Rewşen Sêrt
Didîroka Tevgera me ya Azadiyê de qada Botanê wekî qada herî berxwedêr, wekî navenda qehremaniya rêhevalê Egîd tê naskirin. Ev berxwedan heta roja me ya îro didome. Belê, Botan warê Egîdan, Hemze, Binefş, Zîlan û Semayan, bûye şahidê şehadeta bihezaran canfedayên ciwan; bûye şahidê zor û zehmetiyên zivistan û havînên me. Her wiha bûye şahidê gelek bûyerên bêbext.
Di her pêvajoyeke dîroka Tevgera me de gelek lehengan mohra xwe li dîrokê dane. Sala 2011’an û 2012’an qadên Cûdî û Besta bûn cihê vejîna berxwedaneke mezin. Li qada Cûdî, li hemberî êrîşên dijminên bi awayekî dijwar û bêbext li ser gêrîla çêbûn, qehremaniya du rêhevalên jin Zîlan Bagok û Sema Rojhilat derket pêş. Van du rêhevalên leheng ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin; bixwe jî bi durûşmeya “Bijî Rêber APO!”li hemberî teslîmiyetê, ji bo rûmeta jina Kurd a azad xwe ji zinaran avêtin.
Xeta Zîlan û Semayên Cûdiyê, 15 rêhevalên li qada Bestayê bi dilsozî şopandin. Zivistana 2012’an bû ku taximek lehengên di bin fermandariyarê heval Hemze Şirnex de bi ruhekî fedayî heya guleya xwe ya dawî li hemberî leşkerên artêşa Tirkên hov û xwîn xwar serî netewandin û di oxira azadiya gelê me de biserbilindî tevlî Karwana nemiran bûn.
Dema ramana Apoyî kete ruhê yekî/ê ew kes ciwan dibe, mezin dibe, dibe xwediyê îradeyeke ji pola, kesayeteke bihêz û bilind. Lewre zivistan dibe havîn, êdî ti şert û merc lê pêşiya kes nabe asteng. Ji ber di her zorî û zehmetiyê de muheqeq rêyekê peyda bike û pêve biçe heye. Belê, 15 lehengên Bestayê jî, ne sir û seqem, ne jî baran û berfa zivistanê guhdar kirin. Ya di bîra wan de tenê û tenê hezkirina hevaltî, girêdana Rêber APO û dilsoziya bi azadiya gelê Kurd re bû. Ev menewiyat têrê dikir ku dilê wan germ, rûyê wan biken û ruhê wan têr be. Di pratîkê de me bihevre gelek karên têkoşînê kiribû, hestên xwe parve kiribû, gelek rojên watedar bihevre derbaskiribû ku ti carî nayên ji bîrkirin.
Yek ji wan lehengan rêheval Hemze Şirnex; wekî esereke şoreşa me 23 salên jiyana xwe dinav têkoşîna azadiyê de bihurand. Ew wekî zarokekî Botanîyê esîl, dinava refên PKK’ê de bû fermandarekî ku bipêşengî û şerkeriya xwe tirs xistibû dilê dijmin; bihevaltiya xwe, xwe xistibû dilê rêhevalên xwe. Lewre tim ji hevalan re digot,“Hevaltî pir girîng e. Pêwîste em heta dawî hevaltiyê biparêzin; ti carî teslîmiyetê qebûl nekin.” Jixwe wisa jî kir; wekî fermandar li gel 14 hevalan heta guleya dawî şer kir û li şûna teslîmiyetê, rûmeta şehadetê hilbijart.
Li gel wî, rêheval Felat Ûrmiye ku bidilsoziya netewî sala 2001’an dilê xwe dabû refên azadiyê û salên dirêj li ser erdên Botanê ji kaniyên wêyên zelal av vexwaribû, ji darên wê fêqî girtibû, ji xwezaya wê sûd girtibû. Ya herî girîng jî, li Botanê hem têkoşîn kiribû, hem jî xwîn rijandibû û birîndar bibû. Êdî Botan bibû warêke dê. Birastî ew xwedî taybetmendiyên milîtanîbû.Ti carî tirsa dijmin li gel çênedibû. Her tim ruhekî êrîşê li gel hebû û xwedî cesaret bû. Wisa bû ku însanên ji gel ê wî nasdikirin, pê bandordibûn.
Tê bîra min: Carekê gundiyekî ji hevalê Felat re got,“Ez dixwazim li ser te binivîsim.” Lêhevalê Felat got,“Na, li ser min nenivîse; ji ber ku ez dijîm.” Piştî demekê kurê heval Felat şehîd ket, min bihîst ku wî welatparêzî li ser rêheval Felat pirtûkekê dinivîse.
Yek ji taybetmendiya rêheval Felat a herî balkêş, tim li hevalê xwe difikirî. Her çi tişt ba,digot“Destpêkê ji bo hevalan.” Her wiha jiber ji malbateke welatparêz bû,malbatê bixwe ew dabûn partiye. Bi rastî layiqî Rêber APO û malbata xwe bû. Ev yek di şêwazê jiyana wî de xuya bû. Tevahî hewldana rêheval Felat ji bo pratîkeke serketîbû. Lewre tim bi îdîeya serketinê ked dida û têkoşîn dikir.
Yek ji 15 lehengên nemir lêgervana azadiyê rêheval Aysel bû ku bi coş û moral tevlî têkoşîna azadiyê dibû. Taybetmendiya rêhevala Aysel a herî balkêş, dilê wê bihezkirin û girêdana hevaltiyê tejî hêvî bû. Heta berî şehîd bikeve notek ji bo me hevalên jin şandibû û tê de hezkirin û bêrîkirina xwe ya bihevaltî anîbû ziman. Di nota xwe de digot,“Me dixwest em zivistanê li gel hev bimînin, lê dijman nehişt. Lewre emê li hêviya biharê bin ku em dîsa bên gel hev.” Encex beriya bibe bihar û em dîsa hev bibînin, ev rêhevala me ya hêja tevlî Sterkên Nemir bû.
Rêhevala Ronahî Torî, weke jineke azadîxwaz jixwe bawer û radîkal bû. Li beramberî şaşitiyan serê xwe neditewand. Ew tim bi înada xwe dihat naskirin. Her wisa pir bi moral, bi dilxwazî beşdarî her karî dibû.
Cardin ez rêhevala Zîlan Bitlîs, Havîn Şirnex, Şerda Gever vebêjim, an jî Mehsûm Mêrdîn, Serhed Rojhilat, Demhat Wan, Azad Sêrt, Reşo Qamîşlo, Simko Semsûr, Cîlo Wan, Gezgor Urfa vebêjim! Her yek ji wan sembola milîtaniyê bûn ku bi sekna xwe ya pêşeng, bi kesayetên xweyên azad ji bo nekevin destê dijmin heta dawî li berxwe dan û li beramberî hovîtiya dijmin teslîm nebûn. Di vir de mirov dikare rola rêhevalê Hemze digot,“Pêwîste hevaltî li ser esasê yek ruhî û yek armancê be.”Bê dîtin. Ew tev wek têkoşerên rêya azadiyê, bi hemû cesareta xwe şer kirin û bi hevre cewherê ruhê milîtaniya PKK û PAJK’ê nîşandan.
Li ser esasê vê bîranîna 15 Stêrkên Nemirên li Besta (sala 2012) ez careke din soz Didim ku ji bo jîndar kirina xeyal û hêviyên tevahî pakrewanên me yên pîroz têkoşînê bilind bikim û weke hevaleke wan bibim layiqî hemû şehîdên Kurdistanê.