê tecrîta der mirovî ya ku van 3 salên dawî li ser RÊBER APO tê meşandin, em careke din baş dibînin ku ne tene ji hebûna RÊBER APO ditirsin, ziravê wan ji fikir û ramanên RÊBER APO diqete. Şerê cîhanê yê 3. ku bi felsefeya şerxwaziyê ya desthilatdaran tê bi rêve birin, mirovahî xistiye nava cehennemê de. RÊBER APO beriya bi dehan salan tahlil û analîzên vî şerê qirêj dikir. Her weha rastiyên vî şerê ku îro cîhan, bi teybetî jî Rojhilata navîn jiyan dike gelek ji pêşve dîtibû û rêyên wê yên çareseriya demokratîk jî bi navê “konfederalîzma demokratîk” dest nişan kiribû. Eger di van 3 salên dawî de bi RÊBER APO re hevdîtin ne birîbana û weke pêvajoya siyasî û leşkeri ji fikir û ramanên RÊBER APO sûda mirovî hatiba wergirtin, niha pirsgirêkên Rojhilata navîn jî û yên cîhanî jî hatibûn çareser kirin. Zîhniyeta desthilat û dagirkeran şere û ya RÊBER APO aşîtî û çareseriye. Ji bo ku aşîtî û çareserî bi pêş nekeve ji binî ve bi RÊBER APO re hevdîtin sekinandin. Bi vî şeklî wan got qey emê bikaribin pêşî li fikir û ramanên RÊBER APO bigrin. Lê ewqas xwe dixapînin û ji komployên xwe bawer dikin ku, nezanîn ewê fikir û ramanên RÊBER APO ji berê hîn behtir bi xwurtî li cîhanê belav bibe û lê xwedî derketin bi pêşve bikive. Îro li her çar aliyê cihanê bi durişmeya “Jİ BO RÊBER APO AZADİYA FIZÎKÎ Û Jİ BO KURDİSTAN’Ê ÇARESERİYA DEMOKRATÎK” ji aliyê her netewî ve tê qîr kirin. Ev qîrkirin, qîrkirina serxistina fikir û ramanên RÊBER APO ye.

Asmîn Zelal

Attachment