Bêrîtan Bersiva Berxwedanê Ye

0Shares

Heval Berîtan yek ji şehîdên meha Cotmehê  ye. Di sala 92’an de di operasyona ”Sandivîç” ya ku QDP û YNK bi piştgiriya hêzên navnetwî ûdewleta Tirkde heval Bêrîtan şehîd ket. Jiber ku kesayeta heval Berîtan kesayeteke çalakger û pêşeng bû.wê Heval Berîtanher tim ji bo pêşengîtiyê amade bû. Ji ber wê yekêhevalBêrîtandi şer de pêşengîtî kir.

 Di şerê 92’an depeymanekQDP û YNK bi dewleta Tirk ûhêzên navnetwî re jî hebû ku  bi giştî gêrîla tune bikin. Her wiha kurdên îxanetkar jî di şer de di nav hewldanekî de bûn. Heval Berîtan bixwe ji Dersimê ye.Ji ber kuhevala Bêrîtan kesayeteke zana û xwendevan bû. Ji ber wê yekê demahevala Bêrîtan tevlî rêxistinê dibe,ji bo ku pêş nekeve her tim Ferhad dixwest pêşya wê bigire. Bi taybet heval di milê çapemeniyê de dihişt. Lê belê her tim xwesteka heval Berîtan di aliyê leşkerî de hebû. Her tim hevala Berîtan li hemberî feraseta Ferhat têkoşîn dikir.

Di şerê 92 an de dema dijmin êrîş dike û derdora heval Berîtan dorpêç dike,ji bo ku hevala Berîtan temslîiyetê qebûl nakê xwe ji uçurumê diavêje. Teslîm nebûyîna heval Berîtan û xwe ji uçurumê avêtin ji bo me nîşaneya berxwedanê ye û sekneke li dijî xeta îxaetê ye. Di wê şerî de îxanet di asta herî jor de bû. Bi taybet di nav gêrîla de xeta Ferhad QDP, YNK her wiha hêzên navnetewî û dewleta Tirk hemû li hemberî xeta berxwedaniyê bûbûne yek. Bi taybet jî li hemberî fikra Rêbertî û xeta azadiya jinê îxanetê bikin. Lê hevala Berîtan bi çalakiya xwe xeta îxanetê vala derxist. Dema peşmerge derdora hevala Berîtan digirin bangewaziya teslîmbûyînê dikin. Rûxmî ku pêşmerge ji wê re dibêjin em tiştekî bi te nakin were teslîm bibe jî hevala Berîtan li hemberî van îxanetkaran bersiva berxwedanê dide û mohra berxwedanê li dîrokê dide. Bi vê helwesta hevala Berîtan peşmerge jî pir bandor dibin. Di vê şerê de du xet derkete holê. Xeta yekemîn îxanet e, xeta duyemîn jî xeta berxwedanê ye. Hevala Berîtan xeta îxanetê li bin xist û xeta berxwedanê di asta herî jor de bilind kir. Di wê pêvajoyê de pir hevalên jin berxwedanî û lehengtiyên mezin nîşan dan. Bi taybet di şerê Başûr de çalakiya hevala Berîtan bû sembolek ji bo tevgera azadiya jin û tevgera PKK,ê.

Di şerekî de hevala Berîtan dema birîndar dibe wê birîndarbûnê weke xweşikbûn binav dike. Dibêje însan çiqas şer dike însan xweşik dibe. Her tim li hemberî dijmin hêrseke mezin dibe. Ji bo vê jî dixwaze di pratîkê de cih bigire. Di aliyê hevalan de pir tê hezkirin û nirx tê dayîn. Mînak rûxmî ku hevala Beîtan Serokatî nedîtibû jîlê fêmkirin hebûjiber wê yekê dixwest li ser Serokatî romanekî binivîse. Heval Berîtan ji bo me xeta jina azad e. Arteşbûna jinê hate avakirin. Ji bo vê jî di şexsê hevala Berîtan de hemû hevalên şehîd ji bo me ne windahiyek bû. Dibe ku ew heval şehîd ketin,lê ew berxwedan, tekoşîna wan xeta ûsembolê ya ku ji bo me diyar kirine herkudiçe mezin dibe. çalakiya wan bû sedem ku tekoşîna me her mezin bibe. ji bo wê jî her çiqasî ew heval şehîd ketibin jîji bo me xetek jinê wê jibo esasbe û emê her tim li ser wê xetê dimeşin. Ji ber ku xeta îxanetê xwe pir dida pêş şehadet û berxwedaniya hevala Berîtan li ser gel bandoreke pir mezin çêkir. Jinek li hemberî xeta îxanetê berxwedanî dike û wê xeta îxanetê vala derdixe. Baweriya jinê li hemberî jinê dide avakirin. Hevala Bêrîtan biev çalakî da nîşandan ku jin li kû derê dibe bila bibe dikare serkeftinên mezin ava bike. Yanî di nav gel de her diçe li hemberî jinan bawerî xurttir dibe. Em jî weke jinên azad li ser xeta berxwedaniyê a hevala Berîtan dimeşin.

Slav KOÇER

Attachment