Berxwedana 14’ê Tîrmehê Dîroka Gelê Kurd e  

0Shares

Berxwedana dîrokî, şoreşî, çandî û civakî, berxwedana 14’ê Tîrmehê di salvegera 39’emîn de, di şexsê pêşeng û şehîdên mezin yê vê berxwedanê, rêheval Kemal, Xeyrî, Akif û Alî Çîçek de tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bi minnet, rêz û hezkirin bibîrtînin. Berxwedana Rêber APO ku îro li ser bingeha girêdana bi van şehîdên mezin re pêşdixîne, berxwedana rêhevalên me di girtîgehan de, tekoşîn û şerê pêngava şoreşgerî yê ku gerîla dide meşandin silav dikin, soz û biryardariya bilindkirina berxwedanê û girêdana bi xeta şehîdan re nû dikin.

Ji dîrokê û heya avakirina partiya me PKK’ê gelê Kurd, ji bo parastina çand, hebûn û xaka xwe li ber xwe daye. Çanda berxwedanê, li Kurdistanê vediguherê şêwaza jiyana gelê me. Lê ji ber pirî caran bê pêşengî, bê bîrdozî û zanistî berxwedan pêşketiye, gelê me êşên mezin jiyan kiriye. Lê berxwedana 14’ê Tîrmehê weke daneheva tevahî vê dîroka gelê me ya berxwedêr, bi şêwazekî nû, ku emsala xwe çênebûye pêşdikeve. Ev berxwedan, bi zanebûna fikir, bawerî, felsefe, bîrdozî û şêwazekî nû yê tekoşînê hate pêşxistin. Ev şêwazê nû yê berxwedana bi zanistî pêşket bi heqîqeta Rêber APO hate avakirin. Li Kurdistanê tovên vê berxwedanê hate avêtin, bi demê re veguherî tekoşîna gel a şoreşgerî. Li hemberî feraseta dewleta Tirk a darbekar, faşîst, dagirker û qirker berxwedana dîrokî a 14’ê Tîrmehê ji bo gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê û jina Kurd bûye destpêka demekî nû ya tekoşîna xwebûnê. Êdî gelê Kurd, ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet û bi destxistina nasnameya azad ev berxwedana dîrokî hembêz kir, xwedî lê derket û di oxira domandina vê berxwedanê de keç û xortên herî hêja kirin berdêl. Berxwedana ku di pêşengtiya Kemal, Xeyrî û Sarayan de pêşket li Kurdistanê bû bingeha gav avêtina pêngava 15 Tebaxê û avêtina tova şerê gel ê şorgerî. Gotina ‘Berxwedan Jiyan E’ êdî li Kurdistanê bû bingeha felsefeya jiyana azad.

Pêşengê berxwedana 14’ê Tîrmehê heval Kemal, berwedana ku dane pêşxistin wiha pênase kir; “Em jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de canê bidin jê hezdikin.” Ev wateya mezin, li Kurdistanê bû xet, helwest û biryardariya mezinkirina tekoşînê. Hevrê, pêşeng û tekoşêra mezin rêheval Sara berxwedana dîrokî bi vê awayî pênase dike; “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne pêvajoyek bû, hate jiyîn û bi dawî bû. Ev berxwedan, bi her awayî dîroka gelê Kurd îfade dike.” Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi zanebûna vê dîrokê erk û berpisyariyên pêvajo ji wan dixwest hembêz kirin. Dem û kêliya dijîn bi wate kirin. Bi vê berxwedanê re zihniyet û siyaseta tinekirin û qirkirinê ya li ser gelê Kurd dihate ferzkirin, darbeya herî mezin xwar. Li hemberî feraseta teslîmiyet û îxanetkariyê, pêşengên 14’ê Tîrmehê rêya milîtanî û şoreşgeriya zor hilbijartin û dersekî dîrokî dan dagirkerên Kurdisanê. Ji lewra di tekoşîna partiya me de, di her dem û pêvajoyên dîrokî de kadro û milîtanên Apoyî bi rola xwe ya dîrokî rabûne û bûne pêşengên demê.

Di vê dema tekoşînê a dijwar de, berxwedan û rûhê 14’ê Tîrmehê, bi pêngava şoregerî di pêşengtiya gerîlayên serdemê de li Zap, Avaşîn û Metînayê tê jiyankririn. Di roja îro de dewleta Tirk û destekdarên wî bi feraseta faşîst ya darbeya 12’ê Îlonê bi plangeriyên nû êrişî gelê me û tevgera me dike. Şerekî herî kirêt û dijwar li hemberî Rêbertiya me dide meşandin. Çawa ku li hemberî faşîzm û darbeya 12’ê Îlon’ê berxwedana dîrokî hate pêşxistin. Îro jî li hemberî êrişên topyekûn, tecrîda girankirî û plangeriya tasfiyekirinê bi rûhê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn tê meşandin. Li hemberî êrişên qirker yên dewleta Tirk û hevkarên wê weke gel, gerîla û tevahî rêhevalên di girtîgehan de, li ser şopa vê berxwedana dîrokî li ber xwe didin şer û tekoşînekî man û nemanê didin meşandin. Li ser heqîqeta vê berxwedana dîrokî, îro gerîla bi kevneşopiya heman rûh, ked, fedekarî, tekoşîn û berxwedanek destanî şer dike. Gerîlayên HPG’ê û YJA Star bi sekna berxwedêr ya Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçekan, bi rûhê serhildariya rêheval Sara li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin. Eger di roja îro de, dewleta Tirk a faşîst, dagirker û hêzên Kapîtalîst yên bi hemû derfetan hevkarî ji dewleta Tirk re dikin, di siyaseta xwe ya tinekirin û tasfiyekirina tevgera me de bi sernakevin, ev bi saya rûhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Li hemberî êrişên ku ji 23’ê Nîsanê ve hatine destpê kirin, gelê me bi sekin û girêdana bi Rêber APO re, gerîla bi berxwedana nêzî 3 meh e dide meşandin ev peyam daye dewleta Tirk û hevkarên wê ku ‘êrîş û plangeriyên we çiqas dijwar dibin bila bibin wê tu carî bi sernekevin’.

Li ser vê bingehê, tekoşîna gelê me, berxwedana gerîla û rêhevalên di girtîgehan de, li ser şopa Kemal û Sarayan, di salvegera 39’emîn ya berxwedana 14’ê Tîrmehê de qonaxekî nû ya tekoşînê dijî. Bi ketina sala 40’emîn ya vê berxwedanê erk û berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê me. Em weke tevger û gel di roja îro de bi êrişên dijwar re rû bi rû ne. Ev êriş tenê bi bilindkirina rûhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dikare werin têkbirin. Weke partî, kadro û milîtanên Rêber APO û şopdarên xeta berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê, şert û merc çi dibin bila bibin, êriş çiqas dijwar dibin bila bibin, weke berxwedêrên di demên zor de bi serxistin, em ê li hemberî van êrişên topyekûn bi rûhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin û serbikevin.

Li ser vê bîr û baweriyê em careke din pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê, di şexsê wan de tevahî şehîdên di oxira mezinkirina vê berxwedanê de bi rûhê fedaî şer kirin û gihîştin şehadetê bi minet û rêz bibîrtînin û soza me daye şehîdan dubare dikin.

Koordînasyona PAJK

 

Attachment