Azadîya Rêber APO Azadîya Jinên Kurd e

0Shares

Binevş Ceng

Di serî de bi germahiya meha tebaxê, bi ruhê Egîd, Jîn û Arjînan; Ronahiya me ya pîroz Rêber Apo silav dikim. Îro em ji pêvajoyeke pir dîrokî re derbas dibin. Bêguman ev pêvajoye rast xwendin; li gor wê jî erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me rast pekanîn, xwedî girîngiyeke mezin e.  

Di destpêka salê de dema li hember êrîşen ku sîstema desthilatdar hemle hate destpêkirin, bêguman dihate zanîn ku bedelên pir giran wê werin dayîn. Di vê qonaxê de li beramberî êrîşên înkar û îmhayê bi ruhekî Apoyî xwe di serkeftinê de kilît kirin, di asteke bilind pêş ketiye. Ruheke wisa bêguman dê azadiyê bi xwe re bîne. Îro asta me ya têkoşînê gihîştiye lûtkeya  xwe  ya herî jorê. Tecrîta girankirî  ya li sêr Rêber APO salek têper kir.  Ev rewş her çiqas ji bo me bi eş jî be, le bêlê asta têkoşîna ku Reber APO li Îmraliyê weke lehiyeke berxwedanê daye destpêkirin, ji bo me rênîşana bilindkirina asta têkoşînê ye. Ji bo pêvajoya heyî, Reber Apo peyama serkeftinê daye me.

Bêguman niha di pêvajoya ku em tê de ne, li pir deverên Kurdistanê şerên dijwar diqewimin. Di van şeran de berxwedaniya gerîla û serhildanên gel bersiva herî mezin dide dijmin. Ev jî îfadeya ruhekê ye, ruhê fedayî û serkeftinê. Di şexsê Rûbar, Rozerîn, Arjîn û Mahîran de berxwedaniya ku hatiye pêşxistin, îro çirûskên xwe di tevahiya Kurdistanê belav kiriye. Ji bo hêviya azadiyê hîna bilindtir bibe û ev hêvî xwe zindîtir bike, îro em têkoşîneke pir mezin didin.

Bêguman erk û berpirsyartiyên ku dikevin ser milên me di pêvajoyeke wiha şoreşgerî de wateya xwe pir mezin e. Li ser mîrasê ku fermandarê mezin Egîd (Mehsûm Korkmaz) ji me re hiştiye û heya roja me ya îro hatiye, weke şopdarê vê mirasê em jî tekoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîn her biçe wê hîna xurtir berdewam bike. Ew germahiya di dilên me de, ew ruhê serkeftine di me de hatiye avakirin, heya negihîje azadiya Rêber APO û em Rêber Apo ji dilbûyînê azad nekin, wê ticaran têkoşîna xwe nedin sekinandin.

Weke ku em dizanin di pêvajoyeke wiha dîrokî de bêguman di qadên gêrîla de jî  çalekiyên li sêgoşeya Şemzînan, Çelê û Geverê ku wek operasyona şoreşgerî em bi nav dikin, xelek bi xelek her ku biçe wê xwe li Kurdistanê belav bike. Lewma ji girîngiya qonaxa niha hîna zêdetir derdikeve pêş. Ger ev dem wek ku her tê nirxandin, heke wek salên berê em bigrin dest, wê şaş be û xeteriyê bi xwe re bîne. Ji ber ku ev sal bi her awayî xwedî wate û naverokeke cuda ye, lewma jî kar û xebateke cuda dixwaze. Divê em bi hemû hêza xwe ve bidin diyarkirin ku heya Rêber APO azad nebe, ev têkoşîn wê roj bi roj mezin bibe û heya negihêje serkeftinê jî nasekine. Em ê dev ji vê tekoşînê bernedin. Bêteredud çûna ser hedef û  ji bo pêkanîna armancên xwe  bêtirs têkoşîn kirin, taybetmendiya sereke ya mîlîtanê demê ye. Ev moral, kelecan û asteke îdea û biryardariyê îfade dike. Ji ber ku me di destpêka sala 2012’an de soza serkeftinê da. ji bilî serkeftinê wê ti tercîhekê me ya jiyanê û ti hilbijartinekê me ya cuda nebe. Her gerîla bi vê ruhî, bi vê biryardarî tevlî pêvajoyê dibe. Ev girîng e. Ji windahiyê salên borî encam derxistin, sala pêşiya xwe rast xwendin, bi encamên hîna xurt çûyîna bi ser kar û xebatên xwe, asta ku gêrîla gihîştiyê îfade dike. Ev hewldanên gerîla wê ti binkeftinan nepejirîne û pêwîste bigihîje serkeftinê. Niha di şerê ku bi dijwarî li bakur diqewime, her gêrîlayek bi ruhe fedaî, xwestek, kelecanek diçe ser çeperên dijmin. Ev vîna azad îfade dike. Yên ku çavên wan li azadiyê nebe, bêguman çalekiya wan jî bi şeklekî azad wê nikaribe pêk were.

Di despeka 2012’an de sîstema desthilatdar dixwest vîna gelan a azadiyê bişkîne. Em dikarin wisa bi nav bikin; li hember mîtîngeran îro vîna azad serkeftinê dixe destên xwe. Wê bigihîje serkeftinê jî.  Bêguman di qadên Parastina Medyayê de îro şerên pir dijwar diqewimin. Weke Tevgera Azadiyê salên borî û di despêka sala 2012’de jî me bi plansaziyekê ve dest bi têkoşîneke berfireh kir. Li beramberi me hêzên  navnetewî dest dane hev û bi erîşekî  pir dijwar bi ser me de tên. Di serî de li hember Reber APO û gelê Kurd  êrîşan dikin.  Le bêlê  li beramberî vê jî  hêzeke pir mezin, vînekî pir xurt îro berxwedanî dike. Dijmin hemû teknîkê xwe, tank û topên xwe jî xistiye dewrê, lê belê li hember vê vînê, dijmin tar û mar bûye. Dijmin di nava binkeftineke mezin de ye, nizane wê çawa ji nav vê rewşê ji derkeve. Nizane çawa vê binkeftina xwe veşêrê. Ti bendewariya me ji hukumeta AKP’ê û di heman demê de ji hezên navnetewî ku alikariya wî dikin, tine ye. Jixwe ti caran em ji wan bendewar jî nebûne. Reber APO destên aştiyê, destê çareseriyê dirêj kir. Her carê destê aştiyê dehf dan. Li hemberî hewldanên Reber APO îro mêtîngerî binkeftinekî pir mezin diji. Di nav vê binkeftina xwe de jî niha ber bi xeniqandinekê ve diçe û wê  çawa jê derbikeve nizane.

Îro di heman demê de berxwedaniya gel a li Başûrê Rojava jî mizgîniya pêşketinên giring e. Bi mîlyonan mirovên ku hêviya xwe tînin ser ziman û pergala  xwe ya Xweseriya Demokratîk ava dikin, bêguman peyamên pir girîng didin gelê Kurd û cîhanê. Di pêvajoyên dîrokî de seknekî dîrokî jî tê xwestin. Eger seknek ne xurt be, ne serkeftî be, xwe bi azadiyê ve girê nedabe, wê dîrok jî me efû neke. Em ê nehêlin dîrok cardin xwe dubare bike. Ev sal girîngiyekê xwe ya wiha ji bo me heye.

Dorpeçkirina Şemzînanê ne wek çalekiyeke asayî ye. Ev ne çalekiyek e; tevgerek e. Ev tevger jî heya ku encam negire, wê herberdewam bike. Wê di qadên Bakur de û her çar perçeyên Kurdistanê, bi şewazên cur be cur, bi şewazên serhildanan, xwedî li doza xwe, Rêbertiya xwe di asta herî jor de derkevin.

Ger em Rêber APO azad bikin, em ê bikaribin nefesekî azad bikêşin; Ji ber ku azadiya Reber APO azadiya jinên Kurd e, azadiya civaka Kurd e. Heya ku ev azadî neyê bidestxistin, ji bona me nefesekî azad kişandin jî  heram e. Durûşmeya îsal “An Azadî, An Azadî”ye. Bi vê durûşmeyê bi sedan hevalên me canê xwe feda kirin û bê teredud bi ser dijmin de çûn, bi redkirina binkeftinê, serkeftine bi dest xistin. 

Em jî wek şopdarên hevalên xwe yên şehîd, şopdarên vî gelî, gelê ku her roj di kolanan de azadiya xwe diqîre, soza girêdanê ji van nirxan re dubare dikin. Em ê bikaribin sala 2012 bikin sala azadiya Rêber APO. Bi vê ve giredayî wê bibe sala azadiya jina Kurd û tevahî jinen cîhanê. Wê bibe sala gelê Kurdistanê. Ji bo mirovahiyê jî bêguman wê bibe sala azadiyê.

Li cihê ku dijmin bi reheti digot “ez dikarim bikevimê û dikarim kontrola xwe ava bikim, eraziyê Kurdistanê di destên min de ye’!” îro ev hêrêm di destên me de ye. Hevalên me di çeperên xwe de, di asta herî jorê de berxwedanî dikin. Tevahî hevalên ku tevlî vê pêvajoyê dibin ji ber ku serkeftinê ji xwe re kirina armanc, encamên bi serkeftî jî bidest dixin. Ya girîng berdewamiya vê ye. Bi şekleke rêxistinkirî, bi dîsîplîn, bi çanda leşkerî  û bi xwedî derketina erk û berpirsyariya xwe, bêguman em ê azadiya Rêber APO jî qezenc bikin. Ji ber vê jî heya Em Rêber APO  azad nekin, gelê Kurd negihîje azadiya xwe, ev têkoşîn wê her berdewam bike.

Tevahî hevalên ku tevlî vê pêvajoye dibin, di şexsê Jîn, Sarîna, Şahîn, Ekîn, Rûbar û bi dehan şehîdên me yên şehîd bûn, ez cardin bi dileke fedayî silav dikim. Ji hemû hevalan û kesên ji bo azadiyê ked didin re serkeftin dixwazim.  Herî dawî jî dibêjim ROJÊN XWEŞ Û AZAD LI BENDA ME NE!