Navê Rast: Husniye Oruç
Navê Patî: Binevş Amed
Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1974 Çinar
Dîroka Tevlîbûnê: 1994
Dîroka Şehadetê: Çalekiya fedayî di Bajarê Licê 1 Kanûn 1998’an de pêk hat.
Xewa şêrîn û bi berbanga serê sibê re şiyar bum ez, rojeke nû û xweşik bunek nû li çiyayê Amed, di vî xwakî da jiyan kirin bûyereke gelek bi zehmete, lê belê girîng bun ewe kû mirov çawa dijî û şopekî çawa li pişt xwe dihêle ew mirovên rast tenê ji bo xwe jiyan nekirin, ew xwidî armancên mezinin û hestên wan zirav bo sedema feda bonê, ev rastiya keseyatî diyar dike.
Ew Binevş beşek ji axa welat, bi firehiya ava Dicle sînga te firehe, ew ji çiyayê Andok bilindtire,berbihîv serî tewand li ber te lê çiyayê Dorşîn dinalê ji ber cuda buna te, sîvorên li ser daran nema êdi dilîhizin bêy te, ava çemê Pasorê (Ava sarimê) dibirse û dibêje; Ey Ameda rengîn kanî ew keçka delalî, singa min di bin lingê wê de dilerizî rojek dû û bi heyvan seet 11 seet 12 û seet 1 nîvê şevê bê tirs û xuf li sînora pelê min dida hespa xwe xerîbî siwarî dibo bi çeka ji zêrîn difirî û dixwast bighîje şorê zeman.
Keça çiyayî mîna gula Binevş bîhin dide û rengê jiyanî efletonî distîne, hevala min pênosa min rawestiye û hindirê min êş û jan dikşîne li ber her rojek tînim bîra xwe, taybetmendiyên te min dide şermê, lê royê tey li ken mîna nerm buna kenê zarokên li ser milan. Balkêşiya herî mezin di keseyatiya te pêşketinin kû te ava kir, li yek gundê çinar girêdayî Amed hate dinê û li wir mezin bo ji malbatekî feqîr ûxwidî gelek zerokan bo, ji boy vî sedemê derfetên çuna dibistanê nîn bo, xwandin û nivîsa rê heval Binevş nîn bo, lê belê di nava gerîlla de xwe hînî gelek tişt kir, zaroketî jiyan nekir di emrek biçuk de dest bi xabatê kir. Lewra feqîrî birayê heval Binevş berê xwe dide kolanê Tirkiyê.
Heyv û Sal borî û pêra fêrî gelek tiştan bo di sala 1994 de tevli refên gerîlla bo qasî ji welatê xwe û gelê xwe û jiyanê hezdikir û pêra kêfxwaş dibe û ew qasî ji bo pêşerojê jîn ava dikir. Diyariya vê fedekarî û girêdana blinde ta kû bibe malê diroka vê gelî, girîng bon ewe kû jinek bi vîna xwe bi afirîne, hêz û xwaşik bona xwe diyarî jinên dinê bike.
Bi lezekî herî mezin fêrî jiyana gerîlla bo û kete dilê hemo hevalan, bê dudilî bi şev û roj tevlî xebatê bo, ked kirin beşek ji canê xwe didît, taybetmendiyên proleterî wê dehfî kîn û nefrîn dide kû bikarî be bi darizîne rastiya dijmin li beramber rastiya civakê.
Bi zimanê Kurdî dipeyêvi lewra ji dêvla bêje; ‘yanî’ digot ‘yano’ rêz û hurmeta xwe nîşanî her keseî dikir biçuk û mezin kal û pîr û pêra xizmetkirinek mirovahî diyar dikir ew bo zimanê vî gelî bi taybet gelê Amedê pasor Licê, Hanî, Genç. Rojek ji rojana yek ji welatparizê Amedê viya dibêji; “Binevş keça Amedê delaliye rojek ji rojana ewê bifire bikhîje ezmana, çavên wê zer rondikê jiyanê dibarîne, xwina wê dikele li ser vî erdî û ez wusan dibinim kû wek rêwiyek li hespa xwe sîwarî diçe pişt çiyayê bê sînor”. Çarxa felekê digere, dor diçe û cereke din vedigerê carna miradan bi çî tîne û carna bi kar nayê wek di sala 1995 de li çiyayê lîce (şehit Remzî) de Pirayê rê heval Binevş tevlî Artêşa ARGK bo, lê dîsa mixabin bira û xwişk li yek çiyî dijîn û xwîna wan dikele lê belê ne dinasî ji ber ew biçuk bo ji malbatê bi derket heval Binevş her dem digot ev heval bala min dikişîne, heval Sedat xwînşêrîne wek kû ez dinasim. Lê sed carî mixabin çerxa felekê bê kû rawestê û her wiha zeman didomîne, daxwazya wê hebu bibirse tu kiye li ber perdên çavê min veşartiye, lê berî bipirse heval Sedat di wê rojê de diçe herêmeke din û di nîvê rêde ji sedema kemîna dijmin dighîje merteba şehadetê, di riya sîcil de heval Binevş zanî bo kî ji yek xwîn û canê ev bûyer bandûrekî mezin li ser hîşt matmayî ma bo hesret û kul di dilê wê de.
Dil paqijî fedekarî înad û vîn û hevaltiya rast teybetmendiyên durust e, mînak li çiyayê Dorşîn li pişt bajarê pasarê di Sal 1998 de dijmin bi navê Murat operasyonî dest bi êrîşan kir li tevahî herêma Amedê bi taybet herêma Dorşîn, hevalên gerilla ji bonî çembera kemînon qut bikin pêwîst dikir rêveber li pêş derkevin, heval Binevş tevlî dû hevalên xort xwe dan pêş, bi hişyariyek bilind pêşengiya pênci hevalan kirin, li ser pira serkendal ketin kemîna dijmin bê rawestan êrîş kir û şer dijwar bo, heval Serhet û Farqîn bi xatir û bijî Serok APO rêhê wan dighîje ezmana, leşgerên Tirkan hemo ciyan ser û ber dikin. Pêwist dikir kû heval Binevş çareseriyekî bibîne ji ber kû bi tenê ma, bi carekî bala xwe da hemo deveran û pêra darekî mezin li ser çilo ji bo pez topkirî bol kişand û di zemanê xwe de û bi lez bunekî gihîşte ser dar leşger li tevahî milan belav bon, hindek ji leşgeran li bin darê roniştin, Binevş li ser darê ji lez bona xwe nefes teng bo û jê tê bikixê lê viyana xwe da zorî ta kû gûman li ser neyên kişandin û her wiha berdewam dike heta roj diçe ava û leşger vedigşin.
Bê gûman bi hêza xwe gelekî bawer bo lewra digot gijmin naghîje min, û ez tu carî ji kar natirsim , kar ji min ditirse mînaka zindî operasyona 1998 de pêşengtî bikartîne, piştî operesyon bi deh rojan tevahî hevalan bê hal dimînin bi tecrîbên xwe bi hindek ard hewdelek gerilla çêdike ji milekî din ve rolekî girîng dilîze.
Di meha Gulanê de bi taximek hevalên keç ji herêma Dorşîn diçe herêma Şehît Remzî ji ber kû ava sarimê bilind dibe dihêlin serê sibe kû av kêm bi be û bi vî rengî tevgera xwe li dar dixin bi berbanga serê sibê re li sînora bê bextiya avê didin û meşa xwe didominin tîh û birçî navberek tê danîn di gûndê Botyan gendek vala ji nişkava qobra êrîş dide ser hevalan, heval Binevş seqet dimîne demekî di nexwaşxanê de ma bi şev û roj di fikiriya çawa mîna berê rolê xwe jiyanî bilîze hêz û jêhat bona xwe çawa careke din şorê zeman bi destê xwe bîne, kanî her sê beşê can (ked, xebat, şer û gera li tevahî çiyayê Amed) lê belê lêgerîna li ser birsgirêka jin ne xewa şevan ne rihetiya can sebra bê dawî nema tê li ser ziman çerxa zeman bi lez diçe û siwariya riya dor li ber çavan hêdi hêdi di qelibe li piş çiyayê bê sînor wek roj diçe ava bi pête wek agirê azadî wênekê diyar dike azmana û hemo xweşik bonê hemêz dike baxçê jiyanê ava dike pelê ji beywir dibare û pişt re wê bibe gerdun wê bibe yek ronahî ji jinin dinê re di 1 a meha kanûn de li bajarê Lice seet 10 sibê sitrana hêviyê bi rengê kesk tê gotin hêviya jiyana bi zindî xunafek li ser pelên payîzê bi beywira dawî bijî Serok APO jiyanek nû avakir.
Ji Pênûsa Gêrîla