Zerî İsfehanî
Rêya deryayan dûr bû
Masiya biçûka xemgîn,
Tu jî bûy evîndarê sîpelên serkêş
Û mercanên sorên di binê deryayan de
Te dixwest,
Du rên kesk, ji bo zarokên bê stêrkên şevê bînî
Û weke firîşteyên baranê
Bi dirêjahiya şevê,
Liser baskeke şikestî û nemameka xembar
Stranan bêjî…
Heta di siharê de, kulîlkên wê şiyar bibin.
Te dixwest lipey heyvê bikevî
Di helhele û bezma sîpelên evîndar,
Û şewqa rojê de
Di xonavên rengîn,
Û balindeyên behrê di ba de
Lê dîwana kevirîn, dilê te nedîtin
Ku di dilê xembarê dar û zarokan de lêdide
Tu revandin
Ji nava destên biçûk de
Û tu radestî Nehengên êş û tarîtiyê kirin
Bi destên xweyên betal
Şeva tarî digirya
Ji bo stêrkeke winda bûyî
Û texteya reş,
Di bêdengiya kilasê de
Di xeyala dîmena şîna deryayê daye
Û di şe’irên te da
Zarokên xwendingehê, çîroka masiyên reş dixwînin
Tu jî weke firişteyên baranê
Di devê nehengan de,
Li ser baskên şikestî
Rîşalên çirmisî
Û zarokên xemgîn
Hê jî stranan dibêjî…
Ji bo biranina mamoste Ferzad Kemanger