Bêgûman tundî ji ber ku bi pêşketina zihniyeta desthilatdariya mêr re veguheriye çekekê, pir tê karanîn. Ji tundiya rûtîn û kevneşop a rewakirî heta bi tundiya bi polîtîkayên zayendîperest hatiye nixumandin, ji tundiya şexsî ya ji çanda destavêtinê heta bi cûreyên tundiyê yên desthilatdariyê yên sazîbûyî, rastiyeke tundiyê heye ku li her qada jiyanê bi destê desthilatdariyê tê birêxistinkirin.
Şer ji ber ku rewşa kaotîk a sîstemê îfade dike, rûyê bêmaske yê desthilatdariyê nîşan dide û bi hinceta pirsgirêka bekayê sînorên navborî jî ji holê tên rakirin, helbet asta dijwariya tundiyê jî qat bi qat zêde dibe û zirarên wê jî zêde dibin. Qanûnên navneteweyî weke encama têkoşînên rewa yên tên meşandin, dewletan di mijarên eleqedar de tîne rewşa ku sînor diyar bike. Bi îfadeya wê ya qanûnî re, ji encamê û wir ve ew qanûn di çarçoveya sazîbûna desthilatdariyê de, di xizmeta wê de û di sînorên ji aliyê wê ve hatine erêkirin de, dikeve meriyetê. Lewma bi nêzîkatiyên standartên cot re yan jî di rewşên mîna şer de, di rewşên ku ti kes ti berpirsyarî negirtî yan jî ne xwedî derfetên veşartina berpirsyariya xwe de, di destpêka berjewendiyan de bêbandor dimîne. Ji vî alî ve bi taybetî di pêvajoyên şer de tundî herî zêde berê xwe dide kesên bêparastin. Ev yek ne mirovî lê di hesabên berjewendiyê de weke rewşa xwezayî tê qebûlkirin.
Sedsala 21’an dibe namzetê sedsala jinê. Yanî Pirsgirêka zayendî çareseriya xwe ferz dike û jin dînamîkek têkoşînê ya xurt ava dikin. Ev yek berê sîstema desthilat dide polîtîkayên marjînalîzekirina hêza jinan û bi amûrên tundî û zextê civakbûna wê belav bike. Di herî esas de qesta jiyana wê dike û hewl dide jinan biçewisîne û bitirsîne. Ji bo tepisandina hêza berxwedanê, jin tên krîmînalîzekirin, tên girtin û êşkence li wan tê kirin. Ev yek di eniya paş a dewletê de weke polîtîkayekê tê pêşxistin û hewl tê dayîn ku îrade bê şikandin. Tabloya li Tirkiyeyê, eşkere ye. Dîsa li Îranê piştî serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ qasî jinên hatine qetilkirin, hejmara jinên hatine girtin û cezayê îdamê li wan hatiye birîn pir zêde ye. Ukrayna-Rusya, rêveberên çeteyan şerê ku pêdiviya NATO’yê pê heye didomînin. Di encama vê yekê de jinên Ukraynayî bûne cewherê sektora fûhûş û hêza karê sivik a Ewropayê. Di bin navê rêxistinên civakî yên sivîl de, saziyên têkildarî rêxistinên îstixbaratê yên navneteweyî li Iraq û Sûriyeyê têkildarî revandina jinan û teşwîqkirina koçberiyê, rol dilîzin.
Bêbandorkirina jinan tê wateya bêbandorkirina şansê pêşxistina demokratîk-azadiyê. Bloka desthilatdar xwe dixe garantiyê û ber bi pêş ve diçe, lewma jî qirkirina jinê bûye stratejiya têkoşînê ya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Divê mirov wiha bibîne û fêm bike. Dema ku DYE ji Efganistanê vekişiya û bi peymaneke veşartî destûr hat dayîn ku Talîban bibe serwerê Efganistanê, herî zêde jin hatin qurbankirin û hîn jî tên qurbankirin.
Dûh çepik lêxistin, îro terorîze dikin
Bi rastî jî hêza serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ cîhan hejand. Hêzên navneteweyî qaşo Îran protesto kirin û daxuyaniyên tund dan. Lê belê jinan û gel li ser esasê daxwazên demokratîk li dora paradîgmaya Rêber Apo sekna xwe parastin û nebûn yedeka hêzên navneteweyî û nebûn amûra êrîşên li ser Îranê, lewma piştî demek kurt bêdeng bûn. Li Rojava û Şengalê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê bi pêşengiya jinan Tevgera Azadiyê li ser navê mirovahiyê serketin bi dest xist; ti kesê nedikarî vê ji nedîtî ve were. Çepik ji bo YPJ’ê hatin lêxistin, gerîlayên YJA Starê gelê Sûriye û Iraqê parastin lê belê heman hêzên me gerîlayên jin niha tên terorîzekirin. Rêveberiya Erdoganê faşîst ku bavê DAÎŞ’ê ye, dest bi êrîşên kîmyewî dike, li hemû binesaziya Rojava dixe, her roj bombebaran dike, li Şengalê YJŞ ku rêxistina parastinê ya jinên Êzidî yên di qirkirinê re derbas bûne bi hevkariya Iraq-PDK û dewleta Tirk a faşîst tê bombebarankirin û qetilkirin. Ti kes nabêje, ‘ev çima welê ye’.
Li Şengalê hin rêxistinên civakî yên sivîl, di esasê xwe de xebatên îstixbaratî dimeşînin û bi taybetî jinên Êzidî direvînin Elmanyayê, civakbûna Êzidî bi rêya jinê tê rûxandin. Ha di qefesên DAÎŞ’ê de jin bên derxistina bazarê, ha bê revandin û di serî de Elmanya, bernameyên dewletên Ewropa li ser bên ferzkirin, bên sîxurkirin û bikaranîn! Hemû jî bazariyên ku li ser beden, nasname û hebûna jinê hatine kirin in.
Piştî ku Azerbaycanê bi piştevaniya dewleta Tirk a faşîst Qerebax dagir kir, gelek jinên Ermenî rû bi rûyê destdirêjiyê man û bi hovane hatin qetilkirin. Bi rêya Rusyayê bi deh hezaran Ermenî di şevekê de hatin sirgûnkirin û cîhan mîna ku tiştek wiha nîne, tevgeriya. Li rojavayê Efrîqayê di serî de Nîjerya, ji aliyê rêxistinên Îslamî-cîhadîst ve jin û zarok rû bi rûyê her cure êrîşê dimînin. Di nava welatên ku jê re tê gotin Quçê Efrîqayê, dewletên di nava hewldana veguherîna hêza hegemonîk a herêmî de li navenda nakokiyên desthilatdariyê de jinûve tên mêtingehkirin û di nuqteya vê ya herî kûr de jin cih hene.
Jixwe ya li Rojhilata Navîn diqewime, pir giran e. Rewşa li Fîlîstînê li holê ye û bi hezaran jin tenê di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, ji cihên xwe hatin kirin. Niha li welatparên Rojhilata Navîn hetta li cîhanê jî destpêka yên herî zêde koç kirine, gelê Sûriyeyê û jinên wê tên. Bi vî rengî ev girseya koçberiyê ya ku civakbûna xwe ji dest daye, bi rengekî bêparastin malzemeya sereke ya her cure bikaranînê ava dike. Bi kurtasî evane hemû, di sedsala 21’an de ji bo tunekirina şansê serketinê yê jinan, yanî êrîşên li ser esasê sedemên îdeolojîk in û armanca wê ew e ku jinê qir bike û jinûve teslîm bigire. Ev konsepteke di nava dewletan de ye û Şerê Cîhanê yê 3’yemîn jî weke stratejiyeke têkoşînê hatiye diyarkirin.
Pêwîstî bi mûdaxalekirina kêliyê heye; rêxistin û têkoşîn
Îro baş tê fêmkirin ku şansê jinan a jiyan û azadiyê encex bi hişmendiya rast û xwe rêxistinkirinê, xwedî derketina xwe ve girêdayî ye. Ji vî alî ve her tiştê ku di bin banê dewlet û mêr de teşe digire, tundî û girêdana xwe, vê yekê sernexe jî kuştin û ji astengbûnê derxistinê dike armanc. Ji ber vê jî pêwîste jin giranî bidin zemîna zagonî û di esasê xwe de pêwîste berê xwe bidin xweparastinê. Di vê xalê de xweparastina cewherî nebe nabe ya jiyanê ye.
Kevneşopiya xwerêxistinkirin û di hin astan de sazîbûna tevgera jinê jî heye. Ya herî girîng jî perspektîfa hişmendiya vê, çi ye û wê çawa xwe rizgar bike heye. Heger rê diyar be -ev şansekê mezin e- wê çaxê pêwîste bikevin wê riyê. Di pêvajoyeke şerê cihanê ya sêyemîn de sînor ji nû ve têne xêzkirin, polîtîkayên qirkirinê di dewrê de ne, lê pergal ji bingehê xwe ve vedireşe û sedema tundiya zêde jî sazîbûna pergalê ber bi wendakirinê ve ye de, bi têkoşîneke demildest ve wê pergala desthilatdar têk biçe û ji ber vê benda rizgarvanê mayîn na, mudaxilekirina kêliyê pêwîst e. Ji mal heta kolanê, ji cihê kar heta dibistanan di her qadê de pêwîste jin xwe birêxistin bikin û têkoşîn bikin. Zanîna rastiyekê bi serê xwe ne riya rizgariyê ye. Hişmendiyê ku aktîf nebûye, herî zêde wê bi zanabûn meşa ber bi mirinê bîne. Di vê xalê de rêxistinbûna ku di eksena parastina cewherî de, çalakî û di her qadê de bilindkirina deng, her gavê ku pergal davêje pêşiya wî girtin pêwîst e. Ji xwerêxistinkirinên girseyî bigirin heta parastinên lokal xwerêxistinkirin xweparastina herkesî pêkan e. Yên ku kuştina jinan, tecawizên sîstematîk, qetlîamên zarokan, rêxistina dewletê ya bikaranîna tiryakê ya li ser bingeha hevkarên herêmî, mekanîzmayên ku tevna sîxurtiyê ava dikin û hwd. xususên ku pêwîste bi xweparastina cewherî re werin bêbandorkirin in.
Tirs ne tenê jiyanê bênirx dike, di heman demê de naparêze jî. Li Kurdistanê ewqas kuştinên jinan, destavêtinên ku bi awayekî sîstematîk ji aliyê çawîşên pispor, çete û hevkarên xayîn ve tên kirin hene, lê berxwedanên ku bi hêsanî li ser esasê rêxistinbûna hucreyê dikare were pêşxistin, têra xwe dernakevin holê. Lê eger çend jin xwe birêxistin bikin û li ser çavkaniya van sûcan bisekinin, dikarin pêşî li van sûcan bigirin û bibin asteng.
Xweparastin mafê parastina jîngehê ye û divêtiya mîsîllemeyê tîne. Qada çalakiya pergala serdest a mêr û ya dewleta Tirk a faşîst civak e. Amûrên wî kesên di nav civakê de ne. Armanca wî tunekirina civakê ye. Ji ber vê yekê jî, pêwîstî bi civakê ji zemîna xwe bikaranînê derxistinê heye. Bendewariya dor were wî/ê ne gavekî rast e. Di nava Tevgera me ya Azadiya Jinê de danahevek pir mezin heye. Ji fikrê heta rêxistinê û heta çalakiyê rê û rêbazên ku divê çawa bê kirin hatine zelalkirin. Pêwîste ev zanîn di her warî de were aktîfkirin û di fêrkeriya vê de bê tevgerandin. Divê destûra xwe di zemîna civakî de hewandina kes û seknên ku xizmetî dijmin dikin re neyê dayîn. Parastina nirxan şert, heta sedema bingehîn a xweparastinê ye. Bi taybetî jinên ciwan pêwîste ji xwerêxistinkirinê re pêşengiyê bikin û bikevin pozîsyoneke çalakger.
Divê hemû jinên cîhanê têkoşîna hevpar bimeşînin
Tundûtûjî pergala desthilatdariyê ye, domdar e. Di vî warî de têkoşîneke muxalîf a domdar hewce dike. Em careke din hemû jinên ji ber şîdeta baviksalariyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, em diyar dikin ku jiholêrakirina çavkaniya tundiyê wê dawî li tundiyê bîne. Ne pêkan e ku jin bi aqilekî mêrane bê pênasekirin û têkoşîn li gor wê bê meşandin. Di vî warî de divê em rê nedin nêzîkatiyên demagojîk ên ku di çarçoveya siyaseta lîberal û bûrjûwazî de vegotina jinê bi kar tînin, lê di eslê xwe de vegotinê nerm dikin û radîkalîzekirina têkoşîna azadiya jinê asteng dikin ku jin bi vî rengî hêviyê ji mêr û dewletê bikin.
