• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Tîlîlî Kişandiye Şahadetê

September 14, 2021
in Şehîdên Azadiyê
A A
Tîlîlî Kişandiye Şahadetê
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Kod Adı: Zınarin Botan
Adı Soyadı: Hacire Tanhan
Doğum Yeri: Mardin
Anne – Baba Adı: Sinem – Hüseyin
Şehadet Tarihi ve Yeri: 11 Şubat – 1 Mart 2017/ Mardin

Mêrdîn… Bajarê serhildêriya zarokên hêviyê… Tîrejên rojê berî ku dilsozên vê bajarên qedîm pîroz bike tu caran naçe ava. Gûndên vê bajarê weke berxwedêriyan dilê dayîk niştiman her di aliyê serhildêran de cih girtiye. Dilsozên roja xwe li ber dikin mertal, Mêrdîn jî di dilê Bagok de wan dihewîne.

Mêrdîn bi serbilindî behsa vê rojê dike. Ew ji kolanên vê bajarê heyanî Bagokê dest bi nivîsandina serpêhatiya pekrewaniyê dikin. Di sala 1982’an de yek jî ji wan kesan ku dest bi nivîsandina xwe ya berxwedaniyê bikira li gûndê Omeriya gavên xwe yên destpêkê davêt. Weke her zarokê Kurdistanê, ew jî bi çîrok û destanên qehremanên çiyayan ve mezin dibe. Gûndê Omeriya ku bi welatparêzên xwe her tim serbilind e keçekî xwe ber bi çiyayan ve oxir kir. Gelekî ku her tim di zinaran de rûmeta xwe parastiye û bûye xwebûn. Keçên vî gelê jî wê navê xwe kiriba Zinarîn û serpêhatiya Zinarîn jî ji bo zarokên Mêrdîn û hemu Kurdistanê wê bibûya çîroka jinên ku li hemberî neyaran serî netewandiye û tîlîlî kişandiye şahadetê.

Rêheval Zinarîn ku bi jiyana xwe û têkoşîna xwe bû soza serkeftinê, wiha qala jiyana xwe dike; “Ez di sala 1999’an ji Merdînê tevlî partiyê bûm. Bı taybeti Reberti dıl ket dest we deme biryare xwe da. Gırtına Reberti ra gel rabu serhıldane ew ji me bandorkır jı bo we tewli bûm.”

Evîn yên ku li heqîqetê, azadîyê digerin, hez dikin û bi hemû hebûn û heqîqeta xwe canê xwe didin vê rêwîtîye. Her yek ji wan şervanan dibin pêlek ji deryaya hêvîyê. Dilopên mîna vegotina kedê di bedewîyek geş de diherikin, di çirûska çavên wan de kenîn xweşîk xûya dike.

Rêheval Zinarîn ji bo şerê gelê şoreşgerî wiha dibêje: “pêwîste gel û gerîla bi hevra tekoşîn bike, gerîla wekî şoreşgerekî pewîste tev bigere û pêwîste gel li gerîla xwedî derkeve. Erkê ku dikeve ser milê me emê pêk bînin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji bo bi rihê demê re jiyan bikim, hertim bi xwera tekoşîn dikim û girêdanbuna xwe ya bi Rêber Apo re hertim lêpirsîn dikim. Ji ber girêdanbuna min ya bi Rêber Apo re hestiyariye, ji ber wê jî hertim di famkirina Rêbertî de pirsgirêk jiyan dikim. Ji bo felsefe û îdeolojiya Rêber Apo fambikim û di jiyanî bikim hertim tekoşîn didim. Bi rihê serkeftinê emê şer bikin.”

 

 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

JI HEMÛ ZAROKAN RE    
Rêber Apo

JI HEMÛ ZAROKAN RE    

May 11, 2025

Read moreDetails
Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk