• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Nameyekî Ku Bi Hêviyên Paşerojê Tijî

February 21, 2024
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Nameyekî Ku Bi Hêviyên Paşerojê Tijî
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Tu caran ji dîtina We têr nabim. Her tim bi hesrata Wî kena li ser lêvên We me. Ez li pê We gav bi gav dimeşim û dişopînin fikir û ramanên We, her peyvekî We bû bersiva hêviyên me. Her awirek ji çavên We bû îlhamek li ser dîmenê min. Hûn bûne roja li ser ezmanên me û ewran parçe parçe dikin. Hûn bûne bihara li ser singa xwezayê.

We rengê aştî û azadiyê li ser cîhanê parve kir. Xwezî ez bûbûma pelek ewrê reş û tarî li  ser asîmanan. Bi taviya barana biharê re hûr hûr bi bibariyam. Di bax û baxçê girava Îmraliyê de, ez şev û roj bimeşiyam. Negihiştim We û mîna keçikekê xerîb mam di nîvê rê de. Çavên min bi hesreta dîtina We ma. Xwezî ez bûbûma pelek kengirê li ber bayê payîzê bi ba dikeve û dikeve ber pêlên girava Îmraliyê û biketama ber devê oda We û ez bûbûma temaşevanê jiyana We. Xwezî, ez bûbûma dermanê tendûristiya We û biketama nava xewn û xeyalên We.

Hûn wekî tîrêjên tava biharan yên dijwar, heft perdên reş û tarî li ser dîroka mirovahiyê çirandin û We şaxê xwe berda ser tevahî gerdune û di nav de şînbûn damarên jiyanê. Paraznameya We wekî wan gulên di baxçê manî de û di kurahiya dilên tevahî gelên bindest de rengê xwe veda.

Ey feleka xayîn te  nehişt ku xwedayê êş û evînê di nava baya azadiyê de jiyan bike û ronahiya xwe bide tevahî dinyayê.

Îro roja 15ê Sibatê ye, ba û bahoza berdewam dike û giranbûna vê rojê weke kabûs xwe berdaye nava damarên canê min û bûye weke volqanekê di kurahiya dilê min de teqiya û fikir û ramanên min tevlîhev bûn. Roja û şev li ber çavên min bûne yek. Bi rengekî matmayî min li derûdora xwe temaşe kir.

Dikim û nakim nikarim rajim pênûsê, vê roja reş û tarî di nava hest û hêviyên xwe de bidim efûkirin û naxwazim tu caran xebera reş di nava helbestên xwe de bidim hisandin. Di dilê min de wekî Çiyayê Nemrut xwe di nava mij, moran û tariyê de pêça ye û tijî tijî axîn û nalînên bêdawî bûne. Birînên bi sed salan di kesayeta Rêber APO de hatibûn cebirandin û bi ba û bahoza Sibatê re dîsa birîna reş xwe di canê gelan de nû kir.

Komploya 15ê Sibatê bû xençer û li ser kurahiya dilê gelên Rojhilata Navîn ket û pêre pêre rûyên komplogeran yê reş li ber pêlên Marmarayê derketiyê ser rûyê cîhanê.

Rêberê min Hûn bûne volkanekî rasteqîn di nava mêjiyê gelên cîhanê de teqiyayî û Hûn bi helwesta xwe bûn şaristaniya demokratîk ya hemdemî.

Çiyayên bi bayê felekê serê xwe di nava mij û dumanê de pêçan, li ber bayê îxanetê pelên xwe weşandin û deştan hêdî hêdî xwe di nava rengê deryeyê de pêçand.

Zarokên di derguşan de û bi rengekî matmayî li dîmenê dayîka xwe temaşe dikin û mil didin hêstirên çavên dayîkê wekî sûlavên ku li ser texta zinaran diherikin û zarok jî bi dilekî melûl di navê de avjeniyê dikin. Û giraniya vê rojê hêdî hêdî xemgîniya xwe berdaye ser rengê xwezaya Kurdistana şêrîn. Xwe di nava kirasê bêdengiya tariyê de pêçaye û li ser Welatê Rojê kur kur dinaliyan û bilbilan awazên xwe di kurahiya dilê xwe de dibêjin. Teyr li ser gerdunê hêdî hêdî baskên xwe li badike, çûk li ser dar û daristanan bi rengî hur û kur li xemginiya xwezayê temaşe dike. Rêhan, sosîn, beybûn û nergîz ketine nava hest û helbestên hêviyê parve dikin. Avên kanî û çeman di nava bêdengiya şeva tarî de pêl bi pêl diherikin û rengê xwe hêdî hêdî bi bayê û bahoza Sibatê re diguherînin. Bi bayê biharê re kenê li ser lêvên zarokan wekî van gul û çîçekan av li ser zuha dibe û diçimlise, gav bi gav bi hêviyên paşerojê re rû bi rû dimîne. Mizgîniya serkeftinê di bin perdeyên çavên zarokan de veşartiye.

Rêberê min We rojên reş û tarî vegerandin aştî û biratiyê. Wekî hêviyê û Hûn bûne senteza tevahî pêxembaran.  We şeva şemala xwe berda ser rûyê tariyê. We dîrok bi navê azadiya gelan da avakirin li ser bingehê netewa demokratîk.

Medya Cudî

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk