Di ser Komploya Navneteweyî de 26 sal derbas bûn û di van 26 salan de Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê têkoşîneke bêhempa meşand. Bi vê wesileyê ez Rêber Apo û têkoşîna wî ya bêhempa silav dikim.
Armanca sereke ya vê komployê tunekirina Rêber Apo ya fîzîkî bû. Di rastiyê de armanckirina tunekirina fîzîkî ya Rêber Apo bes bi komploya 9’ê Cotmehê dest pê nekir. Ger were bîra we jî di 6’ê Gulana 1996’an de jî li Şamê komployeke mezin ya tunekirina Rêber Apo armanc dikir, hatibû plankirin. Bi saya tedbîr û pêşbîniya mezin ya Rêber Apo ew komplo hatibû pûçkirin. Di demên cûda de hin hewildan çêdibûn. Rêber Apo dîsa li hemberî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê jî ji Rojhilata Navîn derket û pêşiya tunekirina fîzîkî girt. Ji ber ku Rêber Apo baş dizanî ku hebûna wî bi xwe ji bo çarenûsa gelê Kurd gelekî girîng e. Û girêdayî vê yekê pêşî li tunekirina fîzîkî girt.
Rêber Apo bi aqilekî stratejîk tevgeriya û girêdayî vê yekê ji qada Rojhilata Navîn derket û armanca komployê pûç kir. Weke hûn jî dizanin di wê serdemê de dema Rêber Apo derbasî Ewropayê bû û li Romayê bû gelê me pêl bi pêl diçû Romayê. Gelek kes li wir li dora Rêber Apo kom bû. Însanan xwe bi saxî dan ber agir. Çalakiyên fedaiyane pêk anîn û ev peyam dan hêzên komploger; Em in Rêber Apo. Hebûna Rêber Apo hebûna gelê Kurd e. Misogeriya sereke ya hebûna gelê Kurd, hebûna Rêber Apo ye, azadiya Rêber Apo ye. Girêdayî vê yekê hêzên komploger nekarîn tunekirina fîzîkî pêk bînin. Lê belê piştre Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ket dewrê û bi awayekî korsanwarî Rêber Apo ji dewleta Tirk a dagirker re hate radestkirin.
Li girava Îmraliyê têkoşîneke bêhempa heye
Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê li hemberî, pergala êşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Têkoşîneke dîrokî û bêhempa dide meşandin. Ev tekoşîn ne tenê têkoşîneke fîzîkî ye. Beriya her tiştî em dikarin bibêjin ku Rêber Apo şoreşeke zîhniyetê ya mezin pêk anî. Helbet ev bi pêvajoya Îmraliyê neda destpêkirin. Beriya Îmraliyê jî Rêber Apo tim weke îdeolojîk, paradîgmayî û rêxistinî di nava kûrbûnên mezin de bû. Lê belê şert û mercên şer û pirsgirêkên li pêşiya rêxistinê û rojev li pêşiya vê yekê hinekî asteng bûn. Weke Rêber Apo anî ziman li Îmraliyê yanî şert û mercên destgirîyê ev şert û mercên esaretê berovajî kirin.
Rêber Apo xwedî terzeke têkoşînê ya bêhempa ye. Divê ev yek baş were zanîn. Ev ne tenê têkoşîneke fîzîkî ye. Ev têkoşîneke fikirî, ruhî, îdeolojîk û paradîgmayî ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Rêber Apo bi vê têkoşîna xwe hemû hesabên komployê pûç kirine. Rêber Apo çi kir? Rêber Apo kod û şîfreyên fikir û zîhniyeta pergala dewletparêz, dersthilatparêz û pergala serdest a mêran a 5 hezar salan yek bi yek çareser kir. Yek bi yek danî li pêşiya me hemûyan. Bi parastinên xwe kuliyateke mezin derxist holê. Di mijara pergala mêran a serdest ya pênc hezar salî de bi perspektîf û analîzên pergalê ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyeke mezin. Û îro em hemû ji vê yekê sûd werdigirin. Yanî ji xwedawendên şaristaniyan hesab pirsî û alternatîfa wan afirand.
