Anarko Femînîzm
Ev ekol dixwaze civakekê anarşîst ava bike ku mê be, xwe bispêre hevkarî, parvekirin û têkîliyên sîmboyotîk, herwiha otorîter nebe. Li gor femînîstên Anarko heya rêveberî jibexweve û merkezînebûnnebe, civak nabe mê. Civaka mê jî wek azadî û serxwebûna jin û zilam di şertûmercên wekhev de îfade dikin.
Di têkîliyên însanan de dabeşkirina jorîn-jêrîn red dikin. Bi têgihîştina ku “Dewlet û zilamsalarî jirêderketiyên (sapkin) cêwî ne”, didin diyarkirin ku dewlet nayê mêkirin. Li gor tehlîlên wan: piraniya jin di derbarê jiyana xwe de an qet nexwedî mafê biryarstendinê ne, an jî li kêleka tehekumgeriya giştî ya mirov, ji ber zayendîtiyê jî bi tehekuma dualî re merûz dimînin. Serdestiya îdeolojî, dewlet, kevneşopî, medya û dîn bi tevahî li ser jinê ye. Ruxmî ku hewl tê dayîn nirxên zilamsalar were hilweşandin, lê ji ber zilamsalarî xwe di hiyerarşiyê de xwedî dike, hewce ye di serî de hiyararşî tine bibe. Femînîstên Anarko li dijî femîmîza kapîtalîst û lîberal in. Didin diyarkirin ku hiyerarşiya femînîst nabe li cihê hiyerarşiya zilam bicih bibe. Femînîstên Anarşîst jin û zilam wekhev digrin dest, lê belê bi hurmet cihêtiya wan bidest digrin. Li gor wan azadkirina xwe ji bo azadî û wekheviya jinê diyardeya bingehîn e. Anarşîst didin diyarkirin anarşîzma rast, ji bo nekeve pozîsyona nîv-anarşîzma zilamsalar, tenê ewlehiya wê bidestxistina nêrîna femînîst e. Ekola femînîzma nû ya ku di salên 1960’an pêşket ji şexsiyetên anarşîst wek Emma Goldman îlham girt. Emma Goldman dide xuyakirin “Pêşketina jinê jiberxwe ve û bi rêya xwe dibe. Bê ku xwe mîna amûreke cinsî bibîne, divê xwe wek kesayet bidest bigre. Pêwîst e qet nepejirîne ku kesek li ser bedena wê îdeaya heq bike. Xidamtiya ji xweda, dewlet, civak, hevser û malbatê red bike, jiyana xwe hîna besît lê hîna kûr û dewlemend bike… ango bike ku wateya jiyanê û hemû tevliheviya cewhera wê fêm bike, xwe ji tirsa sînor û dariziyên civakî azad bike…”
Nirxandinên Goldman ku dibêje jin ‘dikare xwe pêş bixîne’ ji bo femînîstên anarko bûye mijara elaqeyê ya hevbeş.
Eko Femînîzm
Eko Femînîzm yekem car di sala 1974’an li Fransayê tê binavkirin, di dawiya salên 70’an de derdikeve holê. Ekola eko femînîst nêrîna xwe wiha tîne ziman “Emperyalîzm qonaxa herî dawî ya zilamsalariyê ye û cîhana ku ber bi tinebûnê ve diçe eserê çavsoriya qezencê ya emperyalîzmê ye. Ger jin hem ji ber serweriya civakî, hem jî efendiyê xwezayê êş dikêşin, mirovahî bixwe jî êş dikêşe.” Bi parastina vê nêrînê jî hiyerarşî û nêrîna nêr a cîhanê dikin hedefa rexneyên xwe.
Li gor femînîstên eko xweza bûye qurbana mentiqa desthilatdariyê. Li gor wan sosyalîzma Pêkhatî bi pêkanînên xwe hem dijîtiya keskahiyê, hem jî dijîtiya jinê dikin bûne sosyalîzma sanayî. Ekolojîstên Kûr di qeyrana hawîrdorê de tewanbarê esasî wek nêrîna cîhanê ya însan-navend didin diyarkirin, femîmîstên Eko jî tewanbarê esasî wek nêrîna cîhanê ya zilam-navend dibînin. Li gor vê ekolê zilam jinê dişibîne xwezayê, çawa nêzîk jinê dibin wiha nêzîk xwezayê dibin, çawa nêzîkê xwezayê dibin wiha nêzîkê jinê jî dibin. Di bizavên hawîrdorê de jin bi zilam re heman berpirsyariyê digre, sîstema hevserokatî resmî pêk tê. Ev qezenceke femîzmê ye, di vê rewşê de di nêrîna van rêxistinan ji femînîzmê re jî diyarker e. Femînîstên Eko armanca wan a cihgirtin di qada polîtîk de tine ye, ji polîtîkayê dûr in. Ev jî dibe sedem di roja îro de di nav sîstemê de nebin hêzeke metirsîdar.
FemînîstênHeyînparêz (Egzistansiyalist/varoluşçu)
Didin xuyakirin di pergala heyî de jin di pozîsyona ‘yê/ya dîtir’ de ye, ew biyaniya pergalê, li derveyî wê û li jêr wê dimîne. Sîmone De Beauvoîr bi tehlîla xwe ya “Di nîzama civaka zilamsalar de jinê mehkumê rola yadîtir dikin, zilam ji îmtiyazên eşqê sûd digire. Ev li ser xwezaû jinê serdest bû.” Beauvorî nûnera femînîzma heyînparêz e. Bi nêrîna wan: Jin heke pozîsyona yadîtirbûnê qebûl bikin wê bêhêvî bikevin. Ev, li beramberî jiyanê jî bêhêvîtî ye ku dibe sedem nesnebûnê bipejirîne. Ji bo jin pêşbikevin hewce dike aliyê xwe yê aqilane û rexneker pêş bixîne. Ger jin nesnebûnê red bike, yê ku wê wek nesne dibîne jî neçar dibe jinê wek kirde bibîne. Adrîanne Rîce ji femînîzma heyînparêz re hin nêrînên nû pêşxistiye: “Ji bo jin bikaribin sextetiya ku wek îdeolojîk serê wan tewandine bişkênin, pêwîst dike fêr bibin di derbarê xwe de ya rast îfade bikin. Hewce ye femînîst jî kevneşopiyeke dijber biafirînin ku rastiyên xwe binirxînin.” Bi baweriya vê ekolê înşakirina civakî ya pêşerojê pêdivî bi hewldaneke hevbeş dibîne. Ji bo avabûna çanda alternatîf a dîtir, hin rêyên çareseriyê yên cuda pêşdibînin.
Femînîzma Îslamî
Di pêvajoya pêşketina bizavên Îslamî di nav bizavên Îslamî de derketiye holê. Wek peyv ji hêla nîvîskarên Îranî Efsane Necmabadî û Zîba Mîr Hisênî di eserên wan de û di sala 1992’an de di kovara jinan a binavê Zenan ku li Têhranê diweşe, herwiha ji hêla nivîskara Erebîstana Siudî Maî Yemenî di sala 1996’an di pirtûka bi navê ‘femînîzm û Îslam’ hatî weşand de tê bikar anîn. Ji hêla nivîskarên zilam ên îslamger ên reformîst ve li beramberî nêzîkatiyên rojava li pêşberî civaka Misliman yekemîn hewldana wek bersivdestpêdike, bi tevlîbûna jinên Îslamger ve jî didin xuyakirin ku dibe di civakên Misliman de wekheviya jin û zilam bi olê re di nav ahengekê pêk bê. Bi qasî şîroveyên Îslamî yên zayendperestiya serdest li beramberî duyemîtiya (îkîncîlîk) jinê di Îslamiyetê de jî dijîtî dikin. Di nêzîkatiya giştî de armanc dikin wekheviya civakî, siyasî û aborî di civakên Misliman de pêş bixin, ji jina Misliman re statû bidin qezenckirin. Ji vê beşê re hin rexne tên. ‘Wek mînak Mislimantî dijberê têgeha femînîzmê ye’. Tê gotin ku femînîzm koka wê xwe dispêre Rojava, bo ku ji telebên jinên ku ji avaniyeke cuda ya civakî, çandî û çînî tên bibe bersiv derketiye holê. Di eslê xwe de bi zagonên Îslamê lihev nake, rêbazên bikar tên jî sekuler in. Heta îdea tê kirin ev meyl şêwazeke êrîşên derve ne.
