Bersiva Hêvî Û Xeyalê Azadiyê
Weke tê zanîn civakek di kîjan aliyên xwe de kêm be ewê hewil bide di wî alî de xwe bi pêş bixe. Civakên Rojhilata Navîn bi taybet jî di mijara pirsgirêka wekhevî û bi hev re jiyankirina jin û mêr de pêxirtengî jiyan dike. Herî zîde PKK bersivdayîna wî û ji bo çareseriya herî rast ji bo vê pirsgirikê dibîne.
Di vê wateyê de pirsgirêka jin û mêr weke pirsgirêka herî sereke dîtin û hewil dana çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî bi pêşengiya jina azad de, şêwaza tevgera Apogerî ya têkoşînê ye. Jina pêşeng û ferda azad ne tenê xeyaleke ew rastiyeke. Ev yek di hebûn û pratîka PAJK’ê de hatiye îspat kirin. Asta milîtaniya jina Apoger di herêma Rojhilata Navîn de ji bo jinên xwedî lêgerîn bûye îdol û modela hilbijartî. Weke tevgera Apoger em xwedî mîrateyek dîrokî û jiyanîne, ev yek me dike hêviya hemû jinan.
Di rastiyê de weke pirsa pêwîste em ji xwe re bikin ev e, ”gelo asta me ya partîbûnê têrê dike ku em bersiva hêviya azadiyê ya hemû gelan bidin?” Bi taybet jî pirsa, ”gelo hêza me têrê dike ku em bersiva hêvî û xeyalê azadiyê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bidin?” Weke pirsek zêdetir bi şewat derdikeve pêşiya me. Tişta îro pergala qapîtalîst dike qomployek nû ye ji bo li hemberî tevahî civakên Rojhilata Navîn. Her çendî em hemû milên vê komployê nizanibin jî, lê tê zanîn ku hêzên qapîtalîst û emperyalîst her tim xwediyê emelên dagirkeriyêne li dijî civakên heremê û nirxên wê yên civakî.
Bi taybet her roj bi şêwazên nûtir van êrîşan dibe ser kesayeta jin û koletiya bi hezaran sal a ferzkirî, dixe rewşa qebûlkirina bi dilsozî. Li beramberî vê komployê xwe rêxistinkirin pêwîstiyek lezgîn a şoreşgeriye. Li beramberî pêkanîna vî erkê ya dîrokî, her çendî seknek leheng û fedayî derketibe hole jî, lê di rastiyê de kêmbûnên asta pêşengiya îdeolojîk kêm e. Ji xwe weke tê zanîn ji her tiştî zêdetir sekna birdozî û têkoşînkirin pêwîste li beramberî wî qomployê. Ji ber ev qomplo beriya her tiştî bi êrîşên zîhnî destpê dike û berdewame.
Rêber Apo di hevdîtinên xwe de asta kadro yê kêm di mijara fêmkirina qomplo de destnîşan dike. Fêmnekirina wî komployê sedemên wê gelek in. Yek ji wan sedemên esasî kêm xwendina Rêbertiye, kêm zanîna dîrokê û ji ezmûnên dîrokê sûd negirtne. Di zîhin de dijmin weke dijmin nedîtine, şêwaza fikrandina basît ya ku Rêbertî di talîmatên xwe de destnîşan kiriye. Şêwaza fikrandina piçûk.
Çiqas piçûk di fikire, Ewqas jî di gotinê de belave û di kiryar de kirêt û mekroh e. Yek ji pirsgirêka me ya herî mezin fêmnekirina qomployê û li dijî qomplo bê helwest mayîne. Li dijî qomplo bê helwest mayîn, yan jî bi helwestek lewaz û kêm çalak tevlîbûn, dihêle Rêbertî her tim bi tenê bimîne. Ji xwe bi sekna xwe ya kêm, me Rêbertî di her demeke têkoşînê de bi tenê hişt. Îro jî heman tişt derbasdare, sekna me ya partîbûna kêm di hêle Îmralî tenê bibe meydana şer. Rêbertî li şuna me hemûyan şer dike. Ji bo barê Rêbertî sivik bibe û tecrit bişkê, tenê dûrûşme avêtin têrê nake. Di şexsê Rêbertî de li dijî hemû herema Rojhilata Navîn qomploya ku hatiye bi pêşxwistin, îro gihiştiye merheleyekî nû. Ev qomploya nav dewletî ku bi alîkariya hêzên heremî yên xayîn bi rêve diçe, her roj rêbazê wê têne guhertin. Li beramberî rastiya komplo ya berdewam her roj ji nû de xwe avakirin pêwîstiyek demê ye.
Ev qomplo berî her tiştî jina azad hedef dike.
Ev qomplo berî her tiştî jina azad hedef dike. Ji xwe pergala xwe li ser aqilê zilamtiyê daye avakirin, dizane ku heger rêxistinbûna jina azad û têkoşîna wê bilind bibe, şansê xwe dana jiyankirinê jê re namêne. Ji ber wê weke her tim êrîşa herî mezin dibe ser jinê. Hem di zîhin de hem jî di beden de, ev êrîş bê navber berdewamin. Di pêvajoyek bi vî şêweyî Partîbûna jin di esasê nasnameya PAJK’ê de pêwîstiyeke demêye ku ancax bi pêkanîna wê ve, em bi karibin ku bibin xwedî sekin, helwest û têkoşîna derbaskirinê. Rêbertî di mijara partîbûnê de vê dibêje; ”em ew tevgerin ku me partîbûn daniye pêşiya her tiştî. Ji bo me partîbûn beriya nan û avê tê, heta em dikarin bêjin, ji hewayê jî pêşdetire.”
Wê demê em bê partîbûn nikarin henase jî bigrin. Bi pêşengiya partîbûyî û artêşbûyî em ê di Rojhilata Navîn de şoreşa jinê pêkbînin. Berovajî vê yekê ne gengaze ku em di rewşa heyî de jî berdewam bikin. Partîbûyîn û artêşbûyîn ji bo me sedema hebûn û tinebûnêye. Fêmkirina vê bi hemû hêza xwe ve hewldana avakirina kesayeta partiyê, divê ku karê me yê 24 demjimêran be. Wê demê pirsa herî girîng ev e bi caran Rêbertî ji me pirs kir; em ê ji ku destpê bikin?
Bê guman cihê em jê destpê bikin hişmendiye. Xwe ji ya kevin ne xilaskirin û di hişmendî de neketina paradîgma pirsgirêka me ya serekeye. Di rastî de em gotina ketin û neketina paradîgma gelek caran bi kartînin. Lê diyare di fêmkirina me de kêmbûn hene.
Paradîgmaya mêzandina me ya li gerdûnê ye. Ger em dibêjin, paradîgma civaka demokratik ekolojik û azadiya jinê, tê wê wateyê ku em bi giştî li gerdûnê mêze dikin û parçe nakin. Dema em nêzî xwezaya dûyemîn dibin weke civaka mirov, em ji hemû nasname , ol, netew, cins û rengan re wekhev nêz dibin. Em çikesî li ser ya din re nagrin, ji ber ku em bi pîvana demokrasiyê nêz dibin. Hemû helwest û biryarekî ku berovajî vê yekê bikeve ew ji bo me di pîvana redkirinê de ye.
Di heman demê de, di mêzandina xwezaya yekemîn de jî, em ajalekî li ser ajalek din re nagirin dest. Her kiryareke zirerê dide ekolojiyê, em di esasê pîvana redkirinê de digirin dest. Di heman demê de mijara azadiya jin, ku ev mijara mihwere ji bo paradîgmeya Rêbertî. Ji bo wê her fikir, gotin û kiryareke li dijî pîvana azadiya jinê be ew ji derveyî paradîgmaya me ye. Ji bo wê kesê ketibe paradîgma ew kese ku di jiyan û her qadeke têkoşînê de azadiya jinê esas digre.
Li gor vê yekê ger em xwe bi pîvin, em ê bibînin bê em çiqas di bîr, gotin û kiryar de ji derveyî paradîgma Rêbertî jiyan dikin. Mêzandina me ji gerdûnê re yeke yan parçeye? Têkiliya me bi derdora me re li gor pîvanên demokratîkin? Di esasê watedayîn û rêzgirtinê de pêş dikevin an li gor hestên me yên ne polîtîk û hilbijartinên me yên şexsî pêş dikevin? Helwest û kiryarên me li gor berjewendiyên civata partiya me pêş dikevin, an jî li gor berjewendiyên me yên şexsî pêş dikevin? Em bi hezkirin nêzî xwezaya derdora xwe dibin, paqij digrin û îlhamê ji bedewiya wê digrin? An em bê pîvan êrîşî xwezayê dikin, wateya hebûn û xweşiya wê ya bi bandor li ser civaka mirov nabînin? Gelo em di hemû kêliyên jiyan û helwestên xwe de li gor pîvanên azadiya jinê jiyan dikin? Li gor azadiya jinê jiyankirin ji bo xwe mijara herî stratejik dibînin? Em bi mêzandina jinan li gerdûnê mêze dikin? An tişta me bi rê ve dibe ne mêzandina jinana ye; bêhtir mêzandina ferda kole, ya ku xwe ji serweriya aqlê zilam rizgar nekiriye û bûye dîlê paradîgma dewletê?
Warşîn Azadî