Azadî Lêgera Tevayî Zindî ya ne

0Shares

Amedekarî: Tanrîça Zîlan

Xwendevanên hêja, wekî ku hun jî dizanin, di dîroka mirovatiyê de li ser azadiyê gelek gotin û pênase hatine kirin. Em weke jinên tevgera azadiyê ji bo vê ermancê têkoşîn dikin, jixwe ya ku herî zêde weke peyva azadiyê ji guhê wê re xweş tê jî jin e. Lê wekî wate jî dema ku em li ser diponijin, di me de hest û hizrên dewlemend ava dike. Dema ku li ser vê mijarê me bi şagirtên akademaiya Ş.Zîlan re hevpeyvîn çêdikir, ji her hevalek ku me pirsa azadî çi ye? Li wan  dikir, hestên wan berî peyvên wan xwe di ronahiya çavên wan de dibiriqandin. Jixwe peyvên wan jî wekî wateya azadiyê pir sade û herikbar bû. Em dixwazin van hest û ramanên wan bi we re parve bikimn.  

 Azadî di watayekê de kêliyên ku mirov jiyan dike û hîs dike de ye!

T.Zîlan:Azadî ji bo we çi ye?

Sarya Afrîn: Azadî têgîneke ku mirov dikare gelek wateyan jê derxîne. Ji bo min bixwe di destpêkê de azadî ketina zanebûyîna hebûyîna xwe ye. Mirov çiqasî xwe, dîroka xwe û çanda xwe nas bike ew qas dikare xwe azad bike. Ji ber ku azadî bi zanebûyîna nirxên ku çavkaniya hebûna mirov dide avakirin re girêdayî ye. Bêguman mirov nikare vê weke tişteke maddî ku tu dê bixî destê xwe bibîne, azadî tişteke ku tenê bi dest were girtin nîne. Jiber ku azadî di watayekê de kêliyên ku mirov jiyan dike û hîs dike de ye. Mirov dikare bi vî awayî bide pênase kirin.

Di nava civaka ku me tê de jiyan kir, di pergala ku em tê de mezin bûne, watayeke pir cuda ji bo azadiyê dihat danîn. Di roja me ya îroyîn de pergalên desthilatdar watayeke ku ji bo azadiyê didin mirovan pir cuda ye, hîn kirin mirov dikare bêje ku tam berovajiya têgîn û cewhera azadiyê ye. Di hişê mirovan de azadî bi awayeke ku mirov û civak ji rastiya gerdûnê qut bihizire û tevbigere dane ava kirin. Mirov dikare vê yekê di mînakên tevayî civakan de jî bibîne.

Azadî di roja îroyîn de wekî pirsgirêkeke sereke yê ku gelek civak pêre rû bi rû diminîn. Ji van civakanyek jî civaka gelê kurd e. Civaka gelê kurd li ser hebûyîna xwe gelek têkoşîn da meşandin û weke civak û weke netew êrîşên pir alî hîn jî li ser berdewame.  Civakeke ku hîn jî nikare serbest bi çanda xwe jiyan bike, jixwe civak bi çanda xwe hebûna xwe domdar dikin,  dema ku li ser vê tehdîd an zext hebe ev dibe sedemên êş û azariyan. Ez weke jineke kurd ku îro di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd û Tevgera Azadiya jin de têkoşînê didim meşandin di min de hisên ku mirov di pênasekirina wê de kêm dimîne de jiyan dikim, tenê ji van hisan derketina rê ez dikarim bêjim ku azadî hebûyîneke bi wataye.

Li çiyayên welatê xwe de…

T.Zîlan: Hûn têkiliya çiya û azadiyê çawa bi hev re didin girêdan, ji bo azadiyê derketina çiyan di we de hesteke çawa dide ava kirin?

Gulan Gever: Berî ku ez tevlî refên têkoşînê bibim û weke gerîllayeke jin jiyan bikim min pir zêde wateya azadiyê nedizanî an jî bi watayên cuda min bidest nedigirt. Piştî tevlîbûna têkoşînê min hîn zêdetir wateya azadiyê fêm kir. Dema ku ez nû hatim welat û ber bi çiyayên bilind ve hildikişiyam, her tişteke ku min didît di min de hesteke cuda dida ava kirin. Dema ku ez li ber avekê re derbas dibûm, dengê çûkekî dibîhîst an li ber siya darekê rûniştama, bi rastî di min de hîseke bi peyvan nikare bê gotin dihat jiyandin. Ev rastî hîsê azadiyê di min de dida avakirin. Bi van hêstan dema ku ez ber bi jorahiya çiyan ve dimeşiyam, min qet westandin hîs nedikir mîna ku min bi salane li çiyan jiyankiribe  tevdigeriyam.

Dema ku min li malê jiyan dikir, min qet ji çûyîna cihên weke gund, baxçe hez ne dikir, lê di nava gerîlla de di min de hest û xwestekên cuda ava bûn, min piştre fêm kir ku em di nava pergalê de ji rastiya xwezayê û ji cewhera mirov ku bi xwezayê re di nava têkiliyê de ne pir hatine dûr xistin. Bi taybet pergala modernîteya kapîtalîst ya ku mirov ji nirxên xwezayî qut dike. Piştî ku min ev rastî dît, min dît ku dayikên me yên kurd hîn jî ji axê qut nebûne, bi çanda xwe ve girêdayî mane. Ev hêzeke xwezayî da min.  

Li çiyayên welatê xwe de her ku diçe di warê  ruh, beden, hizir de mirov her nûbûneke di giyana xwe de hîs dike, ev jî di wateya azadiyê de kûrbûneke dide ava kirin. Ji ber ku em fêr dibin xwe perwerde bikin û bi çaveke nû li rastiyan mêze bikin. Em xwe weke pêşengên azadkirina civaka gelê kurd û hemû gelên din bi nav dikin. Ji bo ku em civaka xwe azad bikin û jiyaneke rast pê bidine jiyan kirin, pêwistiya me ya destpêkê li her alî ve xwe azad kirine heye,  jixwe em dikarin bêjin ku asteke wisa di nava Tevgera Azadiyê de jî hatiye ava kirin.

Bi dengeke bilind min qir kir

T.Zîlan: Piştî ku hûn tevlî refên şoreşê bûn di têgihiştina we ya azadiyê de çi guherîn hate çêkirin?

Silav Goyî: Azadî ne tişteke wihaya ku mirov bikaribe tenê bi çend gotinan pênase bike. Ez dikarim hinek ji malbatê xwe dest pê bikim, ji ber ku nakokiya min di vê mijarê de ji wir de destpê kiriye. Cihê ku ez lê mezin bûme mirovên wê di nava xwezayê de jiyan dikirin, lê di nava wê xwezayê de hesreta min ew bû ku ez di nav de serbest tev bigerim, ez bikaribim  dengê xwe, vîna xwe, hestên xwe bi dengeke bilind bi qirîneke bînim ziman. Bi taybetî weke jineke min dixwest ez bi rengê xwe xwe îfade bikim, lê min nikarî bû, ji ber ku bedena min, ruhê min û hizrê min hatibûn girêdan. Dema ku ez dikeniyam dayika min ji min re digot; ‘şerme ne kene’, lewma min hertim xwe li ser serê çiyayeke bilind xeyal dikir û bê ku tu kes li ser min zext bide çêkirin min di nava xeyalên xwe de qîr dikir û bi serbestî stran digot.

Dema ku min Tevgera Azadiyê naskir, min hem di hêla beden de hem jî di hêla hiş de xwe nêzî vê tevgerê dît. Ji ber vê min ji xwe re digot ‘pêwîst e ku ez biçim’. Piştî ku min xwe gîhand hevalan, min wisa hîs kir ku ez bi salane li van çiyan jiyan dikim, di min de kêfxweşiyeke pir mezin da ava kirin. Dema ku ez destpêkê hatim tişta ku yekem car min kir, bi dengeke bilind  qîr kirin bû. Hevalên bi min re ku ew jî xizmên min bûn, gotin, ‘tu çima qîr dike’, min got ku ‘ev bi salane ez dixwazim qîr bikim, ez niha vê xwesteka xwe pêk tînim.’ Ji bo min ev weke pêngava destpêkê ya azadiyê bû. Piştî demekê weke jinek ku min xwe nas kir, ez hîn zêdetir bi coş bûm, min xwe pir vehesî hîs kir,  weke ku ez ji nû ve jidayika xwe çêbûme. Êdî min ev derxist zanebûnê ku ger weke jinekê ez xwe nas nekim, ez nikarim azad jî bijîm. Dema ku ev zanebûn di min de pêş ket, ez ketim ferqa wan kilîtên ku li ser jin di nava civakê de hatine dayin de, hevaltiya di nava jin de, ez pir bi bandor kirim.