Em di nav rastiya şer de dijîn û her roj xwîna jin û zarokan tê rijandin, xweza tê talankirin; birçîbûn ewqasî belav bûye ku şerma mirovahiyê ye, bazirganên mirovan bi derew û xapandinên herî mezin tinazê xwe li civakê û jinan dikin, çavên wan têr nabe û ji bo desthilatdariyê rewa bikin gelan qir dikin. Di rewşeke wiha de tişta divê bê kirin ew e ku tundî ji binî ve bê redkirin û li dijî tundiyê têbikoşin bê dayîn. Ji ber vê sedemê pêwîst e her jin li hember jiyan û paşeroja xwe berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe û bizane ku helwestek rûtîn tu carî têrê nake. Di dîrokê de ti carî jinan derfeteke bi vî rengî bi dest nexistiye ku bikare azadiya xwe bi dest bixe û misoger bike. Ji bo ku ev derfet berhewa neçe divê bi dil û can xwedî li wê derkevin, bi rewşa awarte ya serdemê re bi ruhê yekîtiyê xwe birêxistin bikin, ji aqil û gotinên mêran xwe dûr bixin û bi hev re têkoşîna hevpar bimeşînin.
Sala 2024’an salek pir krîtîk bû û tijî têkoşîn bû û bedelên wê mezin bûn. Sala 2025’an xuya ye dê bibe salek wisa ku hem li ser asta neteweyî hem jî herêmî dê polîtîkayên parvekirinê bên ferzkirin û dê rewş dijwartir be. Di vî warî de di serî de jinên Kurd weke hemû jinên herêmê pêwîst e em ji vê re amade bin, rêxistinbûna xwe xurt bikin û di têkoşîneke radîkal bidin. Pêwîst e xwe ji rojevên mêran û hêzên desthilatdar dûr bigirin û li dora rojeva rast li hev kom bibin û jiyana ku me bi xwe tercîh kiriye bi dest bixin. Divê ti jin, ti mirov nebe qurbanê şîdetê, ti kes ji mafê jiyan û azadiyê bêpar nemîne, ti zarok bi hovane neyê qetilkirin, ti parçeyeke cîhanp bi bombeyan, lingên qirêj ên dagirkeran, bo azara xayinan neyê wêrankirin û ti civak li ser paşeroja xwe bêhêvî nebe, ti kes ji axa xwe, civaka xwe bêpar nemîne û nekeve ser rêyên koçberiyê ku tên wateya xwekuştinê. Dema ev gotin wekî daxwazekê tên ziman nagihên armanca xwe. Wê demê em ê hewcedariyên xwe bibînin, xwedî li wan derkevin, berpirsyariyê bigirin ser xwe û ji bo vê dozê têbikoşin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna hevpar bibin û bi awayeke radîkal têkoşîna zayendî bimeşînin û di diyarkirina pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê de bi berpirsiyariya xwe rabin. Dem dema hesabpirsînê ye, bûyîna îradeyê ye, xwedîderketina li jiyanê û afirandinê ye û di vê wateyê de xwedawendî û hevgihandina jin û jiyanê ya bi azadiyê re ye.
Weke YJA Starê em pergal û kiryarên tundiyê yên li ser jin û gelan şermezar dikin û diyar dikin ku em ê teqez bi biryardariya derbaskirina van tiştan têkoşînê mezin bikin.
Felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin Jiyan Azadî’ nasnameya me ya hevpar e, çavkaniya bihevrebûna me hemû jinan e. Ji ber vê yekê em weke pênaseya şoreşgeriya xwe dibînin ku bi hemû jinan re, bi biryardariya ku li ser esasê azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe ya li dijî fermana dewleta mêrperwer heta serketinê bimeşînin.
Em ji bo hemû jinên ku serî natewînin, çalakiyan li dar dixin, azadiya xwe weke parçeyekî bingehîn ê hebûna xwe pênase dikin û bi hêza watedar ji bo serkeftinê dijîn re serkeftinê dixwazin.
Şafak Aryen