Statuya jinê di civakekî Misliman de ji ber mijara baweriyê ye, di tevahiya Îslamê de îfadeya xwe dibîne. Bi qasî hin derdorên femînîst ku têgeha Îslamê digrin dest, hin milsiman jî hene ku têgeha femînzîmê wek xeterî bidest digrin. Femînîstên Îslamger bi telebên xwe di nav modernîteyê de cih digrin, lê ji ber ayîdiyetên xwe yên çandî xwe wek Îslamger pênase dikin. Ev derdor xebat dikin ku hedîsan rast û li gor serdemê şîrove bikin û li ser vê yekê nîqaşan didin meşandin. Ji bo hedîsên ku difikirin naveroka îfadeyên wê ne li gor statûya jinê di civaka hemdem de digre nav xwe, dibêjin ger ev hedîs bi usûlê hedîs û krîtîka wê were nirxandin wê kêm, nedicih û şaş be, heta wê vegotina ‘zilamsalariya’ olê xurt bike. Lewma jî dibêjin bi piranî ev rivayeta hedîsê ne.
Hîdayet Şefkatlî Tûksal ku femînîsteke Îslamî ye û di vê mijarê de hin xebatên nivîskî dike nêzîkatiyên paşketî, kêm û nesneker ên li beramberî jinê derdixîne holê û dibêje ku di eniya Îslamê de bi hedîsên ku têne rivayetkirin vê nêzîkatiyê empozeyê civakê dikin. Ev nêzîkatiya li bermaberî jinê di malê de dikare were tehemulkirin, lê belê li derveyî malê nayê tehemulkirin. Ev jî tê wateya heke tu pîreka mêrê xwe bî, dikarî serdestiya wî qebûl bikî, lê ji bilî mêrê xwe li beramberî serweriya zilamên din dikarî bibî xwedî bertek. Hin nirxandinên vê nivîskarê em şaş û matmayî hiştin. Ji ber îdea dike ku xwedî nêrîna jinê ye û diyanet dikare hemû Mislimanan di mijara zayendperestiya civakî de perwerde bike! Dikare ji vê re çend mînak jî bêne dayîn ku reşwa îro ya eniya Îslamî baş fêm bibe.
Nivîskar ji bo beşên di derbarê lêdana jinê di Quranê de wiha dibêje: “Beriya ez dest bi vê lêkolînê bikim min qet nedixwest li ayeta ‘hûn dikarin wiha li pîreka xwe bixin’ bifikirim. Wek ku min dixwest wer tevbigerim ev ayet tine ye. Ji ber min nedikarî ji vê ayetê re daxuyaniyekêbibînim. Bi têgihîştina me ya modern, negengaz e em vê qebûl bikin. Lê ev ayet heye.” Paşê jî nêrînên xwe wiha rêz dike: “Heke hûn li Quranê bi çavê ku ‘rast e, ew ayet heye, lê ev ayet jî hene’ mêze bikin pir azadker dibe.” Bêguman em di fêmkirina azadiyê de zorî dikêşin gelo ji azadiyê hejmara hedîsên ku dixwîne qesd dike, an jî hejmara zilamên Îslamî ku pê re dikare nîqaş bike?Ev nivîskar dibêje ku “Potansiyela zayendîtiya jinê tê tewanbarkirin, lê belê ya zilam tê pîrozkirin. Bi vê re femînîst zilaman red dikin, lê belê ruxmî her tiştekê pêwîst dike jin bi bav û mêrê xwe re (bi vegotineke din zilamê ku milkê wî ne) bi şekleke meqûl bijîn.” Ji bo vê gotina xwe bide pejirandin jî dibêje “Quran, zilamê wê demê bi awayekê terbiye dike. Herî dawî jî ger çare nebe ji lêdanê re rê vedike. Rast e ku ji wan re mentiqa ‘hevserên xwe terbiye bikin’ daye. Lê belê keçên 13-14 salî bi zilamên ku ji mêjve jiyan fêmkirine didin zewicandin, ev rewş wiha baştir fêm dibe.” Li beramberî şîdeta ku jin pê re rûbirû dimîne, ev femînîst! Gotina herî dawî ya vê femînîsta Îslamî jî ew e ku ‘şîdet ticar ji jiyana însan nayê derxistin’ e!