Di civakê de min hestên xwe bi dayika xwe re jî nedikarî parve bikira, lê li çiyayên azad de, jiyaneke ku bi felsefeya Rêber APO ve hatiye hûnandin, jin hîn zêdetir têne gel hev û têkiliyên wan li ser esasê parvekirin, hevdu hezkirin û hevdu bi hêzkirinê ye.

Ew hevaltiya ku di civakê de nebû, min di PKK’ ê de dît. Hevaltiyeke ku li ser esasê xwe û hevdu azad kirinê tê pêş xistin. Bi taybetî hevalbendiya di nava jin de hîn zêdetir li ser vê armancê diponije. Ev têkilî dihêle ku her mirov zane bibe û di warê wateya azadiyê de jî hîn zêdetir kûr bibe. Mirov têdigihêje ku azadî her çi qas tu lêhûrbûn di rastiya xwe û ya civak û pergala desthilatdar de bidî çêkirin tu ewqas dibî xwedî dahûrînên kûr û îrade û tevgereke azad. Jixwe em ji ramanên Rêber APO fêr bûn ku, azadî lêgera tevayî zindiya ne. Bi giştî ez dibêjim, azadî hebûna jiyaneke hîs kirine.

Azadî bi xwe zanebûne, lêgera rastiyê ye

T. Zîlan: Rêber APO dibêje, ‘heya ku jin azad nebe civak azad nabe’, çima di bingehê azadiyê de jin heye?

Berxwedan Efrîn: Dema ku ez ji vê pênaseyê derdikevim rê û diponijim, ez wiha têdigihêjim ku esasê civakê bi xwe jin e. Dema ku mirov li rastiya dîroka mirovatîyê ya civakbûyînê dizivire,  mirov dibîne ku di esasê avakirina civakê de rola sereke jin leyistiye. Di avakirina pergala civakê de, di diyarkirina pîvanên jiyanê ji bo zarokan û ciwanan şêwazê tevgerkirina jin diyardar bûye. Ji ber ya ku herî zêdetir bi ferdan re elaqeder dibe jî jin e.   

Lê em dizanin ku di pergala baviksalar de ev rol zêde nehatiye dîtin, û di her serdemekê de li gorî hişmendiya desthilatdar xwestiye ku rola jin jî bide diyar kirin. Ruxmê pêşketina gelek derfetên teknîkî û zanyarî jî, lê herdem astengî li pêşiya jin ku bikaribe bi nasnameya xwe tevbigere derketiye. Yê ku ev astengî jî avakiriye hişmendiya zilam ya tehekumê bûye. Niha qirîzên ku jin di nava civakê de jiyan dikin jî ji bo ku ji van qirîzan xelas bibe zêde rêkên çareseriyê ku hilbijêre nayê nas kirin. Lewma serî li rêbazên bêçaretiyê yê wekî întîharê jî pir caran tê dayîn, yan jin ji malên xwe direvin, yan mecburî gelek rêkên ku di nava pergala zilamsalar de wê hîn zêdetir ber bi xetimandina ve dibe, dide.

Ev pirsgirêkên ku jin di nava civakê de pêre rûbirû dimîne dide diyar kirin ku civak çi qasî ji azadiyê û wekheviyê dûr e. Azadî bi xwe zanebûne, lêgera rastiyê ye. Dema mirov zane dibe ew qas Têkoşîna Azadiyê jî dide meşandin. Di rastiya vê civakê de jî azadî dibe lêger, niha ya herî muhtacê azadiyê xwe dibîne jî jin e. Lewra yê ku herî zêde lêgerînê xwe pêş dixîne û dikeve nav lêgerînê de jin e. Herî zêde mirovên ku ketine di bindestan de, bin desthilatdariyê de pêwsitiya xwe bi azadiyê dibînin. Wekî gelê kurd pêwistiya me ya azadiyê hîn li pêş de ye. Çi jin çi jî zilam.  Niha dema ku em tê de jiyan dikin jî demeke ku êdî civak bi azadiya jin re jiyana xwe bi rêxistin bike, ji bo wê jî tevgera jina azad xwedî misyoneke bi vî rengiye. Ji bo ku jin jî bi rola pêşengtiyeke bi hêz bileyze, pêwîst e ku berî her tiştî jin xwe zane bike û bi zanebûn xwe bi rêxistin bike.

Jixwe li ser vî esasî jî Tevgera Azadiya Jin xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û herwiha li her deverê cîhanê xwe bi rêxistin dike. Ev çi di qadên civakî de be, çi jî di xebatên siyasî, çandî û çi jî di warê parastina cewherî de be. Jixwe xebatên azadiyê jî xebatê bêdawîye ku sînoran nas nake.