Azadî Nayê Tecrîdkirin…
Evîn Nejdet
Salek bi ser tecrîda şidanî ya li girava Îmraliyê têper dibe û mirov dema li vê kiryara dij-mirovahî temaşe dike, bi her awayî bi rastiya gemar a pergala desthilatdar pê dihese.
Tecrîd ku di bingeh de peyveke Erebî ye û ji peyva mucered ango qutkirin an jî tekirinê tê û îzolasyonê îfade dike, di zimanê Kurdî de ji bo wê pênaseyên; cihêgirtin, cudagirtin, heramkirin,jinavxweavêtin, ji her kesî û her tiştî cihê kirin, veder kirin, silav lê nekirin tê bikaranîn. Di bingeha xwe de tecrîd rêbazeke taybet e ku hêzek li ser civak û gel, li ser çîn û zayend û elbet hin kesayetan pêk tîne. Dema ku mirov li ser mijarê kûr dibe bi rengekî ron û eşkere armanca wê fêm dike û dibîne ku ev rêbaz bi hezaran sal e ku di meriyetê de ye.
Feraseta serdest û desthilatdar bi hêrs û çavsoriya ku hemû berhemên xweza û civakê bikin malê xwe, hewce dîtin ku di avaniya civakê de jî hin guhertinên berbiçav bidin çêkirin. Ji bo vê jî di destpêkê de serî li hakîmiyeta zihnî û baweriyê dan. Bi serweriya ku di mêjî û dil de bê avakirin, mirovên li jêr bombebarana bîrdozî de dimînin, wê rehet teslîm bibin. Lewma jî teolojî û mîtolojî wek amûrên çalak û bi bandor ketin dewrê. Jin û beşên ku di jiyana berê ya azad û wekhev de israr dikirin diviya bi awayeke zirav bihatana kontrolkirin. Lewma jî yên ku heya astekê zane û hişyar bûn jî pêwîst dikir ji civakê werin dûr xistin ku bi vê encamê re mirov dikare bêje yekemîn pêkanîna tecrîdê hate destpêkirin. Jinên ku di civaka xwezayî de xwedawend û rêberên civata xwe bûn, hatin reşkirin. Ji bo vê jî mîtên taybet ku heya roja îro jî vegotina wan dewam dike wek çîroka Adem û Hewa bi hev hatin kirin. Li gor vê mîtolojiyê Hewayê ji ber bi gotina xweda nekir û Adem ji rê derxist ji bihûştê hate avêtin. Xwedê ji bo wan tenbîh bike ew ji bihûşta xwe şande ser rûyê erdê û nifşê wan heya îro neçar maye ku sizayê guneha wan bikişîne. Ango xweda ew ji mekanê xwe qewitand û tecrîd kir. Ev mîtolojiye behsa pêvajoyeke girîng a mirovahiyê bi zimaneke çîrokî dike ku serwerên şaristaniyê jin gunehkar dane nîşandan bi îdeaya ku serî li hemberî xweda (wan) rakiriye. Zilam jî ji ber hate xapandin diviya tewanekê bidaya û ew jî bi jinê re -lê belê wek malîk û xwediyê wê- bû koleyê serdestan. Jin û zilam li jêr nîrê hegemoniya şaristaniya koledar zevt bûn, tenê xwedî yek mafê bûn ew jî bê pirs û sual erêkirina fermanên xwedayan bû. Wiha jî ew însanê ku xwe perçeyek ji civata xwe dizanî û xwediyê giyaneke xwezayî bû, ji van taybetmendiyên xwe bêpar ma. Ji ber, qada hizirîn, lêgerîn û afirandinê li ser wî hate girtin û raman hate tecrîdkirin. Li gor zilam, jin hîna kete rewşeke kambaxtir ji ber ku ew ji qada siyasî, rêveberî û bi giştî ji qada civakî hate dûrxistin. Jin kete girtîgeha malbatê. Cîhana wê bû çar dîwarên malê û civaka wê jî tenê bû malbat. Ev tê wateya ku jin ji civakê hate tecrîdkirin û civak ji hest, raman û xweliqkariya wê bêpar ma. Lewma jî pergalên civakî bêtir rengekî zilam û hişk girtine xwe.
Di encama dabeşbûna civakê, dûrketina ji xwezayê û pêşketina ramana serdest, şer û pevçûnên giran ku heya roja îro jî didomin hatin destpêkirin. Mêjiyê zilam ê analîtîk ji bo bigihîje armancên xwe her cûre rê û rêbaz ji bo xwe mubah dît. Ev armanc jî bêguman sûd û feydeya zêdetir bû, ji bo vê jî talan, kuştin, dizî, destavêtin, şewitandin û qirkirin li ser aliyê dijberê xwe bêyî ku dudiliyekê bijî pêk anî. Ruxmî ku xweda ji ber tewana guneke piçûk însan tecrîd kiribû, lê însanê ku xwe nûnerê xweda didît, bi navê wî dest avête her tiştekê. Ji ber van şerên giran bêhejmar mirov û heywan hatin kuştin. Texrîbatên pir giran li xwezayê hatin xistin û ev hilweşînerî heya ber bi sînorê têkçûna mêzîna xwezayê ve hatiye. Pir civat, qebîle, eşîre, netew, terîqet û kesayetên serbixwe jî li ber lehiya tinekirina nirxên mirovahiyê ketin û qurban bûn. Hin civak an ketin nava pêşbirka dahurandina feraseta şaristaniyê, an jî xwe spartin cihên dûr û bilind ku bikarin xwe biparêzin. Lê ruxmî vê jî siya mentiqa zilamsalar û desthilatdar jiyana wan bi neyînî bandor kir, ji ber nekarîn bi rehetî û asayî tevbigerin û xweliqkariyê bijîn. Ew bêtir di rewşeke îzole de man. Di encama êrîşên hovane yên şaristaniyên serdest de bi dehan klan, qebîle, kêmnetew û mezhebên civakî ji dika pêşketina mirovahiyê daketin xwarê û marjînal bûn. Di dawiyê de jî an di nava pergalê de heliyan, an jî tine bûn.
Pergalên desthilatdar hakimiyeteke mutleq li ser raman û baweriya civakê avakir. Lê belê qet giyana azad û berxwedêr niyeta wê tinebû ku li beramberî zilm û navendparêziya pergalên koledar serî bitewîne. Ji ber mirovahî ticar nikare ji enerjiya azadiyê bêpar bijî, lewma her ku hîs kir ku difetise bi rêbazekê boriyên henasekişandinê ji xwe re dît. Wiha bû ruxmî ku serdestan însan wek amûrekê dîtin û ji serî û hestiyên wî birc û kel avakirin, mirovbûyînê xwe di stran û lorînên dayîkan de, di çîrok û destanên şevên tarî de, di helbest û xezelên Xeyam û Sohrewerdî de, di wêneyên Manî û têkoşîna Bûda de da jiyandin. Lê şûrê koletiyê ji bo bi azadiyê re şer bike her amade di destên serdestan de sekinî. Ji ber vê jî pir mirovên azadîxwaz ku xwestin ramana serbixwe û civakî pêşbixin an hatin kuştin an jî li girtîgehan riziyan. Mînakên vî şerî jî di tevahiya dîrokê de heya roja îro bi hezar caran dubare bûye. Dema mirov li xirbeyên şaristaniyên berê digere yek ji cihên herî bixof ku mirov matmayî dihêle bêguman li jêrzemîna her kelekê de girtîgeh hatine çêkirin. Ango hema bêje di hemû derê cîhanê mirov dikare rastî çal û odeyên tarî ku birastî jî ne cihê jiyanê ne, li jêra keleyên qahîm bê. Di bingeh de kele bi dîwarên qalind û bilind ava dikirin ku bikarin xwe ji derve biparêzin. Ji bo bişên dest deynin ser ax, kole û dewlemendiyên gund û klanan. Pir caran êrîş li ser van civakên derveyî şaristaniyê pêk dianîn û ew talan dikirin, ger bi berxwedaniya wan re rû bi rû bimana jî tenê şûr dest bi peyivînê dikir. Dîroka şaristaniyê di wateyekê de dîroka qirkirin û talana nirxên mirovahiyê ye.
Baş neyê zanîn ka kengî mêjiyê analîtîk dest bi avakirina girtîgehan kir, lê belê diyare ku ew jî îcadeke şaristaniya zilam e. Di civakên xwezayî de jî heke endamekê şaştitî an jî ne li gor rizikên civakê tevbigeriya, bi awayekê diviya tewana vê bidaya. Lê belê sizayê ku dihate dayîn li gor exlaqa civakî bû û bi armanca ku careke din dubare nebe, dihate diyarkirin. Ango li kesê tewankar rêbazekî ku vîn û mafê wî yên sereke binpêbibin, nêzîkatî nedihate çêkirin. Jixwe ji ber darizandin ne li gor qanûnên hişk bûn, bi sedem û encamê ve girêdayî dihate bidestgirtin, wiha jî ji bo silametiya civakê biryareke çê û di cih de dihate dayîn. Lê belê ev rêgez jî wek piraniya rêgezên din yên mirovahiyê bi hegemoniya navendî û serweriya mêjiyê analîtîk yê zilam li ser civakê re binpê bû. Pergala desthilatdar di bin navê qanûn û huqûqê de hin rêzikên nivîskî xiste rojevê û wek çawa ku ked û nirxa însan hate pîvandin, tewanê însan jî ji makîneya hesabê derbas bû. Ji bo her tewan û gunehê, ji pêş ve hin siza diyar kirin. Li gor feraseta desthilatdar nedibû ku kesê tewanbar di nava civakê de bimîne û ji bo ku bersiva guneha xwe bide li girtîgehan hate ragirtin. Diz, kujer, tecawûzkar, sextekar û hwd. kesên gunehên wiha kirin di çerçovaya rêzikên qanûna her pergalekê de hatin darizandin û deriyê girtîgehê li ser wan vebû. Ew ji civakê hatin tecrîdkirin. Wextê mirov lê binêre bi vê rastiya dilêş re rû bi rû dibe ku ev kiryarên nedirê hemû encamên rastiya pergalê bixwe ne. Li cihê ku diziya mal û milkên bindestan ji bo hakiman helal be, li cihê ku kuştin û talan wek camêriya cengaweran tê hesab û însan bi taybet ji bo vî karî erkdar dibin û mûşe digirin, çawa û çima ew, kujer û dizan didarizînin? Destavêtin bixwe çanda herî li pêş a zilamê pergalê ye ku rojane li ser jin û civakê pêk tîne. Sextekarî jî ne tenê di mijarên aborî, di hemû qadan de pîşeya sereke ya serdestan e. Ruxmî paradokseke wiha mezin, pir însan temeneke xwe ya dirêj li girtîgehan bihorandin, an jî hatin kuştin. Her kiryar ji bo pergalê mubah û helal e. Jixwe girtîgeh jî ne ji bo parastina civakê, an jî bi armanca kesê tewankar bi şaşitiya xwe bihese, vebûn. Girtîgeh îşkencexane ne. Însanê girtî li ciheke teng û li jêr çavdêriyeke giran de tê ragirtin, wiha jî qaşo li şaştiya xwe mukîr tê û poşman dibe. Lê hemû daneyên lêkolînî didin eşkerekirin ku heya niha ti siza û îşkenceyan nekarî pêşî li tewanê bigre. Di esas de girtîgeh dibin navendên perwerdeyê ji bo kesên tewanbar hîna bêtir fêrî karên xirab bibe. Mînakên vê di girtîgehên Îranê de hîna baştir li ber çavan e. Jinên ku tenê bi guneha hevdîtin bi zilameke namehrem têne girtin, dema bi girtiyên fuhuşê dikin re dimînin, zêde nakêşe ku fêrî fuhuşê jî dibin. Di vir de divê were pirsîn ka hêzên dagirker bi çi mebestê girtîgehan bikar tînin? Li civakekê heke exlaq hebe karên xirab rû nadin, an jî pir kêm diqewimin. Ger xirabî nebe jî ti hewceyî bi saziya dewletê ku xwe weke parêzvanê civakê binav dike, namîne. Li ser vê bingehê ye ku pergal civakê ber bi xirabiyê ve diajo û qaşo li jêr navê pêşîgirtina suç, kesên tewan kirine dixîne nava çar dîwaran.
Pergal, ne tenê kesên ku tewanên exlaqî an jî edlî kirine dixîne girtîgehê, vê qadê bi taybet ji bo mûxalîf û dijberên xwe ji bikar tîne. Îro ku behsa mafê mirovan û demokrasiyê tê kirin, di cîhanê de bi hezaran girtî hene ku tenê ji ber ramana xwe ya azad û mûxalefeta li dijî desthilatan têne sizakirin.
Ku mirov li kiryarên pergala desthilatdar bi nêrîneke rexneger kûr dibe, baştir pêdihese ku bi çi awayî jin li nava dîwarên zayendparêziyê de bi tenê hiştine, çawa civak ji qada siyaset û rêveberiyê dûr xistine, çawa zanist tecrîd kirine, çawa çand û huner bisînor kirine, çawa mirov di behra bêbinî ya ezezîtî û ferdperestiyê de tenê hiştine û di dawiyê de çawa mêjiyê mirov mehkûmê hin nêrînên diyarkirî kirine. Ango tecrîd ne tenê li ser girtî, an jî hin kesayetan pêk tê, tecrîd pêkanîna wê gelemperî ye. Wek mînak her netew tenê bi xwe re, bi berjewendî û pirsgirêkên xwe re bi sînor dîmîne. Zarok mehkûmê saziyên perwerdeyê yên pergalê kirine, mirovên kal û pîr ji qada hilberînê dûr xistine û ew li malên huzûrê bênandor kirine. Ciwan bi çîroka sexte ya evîn û evîndariyê xapandine û karker derveyî qada aborî nikare bilive. Wiha jî lingên sereke yên civakîbûyînê yek bi yek şikandine, ku bikarin hebûna xwe domdar bikin.
Lewma jî zehmet nabe ku piştî evçend vegotinê, em wate û rasiya tecrîda li ser Rêber APO fêm bikin. Ji ber kesayeta Rêbertiya me, qebûlnekirina hemû ferasetên serdest rave dike. Rêbertiya me bi felsefeya xwe ya têkoşîn û jiyanê herdayîm darizandin û huqûqa pergalê vala derxist û li şûna hemû têgihiştinên xelet, danasîneke nû nîşan kir, rêya gihîştina heqîqetê bi mirovahiyê da nasîn. Rêwiyên vê rêyê jî hewl dan ku bikaribin bibin xwedî meşeke rast. Dîroka PKK’ê di wateyekê de dîroka reva ji tariyê û meşa ber bi roniyê ve îfade dike ku yekane ROJ jî rêber APO ye.
Di nava têkoşîna azadiyê de yek ji qada ku hemû ezber û jiberkirinên pergalê serûbinî kir qada girtîgehan e. Ji dema derketina gurûbê heya derbeya 12’ê Êlûnê hejmarek rêheval hatibûn girtin û li jêr dîktatoriya leşkeriyê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabûn. Rejîma faşîst a Tirk dikir ku bi vê rêbazê wan ji hebûn û baweriya wan qut bike. Wan ji doza wan tecrîd bike. Lê rêhevalên di girtîgehan de bi rêbertiya Mezlûm Dogan, Ferhad Kurtay û Kemal Pîr hemû sînorên girtîgehê hilweşandin, ew bendên ku dixwest wan jî azadiyê dûr bihêle. Peyama li girtîgeha Amedê pir ron bû û ji hêla bizava azadiyê û gelê Kurd ve hate bihîstin. Rejîma dagirker a Tirkiyê hemû rêxistin û aliyên çepgir bi girtin an jî dane revandinê ji qada civakî û siyasî ya Tirkiyê îzole kir, lê li beramberî berxwedaniya rêhevalên li Amedê ku digotin “Em hene!” binkeft.
Wiha bû ku di girtîgehan de berxwedanî bû çand û kevneşopiya rêwiyên ROJ’ê. Hakiman çendî kirin ku wan bêbandor, bê agahî û bê refleks bihêlin, lê belê azadî nehate tecrîdkirin.
Ev bi salane ku Rêberê me li girtîgeha Îmraliyê di hûcreyeke takekesî de di şert û mercên tecrîdê û saleke jî di rewşeke hîna girantir de ye. Jixwe komploya navnetewî bi çend sedeman hatibû lidarxistin. Hedef ne tenê ew bû ku di herêmê de şerê Kurd û Tirkan gur bike. Ev aliyeke komployê bû, lê ya herî girîng rol û wateya Rêbertî hatibû hedefkirin. Di cîhana ku nîzama sermayedar çanda xwe ya hegemon serwer dike, li dijî xwe ti hêz û kesayetê jî tehemûl nake. Jixwe derveyî Rêber APO û bizava azadiyê, ti hêz û tevgerê nekariye evçendî bi kûranî pergalê tehlîl bike û li beramberî wê alternatîfeke xurt pêş bixîne. Lewma jî Rêber APO, bi çavên wan xeteriyeke mezin hate dîtin. Diviya bihata berterefkirin. Ji bo vê jî hemû hêzên navnetewî dest dane hev, hemû rêzik û qanûnên xwe binpêkirin, exlaq û hevaltî, hîs û nirxên mirovahiyê dane kêlekekê û komployeke namerd xistin dewrê. Di encamê de wê bikariyana Rêber APO bêbandor, pêwendiya gel û tevgerê bi wî re qût bikirana û bêyî ku rastî astengekê bên, hespên xwe li herêmê bazbidin. Lê yê ku ev tevger afirand û şervanên xwe fêr kir ku ji nemumkuniyan jî îmkanê biafirîne, wê çawa li girava Îmraliyê tecrîd qebûl bikira? Ruxmî ku dihate payîn Rêbertiya me li girtîgehê bikeve nava helwesteke hişk a berxwedanê û dawî li xwe bîne, lê Rêber APO Îmaralî kire zemînê pêvajoyeke nû. Bi parêzname û hevdîtinên xwe re ne tenê perspektîf da gelê Kurd; dîrok û pêşeroja mirovahiyê jî ronî kir. Rêber APO bi terzê jiyana xwe îsbat kir ku azadî ti sînor û ti şertûmercan qebûl nake. Herwiha nîşan da ku girtîbûn û koletî jî tenê di nava çar dîwarên girtîgehê de asê namîne.
Rejîma faşîst a Tirkiyê, qaşo ji bo di lîstoka li Rojhilata Navîn de bibe finalîst, ev bi saleke ku polîtîkayeke pir taybetir li beramberî tevgera azadiyê pêk tîne. Çiye taybetiya vê polîtîkayê? Ji bo ku bikaribe pêşî li pêşketina rewşeke erênî ji bo gelê Kurd bigire û di guhertina li herêmê de bibe piyoneke qenc a Emerîkayê, di serî de li ser Rêbertiya me, li ser gelê Kurd û tevgerê êrîşên xwe dijwar kiriye. Wer dihesibîne ku heke gelê Kurd ji Rêbertî qût bike, tevgerê jî bifetisîne, wê di vê aloziyê de bikaribe vîn û hebûna Kurdê azad bike jêr kontrolê. Lê hesabên li malê ticar li çarşiyê nayên.
Ev gel ewçendî girêdayî rêça xwe ya azad e ku bi hezar sale şaristaniya hegemon a hiyerarşîk kir nekir nekarî wî zevt bike. Kurdan pala xwe dan çiyayên bilind ên Kurdistanê û bi awayeke teng û mûnzewî jî be, heyata xwe ya xwezayî domandin. Ticar neketin lêgera çêkirina saziyên desthilatdar û bi forma civakî ya konfederal hebûna xwe ruxmî hemû êrîşan jî parastin. Ev berxwedan serpêhatiya Kurdan e. Bi derketina PKK’ê re berxwedanê caneke nû girt û bi awayeke zane û têgihiştî rehên xwe qahîm kir. Hêza îşkence, wêranî, penaberî, enfal, destavêtin û kîmyabaranê têrê nekir ku gelê Kurd ji rêya ku daye pêşiya xwe vegerîne. Komploya navneteweyî ku mîmarê wî yê serkeke DYE û Îsraîl bû, bi neyariya herî mezin xwe li dora Kurdan pêça, lê gelê me li her derê cîhanê, berteka xwe li dijî komployê da diyarkirin. Jixwe bi dehan rêhevalên ROJ’ê li girtîgehan bi durûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike!” li dora wî xelekên ji agir vêxistin. Berxwedanî ku berî 30 salan li girtîgeha Amedê nûjen bû, piştî komployê hem li Îmraliyê hem jî li hemû girtîgehên ku şervanên azadiyê dîl hatine girtin demam kir. Li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li Sûrî û Rojavayê welat, li Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, her ku bi tewana gotina rastiyê û lêgera heqîqetê Kurdek hate binçavkirin, ji bo şikandina tecrîda li ser mirovahiyê, waneyên rêhevalê Mezlûm û Rêber APO hatin esas girtin. Li girtîgehên Îranê li dijî pergala teokratîk a komara Îslamî, ruxmî şert û mercên herî giran, kiryarên dij-mirovahî û îzolasyonê jî şervanên Azadiyê xwe kirin sîtavkên heqîqetê. Rêheval Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî (Ronahî Rûken), Hisên Xizrî (Hêmin Bêkes), Egîd, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Fesîh Yasemenî û Îhsan Fetahiyan ne tenê sînorên girtîgehê wêran û kiryarên rejîma zalim a Îranê ruswa kirin, herwiha xwe kirin malê gel û nîşan dan ku ti pêkanîna tecrîd û kuştinê ne xwedî wê hêzêye ku bihara gelê Kurd ku dîsa bişkoviye, bike payîz.
Tecrîd tewaneke dij-mirovahî ye. Girtiyên Kurd ên ku bûn cangoriyên bîr û baweriya xwe, tecrîd mehkûmê binkeftinê kirin. Li girtîgehan bi hezaran Kurd di şertên dijwar de ne, ji her cure mafê însanî mehrûm in, hevdîtinên bi Rêbertiya me têne astengkirin û diyardeya tecrîdê tevdigere ku di navbera gel û Rêber APO mesafe bide çêkirin. Lê belê ma çawa wê bikarin hezkirin, girêdan û meşa ber bi ROJ’ê ve tecrîd bikin? Çawa wê bikarin dil û mêjiyê gelê Kurd bixin jêrî nîrê tecrîdê? Bila bersiva vê pirsê jî tecrîdger bixwe bibin…