• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Vegera Ji Şoreşê Re

November 3, 2024
in Şehîdên Azadiyê
A A
Vegera Ji Şoreşê Re
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Nasnav: Zîlan Cûdî
Nav û Paşnav: Turkan Muhammed
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1978/Hesekê
Navê Dayikê: Adîle
Navê Bav: Şeyh İsa
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/Hesekê
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2012’an li Gabar
 

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Zîlan Cûdî (Turkan Muhammed);
Hevala Zîlan sala 1999’an de piştî esareta Rêbertî beşdar dibe. Ji malbatekî hêjmara keçên wan pir zêde ya herî mezin e. Malbata wê feqîr e. Ji bo tengaviya debarê derbas bikin û alîkarî ji malbata xwe re bike kar dike. Bi vî awayî hewildide ji malbatê re bibe alîkar. Ji ber bûyîna keça mezin ya malbatê ev yek tê wê wateyê ku berpirsiyariya dikeve ser milê xwe jî pêk bîne. Ji ber rastiya bûyîna wê ya jin, dikeve ferqa ku bi qasî kar dike bersiva nirxa xwe nagre. Ev yek bes e ku di wê de nakokiyên sereke bide avakirin û jiyan kirin.

Piştre beşdarî Tekoşîna Azadiyê dibe û di nava refên partiyê de cih digre. Bi beşdarbûna xwe re tevayî hewildana wê fêmkirina Rêbertî ye. Cardin hewildana yetenekên xwe pêşxistin, xwe xûrt kirinê jî gelek dide. Kesayeta xwe avakirin dibe hedefekî wê ya esas. Wê êdî fêmkiribû ku cewhera jinê bi ya heyî re nayê şîrovekirin.

Dema ku ez di sala 2004’an de çûm Hêzên Taybet min hevala Zîlan nas kir. Me di heman dewreyê de perwerde dît. Me du sal bi hevre jî di heman qadê de derbas kir. Baweriya wê ya cewherî gelek bihêz bû. Wê di demekî pir kin de xwendina xwe da pêşxistin. Wê biqasî ku cewhera xwe ava dikir ewqasî zanistiya xwe pêşdixist, xwe nêztirî hedefên xwe dikir. Piştî hevala Zîlan perwerde ya xwe xelas kir, demekî diyar li gel hinek hevalên Rêveberiyê jî ma û bi vî awayî aliyên xwe yên rêxistinî jî pêşxistîbû. Hevala Zîlan piştî esareta Rêbertî tevlîbûna xwe çêkirîbû û di ferqa giraniya vî barê li ser milê xwe jî bû. Wê her tim pêşniyara çalakî kirinê dikir. Di aliyê gerîlacitî û jiyana şoreşgerî de xwe xûrt kiribû.

Ew di vê çarçoveyê de di sala 2009’an de derbasî qada Botanê bûbû. Ez pir baş dizanim ku wê xeyalê çûyîna qada Cûdî dikir. Ji bo wê Cûdî xwedî wateyek cûda û herêmek bi taybet bû. Di heman demê de piştî di nirxandinên Rêbertî de heskirin û hesreta ji bo Cûdî hatibû ser ziman hevala Zîlan ji Cûdî hêj zêdetir heskiribû û pêre hatibû girêdan. Dema ev rastî bûn yek, daxwaza wê ya çûyîna li Cûdî zelaltir bûbû û pêşniyara xwe kiribû. Hevala Zîlan bi biryardariya ku yê Cûdî ji bo Rêbertî pêşwazî bikin amade bikin bilêv jî kiribû û wiha derbasî herêmê bûbû.

Hevala Zîlan weke sabotajanekî jêhatî derbasî Cûdî bûbû û beşdarî gelek çalakiyan bûbû. Çalakiyên wê bixwe jî dabûn plankirin, amadekirin û pêkanîn hebûn. Me dibihîst ku hevala Zîlan gelek karên serkeftî dabû meşadin. Wê jî di mîna tarzê hevala Zîlan de xwe bi dil û can beşdar dikir û hewildida êrîş, zext û zora dixwazin Rêbertî pêre tengav bikin bide derbas kirin û ji pêvajoyê re bibe bersiv. Ez bawer dikim ku wê ev yek bi çalakiyên xwe ve jî dida pêkanîn û jiyanî kirin.

Hevala Zîlan bi jiyan, sekin û tekoşeriya xwe bûbû mînak û pêşî li bênirxkirin, biçûk dîtina jinê girtibû. Wê êdî ji her kesî/ê re bi dengekî bilind dida gotin ku divê hebûna jinê bêdîtin.

Bi hatina cenazeyê wê re gelek ciwan jê bandor bûbûn û biryara tevlîbûna nava refên Tekoşîna Azadiyê dabûn. Vê yekê bi taybet jî bandora xwe li ser Şoreşa Rojava jî kiribû. Gelek keç û xortan soza beşdarbûyînê dabûn û beşdar bûbûn. Ji bo bibin bersiv û dawî li esareta Rêbertî têde bînin, ew ji Rojava derkete rê û beşdarî nava refan bû. Vegera wê mîzgîniya şoreşekî dianî. Ez weke yeke li heman herêmê lê mezin bûyî, ez ji kûranî ve jana şehadeta wê dijîm. Ger em ji her tiştên wan re nebin bersiv jî, em dixwazin enerjiya wan bi enerjiya xwe re bikin yek û xeyalên wan bigihînin serkeftinê.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk