• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Tu Ji Bo Me Pîvana Azadiyê Yî Hevala Sara

March 30, 2020
in Gerîla, Ji pênûsa Gerîla
A A
Tu Ji Bo Me Pîvana Azadiyê Yî Hevala Sara
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Em jinên dinav PAJK’ê de her wext dizîvirin li ser jiyana xwe, li paşeroj û pêşeroja xwe difikirin. Ji çi dem û qonaxan em gihane ta ku derê… Dem û qonaxên ne aydî me lê em tê de bûn. Çawa ku jiyana me ya berê tê bîra me wekî ku berê me ji rojê zivirî be şevê. Du jiyanên mîna ronahiya şev û rojê ji hev cihê!Du jiyan; lê kîjan jîn, kîjan mirin e niha her kêlî, ji me ve mîna avê,zelaltir dixuyê. Mîna ku ewrên li ber çavên me rabûbin, em ji xeweke giran û ji xewneke bi xof şiyarbûbin û çav xilmaş in.Kîjan rastî ye û ya din xeyal? Gelo ez im niha ya li vir, yan ew ez bûm di wan dem û dewranên dûr de? Eger ew dewranên dûr rastî bin, na na ew ne ez bûm li wan deran. Lê  eger ez, weke hebûnekê di nav civaka xwe de, niha rastiyek bim, wisa be ew demên dûr, demên winda?

Tim aydî hinekên din, her tim ji bo her kesî lê tu car ne ji bo xwe. Her tim bi hêvî, bi hesret, bi xwezî, bi kezî, bi perpitîna dilê çûkekê bi coş, bi kelecan, bi çirûskeke agirîn a di bîbikên çavên kilkirî de, bi xewn û xeyal me xwest li darê dinê bin. Lê di çavên me de hiştin xwezî û hesreta dilan.

Lewma jî çawa ku em qala bîranînên xwe dikin pirî caran ji me re mîna xewnekê tê. Heta em tevlî nav refên azadiyê bûn mîna xewneke giran û bixof.

Rêber Apo rêyek nîşanî me da û me dengê dilê xwe bihîst, me çavên xwe vekirin û em ketin ferqa xwe.Ew dilê êdî ji bo me û heqîqeta mirovahiyê davêje. Qanûnên azadiyê, pîvanên azadiyê bi me da hînkirin;Hûn çiqas a xwe bin hûn ê ew qas mirov bin.

Hûn çiqas bi soz û biryara xwe rabin hûn ê ew qas azad bin.

Hûn çiqas bikaribin ji bo azadiyê şer bikin hûn ê ew qas xweşik bibin

û bikaribin pîvanên xwe deynin

û ew qas werin hezkirin

Bi per û bask bibin û bifirin asoyên xwe yên azadiyê.

Yek ji me hê ji serî ve navê Sara li xwe kir û bû rêhevala azadiyê.Pîvanên azadiyê li bejn û bala xwe kir û ew  bixwe bû pîvan. Bi biryar, bi înat, bi coş, bi sebir û aram, bi hezkirin, bênavber têkoşiya. Digot; Her tim bi şer û pevçûn bû jiyana min. Her kêliya jiyana xwe azadiyê şane bi şane, bi hostahiya xwedawendekê hona.

Nîşanî me da ku ev dem dema jinê ye, azadî di ruh û cewherê jinê de heye.Bi vî ruhî em ê azad bijîn yan jî najîn!

Nîşanî me da ku em dikarin bigihên ‘xwebûn’ê. Em dikarin aydî xwe û xwe bin. Ya aydî me di xwe de pêk anî: Cewhera jina civaka xwezayî derxist nav alema mirovahiyê. 

Ji her tiştê xweşik hez kir û yên nexweşik pak kir. Di xwe de nîşan da ku ya herî xweşik sadetî û reseniya ruhê pîroz e dide der.

Hezkirina wê dilê me germ kir, bi me da hîskirin ku her dil durek, gewherek e di kûrahiya zeryayan de. Tenê bi hezkirineke rast, bi şerekî fedaiyane wê derkevin ser avê. Bes bi hezkirin em li jiyanê binihêrin wê çaxê em ê bikaribin heqîqeta xwe û mirovahiyê ava bikin.

Li çiyayên Zagrosan textê xwedawendiyê danî û bû pêşenga me. Dengê newaya azadiyê gihand guhê me û em ketin govenda azadiyê. Em bûn bi hezaran, bi sedhezaran, me mil da hev û di şoreşa serdemê de me dîlana bi dilê xwe girt.

Sembola xwebûnê, nîşaneya bêmiriniyê; tu ji boy me resmek î ku em ji temaşekirina te têr nabin û em ê tu car têr nebin. Her em dinihêrin em wateyek tê de dibînin; wateya rêhevaltiyê, xweşikî, bawerî, dilsozî, mirovahiyê, wayeta azadiyê. Em ê her şopdarê rêya te ya pîroz bin. Em ê bi soz û peyman bin ku hesreta dilê te û rêhevalên tevlî karwanên şehîdan bûn pêk bînin.Bi germahiya te, rêhevalê me yê tu car me tenê nahêle, Rêbertiya xwe hembêz bikin.

SEMA AMED

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk