Delal avasin
Tecrûbeya nirxên 40 salan ya tekoşîna azadiya Kurd bi rastiya şoreşa Rojava re hevdîtin kirin, yekparebûn û zîvirandina gavên pratîk yê şênber pir girîng e. Rastiya şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, di avakirina pêşeroja azad ya gelê Kurd de zabûnek e(mîlad). Bi hezaran salan her tim hegemontî, yên ku di aliyê hêzên hegemon ve têne birêvebirin, têne perçiqandin, rastiya gelê Kurd ku tabiyî polîtîkayên nijadkujiyê têne kirin, êdî dest xwe bi xwe rêvebirinê kir. Şoreşa Rojava jî mînaka vê ya herî şênber e.
Bersiva herî xweşik ku ji polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina ku hatiye serê gelê Kurd, gelê me yê Rojava ciwan, pîr, jin, zilam hemû bêyî xwe bisipêrin hêzeke din axên xwe diparêzin, di derheqê jiyana xwe de êdî xwedî axaftinê ne, ji bo ku bi çanda xwe re jiyan bikin baweriyeke mezin, bi biryarbûn û hewldaneke mezin şerê ku daye kirin bûye.
Gelê me yê Rojava’yê di vê rewşa şerê de gelek destkeftiyan bi dest xistine. Bi taybetî jî bi tevahî çûyîna avakirineke civakî çêbûye. Ev avakirina civakî weke ku Serokatiya me jî li ser kirp dike avakirina civakeke azad e. Avakirineke ku hemû aliyên civakê tevlî dibin û xwedî axaftin in. Gelê me vê avakirina ku azad, demokratîk, komunal û ekolojîk kapsama dike di pêşengîtiya jinê de pêktîne. Gelek caran hatiye kirpkirin, ‘ şoreşa Rojava şoreşa jinê ye’. Ev gotin roj bi roj şênber dibe. Dema mirov li Rojava digere êdî bêhtir govan(tanik) dibe, vê heyecan û kêfxweşiyê êdî bêhtir his dike. Mînak di pêvajoya şoreşa Rojava de kanton hatin ragihandin û gel li vêna bi bawerî û biryareke mezin xwedî derket. A niha gelê Rojava di van kantonan de pirsgirêkên siyasî, aborî, çandî û pirsgirêkên di hemû aliyan de, pêwîstiyan dinirxînin û digijînin çareseriyekî. Mînak kantona cizre, bi temamî gel xwe li wê derê birêxistin dike, ji bo pêkanîna ewlekariya xwe asayîşan avakirine, ji bo dabînkirina nîqaş û pêwîstiyan malên komînal hatine avakirin.
Bi van kantonan re rejîma Sûrî ku di rastiya gelê Kurd de pasîfîze kirî. Ya heyî qebûl dike, çi berpirsiyarî hatibe dayîn wê kirin, weke din jî dengê xwe dernexistin bi ardê re bûye yek. Çawa ku civakeke girêdayî pergalê nikare bibe xwe nikare ji derdora xwe, tiştên ku di bin destên wê de ye jî feyde nagire. Ne dikare di derheqê xwe de cesareta mafê axaftinê bike ne jî ji bo kesên derdorên xwe. Eve bi şoreşa Rojava re yek yek ev hatin şikestin. Bi pergala kantonbûnê re darbeyeke mezin li vê rastiya gel hatiye xistin. Êdî ev gel ketiye ferqa hêz, însîyatîf û vîna xwe. Her çiqasî hêzên kapîtalîst ji destpêka şoreşa Rojava heta niha bi ambargoyan alîkariya gelên Kurd yên perçeyên din astengî jî derxistibe, nikarîbûye xwe bi xwe birêvebirina gel û ji bo wê jî tekoşîna xwe di her wateyê de bilindkirinê re bibe asteng. Gelên Rojava êdî bi xwe diçîne, dibire û berheman berhev dike. Ji tu kesî ne li benda tu tiştî ye. Ji ber ku bingeheke mezin ya gelên Rojava û axa wan jî heye. Gel, ax hemû tişt û hemû kes di nav erkdarekî de nin. Ev jî tê wateya zindîbûnek pergaleke ku her tim dişuxule û zindî ye. Şoreş, her zarok, ciwan û dayikên ku diherikin sikakan di dil û jiyana wan de berdewam dike. Şoreşa Rojava diherike nava jiyanê û bûye şoreşa gel.
Weke di şoreşên din ku berdewam dikin Bi biryar û kêfxweşiyeke mezin di şoreşa Rojava de gelek tiştên ku zehmetî derdixe pêk tên. Gel di aliyekî de bi pêşxistina avakirina civaka xwe di aliyê din de di cihên sifttirîn ku şer lê hene cih digirin û ji bo pergal û axa xwe biparêzin xwe feda dikin. Rastiya şer tiştên ku bi xwe re tîne di şerê ku li Rojava de tê dayîn jî derbasdar e. Zehmetiyên bandorên weke gihanî, elektîrîk, ragihîn û aborî derdikevin holê. Li hemberî van pirsgirêkan çareserî û alternatîfên ku hatine dîtin bi awayeke komînal malkirina civakê re tê bikaranîn û jê feyde tê girtin. Gel çi dibe bila bibe destpêkê pergala xwe, rêxistinbûyîna xwe diparêzin û ji bo wê tekoşîn dikin.
Di şoreşa ku li Rojava pêk tê de aliyê ku herî bibandor dike û bi bandor dibe jin in. Ji ber ku kevirê avahiya civakekî jin in. Hemû pêkhateyên ku li ser civakê tê birêvebirin destpêkê di şexsê jinê de tê pêkanîn. Yanî herî zêde jin marûzî lîstokên pergala kapîtalîzmê maye. Ji ber vê jî di şoreşeke ku were pêkanîn de destpêkê dê di pêşengîtiya jin de pêk were. Ya ku di şoreşa Rojava de jî tê jiyan kirin ev e. Jin xwe bi vê şoreşê re dît, bi vê şoreşê re rabû ser piyan û bû hêza rêvebirina bingeh ya vê şoreşê. Dema ev pêk tên him jin bi xwe re di nav şerekî de ye û him jî bi feraseta ku di civak de hatiye afirandin re di nav şerekî de ye.
Jinên Kurd di her xebatên ku xwe û civakê eleqeder dike de, bi cih girtina sehayan ve namîne pêşengîtî jî dike. Dema cihê wê tê dibe dayik dema cihê wî tê bi keleşa destê xwe de di safên YPJ de di tekoşîna azadiya xwe û gelê xwe de cih digire. Carnan di kantonên heyî de pêwîstiyên avakirina civakî nîqaş dike, carnan jî ji bo zarok, rêheval û malbatên xwe yê ku di safên YPG-YPJ de cih digirin re dibe xwarinpêj, dibe ajokar, dibe berpirsiyara ewlekariyê.
Jinan ji hemû xebatan re bi dil û can tevlî dibin, pêwîstî û nirxandinên xwe ya perwerdeya taybet jî kêm nahêlin. Di gelek cihan de mal û komeleyên jinan hatine avakirin. Di van cihan de him pirsgirêkên xwe tînin ziman him jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe jî yekîtiyekî pêk tînin. Dîsa aliyeke din herî girîng ya van malan jî hatina rewşeke navenda perwerde, guhertin û veguhertinê ye. jinan hema hema di her qadî de rêxistinbûyîna xwe pêkanîne. Ev an jî ew sazî navê wê pir ne girîng e lê weke rêxistiniyekî birêvebirina xebatan a rastî di aliyê li hevdû xwedî derketina jinan jî girîng e.
Gelên me li hemberî hemû yonelimên hêzên kapîtalîst ji tekoşîna xwe qet tavîz nedayîn ve dewam kirin marûzî gelek êrîşan jî maye. Bi taybetî jî di êrîşên ku di hindir de tên kirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Hêzên kapîtalîst û rejîm ji bo xwe, ji bo pergala xwe şoreşa Rojava ku bûye alternatîf ji ber ku bidin sekinandin, di nav xwe de tengbikin û belavbikin, bidewisînin serî li her cure leyistokên qirêj dane. Bi ambargoyan fikirîn ku gelê Kurd nikare xwe ji birçîbûnê re bigire û dê teslîm bibe, lê bi ser neketin. Ji ber ku pêwîstiya gelê Kurd ji xwê û kedê zêdetir pêwîstiya wan bi azadiyê heye û gel tekoşîna azadiya xwe bêwestandin da û hê jî dide. Bi ambargoyan dema encama ku dixwestin nikarîbûn bigirin dest vê carê jî çûne pêkhateyeke ku tê de KDP, Tirkiyê, Îran û hêzên herêmên din jî hene bi çeteyan plan kirin ku dawî li tekoşîna gelê Kurd bînin. Lê belê ew jî negirt. Gelê Kurd, ciwan, pîr, dayik, keç bi van çeteyan re ketin nav şerê. Ji ber ku niyeta gelê Kurd ewqas rehet destkeftiyên ku bi dest xistiye dayîn, teslîm bûyîn, pes kirin nîne. Gelê me şerê ku bi bîrlikên leşkerî YPG-YPJ re ketinê li hemberî çeteyan serkeftineke mezin bi dest xist. Li hemberî vê serkeftinê hêzên kapîtalîst vê carê planên ku ji çeteyan dê çawa xwe rizgar bikin dikin. Yonelimeke din ya ciddî ji şoreşa Rojava re ji ber ku gel bitirsînin, gasp bikin û koçbertî bidin kirin baskiyên pir cîddî yên çeteyan çêbûye. Armanc axên Rojava valakirin û bi tenê kirina aliyên ku li ber xwe didin. Alîkariya gel qutkirin e. di pêvajoya destpêkê ya Şoreşê de ev baskiyan ji bo yonlendîrmekirina gel ya derveyî sînor de bandor kiribe jî pişt re gelên Kurd bi ketina ferqa armanca van baskiyan paşde zîvirandin jî çêbûye. Gelên ku axên xwe terk kirin ketin nav baski, tenêbûyîn û birçîbûneke mezin. Marûzî her cure lîstokên qirêj man. Malbatên ku ji Rojava koçber bûn hatine eşîka belavbûnê, marûzî aşinmayên cîddî ya normên exlaqî û polîtîk maye. Bi taybet ev polîtîka herî zêde li ser jinên Rojava’yî tê kirin. bi vaada jiyaneke xweşiktir jinên ku têne xapandin bi navbeynkariya KDP’ê weke helallîk dane çeteyan, di malên giştî de hatine komkirin. Gelek jinên ciwan yên Rojavayî di Iraq’ê bi bihaya herî ketî marûzî her cure axaftin û şîdetê mayîn re şerê jiyankirinê didin.
Ji bo van hemû yoneliman bersiva herî mezin jî gelê me her tim bi armanca biryardayîneke mezin rêxistinbûyîna xwe pêşxistin, di asteke bilind de tekoşîna xwe birêvebirin, her cihî divê bizîvirînin ortameke nîqaşkirin û perwerdeyê. Ne ku tenê dema yonelim têne kirin her tim û di her mekanê de ji ber ku ewlekariya xwe sexlemtir bikin divê xebatên parastina cewherî bi dîkateke mezin were birêvebirin.
Ji ber ku civakek li ser axa xwe azad jiyan bike divê gelên din jî naskirin, ji çand, vîn û mafên wan re cih were dayîn û di nav alîkariyek de bin. Di pêvajoya avakirina li Rojava de heta niha herî zêde di eksena gelê Kurd de tê birêvebirin, divê em vê ji gelên din re jî bikin mal. Yanî bingeheke di yekbûna cudabûnan de. Bi vî awayî avakirina demokratîk ji bo gelên din jî dê bibe çavkaniya îlhamek, guhertin û veguhertinek. Ji bo ku guhertin û veguhertin sureklîlîk qezenc bike avakirin demokratîkê di her dilîma zemanê de nîqaşkirin, fêmkirin û derbasî jiyanê kirin divê xwedî hewldan û biryarbûneke mezin bibin. Di pêvajoya şoreşê de gelê Rojava vê hewldan û biryarbûnê da nîşandan, lê belê ji bo ku ev bibe daîmî û jiyanî jî divê pergala wê baş were kavramakirin.