Agirê Newrozê Ku Xeyalên Zarokatiya Min Geş Dikir
Newroz an jî cejna sersala Kurdan cejna Kurd û mirovên berxwedêr û gelek gelên din a biharê ye. Kurd her sal, bi coş û kelecanek mezin roja 21ê adarê, agir pêdixin û hatina biharê pîroz dikin. Di dîroka Kurdan de jî, Newrooz weke çîroka vejînê cihê xwe digre. Li gor çîrokê, Kawayê hesinkar, li dijî zalim û zilhêz Dehak serî hildide û mizgînîya wê bi pêxistina agir ve dide gelan. Gelên Arî roja Newrozê wek “sersal” dizanin û bi wê wateyê pîroz dikin. Lê Newroz ji bona Kurdan ne tenê sersal e, her wiha destpêka rojek nû ye. Piştî vê berxwedaniyê gelê Kurd bi pêxistin û geşkirina agir vê rojê pîroz dikin. Lewma her malbatekî Kurd çîroka Kawayê hesinkar ji zarokê xwe re vedibêjin.
Ez jî wek zarokekî Kurd bi çîrok û mîtolojiyên Kurdan ya bi devkî dihat vegotin mezin bûm. Li Amedê peyva Newroz di her zarokekî Kurdan de sedema bişîrîn û kelecanê ye. Em dema zarok bûn me dizanibû ku roja Newrozê agir tê dadan û herkes vê rojê pîroz dike. Weke çandekî Kurdan li ser xênî em komdibûn, di şeva tarî û tijî stêrkan de me guhê xwe vedikir û li benda gotinên zêrîn yê dê û bavê xwe bûn. Taybet dayika min berîya razanê bi çîrok û mîtolojiyan tarîxek rabûrdû di mêjiyên me de di çand. Ya herî ji me re tirsnak, bi kelecan û heman demê wek çîrokek dawiya wê serkeftî dihat mîtolojiya Kawayê Hesinkar bû. Me çawa bihîst Kawayê Hesinkar, ji bo zordestê Dehak çi dihat gotin? Ez jî bi xatrê wan kêliyên ku dayikamin li ber me dirunişt û bi seatan qala Kawayê Hesinkar dikir, zorê li bîra xwe bikim, da ew kêliyên tijî hest û bi wate neyê jibîrkirin.
Belê carna ne tenê yê malbatekî yên cîranan jî dihatin tevlî çîrokên me dibûn û guhê xwe vedikirin, bê ku kes bi axive guhdar dikirin.
Dayika min dest pê dikir:
Roja 21ê Adarê ji bona Kurdan remz û nîşaneke gelê Kurdan e. Newroz rojeke nû ye ku Kurd wê rojê ji zilmê rizgar bûne. Kawa , wek lehengekî bê emsal ji bo me Kurdan hatiye pejirandin. Roja 21ê Adarê destpêka biharê ye û bihar mizgînîya xweşî , bereket û rojên pîroz bi xwere tîne. Roja me ya îro de jî Newroz bi kawayê hemdem Mazlum Dogan ve tê naskirin û sê kibrît sembola Newrozê ye. Ji ber Mazlum Dogan bi sê kibrîtan Newroz pîroz dike û bedena xwe dike agirê Newrozê.
Em werin vegotina çîrokê; Rojek ji rojan Dehakê Zalim xewnek dibîn e. Di xewna wî mirovek ne baş ( şeytan) tê hemberî wî û dibêje ger tu bavê xwe bikujî tuyê bibî kralê Asurîyan. Dehak şiyar dibe û radibe şev diçe Bavê xwe ya kralê Asuriyan dikuje. Piştre Dehak dikeve şuna bavê xwe dibe kralê Asuriyan. Êdî diçe qesra xwe û ji bo xwe bi sedan xizmetçî peyde dike. Xizmetçîyek heye pir zêde xizmeta Dehak dike û li dora wî diçe û tê. Ew xizmetçî heman kesê ku hatibû xewna Dehak bû. Dehak rojek ji wî xizmetçî re dibeje tu pir baş xizmeta min dikî, tu çi ji min dixwazî ez pêk bînîm?
Xizmetçî li pêşiya Dehak xwe daqul dike û dibeje Ezbenî ez tenê dixwazim her du milên we maçî bikim. Dehak li hember vê daxwaza wî şaş dimîn e. Û dibeje were maçî bike. xizmetçî diçe her du milê dehak maçî dike û piştre diçe. Şev Dehak dixwaze biçe razê. Lê Dehak pê dihese ku her du milên wî de sancuyek heye. Ji ber sancuyên milê xwe nikare razê, carek di xewre diçe û ji nişkê ve wextê ji xew radibe mezedike her du milên wî de serê du maran derketiye. Şaş dimîne. Diçe gelek textoran, lê çareya vê nexweşiya xwe nabîne. Herî dawî textorek ku heman kesê hatibû xewna dehak tê hemberî wî û dibeje çareya nexweşiya te divê hertim tu mêjiyê du însana bidî ser milê xwe heya tu bikarîbî jiyan bikî. Li ser vê Dehak fermanê dide leşkerên xwe û her roj serê du zarokên Medan yanî Kurdan tê şerjê kirin û mêjiyê wan datînîn ser milê Dehak. Kawayê Hesinkar bi vê meselê dihese û amadekarîya şer dike. Ji xwe wê demê beşek mezin ya Medya ji aliyê dewleta Asuriyan ve hatibû dagirkriin. Ji gel di rajeyek mezin de bac dihat girtin. Lewma hêrs û acizbûnek mezin di gelê Medan de hatibû avakirin û gel ji bo serî hildanê êdî li çîruskek digeriya. Li gor wê Kawayê Hesinkar bi planekî gel rêxistin dike û dibêje dema ku li hember Asurîyan li hember zalim dehak em serketin emê li çiya agir pêxin. Bi wê pêxistina agir re wê her malek wek xelekekî li ser xaniyê xwe pêxe. Roja 21’ê adarê Kawayê hesinkar bi rêxistinkirî û planekî diçe qesra Dehak û bi çakucê xwe Dehak dikuje û wek nişaneya wê diçe ser xênî agir pêdixe. Mizginiya buhar û serkeftinê dide gelê medan. Gel jî li ser xêniyên xwe bi pêxistina agir vê mizginiyê didin cîranên xwe.
Belkî zêde nehat bîra min lê qasî di bîramin de maye min xwest bi were parvebikim. Em wisa mezin bûn, bi van çîrok û pîrozbahiya Newrozê mezin bûn.
Lê qasî tê bîra min li kuçê Amedê me her car Newroz pîroz dikir û polîs dihatin didan pey me em jî direviyan. Gelek nakokî serê min de çêdibû, gelo çima polîs ji pêxistina agir aciz dibin û êrîş dikin.
Rojek disa 21ê adarê ye. Tê bîramin digotin Newroz qedexeye. Kes pîroz nake. 7-8 salî bûm. Ez ji polîsan gelek ditirsiyam. Lê min dixwast newroz pîroz bikim û dadana agir bibînîm. Min resmek serokatî ya ji paç, binê cilê xwe veşartibû û ez ji mal derketim, coşek ecêp, bextewariyek dilêmin dorpeçkiribû. Ez li Newrozê digerim. Ka li kuder newroz hebe da ez jî tevlî wê pîrozbahiyê bibim. Ez dimeşim her der polîs, li tu cîhekî pîrozbahî nîne. Ez digerim û digerim nabînîm. Min li cihekî komek polîs dît. Ez tirsiyam ku resmê Serokatî ya ku min binê cilê xwe de veşartiye bibinîn. Min dit polîs hatin gel min. Gotin tu bi tena xwe çidigerî van deran. Min got ji ber ez bi ku ve diherim polîs li wirin û rê girtine êdî neçar riya min dirêj bû û ez van deran de derketim. Keniyan û gotin here mala xwe îro ji ber Newroze rê girtiye. Ez meşiyam bi lingên xwe yên biçûk min gavên mezin diavêt û kuta kuta dilê min bû. Ez gihaştim kuça me ya teng ya taxa me. Min Xwişka xwe dît, got tu ji kuder tê?
Min got Ez li Newrozê digeriyam
Got ma mirov li Newrozê digere?
Min got ya mirov çi bike?
Got Mirov li newrozê nagere mirov newroz pîroz dike. Min bi wî halê zaroktîya xwe gelek şerm kir, çima min agir pênexist û hevalên xwe li dora xwe kom nekir? Çima ez ewqasî li Newrozê gerîyam?
Piştre ji ber qedexe bû, ez û xwişka min me hevalên xwe komkirin û em çûn ser xanîyê xwe me agir pêxist û govendê girt, li dora agir me diruşme avêt û me carekî dit mirovên taxa me hemû li dora me kombûn û me bihevre şahîyek mezin lidarxist. Tu kes jî nehat agirê me netefand. Wê demê ez têgihiştim ku divê mirov ji kesek hêvî kirin zêdetir, bixwe tevbigere û bixwe çiruska agir pêbixe, jixwe gava destpêk nîvê serkeftinê ye.
Piştî salan û dadana agirê Newrozê ya li ser xanîyan û li kuçeyan êdî Newroz li Amedê girseyî dihat pîroz kirin. Berxwedan, rihê azad ji taxa derket û herîkî meydanan ji du kesan gihaşt milyon kesan. Êdî ez mezin dibûm û min rastîya dijmin vêcar baştir didît, hêrsamin jî zêdetir dibû. Piştî salan em wek hevalên dibistanê, me got divê Newroz bi coş were pîroz kirin û ji bo wê rojê me cil û bergên gerîla peyde kir û me berê xwe da meydana Newrozê. Ji ber li xwekirina cilê gerîla qedexe bû, neçar em dema gihaştin qada Newrozê di wesayitê de me lixwe kir û em wek komek bi wan cilên gerîla ketin qada Newrozê. Dema gel me dît herkes xwe diavêt me û dixwestin me hembêz bikin, milekî de em keyfxweşdibûn, milekî jî em xemgîn dibûn. Ji ber em ne gerîlayê rastî bûn û gel bi wê hesretê me hembêz dikir. Min got divê ez vê hestê rastî bijîm û rojek bi van cilan li çiyayên pîroz ku agirê Newrozê lê hatiye dadan pîroz bikim.
Sal çû, dem derbas bû, lêgerîna min ya Newrozê xilas nebû, lê vêcar ez ne li Newrozê digeriyam, min bixwe dixwast bibim Newroz û li gel peyrevên Kawayê hesinkar yên hemdem vê rojê jiyan bikim û hilmek azad bikêşim hinavên xwe. Agirê Newrozê hestên min geş dikir, dêmên min di qemirand û berê min dida ew çiyayên ku pêtên şoreşê lê geş dibû û xeyalan zarokatiya xwe. Hima carek, kêliyek jî be, min li gel hevalên xwe li çiyayên bilind vê rojê pîroz bikra û bêhna azadiyê lehze bi lehze dilop dilop di hênaseya xwe de bi tehmija.
Ere ji rojek ji rojan şev bû, dîsa ezman tijî stêrk bû û agirê Newrozê hemû çiya ronî dikir. Çîroka min ya newrozê ya zarokatîyamin, mîtolojiya ku dayika min ji me re vedigot li ber vî agirê geş, li gel rêhevalên xwe min bibîranî û ji hevalên xwe re qal dikir. Çawa dayika min dema çîrok vedîgot min bi baldarî guhdar dikir, hevalên min yên dora agir jî bi baldarî li min guhdar kirin û piştre me govenda azadiyê gerand. Ew roj û rojên zarokatiya min a pîrozbahiya Newrozê qet ji bîra min naçe…
Newroz, rojeke nû, giyanek nû, vîneke nû, evîneke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye.
Newroz, qewl û remza di rêya azadiya tevahî gelê Kurdistanê de ye.
Bi hêvîya ku, mebest û daxwazîyên gelê Kurdistanê, pêk werin.
Newroza we pîroz be.
Tolhildan Ozan