Komplo û bêbextiya 9’ê Cotmeh’ê ne tenê hema bi dîroka 9’ê Cotmeh’ê ya sala 1998’an despê dîke. Ev dîrok di aliyên pratîkî de komplo gihand lûtkeyê. Yanî komplo pir ji bere ve dimeşiya. Yanî bi kurtasî dema komloya navnetewî ya ku li dijî Rêber APO tê gotin, divê dîroka gelê Kurd ya tijî qirkirin û komkujî bê bîra mirov. Bê gûman dîrokek weha wek ya gelê Kurd ku tê jiyan kirin tenê bi nivîsekê mirov nikare heqê wê bide û têra vê dîrokê bide pênase kirin. Lê weke mirovek, bi teybet weke jineke Kurd ezê hewil bidim hêst û ramanên xwe bikim yek û hinek tiştan diyar bikim.
Kurdistan di heqîqeta xwe de bihişta ser rûyê dinê ye. Lewma hemû mirov çav berdanê û xwestine Kurdistan bibe ya wan. Bi sedê sala dek, dolab û lîstok li ser Kurdistan meşandin. Di encamê van lîstokan de Kurdistan li xwe parve kirin û kirin çar perçe. Wan ji xwere di gotin, me para xwe girt. Lê wan nezanîn ku Kurd her tiştî efû dike lê xiyanetê na! Kurd’an di Kurdistanê de, himbêza xwe ji bo mirovatiyekî bi xwuşk û birayetî ji hemû mirovan re vekirin. Li himberî vê ew mirovên ku bi dervey xwe avêtibûn himbêza Kurd’an, Kurdistan dagirkirin û gelê Kurd xistin nava qirkirinekî netewî. Weke di dîrokê de tê zanîn bi sedê salan, bi dehê caran Kurdan di komkujî qetlîaman re derbas kirine. Her beşekî Kurd li gor dijwariya van qetîl kirin û komkujiyan navêk lê datanîn. Li hinek heremên Kurdistanû, navê van komkujiyan bû ÎSYAN û SERHILDAN. Li Dersimê bû TERTELE ya 38’an. Li Şengal bi dehê caran bû FERMAN a Ereb û Osmaniyan. Ev hemû komkujiyê li hemberî mirovahiyê pêk hatin. Vê gavê dervey pijaftina çandî, ziman û ji cewherê xwe derxistin. Bi sedên sala, bi van rê û rêbazên îmha-înkarê Kurd anîn hedeke weha ku hebûn û tunebûna Kurd’an bikeve nîqaşê. Anîn astek weha ku Kurd bi xwe ji xwe bikeve şîk û gûmanan. Her gav roj û seetê, her dem û kêliyê ji me Kurd’an re digotin; “Kurdê bi dûvik.” Yanî înkar û îmha ewqas bi dijwarî didan meşandin ku hema kî bi Kurdî axivî baya, weke ku Rêber APO diyar dike “mina ku rastbe hema Kurd li pişt xwe dinere û dibêja bê ka bi rastî jî li dû min dûvik heye an, na”. Kurd anîna vê rewşê, bê exlaqiyeke civakî ya ku di dîrokê de ku nimûna wê tûneye.
Tam di demeke weha de wan xayinên Kurd û Kurdistan ku li ba xwe digotin “me Kurd bin beton kirine” û Kurd bi xwe jî di nava vê bê exlaqiya civakî de ku bi bê rûmetiyê rû bi rû mabûn, Rêberê Gelan, Rêber APO mîna rojekê li Kusdistanê hilat û got; “Kurd û Kurdistan dagirkiriye!”. Ev gotin şîfreya tekoşîna azadiya Kurd û Kurdistan bû. Ev gotin şikandina zincêrê koletiyê yên Kurd û Kurdistan bû. Ev gotin bi cesaret buyîn, hişyar buyîn û ketina ferqa hemû bê mafiyên ku li Kurd û Kurdistan hatibûn kirin bû. Bi yek peyvê ev gotin şoreşa azadiya Kurd û Kurdistan bû. Lewma her Kurd’ekî bi şeref û namûs xwe di nava vê doza azadiyê de dît û bê didilî ev tekoşîn himbêz kirin.
Gotina “Kurd û Kurdistan dagirkire!” ji fikir û ramanên Rêber APO derket. Paşî bi şeş kesan li Bakurê Kurdistan belav bû. Li Dilok’ê bi Hekî Karer bû Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê. Li zindana Amedê bi Mazlûm Doğan, Ferhat, Kemal û Xeyrî yan bû berxwedan. Li çiyayên Kurdistanê bi Egît û Berîtan’an bû Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK. Bi pêşengtî kirina vê şoreşa azadiyê, di şexsê Zîlan û Sema yan de bû tevgera azadiya jinên Kurdistanê. Her roja ku derbas dibû ev şoreş behtir bi coş û geş dibû. Mîna ku herî dawî cangorî Seyît Evren got; “her roja ku diçû min didît, em zêde dibin”. Ew dewleta dagirker ya Tirk, çi dikir û ne dikir ne dikarî pêşî li van pêşketinên Kurd û Kurdistan bigire. Lewma dîsa mîna gelek cara di dîrokê de kiryarên komplogerî li ser Kurd û Kurdistan dikirin, dubare serî li lîstokên dervey mirovîtiyê dan meşandin. Di vê komployê de hedefa sereke bê guman Rêber APO bû. Ber sûcê herî mezin yê vê berxwedanî û ji nûde vejînbûna gelê Kurd Rêber APO dihate dîtin. Ji ber ku yê bi fikir, raman û felsefeya azadiyê dikarî van hemû pêşketin û guhertin û vegehertina ava bike Rêber Apo bû.
Despê kê di 6’ê Gulan’a sala 1996’an de li Şamê xwestin bi teqîneke pir mezin Rêber Apo bikin hedef û bighêjin encamê. Lê bi seknê fedaî yên weke Zîlan’an ev plan vala hate derxistin. Paşî dewleta dagirker a Tirk, dest bi plan, lîstok û komployên nû kirin. Ji bo vê di sala 1998’an de êdî hew debar û tehemula dewleta dagirker a Tirk mabû. Lewma bi dehê cara hukûmeta Enqerê, hukûmeta Şamê ji bo ku Rêber Apo ji Rojhilata navîn derbixîne tehdit dikir. Ji bo dewleta Sûrî tengav nebe, Rêber APO biryara ji Rojhilata Navîn derketinê da û ji bo destê tekoşînê yê siyasî bê xwurt kirin di dîroka 9’ê Cotmah a sala 1998’an de berê xwe da Ewrûpa.
Dema mirov ji wê kêliyê û heta niha rûdanên dîrokî mîna şerîda fîlmekî di ber çav re derbas dîke bê gûman hem gelek bê mafiyên ku di bingeha komployan de, di şexsa Rêber APO de li gelê Kurd hatiye kirin tê dîtin hem jî gelek pirsên ku divê bên bersivandin derdikevine pêş mirov. Bê mafiya herî mezin û dervî exlaqê mirovî eve ku Rêber APO weke berpirsê derxistina pirsgirêka Kurd hate dîtine. Ji ber ku berovajî vê rastiyê Rêber APO ne çavkaniya pirsgirêka Kurd e, Rêber APO hêza herî rast û nêzî heqîqeta çareseriya pirsgirêka Kurd e. Her weha ji bo 9’ê Cotmeh a sala 1998’an pirsên ku divê werin pirsin jî gelek girîngin. Di despêkê de dewleta Sûrî; gelo te bikarîba Rêber APO di welatê xwe de bigre û biparêza heta niha, ma ewê îro welatê bi navê Surî di vê rewşê de baya? Rûxmê hemû şaşîtiyên ku dewleta Surî li himber Rêber APO kiriye jî eger hema niha, modela sîstema netewa demokratîk bi pejirîne ewê nikaribe yekser ji vê qeyrana bi salane tê jiyan kirin rizgar bibe?. Bê guman mîna Rêber APO gotiye; “ger derfet bidin mi, ez dikarim pirsgirêka Kurd di heftayekê de çareser bikim”, ewê hemû pirsgirêkên Sûrî di hefteyekê de bên çareser kirin. Lê mixabin me di jor de jî diyar kiriye ya, di şexsê Rêber APO de komploya navnetewî xwedî armanc û hedefa qirkirina gelê Kurde. Ji bo vê rastiyê jî bi tu awayî çareseriya pirsgirêka Kurd li bercewendiyên wan nayê.
Her weha dema mirov di roja meya îro temaş dike, bi fikir û ramanên paradigmaya Rêber APO ya netewa demokratîk li hemû çareseriyên pirsgirêkê civakî digere û dibîne, mirov heqîqeta vê komployê hîn kurtir fam dike. Yanî Rêber APO, bi fikra “Kurd û Kurdistan dagirkire!” destpêkir û îro gihandiye modeleke mîna konfederalîzma demokratik. Li hemû cîhanê îro ev fikir minaka mirovahiyek azad û bi rumete. Her mirovekî ku dixwaze azad û bi rûmet jiyan bike vê modele dipejirîne û jiyan dike. Bi jiyanî buyîna vê projeya netewa demokratîk, edî ne tenê bê tehamuliya dewleta dagirker ya Tirke, buye kabûsa hemû hêzên kapîtalîst û desthilatdar. Ji ber van rastiyan êdî tahamula van hêza ya ku bikaribe yek fikrê Rêber APO guhdar bike nemaye. Lewma komplo êdî bi rêbaza tecrîda giran kiri bi pratik dikin.
Lê belê dîsa xwe dixapînin. Ewê ne bi tecrîdê û ne jî bi tu rêbazên din bikaribin komplo bi ser bixînin. Ji ber me weke gelê Kurd yê bi rûmet û şervanên azadiyê soz daye Rêber APO û rêhevalên şehit, bedelê wê çi dibe bila bibe emê vê doza azadiyê bighînin serkeftinê. Her weha mirov dikare bêje çalekiya ku li Enqerê Heval Rojhat û Heval Erdal kirin, pratîk kirina vê sozê ye. Bi wesîleya vê çalekiya mezin û bi wate ya her dû hevala, em careke din didin diyar kirin ku eger rewşa Rêber APO nekeve merheleyeke şert û mercên azadiya fizikî emê hemû şervan û şoreşger bi awayekî bi pratîk kirin bidin dû çalekiya Heval Rojhat û Heval Erdal. Wextekê Rêber Apo digot; “eger pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin ewê êdî ev şer ji kontrolê derkeve”. Niha em wê wextê jiyan dikin.
Di encam de; ya ewê Rêber APO bê şert û merc bighêje azadiya xwe ya fizîkî û pirsgirêka Kurd bi rêk û rêbazên demokratîk were çareser kirin, ya jî eger ji me Kurd’an û Rêber APO re azadî tune be, ewê ji dervî me tu kesên din jî nikaribe rehet û aram jiyan bike. Kesên dibêjim, ji ber ku di roja me ya îro de kîjan mirovê ku ji xwere dibêje ez mirovim û li himberî kiryarên dagirkeriya Tirk û desthilatdarên komploger bê deng û bê tekoşîn dimîne şirîkê van sûcên der miroviye…
Asmîn Zelal