Ev deng li herderê belav bû û hat neqşandin. Bi rengê azadî yê bu dergûşa mirovahî yê û dîyarî anî bû tola jîyana azad û şitlên wê li herderî belavbu û mohra xwe lê da. Ev li her derê dengê xwe veda û bilind bu.
Tu bû yî bersiva qêrînên azadî ya gelan 30 Hezîran. Tu bu yî hêvîya zarokên destê wan li hewa mayî 30 Hezîran. Tu bû yî dengê tîlîlîyên jinan navê we Zîlane ango Zeynep Kinaci bû. Tu bû yî şopdarê çanda xwedawenda mezopotamya’yê a hezar salan 30 Hezîran. Çawa ku civaka xwezayî de çanda dayîk hekîm bû, roja meya îro ji berdewamîya ÎŞTAR ‘Zîlan’ dewr girtîye. Berdewama çanda ji çîya yê Toros, Zagrosan tê xwedî derketinê û tê parastin. Li hemberê bê edaletî, zihnîyeta desthilatdarî, hemu qirêjî şaşîtî û dîroka li tarîyê da mayî li hemberê wan serî rakirin û tol girtine.
Bi vê wesîleya 30 Hezîranê, silavek da 17 Hezîranê girtîgeha Çanakale Sema Yuce bersiv da agir berda bedena xwe. Bi agirê Newrozê re kir yek û li her derê navê xwe bi tîpên zêrîn neqişand û bilindkir. Cîhekî din cûda mekanên Azad dengveda 7 hezîranê, Gulan Garzan Ev deng li herderê da hîskirin û bihîstin, li hemu cîhanê belavkir û rakirin li ser pîyan .Wan hêrsên hevalan dibe çalekîyên wan salên cûda, li mekanên cûda bin jî lê naverok wek hev e. Ji ber ku rih, dil, mejî û çalekî yek e. Dema ev yek be ji hevdu, tu caran qut nabe. Sedema vî felsefeya Rêber Apo’ye. Ji ber wê jî armanc dibe yek. Ji ber ku hevdu bibînin nasbikin vê pêk tînin û dikin, ji xwe wek hev dihizirin û erka xwe dibînin û tînin cih.
Ji bo wê Rêber Apo got; Zîlan ne şexsekîye ne xetekîye, manîfestoye ke û rexistinek e. Ji ber vê yek e, dil û mejîyê dijmin de navenda wan de tol girtina bi hezar salane 30 Hezîran. Hevala Zîlan pergala dijmin taru mar kir ango pûçkir, him li hemberê dijminê hûndir û ji ê derve re bû bersiv, him jî li hemberê teorîya şaş ya ku digotin ev tişt nabe dijminan nav velîskê de hiştin. Gorî rihê dema nû tevger da gelekî bi hustatî rêk û pêk nêz bû şêwaz û rêbaz’a textîk’a nûjen û dewlemend encam girt û li ser dijmin de çû, bû xeta fedayîbûyînê gorî felsefe û rihê dem ê. Bi awayekî berpirsyartî nêz bû û hatkirin di kesayeta xwede pêk anî.
Ji ber wê hezaran fedayî şopdarê wê ne, û pey wê ketine navê Zîlan rakirên e. Zîlan bû hevîya civakê ku hatîbu ji birkirinê, ji nûve ser rastîya civaka ehlakî û polîtîk daye jîyankirine. Ji ber wê yek e, berî herkesî metirsîya li ser Rêber Apo rêxistin û hev hîs kir, ket ferqa wê û fehmkir bu xeta jîyana rast. Dûra rojê re bû xeleka ji agir ve dorpêçkirin ji bo gel parastin. Hûn bûn stêrkên welatê me û tucaran nayên windakirin e wê herdem geş bimînin.
Wan hevalan û yên wekî wan welatê me Kurdistan kirin bihişt û cinet bu cihê hemu minrovahî be wê derê îbadet bike û bû cihê pîrozkirinê. We çanda xwedawenda mezopotamya yê ji nû ve zindîkir û dewam kir hûn bûn hêvîya zarokên destê wan li hewa mane, we daxwaza wan bi cih anî. Jinên qirîna wan yên azadî yê bilind dibe, we li herder ê belavkir û rêxistin kir, gelê bi hezar salane bê bîro bawerî mabun, we ji nûve bîro bawerîkir û da bawerkirin.
Ji ber ku hûn bûn çavkanîya hêvî û bawerîya mîrovên bindestê dagirkeran û neyaran, we ew ji zilmê xelaskirin û parastin. Ji ber wê jî îro ji şagirtên we, li herderê û taybetî jî li çîyayên Kurdistanê kirine kela berxwedanê, bune gerîlayên hemdem yên serdema nû dijminê mirovahî yê neçar maye çi bike ketîye nava telaşan de ji ber wan nizane kuderê ve birevê. Hûn bûn meşale û ronahîya pêşaroja me ji ber wêjî tevgera azadî ya jinên kurdistanê xwe li herderê rêxistinkirî ye û cîhanî bû ye wek mîlîtanên PAJK’ê emê daxwaza we pêk bînin. Ala ku we dewr ê me kiriye, emê heya serkeftinê bibin. Ji xwe we erka xwe pêk anî ye, ev ê ku mayî jî jivir şûnde emê berdewam bikin û bidomînîn bila çavê we livir şûnda paşve neminê. Emê tekoşînê bilindbikin û heya em vî dijminê hov yê li serê mirovahîyê bûye bela ji holê ranekin ji xwe ber ketinê ye û hilweşîyaye. Emê serkeftina Kurdistana azad destbixînin û misogerbikin.
Sakîne