Xweparastin parastina jiyanê ye û em divê hertim di bîra xwe de bigrin ku giring e em li hemberî tundiyê ya li dijî jinan, dijî zarok, xwezayê û her qadê jiyanê de tê jiyîn dema têkoşînê didin di ferqa wê de bin ku xweparastin ji bo me jinan rêgezeke jiyanî ye. Bê pergala xweparastinê emê nekarin dawî li tundiyê jî bînin.
Çîrok û dîroka her rojên girîng yên îro em salvegera wan de cardin bi qehremanên rojên wê re bibîr dixin hene. Ji bo 25’î Mijdarê jî, dema em vedigerin dîroka wê, em dibînin ku li wir jî endamên Tevgera Clandestineyê Patrîa, Mînevra û Marîa Mîrabel ku xwişkên hevbûn li dijî dîktatoriya Trujillo ya Komara Domînîk têdikoşiyan. Her sê xwuşk roja 25’ê Mijdara sala 1961’an de piştî destdirêjiyê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabel, di sala 1981’an de di Kongreya Jinan a Amerîkaya Latîn de, 25’ê Mijdarê wekî ‘Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî’ hat îlankirin û ji wî demî ve em bi hemû jinên cîhanê re wan her sê xwuşkan bibîrtînin û têkoşîna li hemberî pergala mêrsalar, pergala kujer mezintir dikin.
Gelek girîng e ku em têkoşîna xwe li dijî tundiyê mezintir bikin, ti demî tempoya xwe nedaxin û hertim xweparastinê wek rêgeza jiyanî bifikirin û pêkbînin. Xweparastin parastina jiyanê ye û ji bo jinan rêgezeke jêneger e.
Em jî li çiyayên Kurdistanê, weke gerîlayên azadiyê li hemberî pergala tundiya li ser jinan re têkoşînekî mezin didin. Em ji bo pêşeroja azadiya gelê xwe û hemû jina vê berxwedaniya xwe her diçe mezintir dikin û dibêjin em ti demî zilm û zorê, tundiyê li ser jin û zarokan, li ser jiyanê qebûl nakin. Em li dijî her cure tundiya psîkolojîk û fîzîkî ya li ser jinan in û têkoşîna me jî xwe li ser vê bingehê pêş dixe û dimeşe.
Yên ku jiyanê diafirîne jinin. Ya ku hebûnê di jiyanê de derdixîne jî cardin jin e. Jin, li dora felsefeya Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Jin-Jiyan-Azadî’ li qadan in. Îro jî li dijî jinan qirkirinek mezin tê meşandin. Li dijî jinên ku li serê çiyayan ji bo azadiyê têdikoşin jî şereke mezin tê meşandin. Em hemû jin divê rê û rêbazên xweparastinê de xwe fêr bikin û têde xûrt bikin. Jin li her derî divê ji bo mafên xwe, ji bo pêşeroja xwe li ser piyan be. Divê jinên ku li hember tundiya li ser jinan têdikoşin li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Eger jin xwe bi xwe neparêzin û xwe bi perwerde nekin, wê civak birize û pûç bibe. Ji ber vê rastiyê ye pergala mêrsalar ewqas hewil dide pêşiya jin bigre, ewqas tundî diafirîne.
Zîlan Tolhildan