Dawiya 1971’an min xwe li hiquqa Stenbolê qeyd kir, lê ez qet neçûm dibistanê. Ez li Bakirkoyê fermanberekî kadastroyê bûm. Nêzî Avcilar li gundekî bi navê Şambayat min fermanberiyeke kadastro ya baş da meşandin. Hindekî li wê derê jî hevkomiya diravan çêbû. Çavdêriya ku min ji Bakirkoy û Atakoyê girtî gelekî pêşveçûyîna jiyanê bû.
Min qet xwe bi destê jiyana Stenbolê de berneda. Dîsa bi tenê bûm. Min dixwast ez bixwe xwe dahûrînin, min hesab dikirin. Li gel ku hindekî hestên min pêş ve çûbûn, jiyana Stenbolê tu caran di min de xwe eşkere nekir.
Wê demê, di nava refên pirtûkan de pirtûka lenîn a bi navê “mafê tayînkirina qederê ya gelan bixwe” min dît. Cara yekem li vê derê pêk hat û min ev raman ji xwe re kir mal. Tê bîra min, min dest bi xwendinê jî kir. Ez di pansîyoneke nêzî warê xwendevanên sîte yên Stenbolê de dimam.
Piştî wê DDKO (ocaxên çanda rojhilat a şoreşger) hatibû sazkirin, Dev-Genc (ciwanên şoreşger) hatibû sazkirin. Çalakbûyîneke zêdeyî hebû. Ez bûm endamê DDKO yê. Tiştê di vir de diyar, ev rêxistineke zarokên feodal-bûrjuvayê biçuk bû. Ez di vê watêyê de, di aliyê reseniya çînî de bi tenê bûm.
Semînereke ku min destpêkê hildabû ser şanên xwe hebû. Ez bawerim mijara wê “dîroka civakan û mijara Kurdan” bû. Û min gelekî bi wêrekî û li gor serdemê di asteke herî pêş de semînerek da û herkes şaş kir. Ez gelekî xeter dîtim. Digotin ev ji kur derket. Ji ber ku ev peyva ku min li wir gotibû tê bîra min: min got, “qaşo peyxemberê me gotiye, xwedê tu derfeta sazkirina dewletê nede Kurdan”, “heke tu bidî dê li serê cîhanê bibin bela”. Dema min ev gotin kir, ji ber ku min peyva dewleta Kurdan daye bikaranîn, zimanê hemû kesên li wê derê sekiniya. Ez bi rexnedarî nêzîk bûm. min got, “di vê derê de bêmafiya ku îdeolojiya ol dike eşkere ye”. Ez bawerim wê demê ji pirsgirêka netewî re nêzîkatiyeke min a misoger rast mijara gotinê bû û min nîqaş hindekî din jî geş kiribûn. Bi israr daxwaziya min ji min dipirsiyan. Bêguman li gel baş nezaniya xwasteka xwe min DDKO ya wê demê rexne dikir.
Piştre kongreyeke dawî ya DDKO yê hate sererastkirin. Ew, kongreya qedînê ye.
Li Stenbolê ji bo min serdemeke pir cewaz hatibû destpêkirin. Destpêka sala 1972’an ku min semîner da, tiştê ku berzanî û gelek serhildêrên dîtir nedikarîn bînin ser zimanên xwe, min bi serê xwe anî ser ziman. Di waneya ku min dayî de, ez pirsa “çima dewleta Kurdan nebe?” dipirsim. Tê bîra min, min qatek cilê hêşîn li xwe kiribûn û qravat girêdabû. Ji bo her kesî ez rengekî nû bûm.
Di kongreya dawî ya DDKO de hikmek kivilcimli jî axifî bû. Tê bîra min gotineke weke “zarokên Mezopotamya yê” bi kar anî bû. Hîna di bîra min de ye, berpirsyarên Dev-Gencê jî diaxifiyan. Her wiha rexneyek jî hebû. Piştî wê sêyemîn axaftina girîng min kir. Ez bawerim gelekî bal kişandibû û axaftineke gelekî wêrek bû. Jixwe hema ez girtibûm nava endamên bingehîn û piştre jî hate girtin.
Di vê serdemê de bîranîneke din a girîng jî, civîneke Dev-Gencê ya di Zanîngeha Teknîk de bû. Piştre sê kesên ku dê bibin çekdarên THKP-C (partî-eniya rizgariya gelê şoreşger) yê, Mahîr Çayan, yusuf kupelî û sînan kazim ozûdogrû jî di vê civînê de bûn. Sîmayên wan hîna di bîra min de ne. Ez bawerim wê demê van li hember Dev-genca mîhrî belî helwest raberkiribûn. Û bingehê THKP-C yê avêtibûn. Qetîn û cudabûn mijara gotinê bû. Di xalên bingeh ên îdeolojîk de di mijarên weke kemalîzm, revîzyonîzmê de Mahîr gelekî wêrek xeber dabû. Ev demeke kurt ji beriya xwe kişandina bin erdê bû.
Min cara yekemîn dît ku bi wêrekî mijara Kurdan li wir hate vekirin. Axaftina ku Mahîr li ser kemalîzm û mijara Kurdan kiribû gelekî wêrek bû û di bandorbûna me de xwedî asteke pêş bû. Ez bawerim nû xwe ji bin bandora kemalîzmê rizgar dikir. Heman tişt ji bo revîzyonîzmê jî îfade kir.
Ez bawerim nîqaş û rexneya Mahîr a li ser rêxistina îlegal û xwe bi paş ve dayîna ji dijwariya şoreşgeriyê hebû. Du axaftin kirin, her du jî hişk bûn. Tê bîra min çekek jî teqiya. Ji bo min helwesteke pir wêrek û îdeal bû. Di jiyana min a Stenbolê de xala herî girîng a nirxdarê balkişandinê ev e.
Di dawiya 1971’an de ez bibûm sempatîzanekî baş. Heke bal were kişandin, min endamtiya komelê dikir. Ez sempatîzanekî baş im, lê min hîna rêka xwe nedîtiye. Ez endamê DDKO yê me, lê hezkirina min ji ciwanên şoreşger re jî heye. Dîsa di şopandina rêberên şoreşger de ez tu dudiliyê nîşan nadim.
Qetîn her ku çû dijwar bû û jixwe hema berbi dawiya 1971’an min qeyda xwe rakir ser fakulteya zanistên siyasî. Min siyasal di rêza puanê de bîstemîn bi ser xistibû. Vê yekê jî ji maliyê ji min re bûrs dianî. Jixwe bi dawiya 1971 û destpêka 1972’an 12 Gulanê pêkhatiye, hemû berpirsyarên ciwanan ketine hundir, li Enqereyê dor hatiye kesên weke me yên di asta duyem de û yên nû.
Di bingeh de ev xal gelekî girîng e. Heke li pêşiya me rêberên xwedî bandor ên Dev-Gencê nebin, di bingeh de dê ji bo me şensê rêberiyê tune be. 12 Gulanê bêyî ku bizanibe di vê mijarê de ji me re hawirdoreke mezin vedike. Ez bawerim piştre ev bû mijara kovaran: “Bakî Tug çima Apo negirt?”. Pergal piştre pir qehirî. Wê demê zêde rewşeke min a girtinê jî tune bû. Wê demê Apo tu tiştek e, tu aliyê wî yê ku balê bikşîne nînin. Tawanbarkirina bakî tug jî bêwate ye. Piştre di parlementoyê de bû serokê komîsyona parastinê. Belkî şopandina min, darezandina min, ji xwe re weke şerefekê didît. Di mehên çile, sibat û adara 1972’an de SBF (fakulteya zanistên siyasî) bi tevahî di bin bandoriya THKP-C yê de ye. Ji bo min jî ev serdem weke sempatîzaniya wan derbas bû. Hindekan digotin ku ez bûme endamê wan. Raste, bi wan re min hema dest bi rêxistinê kiribû. Lê ji ber ku, ew nediketin rêxistineke rişt, di wateyekê de ez weke rêberekî amator derdiketim holê.
Reva ji girtîgeha maltepeyê peroşmendiyeke mezin çêkiribû. Ez di bin bandora vê ya kûr de bûm û min ev yek pir bi qehremanî dinirxand. Em hemû di nava wê hêviyê de bûn ku dê niha hindek karên mezintir bikin. Lê dema ev rev li kizildereyê bi jandarî encam bû, me bi amatorî bi rêbertiyeke xwepêşandanê bersiv da. Piştre em di 7 Nîsana 1972’an de hatin girtin.
Di vê serdemê de her ku diçû min rêbertiya xwe dipeyitand. Piştî 12 adarê hêdî hêdî ez berbi valatiya rêbertiyê ve dimeşim. Him di şoreşgertiya Tirkiyê de him jî di şoreşgertiya Kurdan de lêgerîna çareseriyê heye. Ez bawerim di heman demê de niyeta me ya kombûyînê diyar dibe. Ji her alî, ji ciwanên xwendevan endam tên girtin. Ji bakur, ji başur, hema ji her eşîretê, malbatê, qadê em dixwazin kesan kom bikin. Piştî 12 adarê hawirdora Enqereyê ji nû ve dibe dika tevgerbûyîna ciwanên xwendevan. Dibistan xwedî atmosfereke nîqaşa germ bûn. Di ev çerçoveya bingeh de, têkîliyeke me ya komê heye. Wê demê min kemal û Hakî kişandibûn nava têkîliyên komê. Ez bawerim ên din jî hêdî hêdî dihatin.
Di vê serdemê de ez bi milîtaniya xwe xwendevaniyên xwe dipeyitînim. Hawirdora Enqerê ji aliyê jiyana civakî ve asta herî pêşketî ya Tirkiyê îfade dike. Siyasal, cihê zarokên dewlemendan bû, (kurê kurê serokomarê Tirkiyê yê berê Korûturk jî di dibistanê de bû) weke din zarokên gelek bûrokrat, serleşker û kesên dîtir hebûn. Di vê dibistanê de çalakiya ku min li ser bîranîna berxwedanêrên 31 adarê li dar xist, çalakiyeke pir wêrek û misoger rêberiyane bû.
Însyatîfa tevgera xwendevanan hîna di Adara 1972’an de me bi dest xistibû. Ew roj ev roj e ev rêbertî didome. Esas ew jî gaveke ji nişka ve ye. Cara yekem bû pêleke ku bandorên 12 Adarê ji holê rakir û ev her ku çû li Tirkiyê belav bû. Lê bi gotina ozal em weke “bermahiyên devê şûr” mabûn, yanî şûrê 12 adarê qasî ku karibû çinîbû. Dema nifşa yekemîn çû, em weke nifşa duyemîn derketin û di wê rewşê de nebû ku me ji nû ve bibîne û şûr di ser serê me re bihejîne. Bi nirxandina wê valatiyê re me gaveke biplan avêt.
1972’an de jixwe yên ku bibûn rêber diyar bibûn. Rêberên Dev-Gencê diyarbûn, DDKD (komela çanda rojhilat a şoreşger) jixwe hatibû girtin, ew dosya hîna li Stenbolê hatibû girtin. Tê de navê min derbas bibe jî, li Enqerê qet nîne, bi tevahî bal çûbûn ser hindek kesên dîtir. Şûrê 12 adarê belkî mûyê porê me dibire, lê weke din li cihê me nakeve. Yê ku 12 adarê pêşwazî kir Dev-Genc bû, weke ku tê zanîn rêberên wan ên qehreman şehît ketin. Mîrata ku berdan girîng bû. Em bibûna milîtanên wan me xwe ji wan dihesiband. Êdî qehremanên me di nav xwînê de çûn. Heke me biryara hevalbendiya wan daye, (ji ber ku egîdî ye) divê ku em çekên wan li erdê nehêlin. Yên ku têdikoşin, şer dikin, şehîd dikevin. Yên ku mane ji destê sêyem sempatîzan bûn û min bi lez di nava wan de rêbertî bi dest dixist.
Girîng e, ez xwe ji tevgerê dihesibînim, ez amade me bibim endam jî. Min çawa xwe tevlî kir? Hîna partiya min nîne. Rêxistinên weke THKP-C, TÎKKO (artêşa rizgariya gundî, karkerên Tirkiyê) bi nav hene, lê dîtina deriyê wan gelekî zehmet e. Lewra tu kesekî ku mirov rêxistin bike jî nîne. Lê ez amadebûm ku bibim berendam. Bi niyeta baş û weke milîtanekî baş min dixwast lê xwedî derbikevim. Ev xwedîderketineke girîng bû. Ez xwedî hewlbûm, min dixwast ez kombûyînê bi niyeta xwe ya herî baş û bi bizavên xwe yên baş bi teşeyeke balkêş bimeşînim.
Di vê demê de rexmî kemal û Hakî gelekî nêzbûn, hîna bingehê feraseta kombûyînê nebû. Derveyî vê em bi her ast û çîna civakê re têkîldar bûn. Taybet bi gelek xwendevanên çîna serdest re jî têkîlî sazkirin gelekî girîng bû. Li gel kêmjimara çîna kedkar ên weke kemal û hakî, zêde nebûyîna şarezayiyê, di van salan de taybet ji aliyê sosyo-ekonomîk ve tevlîbûna xwendevanên çîna serdest jêneger e. Bi vê teşeyê me bi gelek zarokên axa û fermanberan re têkîlî saz kirin.
Bêguman, bidestxistina rêbertiya sosyo-siyasî jî, weke ku tê zanîn hêsan nîne. Bi qandî ziravî û nişkaviyê, çav vekirîbûn, asta rêgez dixwaze. Yek jî divê tu demê baş bi kar bînî. Dîsa ji bo plankirina vê, sebir û çavdêrî heye.
Lewma gavek hate avêtin, girtina 7 Nîsanê bi mamakê encam bû. Li mamakê min pêvajoyeke şeş-heft mehan derbas kir. Di vê pêvajoyê de ez girtîgehê baş dişopînim. Zîndan çi ye? Çi dide, çi distîne? Mamakê peywireke rişt a dibistanê dît û ez derketim. Dîsa li vê derê jî bi xwînsarî, sebir di bin rûpoşê şoreşgerê dibistanê de dozeke pratîkî tê dayîn.
Li mamakê çi gihişt? Me li wê derê rêberên xwe dîtin. Çûyîna deniz a darvekirinê me dît, me TİP î,(partiya karkerên Tirkiyê) PDA (ronahiya şoreşgerên proleter) yî, THKP-C yî dîtin. Pir kêm me hev naskir, me nîqaş kir. Dîsa jî min hîna tercîha xwe ya misoger nekiriye. Lêgerîna min didome.
Niyeta bakî tug hebû ku 7-8 salan bide me. Lê ji ber ku şahid tune bû, neda. Li gel min Doxan Firtina hebû. Hîna şahidê zindî yê wê demê ye. Ez bawerim ji destpêka salên 1990’an bi şûn ve di ÎHD (komeleya mafên mirovan) yê de dixebitiya. Bavê wî albayek bû. Ez nizanim, gelo ma li ser dadgehê tu bandorên wî çêbibûn? Heke hebû û ji bo wê yekê kurê wî derketibe, misoger nîne, dibe ku di derketina min de jî xwedî erk be.
Piştî ku ez derketim, di mala biniya anitkabîrê de mam. Gelek caran min serdana anitkabîrê dikir. Ev yek gelekî balkêş e. Ciwanekî ji Muşê ku bavê wî serbaz bû hebû. Hindek jinên nerihet an jî yên dost dihatin. Gelo ma dixwastin me bixînin? Min tu tiştek ji wan fêm nekir. Diviya ku şopandinek bûya? Ez pê re eleqeder bûm. Yanî hîna wê demê jî jiyaneke min a girtî hebû.
Di navenda kemalîzmê de û di biniya anitkabîrê de min biryargeh saz kiriye. Mala hevalekî min ê gelekî tolaz bû. Bavê wî serbaz bû. Ez bawerim diya wî ji muşê bû. Navê wî tê bîra min, gelo atîla bû? Li gor ku navê kurê xwe kiriye atîla bavê wî yekî kemalîst e. Dibe ku jinên dihatin wê derê, ji bo avakirina têkîliya bi xwendevanên wê demê re yan jî li gor rewşa xwendevanan xwedî xwastekên serpêhatiyan bin jî. Wisa du-sê jin bûn. Nizanim, zêde dewlemend jî nebûn. Lê balkêş bû, wisa dihatin gel ew hevalên min ê kurê serbaz. Wêneraniya polîs îhtîmalek e. Lê misoger ez neketim.
Wê demê rewş ewqas tevlîhev bibû ku, yên ku Kurdeyetiya sexte dikirin bi gotinên çil caran ji me qerasetir li holê bûn. Ên ku çepgirî dikirin jî wisa bûn. Lê, di hundirû de amadekariyeke min a baş hebû. Min diyardeyên destpêkê yên vê xetê yên xeta PKK ê di ev mala biniya anitkabîrê de ava kirin. A balkêş, her roj çûyîna min a serlêdana qebir çi bû? Ez bawerim di dîtina nakokiyên nêzî min de ji min re dibû alîkar.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike