Beşek ji hevpeyvîna Şafak Aryen ku yêk ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê ye ji ajansa Jinha re dayî;
Rêber Apo li sozyalîzmê nirxa civakî zêde kir, azadiyê destpêkê bi azadiya civakî ve girêda. Bi wê yekê pirsgirêka jinan a ku çavkaniya hemû koletiyan bû girt rojeva xwe, çareseriya wê girt ser xwe, bi perspektîfa gerîlatiyê derfeta azadiyê da jinan û vê yekê pêşî li artêşbûna jinan vekir. Bi vê ve girêdayî jin bûn xwedî têkoşîn û pêl bi pêl herikîn qada gerîla û bi ked, hewldan û azweriya azadiyê ya van hevalan artêşa jinan bû pêşenga sedsala 21’ê.
Evîna jinan a mezin a ji bo azadiyê, welatparêziya wan û berxwedana wan ya li dijî desthilatdariya mêr da nîşandan ku yên ku şer dikin azad dibin, ev rastî bû bingeha serkeftinê û dî dîrokê de hat neqşkirin. Bêguman bi têkoşînek pir mezin û bi bedelên pir giran artêşbûna jinan hat avakirin, ev rastiyek e. Ji ber vê yekê wateya wê jî di aliyê bîrdozî-leşkerî de jî destkeftî û encamên wê mezin bûn. Jiyan û çalakiya hevala Bêrîtan vê pêngava bi heybet derxist holê, perspektîfa gerîla ya jinan derxist asta herî pêş, bi nêzîkatiyeke orîjînal a ji bo berhevkirina serkeftinên jinan di asta bîrdozî-siyasî-leşkerî de heta sala 1992’an pêk anî. Di meha Cotmehê de, li hemberî êrîşa li dijî gerîlayên me yên azadiyê ku bi hevkariya KDP’ê bi TC’ê mîna ya îro diqewime, rêhevala me Bêrîtan bi jiyana xwe nasnameya rastiya jina azad nîşan da. Hevala Bêrîtan bi fêmkirina xwe ya bîrdozî, nêzîkatiyên jin û mêrên kevneşop red dikir, têkoşîna cîns bi radîkal dimeşand, azadiyê bi têkoşînê re kir yek û azadiya xwe bi azadiya civakê re girte dest. Ji ber hestên bi hêz ên welatparêziyê, hemû polîtîkayên ji rê derxistin, qirêj ên pergala desthilatdar dît, îxanet, hevkariyê hem di warê neteweyî de hem jî di warê zayendê de nepejirand, bi enerjiya jiyanê û coşa wê fam kir ku çareseriya van pirsgirêkên bi têkoşînê pêkan e. Bi vê yekê şervanên bi cesaret û kesayetiya fermandariyê bi xwe re bi pêş xist. Hevala Bêrîtan li dijî hêzên îxanetkar, milîtaniya jinên Kurd a li dijî banga ‘teslîmiyetê’ bi dirûşm û tilîliyan bersiv da û li dijî teslîmiyetê heta guleya xwe ya dawî şer kir û xwe ji zinaran avêt xwarê.
Em dikarin bibêjin bi çalakiya Şehîd Bêrîtan nasnameyek berxwedana jinan jî derket holê?
Erê em dikarin wisa bibêjin. Di lûtkeya xwe de temsîliyeta nasnameya gelê qedîm ê Rojhilata Navîn ku em weke Kurdên azad pênase dikin, vediguherîne helwesteke xwedî exlaq, namûs û azadiyê, li dijî Kurdên ku di qada neteweyî de xizmeta dijminê klasîk ê Kurdan dike derdikeve. Hevala Bêrîtan hevaleke wisa bû ku di nava qadên me yên tevger-artêşê de li dijî mêrên ku desthilatdariya xwe ferz dikirin seknek bîrdozî û têkoşîna radîkal dida meşandin. Di vê wateyê de, di helwesta xwe de redkirina hemû newekhevî û xerabiyan û her wiha parêzvaniya xwe ya radîkal vediguherîne hêza ku hem li hemberî paşverûtiya di refên partiyê de hem jî li hemberî dijminan şer bike. Rêber Apo; bi gotina; “Ya şer dike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin” vê rastiyê veguherandiye felsefeya xwe ya jiyanê. Jiyana wê tijî ye, çalakiya wê encama wê ye. Jiyana wê bi wan tiştan dagirtî ye. Di vî warî de em dikarin hevala Bêrîtan weke rastiya fermandariya vê xetê û milîtana azadiya jinan pênase bikin, di heman demê de wek pêşketina civakî ya asta rêxistinbûna jinên gerîla tîne ziman pênase bikin.
Ji bo vê jî pênaseya hevalên me yên ku di asta pêşengiyê de di pêşveçûna me ya dîrokî de cih digirin bi xwe re sînordar e û ji manewiyatê ku îfade dike wêdetir pêşengiya geşedanên mayîndetir û civakî ye. Hêz û kûrbûna wê ji wê derê tê.
Li hemberî çalakiya Şehîd Bêrîtan bersivek çawa hat dayîn?
Bersiva Rêber Apo li hemberî vê kolektîfa mezin; weke artêşbûna jinan bersiv da. Mîlîtaniya jinan a ku bi tevlibûna rêhevala Sakîne Cansiz a têkoşîna azadiyê dest pê kir, îro bi rastiya xwe ya sazîbûnê, bi pêşketina bîrdozî, rêxistinî û leşkerî ya weke hêza partiyê, bi hezaran şehîdan û bi mîlyonan hêza herî radîkal a sedsala 21’ê pênase û wateyê dibîne. Weke afrîner, milîtan û berdevkên vê pêşketinê em salvegera damezrandina artêşa xwe bi serbilindî û rûmeteke mezin, bi biryardariya têkoşîn û serkeftinê li dijî desthilatdariya mêr, pergala faşîst, pergala desthilatdar û hemû nûnertiya wê pêşwazî dikin. Tevgera Azadiya Jinan weke stûna xwe ya parastinê, Artêşa Azadiya Jinan ku çareseriya radîkal a nakokiya zayendî dixe rojeva xwe, rakirina hemû newekheviyan bi azadiya jinê ve girê dide, hem li dijî rastiya sazîbûnê ya desthilatdariyê, hem jî li dijî artêşên wê ye. Nirxên ku rêhevala ma Bêrîtan û bi hezaran şehîdên me nûnertiya wan kirin, em weke binirxbûna nasnameya bîrdozî dibînin. Li ser vê kevneşopiyê li dijî her cure paşverûtî û êrişan ji bo azadiya civakî em xwe bi rêxistin dikin. Bidestxistina rêxistinbûna sazîbûnê ya weke artêşa jinan hem ji bo hemû jinan hem jî ji bo gel encamên giran derxist holê. Tevgera gerîla, ji salên 1980’î û vir ve weke artêşeke jinan pêvajoyeke têkoşînê ya 31 salan derbas kir.