Rêber Apo bala cîhanê dikişîne ser xwe
Ramangerên cuda jî hene ku hewil didin şaristaniyê çareser bikin. Lê belê rêbaza Rêber Apo ya analîzkirina şaristaniyê bi analîzên teorîk re ne sînordar in. Rêbertî ji cihek şoreşgerî heta ji rêberekî hîn şoreşger li mijarê dinêre. Beriya pêvajoya Îmraliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi heybet ku avakiribû hebû. Rastiyeke gel a rêxistinkirî hebû. Bêguman bi guhertina paradîgmaya nû re vê yekê hê bêhtir xwe li hev zêde kiriye û pêşketinên gelekî mezintir bi xwe re aniye. Şoreşa Rojava pêş ket. Şoreşa Rojava bi paradîgmaya mezin a Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk, wekhevîparêz û azadîxwaziya jinê pêş ket û teşe girt.
Di vê wateyê de em dikarin bêjin ku di vê pêvajoya bîst û şeş salan de komploya navneteweyî heta astekê pûç bûye. Lê em nikarin bibêjin ku me encamên tam bi dest xistine an jî me komplo têk biriye. Ji ber ku ev hemû têkoşîna bîst û şeş salan a ku me daye meşandin bi armanca pêşxistina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi armanca misogerkirina azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya azadiya Rêber Apo.
Tişta ku asta biryardarî û îdîayê di nava gel de pêş dixe çi ye? Bi rastî jî sekne, qêrîna li dijî komploya navneteweyî ye. Daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Êdî tehemûla gelê me li hemberî dîlgirtina Rêbertî nemaye. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn demê de deriyên Îmraliyê bêne vekirin û Rêber Apo bikeve nava gelê me. Gelê me ji qada mitîngê ya Amedê ev peyam daye. Îdîa û biryardariya xwe nîşan daye. Ji ber vê yekê dost û dijmin, lazim e her kes vê bibihîze û bibîne. Ewil jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya qirker, mêtinger, divê vê peyama gel ya li qada Amedê rast bixwîne.
Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe
Devlet Bahçelî yê faşîst di axaftina xwe ya li meclîsê de bang li Îmraliyê kir. We deriyê Îmraliyê girtiye. Hûn nahêlin yek gotinek ji Îmraliyê derkeve. Hûn çi bangê li Îmralî dikin? Li holê hevdîtinek bi Îmraliyê re nîne, hûn çawa dikarin bang li Îmraliyê bikin? Bang li Îmraliyê dike û dibêje bang li tevgerê bike. Dibêje bila rêxistina xwe tasfiye bike. Bahçelî ma qey wê ji te re nebêjin ma Kurd mirin e? Ma ev tevger qediya ye? Kurdan peyama xwe ji Amedê pir zelal dan. Gotin “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok Jiyan Nabe.” Hewce dikir peyama esasî te ji vir girtiba. Eger hûnê bang li Îmraliyê bikin, eger hûnê bangeke samîmî bikin, hingî divê hûn pêşî li deriyê Îmraliyê vekin. Divê hûn bingeha hevdîtin û diyaloga bi Îmraliyê re ava bikin.
Hin nûçeyên spekulatîf ên di vê çarçoveyê de hatine weşandin jî hene. Gelek nîqaş jî tên kirin. Bila nîqaş bikin. Em ji nîqaşên wan re tiştekî nabêjin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd nehatiye nîqaşkirin, di nava pêvajoya bêçareseriyê de ye. Divê bê nîqaşkirin. Lê divê ev nîqaş rastiyê tarî nekin. Rastî çi ye? Ya rast ew e ku niha li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya mutleq, sîstema qirkirinê heye.
Rastî çi ye? Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer û berxwedaneke dijwar tê meşandin. Xwîn tê rijandin. Beriya her tiştî divê ev xwîn raweste.
Heke hûnê bangek bikin, ewil divê hûn xwînê rawestînin. Beriya her tiştî hûnê mîtînga ku gel dixwaze pêk bîne qedexe nekin. Hûnê dest ji qedexekirina wê berdin. Piştî wê banga xwe bike.
Di vê mijarê de divê Kurd, gelê Kurd û dostên wan guhên xwe bidin daxuyaniyên tevgera me. Divê rastiya ku hewil tê dayîn bê veşartin, ji navendê pêvajoyê bişopînin. Û em bawer dikin ku gelê me û dostên me di ferqa vê yekê de ne.
Eger artêşbûn nebûya, em heta vê rojê nedihatin
Em di meha Cotmehê de ne. Şehîdên me yên Cotmehê di şexsê Hevrê Bêrîtan de şênber dibin. Artêşbûna me ya jinê ku bi pêşengiya hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi pêş ket 30 sal li dû xwe hişt. Zêdeyî 30 sal in gerîlayên azadiya jinê li çiyayên Kurdistanê bi perspektîfa artêşbûnê têkoşîneke rêxistinbûyî û îradeyeke rêxistinbûyî derdixînin holê.
Çima artêşbûn? Ger me bi artêşbûbûnê dest pê nekirina, gelo em ê heya roja îroyîn bihatana? Na, ev ne pêkan bû. Ji ber vê yekê em bi saya artêşbûna jinan a beriya 30 salan ya ku bi pêşengtiya Bêrîtanan pêş ketî, hatine vê rojê û li Kurdistanê xwediyê partiya azadiyê ne. Û îro ev artêşbûnan me ya jinan xwe gihandiye qonaxeke pêşdetir. Jinên Kurd îro ne tenê li çiyayan di nava artêşbûnekê de ne. Bo nimûne li bajaran jî jinên Kurd têkoşîna pêşxistina artêşa xwe dimeşînin û têkoşîna birêxistinkirina hêzên xweparastinê bi rê ve dibin. Di nava pêvajoyeke bi vî rengî re derbas dibin. Weke mînak li Rojava weke YPJ di pêşengtiya jinên Kurd de pêşketineke mezin derket holê û asta rêxistinbûnê derket holê.
Em dibêjin; “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e.” Di pêşengtiya YPJ’ê de pêş ket. YPJ’ê jî îlhama xwe ji Rêber Apo, artêşbûna jinan a ku di şexsê Şehîd Bêrîtan û Gulnaz Karataşan de û ya li Herêmên Parastinê yê Medyayê pêş ketî, wergirt. Gotin ku em ji bo xwe weke mîrateyekê dibînin. Ji ber vê yekê pêvajoyeke ku di pêşengtiya YPJ’ê tê birêvebirin heye. Dîsa li Şengalê avabûniya YJŞ’ê ya ji aliyên jinên Êzidî ve hatî pêşxistin, heye.
Ew jî ji Hevrê Bêrîtanan, ji Hevrê Meryeman û ji Hevrê Zeyneban îlhama xwe werdigirin. Bûn peyrewên Heval Delal û Arîn Mîrkanan. Dîsa li Rojhilatê weke HPJ jinên Kurd hewil didin ku rêxistinbûna xwe pêş bixin.
