Awaza Du Zeryê Xwe Li Hev Badayî
Ev demeke di nava lêhûrbunekide me. Ji bo ku bikaribim bizanim dê ka ez çawa binim ziman? Çawa û bi çi peyfa bilêv bikim. Lê ne hesan bû. Bi hezaran hevok di zihni min de diçûn û dihatin. Yek ji wan jî ne dibû wateya rastiya heyî. Gelo ev rasti dikare bi hevoka bê bilêvkirin. Ya rast ez ne bawerim. Pir baş dizanim wê pir û pir kêm bimine. Jiber kû bûyerên piroz, pirozîyên nirxên jiyan didin avakirin, rê liber afirandina zihniyet, fikir, zikir û çalakiya re vedikin wisa hesan nikarin werin bilê kirin. Werin pênasekirin. Lewra pêwiste bi her awayê bêne jiyan kirin. Carna bi peyf, carna bi hest, carna bi helbest, carna bi helwest û bi soz û her wekêdi, her wekêdi. Heqiqet pir bi aline, yek aliyek kêm bimine, wate kêm dimine, reng kêm dimine, rastî kêm dimine. Rih nagre, teşe nagre, tam nagre…
Berbanga şefaqê bû, rabû. Ne ji xwe rabûn bû ev rabûn. Rabûnek bû kû êdi demê wî hati bû. Bi mehane amadekariyek kiribû. Fikîrî bû, çû bû, hati bû disa fikîrî bû. Yek bi yek amade kiribu. Kêli bi kêli hunandibi, Naha jî dem, dema wî bû kû vê kedê reng bidê, deng bidê. Rabû serxwe, çû liber aynê porê xwe yê reşê qetran û diçûrisî pişkivand. Her kû şeh dikir seyr dikir û dipirsi, gelo wê ser bikeve an na! destê xwe avêt kirasê xwe yê kû bi kedekî pir zêde ve hatî çêkirin. Pir bi nazenini girt û li xwe kir. Disa seyrê xwe kir. Gerkû ser bikeve, wekê kû xwe bi her awayî xwemilandi bê ditin, bê gûman wê serkeftinek pir bi wate jî bi dest bixe. Raste wê heval û hogirê xwe bi êşîne. Lê ew berbi AZADİYA GELÊ XWE ve di çû. Lewra bi gelê xweve xwe dikir yek. Êşa gelê xwe, zilma liser didît, qîrîn û hawara gelê xwe yek kêli jibîr ne dikir. “wek gelê hemû cihanê gelê min ji azadiyê heq dike. Pêwiste dinav mirovatîyê de ciyê kû heq dike bigre” digot. Jibo vî jî çi ji destê wî bê wê jibo rûmeta xwelê xwe bike. “Xweska ji canê min bi qimettir hin tijtê min yê dijî hebûna û min fedayê gelê xwe û azadîya gelê xwe bikra” got. Keserek kişand di kurahiya dilê xwede. Zanî yê kû herî zê de biêşe, zehmetî bikêşe Rêber APO’ye. Lê disa pir paş dizanî yê kû heri zêde wate bide, xwedi li serkeftina wi derkeve jî disa Rêber APO’ye. Bi hemû şêwazê xwe deyndar didit. Dijmin êrişekî bê eman dibe ser Rêberê Gele Kûrd. Pêwiste bê bersiv ne mine. Pêwiste di bersivdayînêde dereng ne mine. Pêwiste dijmin Rêberê Gelê Kûrt carekî di wisa bi tenê ne bine. Carekî di bi wêrekî êriş nekaribe bibe liser Rêberê Gelê Kûrd’de. Bi dehan cara wisa kiribû. Her carê jî ser keti bû. Gelê Kurd bê Rêber hişti bû. Jiber kû gelê wi bê Rêber ma bû bi sedan salane dibin detande dinalîne, zilm û zora dijmin dikşine. Pêwist bû carekî di Rê nede vê trajedî yê. Jiber kû ev ne qedera KURD’a bû…
Temaşa seeta xwe kir. Edi wext di wextê xwedeye. Derket derve. Û çû ser erka xweya DİROKİ…
ZİLAN, di 30’yê Heziran’a 1996’de li Dersim’ê ZİLAN’a kû 1930’de li gelyê ZİLAN hatibû fetisandin carekidi anî dinyayê. Rih dayê, Jiyan dayê. Xwe heta têlê porê xweye hevrûşm di dilê dişminde teqand. Û çû ser dilovanîya xwe. Gelê Kurd vê salê û hemû salan navê zarokê xwe yê heri bi qimet kirin ZİLAN. Rêberê gelê Kurd Rêber APO got “ZİLAN fermandare û em tenê şagirtê ZİLAN’in” Liser watedayina çalakîya ZİLAN 1996’an de biryara artêş bûna JİNA AZAD da. Her waha 1998’an jî biryara PARTİ’buna JİNA AZAD da.
SEMA di evara 8 adar’a 1998 li zindana Sakarya bedena xwe da ber agir. 17’ye Heziran’a 1998’de li nexweşxana Şişlietfal jiyana xwe li dest da. SEMA bersiva dengdana PARTİ’buna JİNA AZAD bi bedena xwe piroz kir.
ZİLAN û SEMA bi hevre di yek kêliyêde li hev kirin. Destê dirêjê RÊBERÊ KURD’da bibe wê bê şikandin. ZİLAN bersivda êrişê dijmin yên derva kû 6’ê Gulan’a 1996’an li Şamê berderyê mala kû Rêber APO lê dima bi yek ton TNT ve teqandin. ZİLAN jî bersiva dişmin wek dijmin xwe kir bonbe û dema dijmin merasima eskeri dikir, di navenda dijminde xwe teqand.
SEMA bersiva êrîşê dijmin yên di nava zindanande dixwest xwe rêxistin bike. Xeta tasfiyeci kû dixwestin berxwedan û rûmeta zindana bi dest bixin, pêwist bû serîde manewiyet û bandora Rêber APO vere şikandin. Liser vê esasê êrişeki ideolojik û politik dan despêkirin. SEMA beranberê van êrişa “di gerdûnêde YEK TAV, YEK NAVEND heye” got û bersiva xwe bi çalakiya xwe şewitandinê da. Rêber APO van her du ZERYA jî wek pêşengê xeta JİNA AZAD YA KURD bi nav kir. Û rûxmê kû herî zêde bi van çalakîya bandor bû û êşa jî disa yê herî bi wate xwedi li van ZERYA derket Rêber APO’bu. JİNA AZAD di fikr û felsefa Rêber APO’de xwe lihev badan…
Bun Awaza Azadiya Gelê Kurd, Di Rupelên Dirokê De.
Roj Pery