Nasnav: Denîz
Nav Û Paşnav: Nerîman Karakuş
Dîrok Û Cihê Jidayikbûnê: 1975-Enteb
Dîroka Tevlîbûna Tekoşînê: 1995
Dîrok Û Cihê Şehadetê: 11.06.1999 Zagros
Rêber Apo: Belê Denîz. Navê te Denîz bû, ma ne wisa ye? Navê te yê din çi bû?
Denîz (Nerîman Karakuş): Nerîman Karakuş.
Rêber Apo: Ji ku derê yî?
Denîz (Nerîman Karakuş): Ji Enteb ê.
Rêber Apo: Ma hûn ji hindûrê wê ne?
Denîz (Nerîman Karakuş): Ji hindirê Eraban ê.
Rêber Apo: Temenê te, asta te ya xwendinê?
Denîz (Nerîman Karakuş): Temenê min bîst û yeke, min heft salan xwendiye.
Rêber Apo: Çend salin hûn li Ewrûpayê ne?
Denîz (Nerîman Karakuş): Nêzîkî sê-çar salin.
Rêber Apo: Çend salin hûn aligirên PKK’ê ne?
Denîz (Nerîman Karakuş): Serokê min, malbat ev demeke dirêje nas dike.
Rêber Apo: Ji kêngî ve?
Denîz (Nerîman Karakuş): Ji salên 1980’î ve. Min jî sala 1992’yan li Ewrûpayê nas kir.
Rêber Apo: Te jî di 1992’yan de li Ewrûpayê nas kir. Ma bi rastî jî, çi tiştî tu bi vê PKK’ê ve girêdayî?
Denîz (Nerîman Karakuş): Serokê min, dema li welat bûm min partiyê nas nedikir.
Rêber Apo: Asayî ye, biçûk bûyî, şert û merc dest ne daye. Ma malbatê ji Ewrûpayê banî te kir yan hûn bi hev re çûn?
Denîz (Nerîman Karakuş): Berê bavê min li Ewrûpayê bû, em paşê tevî malbatê çûn. Ji bo welat hewesa min ya destpêkê çêbû, ji xwe malbatê jî teşwîq dikir da ku em bikin.
Rêber Apo: Ma bavê we li Ewrupayê erkdar bû?
Denîz (Nerîman Karakuş): Xebatên cebheyê dimeşand. Di wê mijarê de teşwîqa bavê min hebû.
Rêber Apo: Eleqeya te çêbû û tevlî bûyî. Çend meh bûn li vê derê yî?
Denîz (Nerîman Karakuş): Nêzîkî heft mehin, yanî şeş meh û nîve.
Rêber Apo: Di kesayetiya te de çi pêk hat?
Denîz (Nerîman Karakuş): Serokê min, dema hatim vê derê min zêde tiştek nedizanî. Tenê hewesa çuyîna welêt hebû. Bi rastî dema em hatin vê derê me famkir ku em ji rastiya welat jî, ji rastiya gel jî qutin. Me dît em bi giştî ji hemû rastiyan dûrin. Lê niha dikarim bêjim gelek tişt hatine guherîn. Bi xwe sipartina rastiyan min karîbû hin tiştan bibînim.
Rêber Apo: Xwe li gorî dema nû hatibû niha çawa hîs dikî?
Denîz (Nerîman Karakuş): Dema hatibûm zehmetî bi pêş ketibûn. Min nedikarî mane bidim gelek tiştan. Lê niha ne wisa ye. Alîkariya hevalan çêbû. Zêde zêde nîqaş pêk hatin. Li gorî roja destpêkê ferq heye.
Rêber Apo: Di kîjan milî de xwe weke nû û bihêz hîs dikî? Ma îdîayên te, armancên te diyar bûn, te xwe bi temamî kilîd kir?
Denîz (Nerîman Karakuş): Bi taybetî ji beriya ku tevlî tekoşînê bibim, min ji xwe re digot hema ez ne pir baş, ne jî pir nebaş bikim, yanî meşeke ji rêzê, meşek ku zêde xwe naspêre baweriya xwe hebû. Lê li vê derê bi taybetî baweriya xwe bi xwe anîn bi pêşket, hêrsa serxistinê bi pêş ket.
Rêber Apo: Pêwîstiya bi serxistinê derket zanebûnê, hate famkirin ku meşeke navîn nabe. Bawerim hinekê lingê te bi erdê ketin, ma ne wisa ye?
Denîz (Nerîman Karakuş): Berê her tişt li gorî xwe hizirîn, li gorî xwe nirxandin, ling li hewa…
Rêber Apo: Zêde kesayetiyeke sûbjektîf. Ne hewce ye em ji bo te niha pir zêde biaxivin. Tu hevaleke pir nûyî, heta li gorî min tu weke lênûseke ku pêwîste hê nu dest bi nivisînê bê kirinî. Zêde rûpelên ne paqij tine, lê wisa li ser zêde nivîsandin jî nehatiye kirin. Lê ji vê bi şûnde tê baş binivîsî, ne baş binivîsî, helbest binivîsî, çîrok yan roman binivîsî hemû bi te ve girêdayî ye. Hêviya me ewe, ji vê bi şûnde tu li ser deftera xwe ya jiyanê tiştên baş binivîsî.
Denîz (Nerîman Karakuş): Baweriya min heye binivîsim. Me ji vê derê ewqas hêz stand, me ji Rêbertiyê hêzeke mezin stand. Êdî ya ji vê bi şûnde bê nivisîn serketine.
Rêber Apo: Emê wê hêzê bidin, ew erka me ye. Bi ser de jî ji bo keçeke ciwan ezê di astekî neasayî de jî bidim. Di vê mijarê de bi xwe bawerim, lê bêçareseriyeke we ya mezin heye, heyfa min bi wê tê. Heta hin caran dibêjim, gelo ez hêviyê nedim wan, bi tena serê wan bihêlim baştire? Tabî ji ber ku em wêrekin wisa vê qebûl nakin. Cesaret didinê, hewil didin bi jiyanê ve girêbidin. Lê hûn jî zêde lewazin. Ya din jî hûn weke bêçare xuya dibin. Tabî ev jî zehmetî dide me, me xemgîn dike. Ev pêvajoyeke tekoşînê ya pir zehmet e, keçên ciwan gihandin astekî milîtan, hewceyî xebateke hê zêdetir zehmete. Lê pêwîst e, girîng e. Hewce ye tu di vê destpêka jiyana nû de vê fam bikî; di mijara meşeke biaqil û hişyar de, weke heval jî aniye ziman bi xwediyê wijdan lê qederekê jî ji bo rastiyên me yên serketinê bi baldarî tevbigerî. Dibe ku pir hêdî be jî, lê bes bila baweriya vê misoger be, dîsa bi misogerî armanc bê esas girtin. Firsendê nede tiştên hûrde ku bi ber nakevin, awamiya di navberê de ku dixwaze bixe. Ez nabêjim di kêliyekê de weke min destan binivîse, xwe bigihîne terz û tempoyeke pir mezin. Heger em vê bêjin û bixwazin yê bibe neheqî. Ji ber ku ji bo vê pêwîste qebîliyet, amadekarî û danehevên neasayî hebin. Lê dîsa jî eger xwe baş fêr bikî, li ser xwe hakîm bî, ez dibêjim ku li gorî armancê, bi gavên pir biçûk be jî, bi tendirustî tê bikarî bimeşî. Di devê xwe de birin û anîn tine, êdî xwe xapandin jî tine. Eger hun nikarin ti tişti bikin jî herî kêm hûnê hê baştir xwe terbiye bikin, ew gengaz e. Hûn li ser xwe hakim bin, ev jî gengaz e. Hûn dikarin bi ser bixin. Hûnê berê xwe bidin derve, bi hevalên xwe re baş biborînin. Hûnê taybetmendiyên hevaleke/î baş nîşan bidin. Tê bi gelê xwe re baş bî, weke jinekê tê xwe baş bikî. Vê bikin. Ji xwe em ji we re nabêjin wisa destan binivîsin. Em, ji yên weke we, êdî li benda vê encam girtinê ne.
Denîz (Nerîman Karakuş): Bi misogerî Serokê min.
Rêber Apo: Rêbertî wisa ne kesayetiya Heso û Hiso ye. Ti jin bi kesayetiya xwe ya erzan, seranser û xwe dide revandin nikare Rêbertiyê bixapîne. Nikare ji jiyanê bireve, nikare bireve mirinê jî, nikare bi hestên xwe yên erzan bixapîne, bêyî ku tu hezkirinê bizanî nikarî bijî jî. Niha mêjiyên wan hêdî hêdî Rêber Apo: dike û lingên wan pêlî erdê dike. Lê eger ji berê de biaqil bûna neh-deh sal vala derbas nedibûn. Vê gavê li kûrahiyên çiya feth dikirin, bûn. Bi sedan ji wan şehîd bûn, ji ber ku hinekê xwe mezin dihesibandin. Û hewildanên pir mezin vala çûn. Ez ji bo wê dibêjim ji van tecrûbeyan jî ders derxînin.
Denîz (Nerîman Karakuş): Nîqaşên me bi pêş ketin.
Rêber Apo: Ji xwe mezinahî, bi dersderxistina ji ezmûnan gengaz e. Nejiyana nebesiya ku yekî/ê jiyaye mezinahî ye, biaqilbûne. Hûn bi xwe hatin, heta hem jî weke fedayiyan hûn hatin. Me got, hinekê biaqil be, rastiyan bibîne, wisa bimeşe û ne hewce ye bibezî mirina erzan jî, ev qet hewce jî nake. Ji ya ku hûn texmîn dikin hê zêdetir, em bi hesretên kûr yên jiyanê yên mirovên xwe ve girêdayî ne. Yanî em li dijî vêne jî ku keçeke ciwan wisa hema bikeve nav agir, çi dizanim bila ew jî bêyî ku ji ti tiştî Rêber Apo: bike jiyan bike, bikeve şer. Li cem me bi temamî berovajiya wê pêk hat. Ji ber ku derfeteke biçûk ya jiyanê li cem me heye. Ji bo jineke azad, bi rastî jî hinekê bi rêzdarî û bi hezkirinê bê pêşwazîkirin li cem me hate bi pêşxistin, hûn ji ber wê yekê têne û ev jî bi rastî bi kedê, bi rêxistinê dibe. Em di vê mijarê de dirûstin. Em dibêjin jêdera jiyanê, hezkirinê û xweşikiyê jî eve. Ma hûn dikarin weke din çi bixwazin? Niha ma tu zêr dixwazî, bazin dixwazî, guhar dixwazî? Ez bawerim zêde pêwîstiya te bo van tine ye.
Denîz (Nerîman Karakuş): Na, Serokê min.
Yê dewam bike…