Ez teknîka polîtîkayê ewqas girîng nabînim. Polîtîkbûna Kurd çiye, siyaseta Kurd çiye û siyaseta partî çiye? Ez li ser vê pir zêde disekinim. Lê ji aliyekî ve tu ji ber deriyê Enqerê ji parsektî kirinê wêdetir naçî û ji aliyê din ve jî ji min re bêjî “ev polîtîkaya Kurd e.” Ev ne helwesteke rast e. Di parlamentoya Enqerê de jî polîtîka kirinê fêm dikin û dîsa ez dizanim ku li wir pêwîste li ser navê miletekî çi bê gotin. Lê bingeh û cewherê vê jibîr bike, li pey berjewendiyên xwe bibeze, yanî ji vê re jî bêje; “polîtîka Kurd e”. Ev şermeke mezine û ez neçarim ji vê re bêjim xwefiroşî ango nokertî û xulamtî. Di cihekê de polîtîka kirin, mirina xwe dana ber çavê xwe ye. Bi vê zanebûnê ve, ger em ne xwedî vê wêrekiyê bin, ezê bêjim em nakevin xefleta ku bejim; “bibim siyasetmedarê Kurd.”
PKK ji îdeolojiyê, siyaset û leşkeriyê zêdetir li vir tişta bê diyarkirin; ji bo ruhê netew, hişmendî û kesayeta wê ya çandî çi pêwîst dike û di vê mijarê de baş nayê fêmkirin. Bi misogerî teqandineke Kurd û ger wê serdem û kesayet bê gotin niha ji bo pêşketineke bi vî rengî govaniya me mijara gotinê ye. Yê dixwaze dikare binirxîne.
Tişta em dikin eve:
Em bejin Kurdek an jî kesîmek mirovahiyê, bi navê miletekî li van çiyan an jî li quntarên van çiyan hewil didin bijîn, tevgerek lêgerîna nasnameyekê, kesayetekê ye. Di welatê Mezopotamya de, di quntarên Toros û Zaxrosan de berxwedaniya hinek mirovan heye û wê encama çanda van bi awayekî balkêş derbikeve holê. Wê berxwedaniya wan ya li hemberî îşgal û îstîlaya li vir tê meşandin, bi misogerî wê ji hêla mirovahiyê ve wateya wê bê dîtin. Bi qasî aliyê wê yê netewî, wê ev aliyê wê yê din jî xwe bide hîskirin.
Pêşveçûna ku me daye nîşan; wê Tirk, Ereb û Fars bide ber lêpirsînê. Anti-demokratîzma wan, şovenîzma wan ya netewe, heskî bila di warê olî de be, heskî di warê netewî de be; wê ew bêmafiyên herî mezin ku ferz dikin û sepandinên ji derveyî mirovahiyê didin meşandin lêpirsîna wan bê kirin. Ev pêkan hemû ji alîyekî ve jî dihat wateya ji nû ve zindîkirina hûmanîzma di Rojhilata Navîn de mezin dibe. Hûmanizma, pêşketina mirovî ye. Di vê wateyê de wê berxwedaniya Kurd û Kurdistanê bi hûmanîzmayê re têkiliyeke xwe pir xurt çêbike. Mînak, tê gotin ku Şoreşa Fransa tevgereke mezin ya hûmanîzmê ye. Rast e. Hemû netew û mirovahî bandor kiriye. Şoreşa Fransa, herî zêde di çarçoveya têkiliyên hilberînê yên kapîtalîzmê de, bi pêşverûtiya navend Ewrûpa esas girtinê re wekhevî, biratî, azadî û gelek nirxên mirovahiyê yên dişibin vê belav kiriye. Şoreşa Cotmehê ev hîn zêdetir kûrtir kiriye. Di mijara azadiya netewe, wekhevî û mafê kedê dayînê de pêşveçûnê temsîl dike.
Rastiya berxwedaniya Kurd jî ji vê asta temsîla fermî re bersiveke û li hember derketineke mezine. Her wiha rakirina van, tê wateya derketina hûmanîzma gelên Rojhilata Navîn. Û ev jî, tenê ne ronakbîriya Kurd de, di asteke girîng de ronakbîriya hemû gelên Rojhilata Navîn e jî. Di nava vê ronakbîriyê de Rojhilata Navîn ji vê re malavanî kirinê re rû bi rû ye. Ji ber hemû normê mirovan di vê erdnîgariyê de teşe girtiye. Beriya vê, nivîs, leşkertî û hinek jî siyaset ji vir derketiye û gavên xwe yên yekem avêtine. Di rastiya Kurd de, carekî din bi şoreşekê re xwe dirêjî rabirdo û vê rastiya ku bi qasî dîroka mirovahiyê kevnare dike.
Em dibêjin ku polîtîkayeke pir hov dikin. Lê ev di heman demê de, polîtîkaya herî bi rêgeze jî. Em bi tarzeke ya di dema destpêkê ya bi leşkerbûnê destpêkirî re şer dikin. Yanî bi qasî dîrokê kevne, lê ji bo bibe ya herî baş jî berxwedanî û şervantiyeke baş dihewîne. Her wiha wisa tê dîtin ku wê humanîzm û ronakbîriya wê gelek berfireh be. Ger ku berxwedanî serkeftinê qezenc bike, berovajî ji cewherê xwe nekeve, aliyên xwe yên girêdayî mirovahiyê bi azweriyekî mezin biparêze, pêş bixe, yê ser bikeve, yê bibe kevneşopiya Kurdistan, Ereb, Fars, Tirk û wê li hember şovenîzmê serkeftinek çêbibe.
Qabusa şaristaniyên Anatolyayê Şovenîzma Tirk e
Demokrasî, derxistina hêza gelan a holê, yekbûyîn û piştevaniya wana ye. Di cihekê de şaristaniya Mezopotamya, şaristaniya Stenbol, şaristaniya Misrê, şaristaniya Fars, heta şaristaniya Anatolyayê wê li ser bingeheke hîn bihêztir qezenc bike. Em dizanin ku, ev ji hêla ronakbîriya nû ve jî gaveke girîng e.
Dema em tên ser Kemalîstan, her çendî di îdayên wan de bêjin ku “em jî tevgereke ronakbîriya Anatolya yê ne” li gorî min berovajî vê gotinê hîn rastir e. Rewşeke wan weke kabûseke ser şaristaniya Anatolyê de hatin heye. Bi şovenîzmeke Tirk ya balkêş ve şaristaniyên Anatolyê gelek berovajî kirine û rastî ji cewherê wê derxistine. Her wiha em nikarin etîketeke ronakbîriya mezin bi Kemalîzmê ve jî bikin. Heta neteweperestiya Ereb jî di roja me de şaristaniya xwe çendî temsîl kirine hêjayî destgirtinê ye. Şaristaniya mezin ya Îranê jî bi rejîmên xwe yên niha ve çendî temsîl kirine jî hêjayî lêpirsînê ye.
Şoreşa Kurdistanê jî di vê lêpirsînê de gelek bi biryar e. Dikare li ser navê gelan îrade û alternatîf derxe holê. Em mûbalexe nakin, lê ger îsrar bê kirin, berovajî rêgezan nekeve, şoreşa xwe bi awayeke pir baş belav bike, bi misogerî wisa mezin fikirandin jî divê bê zanîn. Tabî ev jî mijareke çandê ye. Serokatî mijareke pêşketina siyasî, leşkeri û Rêbertiyê ye. Mesele, meseleya hestên mezin û fikirandina mezin e. Mesele xwe dirêjî dîrokê kirin e û pêşerojê bi asoyên teng negirtina dest e. Ger ku pêşketin li ser vê bingehê çêbe bêguman wê ronakbîrî jî muhteşem bibe.
Weke ronakbîriya Fransa yan jî weke ronakbîriya Rus, ma em çima ronakbîriyeke jiyan nekin? Bingeha wê ya dîrokî heye û bi awayeke rojaneyî jî belavbûna şoreşê ji bo bêriyên civakan guncav e. Polîtîkaya wê, leşkertiya wê û ger ruhê wê yê xebatê jî wisa bi tendûrist bimeşînin, bêguman wê pêşketin jî wisa mezin bin. Divê ji van cuceyan û xalên tarî xilasbûn çêbe. Divê xwe ji zincîrên lewaz yên weke malbatî-qebîle, bermayî-tortiyan rizgar bikin.
Di vê mijarê de PKK di nava tekoşîn û milîtantiyeke mezin de ye û Rojhilata Navîn dide fikirandin. Dihizire û siyasetmedaran jî dide hizirandin. Hinek di nava nêzîkatiyên dostanî, hinek jî di nava nêzîkatiyên dijminatî de ne,- em Ewrûpa û heta DYE jî daxîl dikin-bi girîngî xwe ditewînin. Dide diyarkirin ku me kar pêşde biriye. Hîn ji niha ve eleqedarbûna evqas derûdor, dide diyarkirin ku wê tevgera li ser zemîneke baş rê li ber encamên cidî veke. Her wiha pêwîste ev berxwedaniya ku giraniya xwe Kurd û Kurdistane divê baş bê nirxandin. Bi qasî taybetmendiyên netewe, aliyên wê yên mirovî, dîsa biqasî di derbarê kes de, di derbarê aliyên wê yên veçêbûna civakî de jî bi baldarî û di nava hev de bê amadekirin, dê ev hêza wê ya îdayê jî îfade bike. Em baldar nêzî vê dibin. Lênûsên ku dixwazin binivîsin, yên ku dixwazin vê serdemê binirxînin divê hinek bi rastiyê ve û bi rastiya şoreşê re pêwendîdar bin.
Yên ku dixwazin hestewar bin divê hinekê dilê li vir bizanin bibihîsin û pêwîste bi misogerî ne sexte û xapînok bin.
Misoger giyana di PKK’ê de mezin dibe. Giyana di PKK’ê de bilinde û biwêreke. Di mijara serkeftinê de îdaya xwe heye. Em vî bi kesî nadin binpêkirin û berovajîkirin. Dibe ku, şehîd tam nehatibin vegotin; dibe ku çalekî û jiyanên wan tam negihabin îfadeyek wêjeyî, lê ev nayê wê wateyê ku dê her tim wisa jî bidome. Her wiha bi ti awayî ne zemîneke ku kesên bê bingeh, bê binyat û çewt li gorî keyfa xwe bikar bînin, bigirin li ser zimanê xwe yan jî pênûsê bigirin destê xwe û reş bikin e. Yanî bingeheke wê ya bihêz heye. Ez di wê baweriyê de me ku wê roj bê dê ya herî xweşik bê nivîsandin û li ser wê mirovahiya herî xweşik bê avakirin. Wê siyaseta wê jî bê kirin, leşkertiya wê jî bê kirin, wêjeya wê jî bê kirin û mizûka wê jî bê kirin. Zemîna wê heye, li benda xwedîlêderketinê ye. Ji niha ve derdikevin. Ji xwe weke min gotî, ji ber em her tim hewil didin zemîna wê bihêz bikin wê hîn zêdetir jî di dema pêşiya me de derbikevin.
Huner navê çalakiya mezin e, divê pêşkeve
Ya rastî wêje û huner beriya şoreşê tên kirin. Lê mixabin di me de ev derfet nehatiye hiştin. Hinek dengên pir lewaz, qels û qêrîn çêbûne, lê derfet ji vê re nehiştine. Me hewilda em şoreşê bi rêbazên gelek balkêş û curbecur ve pêş bixin. Her wiha wêje, piştî vê demek şûnde dikare bi awayeke bihêz pêş bikeve.
Diyare wê mantiqê wêje û diyalektîka wê di me de wisa pêş bikeve. Hemû aliyên din yên hunerê, bi taybet aliyên wê yên bixe nava netewên din jî, wê bi demê re derkeve holê. Emê vê ji şoreşên gelên cîran re (di rojên pêş de hîn zêdetir bandor bibe) bihêlîn. Û bawerin wê pêşketinên hîn baş û dewlemend derbikevin holê. Tenê ne tevgerekî îdeolojîk, siyasî, leşkeri, tevgereke mezin ya dil, ya çand, ya kesayet û ya hest nirxandin bi vî rengî wê wateya xwe bidest bixe. Li ser wê bingehê, her roja ku derbas dibe wê dewlemendiya wê bê fêmkirin û nirxandin. Bi taybet artêşa wêjeyê, artêşa çandê û artêşa giyanek bihêz jî wê li dû hev bê. Wê hemû xulamtî, kirêtiya encamên wê û ketîbûna kes derbas bibe. Li şûna wê dê mirovê herî xweşik û hestewar bikaribe derkeve holê. Bi kinahî wê fonksiyona huner çêbe û rola xwe bilîze.
Herî kêm biqasî çalakiyeke gerîla ronakbûna milîtan û welatparêzan jî pêwîst dike. Niha îdayeke ku pirole bibe nîne. Berdin rewşenbîr û wêjevanên Kurd pêvajoyeke bi vî rengî binirxînin, hinek berhemên edebî derxin holê, heta nikarin nêzî pêvajoyê jî bibin. Ez zêde texmîn nakim ji kesayet û rihê wan berhemek zêde derkeve holê. Lê huner navê çalakiya mezin e. Bi misogerî ez ji hêza wê bi bawerim. Divê derbikeve.
Avakerên hest û xweşikbûnê jî herî kêm bi qasî avakerên şer bi nirxin. Û ji xwe girêdana wan gelek zêde bi hev re heye. Yên ku hemû xweşikbûnan di kesayeta xwe de kom neke, nikare bibe tekoşer û pêşengek bihêz. Dîsa yê ku hemû aliyên qehremantiya tekoşerî di dilê xwe de raneke nikare bibe wêjevanek bihêz û hunermendek bihêz. Divê diyar bikim ku di navbera wan de girêdaneke pir xurt heye. Ya ji me re dikeve girêdana di navbera wan de her tim weke merceke pêş lê zêdekirin e. Ya em dikin, vî zemînî paqij girtine. Ya rastî weke min her carê gotî ez ne li fermandar-serokeke baş, ne jî li wêjevan-hunermendeke baş temaşe dikim. Lê di mijara zemînê wê paqijkirinê de xwedî biryarim.
Lenîn ji vê re digot, paqijkirina govê. Belê, ez her tim govan paqij dikim, hewil didim dilan jî paqij bikim. Em dixwazin dilan tûj bikin û bidin tûjkirin. Da ku hinek bikarin bikar bînin. Ji ber xizmetên mezin hene. Bûyerên wisa hene ku mirov dibehetînin, lê nayên bihîstin. Ew ji jiber xwediyê dilê bûne qîrin. Di şer de hinek rewşên ku bibe mijara çend destanan derketiye holê, lê heta nêzî wê jî nabin.
Vaye, dildariya me ya yekbûnê. Em çendî li ser yêkitiya rêxistinî disekinin? Em li ser kesayeta bihêz, tipê serokatî çawa û çiqas disekinin?
Ez xwe weke ku pratika Ehmedê Xanî dikim dibînim.
Me çi dît, me çi îspat kir?
Belê, piştî tepisandina wê îsyanê şûnde dijmin li ser çiyayê Agirî digot; “Kurdistan li vir veşartiye.”
Û em jî careke din ji wê gorê serê xwe radikin.
Em dibêjîn; “Li cihê te kuştiye wê vejîn bibe”, “Emê li cihê te binax kiriye derxînin.” Ji vê re jî kedeke mezin didin raberkirin û çi derdikeve holê? Derdikeve holê ku dibişkivin. Hatiye şewitandin, çîmen hatine ziwakirin û wêran kirine.
Vaye, ya dibe bişkivînek nû ye. Wêje wê wisa pêş bikeve. Di mijarên teslîmkarî û hevkariyê de mezinbûna wêjeyê dernakeve. Dileke ku çûye teslîmiyet û hevkariyê wê ti carî nikaribe hesteke xweş û hevoka wê bicîh bîne. Hemû kirêtî û ketîbûn e. Ti carî nikare evînê bijî.
Hûn bawer dikin ku gelek evîndar dibin, dibêjin em xwedî kesayetên tijî hest-heskirinê ne. Ez biçûk dibînim, hemû bi qusur û hov dibînim. Li gorî min kesayeteke ku evqas ji dîroka xwe, çanda xwe, lûtkeyên çiyayên xwe û mêrxaziya wê tirsabe wê hestên wan nebe. Berdin evînê, em dinirxînin ku ev rezaleteke.
Di mercên teslîmiyet û sertewandinê de hest û evîn nîne. Dema hest û evîn nebe yê wêjevantî û hunerkarî jî nebe. Ji rewşenbîrên Kurd re vê dibêjim. Ger hinekê hewil bidin ruhê xwe bibînin, ruh çiqas hatiye xilaskirin? Ger ku tu dilê xwe biqasî çiyayê Agirî rast nekî û (tabî ev ji mêrxasî û şervantiyê derbas dibe) vê nedî raberkirin, gelo wê tu wêjeya çi bikî? Ez niha dîsa naxwazim bême ser rewşenbîrên Kurd. Lê cardin dibêjim ku bila bi wêrek bin. Qet nebe bila me bibihîsin û bi wêrek bibin.
Rêber Apo
Çavkanî: Dîrok Di Roja Me De Veşartiye Û Em Di Destpêka Dîrokê De Veşartîne