Weke tevgera gerîla ji sala 1980’yan ve heta niha hene û weke aştêşbûna jinan jî pêşvajoya ku 31 salên wê qediya heye. Bêguman ev yek di pêvajoya ku piştî krîzên pergalî yên modernîteya kapîtalîst kûr bûn, dema Şerê Sar ê Cîhanê û bi pêvajoya şerê germ ê li Rojhilata Navîn hatiye detpêkirin çêbû. Rêber Apo bi kompolyek navdewletî ku divê bi navê operasyona Gladyoyê were pênasekirin, bi awayê bêhiqûqî hat dîlgirtin. Bi têkoçûna sosyalîzma reel re xitimandia di eniya çep de çêbû ji aliyê tevgera azadiyê û Rêber Apo ve hat derbaskirin. Vê yekê rê li ber modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk, perspektîfa demokratîk-ekolojîk azadîxwaziya civakê şênber bûn. Bi wan re di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hem jin, hem mirovahî, li dijî pergalên desthilatdar bûn xwedî hêzeke alternatîf. Li hemberî pergala serdest a mêr bi artêşa me ya jinan, paşverûtiya wê ya civakî, dorpêça şîdetê ya li ser welat û herêmê, ferzkirina neteweperest-ol, hovîtiya hêzên weke DAIŞ’ê û hwd. derfeta hevgirtina jinan û mirovahiyê bi heman pratîkê afirî û ya herî girîng jî rêbaza azadbûnê derxist holê. Ji ber vê yekê ji aliyê hêzên desthilatdar ve ji nedîtî ve tê dîtin, tê terorîzekirin. YJA Starê di çarçoveya erka xwe ya dîrokî de xwe ji nû ve birêxistin kir û bi cihbûna xwe li erdnîgariyeke berfireh a Rojhilata Navîn hêza xwe ya têkoşînê zêde kir û di warê xwerêveberiyê de îradeyek cidî bi dest xist û bi erka mezinkirina tevgerê, têkoşîna zayendî û li dijî eniya desthilatdariyê dike. Divê em vê pêşketinê wek şansek ji bo hemû jinan û civakê nebe nabe bibînin. Bêguman zehmetî, kêmasî û mijarên ku girêdayî paşverûtiya jinê, desthilatadariya mêr ku em di asta rexnedayînê de bigrin dest hene lê belê ev hemû mijarên tekoşînê ne.
Bawer im ne şaşe em gerîla weke tenê hêza leşkerî pênase nekin?
Belê, gerîlatî jî di warê ji nû ve avakirina hevsengiya têkçûyî ya bi xwezayê re xwedî nêzîkatiyeke felsefî û pêşketineke bingehîn e. Di heman demê de pêşketinek xwerû jî heye. Ev çiyayên ku em lê bi cih bûne ne tenê cihên em ji bo parastina erdnîgarî cihê xwe lê digrin in, di heman demê de cihên ku yekitî û lihevhatina bi xwezayê re desthilatdarî xwe nikare bi cih bike ku mekanîzmaya jiyanê li ser bingeha paqijkirina giyanî û hişmendî ji nû ve tê organîzekirin e. Her wiha bingeha exlaqa azadiyê ya civakbûna jinan e. Ruhê helbestvanî yê hevala Bêrîtan û gelek rêhevalên din li vir geş bû, di heman demê de vî ruhî têkiliya me ya bi xwezayê re jî geş kir. Artêşa jinan a li ser textê xwedawendan, hewldana watedarkirina jiyanê, paqijkirina xwe ji kevneşopiyê, derbaskirina dîwarên ezezîtiyê û avakirina cihekî watedar di wateya nûkirina çanda xwedawendan de, hewl dide jiyanê watedar bike. Pênaseya me ya welatparêziyê li gorî vê ye. Di vî warî de felsefeya rêhevala me Bêrîtan a bi têkoşînê azad bû û bi azadbûnê bedew bû ku xwe li ser îradeya Rêbertiya me ava kir, bi vî rengî dibe goşt û xwîn û vediguhere geşedanên şênber. Ketina ferqa xwe, xwedîderketin, parastin, têkoşîn helbet serkeftinê dixwaze. Bedewbûn ne bi tedbîrên bi awayekî fermî ji aliyê nêzîkatiyên modernîst ên di nava sînorên çêkirî, bi misogerkirina hebûnê û nîşandana hêza jiyanê ya bi yekparebûna mirovî û li ser vê bingehê bi beşdarbûn an jî bi xwezayê re têkildar dibe. YJA STAR bi vê perspektîfê xwe di her warî de biçek dike û hewl dide di hemû waran de bibe pêşeng. Ger em artêşbûna jinê bi tevahî li ber çavan bigirin, mirov dikare rastiya şehîdên me û çima xwedî jiyan û çalakiya ewqas mezin in, bi kelecaneke mezin bi jiyan û mirovahiyê ve girêdaye û heta çi radeyê pêk hatiye dikarin fem bikin.
Asta şerê ku gerîla di salên dawî de êrişên herî mezin ên serdemê bi berxwedana xwe dişkîne, çi ye?
Weke we jî diyar kir şerekî ku xwe dispêre qirkirinê bi hemû ling û amûrên xwe yên qirêj di şênberiya tevgera me ya azadiyê de li dijî gelên Rojhilata Navîn, jinan, komên baweriyan û hemu beşên ku ji derveyî vê pergalê dimînin tê meşandin. Digel ku hêza pêşeng a vî şerî dewleta faşîst a TC ye di rastiyê de li pişt wî hêzên NATO’yê û pergala navneteweyî hene. Ev rewş bi qasî berfirehiya şer pêwist dike ku armanca wî jî bi berfirehî bê famkirin. Di heman demê de salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ye. Yek ji pêngavên herî bi bandor a vê nêvenga bi pevçûn a ku em weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase dikin, ev komploya navneteweyî ye ku di 9’ê Cotmehê de starta wî hat dayîn. Çima wiha ye? Ji ber ku Rêber Apo modernîteya kapîtalîst a ku xwe alternatîf dibîne, heta şaneyên wê pênase kir û derbasbûna jê nîşan da. Ji sala 1973’yan ve bingeha têkoşîna şoreşger avêt, erdnîgariya Rojhilata Navîn, kir navend, rêxsitinê afirand û bi wê yekê têkoşînê meşand. Bi wê yekê xitimandina di eniya çep de derbas kir, piştî têkçûna sosyalîzma reel pêşengiya sosyalîst bi bandor kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, hêzên hegemon ji bo rêxistinbûna pergalên xwe Kurdistanê kiribûn rewşek ku nedihat dîtin. Rêber Apo ji ber ku vê yekê dît û baş analîz kir, li ser esasê azadiya Kurdistanê dest bi têkoşînê kir. Bi esasgirtina azadiya jinan ne tenê guherîna siyasî, azadiya civakî lêkolîn kir û bi wan yekan pergala şaristaniyê ji bingehê ve kir hedef, di nava kaosa pergala desthilatdar de meyla ji bo azadiyê anî rewşeke ku bibe faktora bingehîn. Rêber Apo bi van hemû mijaran pêşketinên bîrdozî, leşkerî û civakî ava kir ku ev yek xwedî girîngiya stratejîk in.
Ev rastî dema ku em ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve diçin bi qasî ku ji bo jinan, ji bo gelê me û gelan vediguhere fersendekî, di warê hêzên hegemonîk de weke gefeke ku xeteriya windakirinê derdixe holê hatiye dîtin. Ji ber ku di xwezaya desthilatdariyê de li ser bingeha azadiyê xwe guhertin nîn e, li ser parastina berjewendiyan dîlgirtina Rêber Apo, li ser tevgera me ferzkirina tasfiyeyê, dest danîna ser destkeftiyên ku tevgera me ya azadiyê derxistiye holê di bin venêrîna xiyanetkarên Kurd ên hevkar de tunekirin, bi vê awayê gelên heremê li gorî daxwaza parçekirin, êrişên dagirkeriyê, bi şerên dijwar komkujî, di bin wekaleta çeteyan an jî netew dewletan de her ku çûye pêvajoyeke bi kaos a hêzên hegemon bi xwe di nav de cih girtine hatiye meşandin. Cewherê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev e. Ger bala xwe bidinê şerê ku li Rojhilata Navîn didome di bingehê xwe de di navbera her du paradîgmayan de dimeşe. Şerekî ku di navbera Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk û paradîgmaya Şaristaniya Dewletparêz de dimeşe. Di vê wateyê de bi qasî çavkaniya têgeha teorîk a paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk êrişên ku li ser Rêber Apo ku pêşêngê jiyandina vê ye tên meşandin, êrişên stratejîk ên ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan e. Şêwazê meşandina vî şerî mirov dikare hê bi hûrgulî bîne ziman lê ji ber ku esasê vê ew e weke hêzên gerîla şerê azadiyê ya ku em dimeşînin ji bo azadkirin û parastina gel û jinên Rojhilata Navîn û her kesê ku pêdiviya wê bi parastinê heye ye.
Polîtîkayên ku pêşî li rizandina civakî û teslîmiyetê vedikin tên meşandin
Ji ber van sedeman hem di warê navneteweyî de, hem herêmî, hem, neteweyî û hem jî jinan de êrişên ku çêdibin hene. Hêza sereke ya di xeta neteweya demokratîk de çandên cuda û nasnameyan, di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de diparêze Rêber Apo, tevgera azadiyê û gerîla ne. Ji sala 2015’an heta niha êrişên ku çêdibin, ji bo ban hêzan bê parastin bihêlin bû. Ger encam bihata girtin dê hêzên navneteweyî li heremê bigihîştana asta tişta ku dixwestin bikirana. Niha hem li Bakurê Kurdistanê, hem li Rojava, Şengal û Mexmûrê, êrişên bi awayên cuda û daîmî tên kirin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û qadên ku em bi navê Herêmên Parastina Medyayê bi nav dikin, êrişên leşkerî zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de hem operasyonên leşkerî tên lidarxistin, hem jî bi şerê taybet civak hedef tê girtin û polîtîkayên ku pêşî li rizandina civakî û teslîmiyetê vedikin tên meşandin. Em bi rewşeke bêhiqûqî ya mînakên wê tune ne û bi sûcên şer dagirtî ye re rûbirû ne. Li herêmên gerîla, ligel hemû hêzên artêşê, hêzên çete jî hatine seferberkirin, hemû awayên teknîkê xistine dewrê, ji çekên kîmyewî heta bombeyên termobarîk çekên ku dikevin çarçoveya nukleer tên bikaranîn. Ji sala 2015’an ve heta niha van êrişên ku didomin ji sala 2021’ê vir ve miqdara bombeyên ku dewleta Tirk a faşîst bi kar anîne, ji yên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatine bikaranîn derbas bûye. Şerekî hovane û bi çavsorî, bi armanca qirkirinê tê meşandin. Hêzên navneteweyî jî ji ber dijberiya bi paradîgmaya me re, an rasterast an jî ji hinek aliyan ve ji ber ku piştgirî didin vî şerî, rewşa bi pevçûn a ku her dem berdewam dike heye. Ger dewletek rastî ewqas êrşan hatibûya dê di nava demek kurt de belav bûya.
Li dijî vê yekê ji ber ku feraseta me ya şer a ku xwe dispêre stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî; ketiye pratîkê, hem hêzên navneteweyî hem jî TC nizanin çi bikin. Vê pêvajoya têkoşînê ya ku cehwera wê bîrdozî ye, nîşan da ku ne teknîk, hêz û îradeya mirov diyarker e û dikare rewşê biguherîne. Têkoşîna ku em bi baweriya ji bo azadiyê û exlaq li ser bingeha girêdana bi Rêber Apo re dimeşînin; em dizanin ku dê pêşeroja hemû gelan û jinan diyar bike. Vê zanîn û berpirsyariyê hêza bingehîn a berxwedana me ye. Gerîlatiya modernîteya demokratîk, ji ber ku di bingehê de rêbaza şer şîrove kir, li dijî vê ji aliyê avakirina giraniya gerîla ve, bi tektîk, rêbaza tevgerê, feraseta çeperbûnê û xeta çalakiyê li gorî wê ava kir, serweriyek diyar derxist holê. Bikaranîna teknîka di dest me de û asta bi awayê bi bandor xistina xizmeta taktîkê, di şer de roleke girîng dilîze. Bi taybetî bi komên bi tevger ên li ser erazî hakîmiyeta wan heye, parastina qadan û valaderxistina êrişên dijmin her wiha çalakiyên di tunelan de dijmin tengav kiriye. Ji aliyê dewleta Tirk ve rewşa heyî lîtav e, ne dikare bi pêş ve biçe ne jî jê derkeve. Ji ber ku li dijî gerîla tişta dixwaze bi dest naxe, çetebûyîna xwe mezintir dike û civakê ji her alî ve hedef digre, xwezayê texrîb dike, êrişê dar û kevirên me dike. Ji ber ku ji aliyê muxalefet û civaka Tirkiyeyê ve bertekek çênabe, konsepta şer a heyî berê xwe daye nava Tirkiyeyê û bi polîtîkayên xwe her kesê, her aliyê veder dike, diçewisîne û bêbandor dike. Li holê ji aliyê klasîk ve jî tu nikarî behsa hiqûqa dewletê bikî. Komeke çete ya ku bi tevahî bûye xwedî karakterê mafyatîk, ji bo xwe biparêze, berê xwe daye çekên netewperest-olperest-zayendperest, bi kûrkirina şer û rijandina xwînê, hewl dide ji bo xwe cihekî çêbike. Weke hêzên YJA Star; li dijî vê rewşê asta şerê bi bandor ê pêşengiya jinan pratîze dike derket holê. Li ser esasê baweriya bîrdozî û têgihîştina pêvajoyê, bi rastiya ku beşdarî veguheriye hêzê, vê yekê di şerê parastinê de bi bandor tê bikaranîn. Giraniya li ser taktîkê û bi pêşengiya çalakbûniyê, permormanseke ku rewşa şer diyar dike tê nîşandan. Di vî şerî de hevalên me yên jin ên leheng şehîd bûn. Ji bo şansa serkeftina mirovahiyê bigihîje serkeftinê û veguhere rêxistinbûna pergalê, milîtaniya mercên herî zehmet bi cesaret û fedakariyên mezin tê raberkirin. Hem di warê tunelan de hem jî xebatên kolandinê de, hem di komên bi tevger de hem jî di beşdariya çalakiyan de serweriyeke pir girîng û asta kedeke mezin heye. Li ser bingeha rexistinbûna xweser, di nava şer de asta çalakiyên xweser û encamên ku bi dest ketine, ji aliyê îstatîstîkî ve du qa li gorê demên borî ye. Bêguman ji ber ku îrade û rêxistinbûna jinan artêşa dijmin dixe zorê, çeperên me yên ku hêzên jin tê de ne bi taybetî tên hedefgirtin. Dijmin ji ber ku di vî şerî de xwe dispêre konsepta ku destpêkê jin tên hedefgirtin û hewl dide hêza wan bişkîne, êrişên xwe jî di wê xalê de zêde dike. Hêzên me yên jin, bi zanîn û berpirsyariya dîrokî bi zehmetiyan re têdikoşin, ji ber vê îradeya wan dibe sedema beşdariya hêzên me yên giştî. Roleke bi heyecan a ku hêzê de dide dilîze. Weke hêza fermande, asta ku gihîştiyê, tê pejirandin, weke hêza ku ji gelek aliyan ve şer dike zêdetir tê tercîhkirin. Dîsa di warê branşbûyînê de, hesasiyet û baldariya jinan vediguhere derfetan. Ji ber vê yekê nîşangerên me yên herî bi bandor hevalên jin in, ev rewş ji bo gelek branşan jî derbasdar e. Niha şer, li Zap-Metîna-Xakurkê û qadên bakûr zêdetir bûye. Dewleta faşîst TC maskeya xwe xistiye, berê leşkerên bi pere, hêzên taybet, leşker û hwd… di serî de PDK’a sîxur û DAIŞ, bi gelek bermahiyên hêzên çeteyan re li ber çavên hemû cîhanê daye qadên şer. Bi vê yekê eşkere dibe ku serokê DAIŞ’ê Erdogan e. Çeteyê ku di dema pevçûnan de hatine qetilkirin hene. Jixwe hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê şer kir û wê têk bir tevgera Apoyî ye, hêzên din, li ser bingeha polîtîkayên xwe yên demkî wan bi kar tînin.
Gerîla rola xwe dilîze û çi dibe bila bibe dê paşve gav navêje
Niha êrişên mezin hene lê dewlet çete-hêzên artêşê nikarin bi pêş bikevin lê ji derveyî hêzên gerîla divê jin û gelên herêmê eniya berxwedanê mezin bikin, di vê pêvajoyê de ya dikeve ser wan bikin. Bêguman gerîla rola xwe dilîze û çi dibe bila bibe dê paşve gav navêje lê ji bo eniya qirêj a tifaqa mêr a hatiye birêxistinkirin were têkbirin, pêdivî bi hêza berxwedêr a bi gelan hatiye avakirin heye. Ji ber ku mijar jiyan û pêşeroja gelan e. Ji aliyê dîrokî ve ji ber hebûna kaotîk a pergalê xwe dide der, ji bo rexistinkirina hewldana azadiyê derfet çêdibin. An dê vê pêvajoya dîrokî, li ser bingeha jiyana azad a jinan û gelan be yan jî dê careke din, pergal li ser êriş û qirkirina jinan pergala xwe ji nû ve saz bike, temenê xwe dirêj bike. Di vê xalê de pir girîng e ku têkoşîna gerîla, bi perspektîfa xweparastinê bi tevgerên gel re bibe yek. Ji ber wê bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî divê her kes ji aliyê xwe ve li dijî dijmin bisekine, bi qasî dikare helwest nîşan bide. Ger asteke wiha ya xwedîderketinê çêbibe divê girse bikevin tevgerê. Ger ev yek nebe dê dijmin dest ji êrişê li dijî tembûr, gotin, govend, kevir, dar, çûk û her kareya ku azadî lê heye bike. Ger xwedîderketina li çand, nirx û ya herî bingehîn mafê jiyanê neyê derketin dê tu derek jiyanê bê dagirkerî nemîne. Faşîzm; rûyê herî bi şîdet û bê şerm ê ku pergala desthilatdar, dema li ber windakirinê û di nava kaosek de nîşan dide. Têkbirina vê berpirsyariya her kesê ye lewre ger pêşî neyê girtin dê sîrayetê jiyana her kesê bike. Hêzên jin ên gerîla dê tu carî rê nedin teslîmiyet û dagirkeriyê. Pêşeroja jin û gelan bi çareseriya ku bi pargala neteweya demokratîk pêk were ye. Ji bo vê çi ji destên me were em ê bikin, paşve gav navêjin lê divê em mafê xweparastinê bi bandor bi kar bînin. Ger em wisa bikin bi hêzeke mezin, di demek kurt de em ê encam bigrin, pergala serdest a mêr têk bibin. Divê em bi zanîna vê tevbigerin û her kes li gorî vê rastiyê li xwe xwedî derkeve, tevli têkoşînê bibe. Ji ber sûcê ku xeta teslîmiyetê li Iraqê dike dewleta Tirk a faşîst wisa bê şerm dikeve Iraqê lê ev sûc di heman demê de yê gelên li Iraqê ye jî. Gelên li Iraqê li dijî vê yekê divê di nava serhildanan de bin. Rêveberiya dewletê ya çanda gelan krîmînalîze dike faşîst e lê li dijî vê yekê kêmasiya têkoşîna gelên ku xwe bi rêxistin nakin, di demê de helwest nîşan nadin û nikarin govenda xwe jî bigrin jî heye. Ev pir zelal e; di rewşek ku pêşengiya jinan di her warî de çalak bibe, gelê me û gelên din werin asteke ku bikaribin li xwe xwedî derbikevin dê bandorê li ser şerê heyî bike. Fedakariya mezin a hêzên gerîla, berxwedêrî û biryardariya bêdawî; dê bi xwe re meşa ber bi serkeftinê ve bîne. Pêdiviya jinan, gelê û gelan bi vê heye. Rastiya Bêrîtanê jî di cehwherê xwe de ev e. Rêber Apo hevala Bêrîtan a li dijî artêşa dijmin û xulamên wê yên cihî ala berxwedanê bilind kir, bi gotinên; “Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye” pênase kir.
Bêguman ew rûmet a me hemûyan. Ji ber wê divê mirov di şer de bibe alî, di têkoşînê de cih bigre, xwedî li pîvanên azadiya rûmetê derbikeve û biparêze. Divê her kes bizanibe jiyana xwe bi vî rengî ava bike, helwesta xwe ya ji bo pêvajoyê û cihê xwe zelal bike.