Berxwedana Zindana Tekîrdaxê Karektera Pêvajoyê Dide Nîşandan

0Shares

Têkoşîn Ozan

Li zindana Tekîrdaxê berxwedana hevalên me destpêkiriye. Hevalên me ev 34 rojin ketine greva birçîbûnê. 19 hevalên me û 2 şoreşgerê Biryargeha Şoreşger ev berxwedan dane destpêkirin. Îro hijmara çalekvanan gihiştiye 25 an. Wisa dixuye ku ewê hijmar roj bi roj zêde bibe.

Di van rojan  de rewşa tenduristiya hevalan xira dibe. Bêguman di demekî wisa da ku em behsa çareseriya demokratîk dikin, merhaleyekî girîng re derbas dibin, ev berxwedana Tekîrdaxê pir bi wate ye, hinek jî karektera pêvajoyê jî dide nîşandan. Ev berxwedan çareseriyek bi rêgez û seknekî bi rûmet dide nîşandan. Ev sekin li hemberî her cure zûlm û zordariyê berxwedanê esas digre. Ev berxwedan jî dide nîşandan ku ev merheleya ku em tê re derbas dibin hêsan nabe. Ev merhele ne merheleyek wisa ye ku her tişt hatiye çareser kirin û em gihiştine asta encam girtinê. Rewşa ku di zindana Tekîrdaxê de tê jiyîn îspata veya ye. Hertişt nû destpêdike. Em dikarin wek merheleya têkoşîna bi rêbazên cuda binav bikin. Wisa dixuye ku merheleya têkoşînek pir zehmettir destpêdike. Tê zanîn Rêber Apo ev merhele bi însîyatifa xwe bi peyama xwe ya newrozê re da destpêkirin. Pîştî niha bi amurên cuda emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ev têkoşîna me ya 35 salan di nav gelê Kurd û li hember dijmin astekî pir mezin da avakirin. Êdî di bakurê Kurdîstanê de pêwîstiya rêbazên têkoşînê qulibandina merheleya siyasî heye. Ev rêbazên demokratîk ewê gelek guhertin di hindurê Tirkî de jî bide çêkirin. Bêguman ev merheleya ku em tê dene, ji hêla pirsgirêka Kurd naskirinê de, hêla wek gelê Kurd xwe îfade kirinê de encamekî pir girîng derxistiye holê. Gelê me bi vê asta xwe ya gihayî dikare têkoşîna demokrasiyê pir xurt bide meşandin. Bêguman ev merhele ewê di bin rêbertiya Rêber Apo de bimeşe. Çawa ku Rêbertî da destpêkirin wisa jî Rêbertî bide meşandin. Ev merheleya guhertin û veguhertinê bi xwe bi xwe dana meşandinê ye. Berxwedana Têkîrdaxê jî îfade ya têkoşîna demokratîk e. Ango em ticaran dev ji têkoşîna xwe bernadin. Hevalên zindanê jî dide diyarkirin ku li hember neheqiyê em serî natewînin. Ev berxwedan ewê her berdewam bike. Guhertin û berxwedan bi hev re wê bimeşe.

Pêkhatin, îşkence û neheqiyên di zindana Têkîrdaxê de tê jiyîn jî dide nîşandan ku li hember pêvajoyê ne îqna bûn, nêzîkbûnên provakatîf û astengdar hîn jî didome. Kesên ku xwediyê pergala desthilatdarin di dijîbûna li hember nasnameya Kurdan û çepgiran de bi israr in. Ev nêzîkbûn ne tenê di zindanan de di parlementoyê de ku CHP û MHP pêşengê vê ne, di saziyên huquqî de didome. Teyîsîna wî herî zêde di zindanan de tê jiyîn. Li hemberî hevalên meyên ku nexweşiya wan ê pir giran hene, nêzîkbûnên ku terkî mirinê dike tê nîşandan. Gelek heval jî di rewşeke  pir giran de ne. Ev nêzîkbûn di terka mirinê de israr kirin e, ti rengê nêzîkbûna mirovatiyê ne qebul kirin e, sekna li dijî mirovatiyê ye.

Kesimekî di nav gelê Tirkî de li ser nêrîna nîjadperest tên tijî kirin. Ev nêrînên nîjadperest gihîşt asta ku li ser gelê me êrîş werin pêşxistin. Ev êrîş li hember Mirovên Aqilmend jî tên kirin. Tehamula wan li hember kesên ku dervayî wanin nîne. Ev kesana di nav gel de ne ewqas zêde ne. Kesimên ku dewlet li ser wan pir bandor nekiriye ne nijadperest in. Ev kesên nîjadperest pir kêm in.

Dibe ku ev nêzîkbûn heya demekî xwe berdewam bike jî. Lê belê merheleya ku di Tirkî û cîhanê de tê jiyîn dide diyar kirin ev nêzîkbûnên bi vê rengî mehkumê winda kirinê ye. Di demekî ku ala demokrasiyê û ala bi hevre jiyan kirinê bilind dibe de nêzîkbûnên bi vî rengî mehkumê tenê mandinê ye.

Têkoşîna me ya azadiyê ne tenê di nav gelê Kurd de di heman demê de di nav gelê Tirkî de jî guhertinek û demokratîkbûnek gelek mezin daye avakirin. Di her qadan de ji bo naskirina nasnameye gelê Kurd nêzîkbûnên erênî pêşdikeve. Ji ber vê jî nêzîkbûnên faşîzan ya ku di zindanan de xwe didin axaftin ewê gav bi gav bin bikevin. Berxwedana ku di Tekîrdaxê de pêşketiye ku çareseriya bi rêgez esas digre, ewê van nêzîkbûnan têk bibe. Gelê me li hember zilmên vî rengî bi şêwazekî hîn rêxistinkirî têkoşîna xwe bidomîne ti hêz nikare li hember hêzên azadîxwaz bisekine û hukmê xwe avabike. Em di vê baweriyê de ne ku guhertin, veguhertin û şoreşa ku li Kurdistanê de pêşdikeve li Tirkî bandorekî pir erênî bike. Di aliyê demokratîkbûnê de ewê gavên pir bi lez bên avêtin. Ewê serkeftina xeta Rêber Apo pêkwere. Çawa ku Rêbertî vê merheleyê bi însîyatifa xwe destpêkir, wê heman çerçevê de ev merhele bidome. Em jî wek Tevgera Jin şopdarê vê merhelê bin û di vê alî de têkoşîna xwe bilind bikin. Emê li gel berxwedana gel û berxwedana hevalên zindanan de bin û hêz bidinê de û di vê aliyê de çi ji destê me tê emê bikin. Ji bo rewşa ku li zindana Tekîrdaxê de tê jiyîn û ji bo hevalên me yên ku di zindanan de rewşa wan ê tendurîstî giran bûye, bangawaziya me ewe ku gelê me di pêşengtiya jinan de xwedî li berxwedanvanên zindanan derbikevin, heta serkeftinê li pişt wan bin.

Li ser vê esasê em cardin berxwedana hevalan silav dikin, di vê berxwedanê de serkeftinê dixwazin.