Ev pêvajo berdewam dike. Ji ber ku şoreşa jinan bi rastî jî wê dem bigre. Geşedaneke şoreşî ya wisa ye ku belkî pêncî salan yan jî sed salan berdewam bike. Tespîta ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin. Ev tespît bi xwe beriya sedsala 21’emîn ji ber ku geşedan û tecrûbeyên têkildarî azadiya jinan baş dizanî û dîsa ji ber ku dizanî ku sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan, bi ked û hewildanên xwe ev tespît kiribû. Îro ev têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê ya di pêşengtiya gerîlayên YJA Starê ya li çar parçeyên Kurdistan û Herêmên Prastinê yên Medyayê her ku diçe mezintir dibe. Dibe ku şoreşa jinan ji sedsala 21’emîn jî derbas bibe. Diyarkirina sînorekê ne pêkan e. Ji ber ku wextekî ku ev yek bi dawî bibe nîne. Bêdawî ye. Azadiya jinan qadeke wisa ye. Ji ber ku qadeke îdeolojîk e. Şoreşeke îdeolojîk e. Şoreşeke felsefîk e. Ev ronîbûn li Kurdistanê di pêşengtiya Bêrîtana de, di pêşengtiya artêşa azadiyê ya ku ji aliyê Bêrîtanan ve hatî destpêkirin, dest pêkir. Ji hemû cîhanê re dibe îlham. Û ev yek wê bi salan berdewam bike.
Tekoşîna Azadiya Jinê dijminên jinê ditirsîne
Bêguman beşek ji vê têkoşîna çekdarî ye. Beşeke wê jî têkoşîneke îdeolojîk e. Beşeke wê jî têkoşîneke felsefî ya teorîk e. Beşeke wê jî têkoşîna civakî ye. Şoreşa jinê di heman demê de şoreşeke civakî ye. Azadiya jinê jî bi azadiya civakê ve girêdayî ye. Divê jin azad bibe da ku civak jî azad bibe. Di vê wateyê de bêguman ev têkoşîna azadiya jinê ya pêşketî, dijmin ditirsîne. Dijminê Kurdan ditirsîne. Dijminên jinê ditirsîne.
Ji bo vê jî polîtîkayeke pir cidî ya şerê taybet di meriyetê de ye. Navendên ku vê bi taybet pêk tînin hene. Bi taybetî li Kurdistanê, lê tenê bi Kurdistanê re jî ne sînordar e. Li metropolên Tirkiyeyê heta dawiyê polîtîkayên qetilkirina jinan û polîtîkayên qetlîamker ên jinan xistine meriyetê. Mînak li Kurdistanê her roj jin tên qetilkirin. Di nava kolanê de jin rastî bûyerên destdirêjî û tacîzê tên. Hewil tê dayîn di nava civaka Kurd û Tirk de rizîbûna exlaqî pêş bixin û belav bikin. Ev ji aliyê rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê ve weke stratejiyek bi awayekî pergalî dimeşîne.
Û ev polîtîka û çalakî bi armanca paşvekişandin û sebotekirina têkoşîna me ku bi îdîaya şoreşa azadiya jinê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê mezin bibe bi pêş dikeve, hatine destpêkirin.
Li ser jinê êrîşeke mezin heye. Pêwîste gel, civak, hem gelê Kurdistanê hem jî civaka Tirkiyeyê li dora vê bibin yek, rabin ser piyan û qiyametê rakin. Ji ber ku ne exlaqa civakî, ne jî exlaqa azadîxwaziya jinê, ne tevgerên femînîst, ne têkoşînên azadiya jinê, ne jî têkoşîna azadiya civakî ya giştî vê yekê qebûl nakin. Divê hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bidin hev û li dijî vê sîstemê têkoşînên rêxistinbûyî yên hevpar xurt bikin.
Jinên ku piştgiriyê didin desthilatdariyê jî vê êşê dikişînin. Bi gotineke din, jinên ku destekê didin desthilatdariyê û dengê xwe didin AKP-MHP a faşîst jî, mexdûrên vê yekê ne. Ew jî jin in. Divê ew jî vê bibînin. Divê li dijî vê yekê biaxivin. Ez dibêjim divê jinên AKP’yî, jinên CHP’yî û hemû jinên deng didin hemû partiyên din, mezin û biçûk, li hev bicivin û vê konsepta êrîşên bêexlaqî yên li dijî jinê vala derbixin û li dijî wan asta hevpar a têkoşînê bi rêxistin bikin û derxînin holê.
Zilar Stêrk
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê