Heta Di Çavên Roja Dikenin De Germ Bibin

0Shares

Nasnav: Meysa Sipîdar
Nav û Paşnav: Someyi Sofizade
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988/Sine
Navê Dayikê: Firişte Zanai
Navê Bav: Muhamed Şerif Sofizade
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 07.07.2010/Sakız
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2012’an li Qendîl-dola Kokê di encama aşûtê de

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Meysa Sıpîdar (Someyi Sofizade)

Em li kolanên qelabalix ên li avheweyên ji dûr ve rastî hev hatibûn. Bi naza zarokeke fedîkar ve, bi awirên revok ve dibarandin. Ger bixwestibûna veşêre jî agirê îsyana di kûrahiya dilê xwe de, di meyzandinên wê de xwe didan der. Ew xwedayên derewkar û zalim ên ji bona ku welatê min ên mîna bihuştê wergerandine dojehê, wê xwe di wî agirê pêxistî de tahir kiribû. Dema ku wan awirên diqehirînin xwe li şevê dipêçandin, li xwe dizivirî û di nava hewldana bihevrebûyîna xwe de bi roja pîroz re dabû sexlamkirin. Belkî jî ji ber wê yekê bû ku tebesûma li ser rûyê qet kêm nedibû, tîrêja hêviya ji reşika çavên wê dipijiqî… Dema feryadên felekê vedidan ber bi asîmanan ve wê xwe li stêrkan dialand û rastî heyvê dihat. Û wê her tim hesretên xwe nû dikir û bi kenê xwe ve bi barînên firarî şil dikirin.

Di destpêka çîroka wê de, wê hemû wêneyên di albûma xwe de çilmisîbûn digirt û diavêtin. Hîn di destpêka rêwîtiyekê de wê bi serkeftina zelalbûyînekê, bîranînên xwe yên jiyanê pîroz dikir. Wê xwe gihandibû raza kêliyê, wê xwe di nava xirbeyên jiyaniyên mişextê de dişeqitîne û kenînên xwe zêdetirîn dikir. Di kenînên wê de şev dibûn şefaq û heyvê bûkaniya xwe li xwe dikir. Wê di sûretê ronahî yên heyvê de nefesên azadiyê di singa xwe de dida bicihkirin.

Mîna demsala biharê kenînên wê di meyzandinên wê de vedibûn. Dema ku kenînên wê bi sitûyê cellatan ve dizeliqî, carekê roj zayîbû di nava hezkirina wê de. Wê dawiya vê hezkirina wê nehatibûna û wê ji mêj ve dilê xwe ji semayan re girtîbû û ji rojên nû re. Wê xwe ji kêleka romanên herî nayên zanîn ve dabû şeqitandin û jixwe wêdetir gihîştibû xweşikbûniya me. Wexteke ji qêrînan dagirtî yên ku ji her awayên bêdengiyê re… Dema ku li lênûsa xwe bêrîkirina ji rêhevala xwe re dixemilîne, veqetîna xwe lêpirsîn dikir ku bi hêviyên gihandina nequtbûyîna ji rojên sibeyan re.

Her tim qutbûyîn bê wext dihatin. Piranî caran hêvî bê ku baran bibare şil dibûn. Yên ku dahûrandina raza wê dikirin, bi rêhevaltiyeke demdirêj pêre dikirin, yên nedikarîn xwe bigihînînê jî li ser wê rêga dirêj diketin xwarê. Kesên ku hêviyên wan biçûk bin, di yek nefesê de mîna muma pêketî ditemirîn. Lê yên ku hêviyên mezin dihewandin bahoz jî ti feyde nedikir, ew pêtên ku pêketîbûn hîn jî gurtir dikir.

Ger cudabûnekî ne di wextê de be jî, niha em kenên xwe bi hêviyên ji siberojan re derbas dikin. Jiyanîkirina te ye, hewldanên me gihandina cudahîbûna ji jiyaneke ya bi te re ye. Dema ku li ber serê me taht ji nişkan ve derdiketin holê, bê ku guh lêbikî, te bi kenê xwe ve avdida dara jiyanê, em xwe li ber xeyalên te yên paqij digirin. Cudahiya sanciyên te dibe merhema ji birînên me re. Xaka nizane ku di hişê te de çi derbas dibe, em bi siberojên te yên bi xeyalên xwe pîroz kirî ve tên girêdan. Ew hezkirinên ji derewên sîha wan ji holê radibe, ji axînên kûr ve em xwe ji keyfxweşiyên xwe re dialînin û em bi hevokekî kin hezkirina xwe ji te re pêşkêş dikin. Tê gotin ku ger bê ziman wê sêhra wê ji holê rabe, em xwe ji herî tarîtiya şevê didin aliyekê. Em xweziyên xwe dixin di nava destên xwe yên xwêhdan girtî de, her tişta ku digotin çarenûsa we ye û dispêrin me, em tevgerekî ya serî rakirinê didin destpêkirin.

Bi înada tevayî xwedayên rûpêşên wan hatine xistin, dimeşin. Di wextekî ya heyva çarde şevî de ku rewşa xwe ya herî bi îhtîşam dijiya, bê ku em nefesê bigirin, me gir derbas dikirin. Tevgerînekî ya di patîkayan ji xwêhdanê şil dike de, heyî; bi toz û duman li hewayê ketiye. Li ser zimanan melodiya stranekî diqîre, li dola dirêj deng vedide û her dirêj dibe. Dema ku beden xwe li ber bayê stranê ve berdide, ruh xwe tahir dikir di şevên rû qermiçokî de. Cotek dest dirêjî çeka xwe dibe, asîman kun dike û ber bi stêrkan ve dimeşe. Û gerîlayek bi kenîna xwe ve taze dike, li ber baya ku dibare.

Dema di çûyîna ji hev qutkirina me de ne mirin bû. Di wextekî de feryad û fîgana çûka pepûk li lûtkeya çiya bilind dibû. Halbûkî wêneyê bayê li lûtkeya çiya dibarî tine bû. Dema ku qêrînek ber bi çiyayan ve vedida, hechecok rêz dibûn, di destpêka demsalekî nû de dirêj dibû ji bona pêşerojeke nû. Her demsal di rengê xwe de xweşik dibû. Avên li zozanan jî bi xweşikbûnekî cuda dibû…

Çi bû ya ku em bi evqasî digihandin hev, di yek xalê de ji zayîna me re dibû wesîle… Yên ku me nenivîsandine hene, bi hezaran gotinên nakevin di dilê me de hebûn ku di ziman de şênberbûyîna xwe nedîtibûn. Dema peyvan li hewayê dilewlîbîn, lênûsê rewaşa xwe ya herî fediyok dijiya. Me ewqas hêvî lêbarkiribûn. Me yê hezkirina xwe bi helbestên bêdawî bixemilandibûna ku hîn wext heyî, me yê hîn ber bi xeyalên xwe yên di çavan de eliqî mayî bazdabûna! Nehesibîne ku em bêy te dimeşin. Ev rê bi te re xweşik e. Ji ber van sedeman em bi pîrozbûyîna te re bi gavên li kêlek hev, mil bi mil û can bi can hîn zêdetirîn dikin…

 Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

 

Attachment