• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-33

June 23, 2025
in Lêkolîn
A A
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-33
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Tiştê esasî, partîbûn girîng e. Lazime mirov wisa bibîne ku em careke din dubare nekin. Bingeha wê bi bîrdozî û teoriya qutbûnê re meylên xuyayî derketine. Jixwe Rêbertî karakterê karîkaturê zilam zelal kiribû. Rêbertî, tîpê karîkaturê zilam çêkiribû, wana xetê zelal dikin û ev bingeha partîbûnê ye. Li ser vî esasî Kongreya YAJK’ê ya 2. piştî Kongreya PKK’ê ya 6. çêdibe. Zivistana 1998-99’ê ye. Komploya Navnetewî jî lidare. Di 13’ê Adarê de 140 delege beşdarî kongreyê dibin. Divê kongreyê de armanca yekemîn, ragihandina partiya jinê ye. Her wiha bi YAJK’ê re xebat hinekî navendî bû. Lê bi her awayî pratîkên ku hatin jiyîn, operasyonên 1995 û ‘97’an re rû bi rû ma. Bi giştî xebatên me ji bo meha Nîsan û Sibatê navendî nebû. Bi taybetî eger xebatên derve navendî bibe û di navenda jin de kom bibe, tam nehat çêkirin. Ji bo wê jî diviya vê kongreyê ev biryar bida; êdî em bi partiyê re navenda xwe çêkin. Hemû qadên xebatê bi navendê ve girêdayî bimeşînin. Dema ez dibêjim hemû qad, ez tenê qala gerîla ku di kîjan eyaletê de ye nakim, ne tenê ew; qada civakî ye, qadên siyasî û qadên derve yên mîna Ewrûpa, Rûsya û hemû xebatên jin. Armanc, divê hemû di navendekê de kom bibin.

Yek jî kongre di pêvajoya komployê de çêdibe, bandora komployê heye. Di aliyê jin de di kongreyê de li beramberî komplo xwe destgirtin tam wekî tê xwestin çênabe. Ew lewaz dimîne. Ev kongre biryara fedaîbûnê derdixe, ew girîng e. Bi Kongreya 6’an re jî em ber bi avabûneke fedaî ve diçin, hinek hevalên jin ji vê re pêşengî kirin. Girêdayî PJKK’ê hinek tabûrên fedaî yên jin çêdibin. Esas biryara fedaîbûnê li hemberî komployê derdikeve. Ew girîng e. Aliyê kêm ê Kongreya PJKK’ê ev e; di Kongreya 6. de em bi rewşa Sakîne û Hêlîn re rû bi rû man û pratîkên me yên berê hene. Ew taxima rehabîlîtê ya sala ‘97’an me di şer de tam bersiv neda. Diviyabû Kongreya PJKK’ê ev rewş bi giştî binirxandan, bigirta dest û berpirsiyariya wê zelal bikira. Lê ew jî kêm dimîne di vê kongreyê de. Pir zêde nanirxîne, rewşa Sakîne û Hêlîn jî tam nayê destgirtin. Her wiha destgirtina pratîkên heyî jî wisa seresere dimîne. Niha tu çima vê pratîkê digirî dest? Eger tu rast bigirî dest tê rast tehlîl bikî, ji bo ew kêmahî careke din xwe dubare neke, tu wan lewaziyan telafî bikî. Ev kêm maye.

Kongre ji ber ku êdî xwe dike partî, rêziknameya partiyê ava dike û rêvebernameya gerîla ya ku hêza jin wê çawa beşdar bibe, ew jî tê çêkirin. Hevalên xort dixwazin beşdarî vê rojeva nîqaşa li ser rêzikname û rêvebernameyê bibin, ji ber ku ew dixwazin gava jin biryarek şaş bigire mafê wana jî hebe ku bikaribin veto bikin, lê belê heval destûr nadin tevlî nîqaşê bibin. Şixulê saetekê beşdar dibin, dixwazin di rêziknameyê de tiştek wisa derbas bibe; bila biryara vetoyê hebe. Nimûne, gava biryarek nerast were girtin, rêveberiya vê Tevgerê bikare veto bike. Di wê Kongreyê de hevalên jin vê nêrînê qebûl nakin û dibêjin “biryara der barê jinê de wê jin bigire.” Biryar wisa derdikeve. Di vir de nêzîkatiya hevalên xort, xwe wekî rênîşandinê didin der. Hevalên jin destûr nadin vê tiştê. Me berê jî got, nêzîkbûnên Rêbertî wisa nîn in. Rast e, di saha xwe de konferans da çêkirin, rojev diyar kir ku em li ser çi nîqaş bikin, lê bi xwe mudaxele nekir. Rêbertî tenê rêgeh diyar kir ku, wê rojev çi be, xet wê çi be. Elbet her tiştekê divê mirov li gorî zeman û mekanê wê bigire dest û wate bide. Ez nizanim hevalên xort xwe çawa digirin dest li hemberî vê pêvajoyê, lê dema em li dîrokê dinêrin, divê nêrîneke me ya wisa hebe. Belkî yê wana jî tirsek e û jixwe komplo li ser Hereketê heye, Rêbertî bi fiîlî ne amade ye, Hereketê em ê çawa bimeşînin. Fikarên bi vî awayî pêkan e hebin. Lê wexta bi giştî em binirxînin, ev ji nêzîkatiya desthilatdariya zilam qut nîn e. Mafê mudaxelekirinê di xwe de dîtin ji vê ne qut e.

Xala din, ji bo Kongreya PJKK’ê mirov dikare wisa bêje; Em ê li hemberî komployê xwe çawa bigirin dest? Ji ber Rêbertî got “kêm hevaltî”, ev tam baş nehat destgirtin. Me ji ku derê ve “kêm hevaltî” kir. Di vê wateyê de xeta Rêbertî pêkneanîn kêm hevaltî ye. Mesela, gelek pratîkên me hene ku ne li gorî xeta Rêbertî ango ji derveyî xeta Rêbertî meşiyane. Em ji tesfiyekaran re bûne zemîn. Pratîkên me bi xwe re serkeftin ava nekirine, wekî tesfiyegerî ye. Wê demê divê em xwe rast bigirin dest. Ev çênebû, rexmê ku Rêbertî xebata jin pir girîngî didayê. Di têkoşînê de amûrê rêxistina tevgera jinê xurt bû. Rêbertî, ev perspektîfa xwe her nû dikir û digot, divê jin radîkal be. Rêbertî çima tekmîlên hinek deveran digirt, tenê bi hevalên xort re sînordar nedihişt? Rêveberiyê tekmîl dida, ev dikir. Rexmê wê jî ji hevalên jin dipirsî ku çi heye? Rêbertî carina kadroyên ku li gel xwe perwerde dikir, ji wana re digot, “hûn sîxurên min in, hûn herin ku, li wê derê bidin hîskirin ku divê xeta Rêbertî were parastin. Lazime hûn wê rolê bilîzin.” Cesaret dida te, hêz dida te. Digot, ji kesekî netirsin, rexne bikin, ev helwestek radîkal e. Hele ku êdî em gihîştin asta rêxistinê, Rêbertî helwestek radîkal pêşde didît. Lê ev radîkalbûn me çiqas xwemalî kir? Ez çima vê dibêjim? Eger me ev radîkalî xwemalî bikira, rewş wisa nedibû. Em bi zehmetiyekê re rû bi rû dimînin hema bes dikin, an xwe paşve dikişinin, an jî lîberalîze dibin. Em bi rewşên wisa re rû bi rû man. Tê zanîn xeta têkoşînê ewqasî hêsan nîn e. Jixwe wê bi ser te de were û wê red bike. Ev şerek e û şerekî pir dijwar e. Tê çiqas bedêlê wê bidî ber çavan. Bi rastî tê hîna jî di helwesta xwe de israr bikî, berdewam bikî? Lê me dît ku ev feraset pir xwemalî nebûye. Kongreya PJKK’ê di parastina xeta jinê de ku bû partî, wê çawa xeteke radîkal ji xwe re esas bigire, diviyabû hilbijarta. Diviyabû me radîkalbûn xwemalî bikira. Hebûna xwe ya esasî divê bispêre vê ferasetê. Ya rastî vê kongreyê van xal û ferasetan zelal nekir. Ji bo wê piştre hinekî lihevkirin, hinek tengasî û hinek bêbawerî jiyan kirin, reş jiyan kirin, hinekan xwe paşde dan. Xeta têkoşînê lîberalîze bû. Ev jî mijarek girîng e. Dîsa kesayetên wekî Hêlîn, Sakîne, yan hinek pratîkên hene, berpirsiyarên wan berçav bûn, diviyabû ew kesayet bihatana zelalkirin. Di wê demê de wê têkoşîna navxweyî jî xurtir bibûya. Têkoşîna cins bi qey em li hemberî zilam didin diviya bû me ewqas jî di nav xwe de bimeşanda. Di nava me de gava hemû meylên derveyî xeta azadiyê jî bikarin xwe bihewînin, ew nabe têkoşîneke cins a rast. Ev çima girîng e? Wê demê ger ev xurt bûba, bihata nirxandin, wê têkoşîna hundirîn hem xurt bikiriba û hem jî ji zilam re nedibû zemînek. Mesela, vê hişt zilam li ser vê teserûfê pêş bixe. Ji zilam re zemînekî vekirî hişt. Berê di civînan de rojevên me yên esasî ev bû û kongre jî wisa dinirxîne ku, asta têkoşîna cins çawa ye, nêzîkbûna zilam çi ye. Di hemû civînên me yên xweser de wekî rojevekê dihat nirxandin. Polîtîkayên serdestiya zilam asta xwe çi ye, kîjan nêzîkatiyê raber dike, me xwe li hemberî wê amade dikir. Me amûrê xwe yê têkoşînê xurt dikir. Wê demê ev di asteke xurt de tê nirxandin, lê hîseke pêşerojê ya xurt jî nîn e.

Di Kongreya Şeşan de hinekî zemînê wê çêbûye. Lê komplo wisa bilez çêbû, di van şert û mercan de em ê bi çi re rû bi rû werin, vana zûtir bibîne û xwe li gorî wî amade bike, ne di asteke jor de bû. Pêşeroj nedîtin pir cidî derket holê. Em di vê mijarê de jî lewaz man. Rexmê zemîn hebû di Kongreya Şeşan de pêşeroj hinek din bihata nirxandin, ji bo zemînê pêşerojê jinê palpişta xwe ya siyasî, polîtîk çi ye, wisa bihata destgirtin dibe ku di pêşerojê de zemînê jinê hinekî din amade bûya. Lê pir zêde nehat nirxandin. Jixwe hîn di kongreyê de em bi tiştên cuda re rû bi rû man û bi giştî kongre bi vî awayî bû.

Kongreyê piştî van mijaran nîqaş kir, hevalên xort hin tiştan ferz dikin. Xebatên jin Rêbertî yekser dimeşand, ji bo wê jî rêziknameya xwe li ser wê ava kiriye. Erê xebatên jin kirin mercî, lê Rêbertî bi temamî wisa diyar dikir. Ev nêzîkbûnek rast e, ne şaş e jî. Rêbertî niha di esaretê de ye, em nikarin bêjin desteya erêkirinê. Em wê demê nikarin bêjin bila demekê rêveberiya Tevgerê be, em nikarin vê bikin. Rêbertî jî tu caran tevgera jin wisa ji însafa hinek kesan re nehişt. Di saha Rêbertî de jî rêveberiya Tevgerê bû, ew jî di perwerdê de bû, nedihişt wisa nêz bibin, an jî biçin bi grûba lehûrbûnê re civînê çêbikin. Rêbertî tu caran negot ez nizanim çi bikim, hûn berpirsiyar bûn, wisa nekir. Berevajî Rêbertî digot, “Jin pêwîste bi xwe biryara xwe bide.” Ew jî ji bo ku îradeya jinê derkeve holê. Jixwe heta niha Rêbertî xwestiye jinê bigihîne wê astê. Her wiha wekî partî jî wê bikaribe biryara xwe bigire û erêkirina kongreyê Rêbertî bide, ango merciyê dawî Rêbertî dike. Lê belê derket holê ku di hevalên xort de ev feraset pêwîste erêkirina biryara der heqê jinê de mercî ne, Rêbertî ji ber ku fiîlî ne amade ye, erêkirina biryarên jin pêwîste Konseya Partiyê ya giştî bike. Ev feraset ji milê hevalên xort ve hat ferzkirin. Piştre mudaxele kirin ku Kongreya PJKK’ê belav nebe. Quwetê Kongreyê belav nebû, di vê nîqaşê de kilît bû. Tenê tiştekî baş, hevalên jin van nêzîkatiyan pêşdetir dîtin; ango mudaxeleyek çêbibe, em tedbîreke bi çi awayî bigirin. Di vê kongreyê de em bûn partî û bi pêşniyara Rêbertî navê rêxistina jinê bû PJKK (Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê). Roja piştî kongreyê hevalan PJKK îlan kirin. Bêy ku em ji rêveberiya giştî re bêjin, me xwe wekî partî ragihand. Esas ev tedbîreke me bû. Yanî sibe-du sibe mudaxele jî çêbibe, me jixwe partî ragihandiye.

Akademiya Şehîd Zîlan

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE
Genel

MEZİNAHÎ, Bİ DERSDERXİSTİNA Jİ EZMÛNAN RE GENGAZE

June 24, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-33
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-33

June 23, 2025

Read moreDetails
Jİ BİNG BANG Û KELİYEKE AZADİYÊ
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BİNG BANG Û KELİYEKE AZADİYÊ

June 21, 2025

Read moreDetails
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
Rêber Apo

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

June 19, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk