• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Min Pir Bêriya Te Kiriye Zagros

May 28, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Min Pir Bêriya Te Kiriye Zagros
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Zagros evîna rojê û hesreta dila ye, cîh û warê mirovahiyê, mekanê xwedavendan, xaka pîroz e. Zagros, tu mîna navê xwe xweşik û bedewî. Mirov nikare bi gotinan bedewî û heybeta te tarîf bike. Encax mirov bixwe di nav xweşikbuna te de jiyan bike, bigere, dest û tiliyên xwe li ser ax, kulîlk, kevirên te bigerîne, ji kevirên te xwe bavêje ser kevirên din, ji kaniyên te ava sar weke buzê vexwe, sîrik û tirşika te, di bin bêhna beybûn, gul û kulîlkên te de tam bike dikare te fam bike, hîs bike Zagros.

Ez evîndara te me zagros, evîndara çiyayên te yên bilind û asê me. Bi heybeta çiyayên te yên bedew û asî re ez bûm dildarê te ey Zagros.
Jiyan li ser xaka te ya pîroz pir bi wate ye.

Min gelekî bêriya te kiriye, min bêriya hevaltiya rêhevalên ku di kontarên çiyayên te de dijîn kiriye. Belê bi rastî jî jiyan li ser xaka te ya pîroz weke xewn û xeyala ne. Her gavek li ser te meşîn û mêzekirina te, di dil û mejiyê mirovan de ramanan bi hestên bê tarîf, bi heskirin û eşqa azadiyê ya bêhempa diafrîne Zagros.

Ew dengê xom xoma avaşînê, ew hewa ya paqij û azad, bêhna gûl û nergîzan, mirovan di nava xeyalan de kur û dûr dibe. Gûl û kulîlkên te yên renga reng îsal jî şîn bûne, di kêleka wê de avekî zelal wekî rondikên çavan diherikin li ber kontarê çiyayên te yên xweşik de rê girtiye û diçe.
Her wekî ku jiyan di hembêza te de xweşik û bi wate ye lê ewqas jî bi êşe jî Zagros. Ji ber ku gelek xwîn li ser singa te rijiya ye. Gelek destanên berxwedantiyê li ser xaka te hatiye nivîsandin. Gelek lehengên qehreman xwîna xwe li ber te de rijandine, gelek canên ciwan di nava dilê tede cihê xwe çêkirine ey Zagros. Ew zarokên te bûn, xwe avêtin hembêza te. Ji te hes dikirin, dildarê te ne hemû, wana di dergoşa xwe de bihewîne ey Zagros.

Ji ber ku tu cih û warê mirovahiyê yî, cih û meskenê jiyana azadî. Ew qehremanên ku xwîna xwe li ser axa te rijandin, ew jî evîndarên azadiyê bûn, evîndarên welatê xwe bûn. Tû wan bi germî hembêza xwe de bigre, di dergoşa xwe de bilorîne ey Zagros. Ji ber ku ew zarokên agir û rojê ne, şervanên Rêberê Rêberan Rêber Apo ne.

Belê Zagros, her çiqas ez ji te dur ketibim jî lê dîsa jî ezê hertim di xeyal û ramanên xwe de te û qehremanên li ser xaka te bidim jiyan kirin.
Ez bi germahiya warê şêran û egîdan, warê Adil û Gulbiharan, bi germahiya Gabara rengîn û bilindbuna Botanê te û berxwedanvantiya te ya xaka pîroz hembêz dikim, şervanên azadiyê li ser xaka te, şoreşgerên doza azadiyê silav dikim.

Kajîn Zagros

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk