• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Jİ BİNG BANG Û KELİYEKE AZADİYÊ

June 21, 2025
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Jİ BİNG BANG Û KELİYEKE AZADİYÊ
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Enerjiya Gerdûnî Ya Xwedavendên Hemdem

Ez ji Akademiya şehîd Nûda dinivîsim. Van rojan me dersa rejîma heqîqetê dît û di vê çarçoveyê de me belgefilmeke li ser ‘teoriya big bang (teqandina mezin)’ temaşe kir. Ev belgefilm li ser keliya herî nêz a piştî teqandinê ya ku bingeha pêşketina gerdûnê ya mîlyonan sal daye diyarkirin bal dikişand.

Ev keliyê ya herî diyarker bû ji ber ku li ser esasiya dualîzma madde-antîmadde rê ber bi şikilgirtina gerdûnê, avakirina sîstema tavê û çêbûna zindiyan vêkir. Destpêka destaneke dema astronomîk îfade dike. Di vê destanê de gelek pêvçûn, guhartin û paresan hatin jiyankirin. Di gelek bawerî û felsefeyan de mirov weke gerdûneke biçûk (mikrokosmîk) bi zeka tê pênasekirin. Gerdûn jî xwedî zekayeke makrokosmomîk e (Geist). Nivîskarê destana gerdûnê gerdûn bi xwe ye. Xwe diafirîne û bi çêbûna zekaya mirov re xwe eşkere dike. Zayîna gerdûnê big bang e. Di keliya herî nêz piştî vê zayînê de, gerdûn şekilê xwe ya destpêkê digire û pêşketina xwe bi vî rengî diyar dike.

Dema ku teqandina yekem a gerdûnê tê şîrovekirin, her tim çalakiya şehîd Zilan tê bîra min. Ew bi îradeya xwe destana xwe daye nivîsandin. Hêza afirandin û fikirandina jinê eşkere kir. Hişmendî û şekilgirtina jina azad a ku ber bi gerdûnîbûn dimeşe derxist holê.

Hem li gorî zanîstên heyî, hem li gorî gelek mîtolojî û pirtûkên pîroz, berî çêbûna gerdûnê tê gotin ku rewşeke kaos û pêxirtengî hebû. Em dikarin wiha bêjin ku gerdûn mudaxaleyeke wê bû û weke encama lêgerîneke hevsengî dikare were dîtin. Big bang şoreşeke astronomîk da destpêkirin.

Weke ku heval Zilan li hemberî şer û pêxirtengiya ku ji milê hişmendiya zilamê desthilatdar ve hat avakirin rêyeke ji bo meşa azadiya jin û gelan vekir, di kaosa kosmîkê de big bang rê ji bo meşa azadî ya gerdûnê vekir.

Rêbertî girêdanbûn di navbera lêgerîna azadiya jin û gerdûnê de wiha pênase dike; “Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re heye. Eger mirov dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnişan dikim. (…) Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyoniya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê?

Li ber xwendina bilbil senfonî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê bi mirov nadin fikirandin? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin?”

Dema ku Rêbertî got “Zilan fermandara min e” û “Zilan xwe di mejiya dijmînê de teqand”, rola keliyê herî girîng a piştî çalakiya wê ya fedaî list. Di şexsa heval Zilan de bi vê nirxandinê heqîqeta hêza zeka û pêşengtiya jinê derxist holê. Heqîqeteke gerdûnî derxist holê û ji ber vê yekê heta roja me ya îro wê di nava mirovahiya azadîxwaz de bandoreke gerdûnî dike. Bi manedayîna çalakiya heval Zilan û îlankirina bîrdoziya azadiya jinê, Rêbertî zemîna hişmendî û şekilgirtina şoreşa jinê da avakirin.

Hevaleke ku çend sal berî ji zindanê derket ji min re gotîbû ku lêhûrbûnek bi vî rengî pêşket; koka enerjiya jin û jiyanê ji ku derê tê? Gelo ji enerjiya teqandina mezin a big bang pêk tê? Li gorî anatomiya jinê, dema ku zarokeke keç ji dayik dibe, di malzaroka wê de hemû ovulên wê (ango hemû hêqên wê) hene. Ovul jî parçeya yekemîn a çêbûna zarokek e. Ev tê wate ku parçeya yekemîn a zarokekê di malzaroka dayîka wê de ye û di heman demê de di malzaroka dayîka dayîka wê de ye. Di vê parçeyê de şopên enerjî, his, hest, fikir û laşê dayik û dapîra vê zarokê heye. Eger em paresana xeta maddî-biyolojîk û manewî-civakî ya dayîk-keçê bigirin dest, em bikaribin bêjin ku zincîra wê xwe dispêre malzaroka destpêkê ya mirovahiyê ya ku ji xwe ji pêşketina xweza û gerdûnê pêk hat. Ango em bikaribin bêjin ku ji dualîzma parçe-enerjî destpêkê ya big bang pêk hat.

Di baweriyên anîmîst de ji xwe hebûna gerdûn, xweza û jinê bi yekparî tê dîtin. Di civakê de weke hêzeke afirandinê hat dîtin û weke Dayika xwedavend hatiye pênasekirin. Mîna Tiamat, dayika her tişt e, dayika hemû zindiyan e, gerdûn ji xwe ye, civak ava dike.

Nerbûn û merbûn jî beşeke vê ye. Kur û hevalê xwedavendê ye. Pirengiya gerdûna mîkrokosmîk îfade dike û hevjiyanê heye. Dema ku ev hevsengî tê xirakirin, têkoşîna azadiyê dest pê dike. Koka pirsgirêkên civakî û ekolojîk û lêgerîna şoreşê ji wir tê. Gelo însan di lêgerîna xwe ya jiyana azad de li heqîqet û eşqa jin-dayika azad a mîkrokosmîk û makrokosmîk digêre ?

Peyva “amargî” (azadî) ya sumerî bi wateya “vegerandina dayika xweza” wê jî piştrast dike. Sîmbola ya ku dayika xwedavend a gerdunî îfade dike, di şekilê nivîsa vê peyva sumerî mîna stêrkekê de diyar e jî. Di vir de bi rastî zilamê desthilatdar “gerstêrkeke jirêderketî” ye ku jin û jiyanê dikuje. Bi pênasekirina îdeolojîk a ku xwe dispere pênasekirina “xwedavenda azadiyê ya serdemê”, çalakiya şehîd Zilan û manedayîna wê ji milê Rêbertî ve bandorek mezin kir. Di rewşa kaos û pêxirtengiyê de bûye keliyeke esasî ya pêşxistina şerê gerîla û partiya jinê. Mîna keliyeke quantumîk a azadiyê bû.

Hêza fikir, zekir û çalakiya jina azad di sedsala 21. de bûye bingeha pêşxistina şoreşa jinê li Kurdistanê û li tevahî dinyayê. Herî berbiçav çalakiya fedaî ya jineke beluç a ku navê “Zilan Kurt” li xwe kiriye li dijî arteşa dagirker a Pakistanê, belavkirina diruşma Jin Jiyan Azadî li dinyayê û tevlîbûna PAJK’ê ya sedan jinên enternasyonalîst ji her derên cihanê ye.

Her wiha bîrdoziya azadiya jinê û çalakiya şehîd Zilan çawa jinên pêşeng mîna Heval Sema, Heval Sara û Heval Rûken bandor kirin, hevalên xort mîna Heval Fikirî, Heval Tirêj, Heval Erdal û Heval Rojhat jî bandor kirin. Li ser esasiya felsefeya Rêbertî, rihê fedaî û eşqa heqîqetê ya xwedavenda serdemê hêzeke mezin a îrade, hevaltî, hezkirina cins, têkoşîna cins, guhartin û veguhartina zilam a ku xwe dispere hêzeke pêşxistina hevjiyana azad derxist holê. Çalakiya Heval Asya û Heval Rojger wê daye îspatkirin. Di vir de li dijî her cûrên dagirkirina welat û mejiya mirov rola PAJK’ê û bandora kesayeta jinên şoreşger eşkere ye.

Di belgefilma big bang de em dibînin çawa zanistvan li Swisre makînayeke gelekî mezin bi armanca femkirina teqandin û keliya piştî wê çêkirin. Di rewşa siyasî ya vê serdemê de bala min li ser dagirkirina asîman û gerstêrkan kişand; gelo van lêkolînên zanistî ji bo femkirina gerdûnê û hebûna jiyanê yan ji bo kontrolkirina wê tê pêşxistin? Her diçe zilamê dagirker sînorên hêyî derbas dike. Weke ku dixwaze makînayeke malzaroka jin û çêkirina zarokan di laboratoara xwe de pêşbixîne, dixwaze gerdûn, xweza û civakê bi tamamî têxe bin kontrola xwe. Li ser bingeha miraza xweteqandina Heval Zilan di mejiya dijminên jin û jiyanê de, pêşxistina Jineolojî û rêxistina xweparastina jinên dinyayê dikare dîroka azadî ya gerdûnî bide nivîsandin û li ser esasiya paradigma nû ya Rêbertî dikare pêşiya hemû planên zilamên kujer ên serdema me bigire.

Bi bîranîna lêhenga fedaî şehîd Zilan û miraza hêza afirandin a xwedavenda 30’ê Hezîranê, soza me dikare ev be ku em meşa jin û gerdûna azad bigihînin serkeftinê.

Sara Stêrk 

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Jİ BİNG BANG Û KELİYEKE AZADİYÊ
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BİNG BANG Û KELİYEKE AZADİYÊ

June 21, 2025

Read moreDetails
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
Rêber Apo

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

June 19, 2025

Read moreDetails
EGER DEWLET VENEGUHERE, NEPÊKANE KU BIRYAR BIKEVIN MERIYETÊ
Nirxandin

EGER DEWLET VENEGUHERE, NEPÊKANE KU BIRYAR BIKEVIN MERIYETÊ

June 11, 2025

Read moreDetails
RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND
Rêber Apo

RÊBER APO Jİ BO JÎNEOLOJİYÊ NAME ŞAND

June 9, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk