8’ê Adarê Rojeke Sembola Berxwedane Ye

0Shares

Sedsala 21 an wek sedsalekê ku bi eksena jinê de wê pêşbikeve, hîn di destpêka xwe de ji aliye tekoşîna rizgariya neteweya Kurd de hate destnîşandan. Jinê qasî ku di destpêka dîrokê de rolekê avaker ya civakî lîst, di dîroka baviksalarî de jî her tim vê rola xwe ya azadîxwaz û civakî ve girêdayî her tim di nava tekoşîneke û hevldaneke pir mezin de cîh girt. Li ku deverê neheqî û li hemberê vê neheqiye tekoşîn hebû, her tim di wê dere de, refên herî pêş de cih girt. Di her pergala ku nû hat de jî bi niyeteke herî baş avakirina vê de rol lîst. Lê mixabin, ji ber ku zîhnîyeta desthilatdariye ya baviksalarî hîn nehatîbû derbazkirin, dîsa her tim jin wek ya dûyem, ji wê jî zêdetir yên berê xiraptir di nava xafikeke de û dext û zor û tûndiyeke pir bi mezin ku di asta bê mafî de li ser jinê hate ferzkirin. Lê jinê li hember wan sekin û nêzikatiyan tû carî serê xwe netewand. Bi şêweyên cûr bi cûr her tim di nava tekoşîn û hewldanên pir mezin de bû. “8’ê Adarê” di encama wan çalakî û berxwedaniyên jinên cîhanê de rojeke ku weke sembol hatiye bi destxistine.

Êdî ew roj di tekoşîna ku jin ji bo azadiya xwe dide de wek roleke start dilêyîze. Kar û xebatê ku jinê di saleke de meşandiye tê komkirin, li ser vê bingehê, ji bo saleke pêş gavên ku pewîste bên avêtin, kar û xebatên ku bên kirin jî tên plankirin. Di vê tekoşîna dirêj de her tim  ala azadiya jinê destê jinên cîhanê de hatiye hilgirtin û bi destan derbazî destan bûyê. Di vê deme de jî ew al, bi herî xurt û çalak di deste jinên kurd, yên ku di kolanan de û yên ku di serê çiyan de çek bi destê wan de ye, bi heybet hatiye hildan û heya azadiyê jî wê bê hildan. Di pêşengtiya Rêber Apo de, di encamê tekoşîna ku  jinên çalakger yên ku ji bo azadiya xwe berê xwe dane serê çiyan dîroka jinê ya berxwedêr ku tû carî dev ji azadî û hebûna xwe  bernedaye, lê nehatiye nîvîsandin, dest bi nîvîsandina wê hatiye kirin. Ji bo vê, çalakiya hevala Zilan, di dîroka tekoşina jinê de roleke mîheng lêyîst. Hevala Zilan bi çalakiya xwe de hemu kedên ku ji aliye jinên cîhanê de hatîbû afirandin, bi nêzikatiyeke bîrdozîk de qûlûband çalakiyeke ku tê wateya di her aliye zîhnî û hestiyarî de ji zîhniyeta zilam qûtbûnê.  Ji ber vê sedemê hevala Zilan wek xwedavend hate bi navkirin.  Hevala Zîlan di dîroka jin de, ji her aliye xwe ve, him di aliye vîn, zanist, moral, girêdan û him jî di aliye keda xwe de bi temamî  di asta xwedavend de gîhîştiye cevherê jina azad.

Li ser çalakiya hevala Zilan, teoriya qûtbûnê  hatiye pêşxistin. Êdî jin, temamî  bi teoriya qûtbûnê re ziviriye cewherê xwe. Ango teoriya qûtbûnê tê wateya zivirîna cewherê xwe.  Ji qûtbûna zîhnî bigire, heya  qutbuna fîzîkî ji zilam, wê bêhêle ku jin bi xwe û cewherê xwe re bimîne. Ji derveye bin siya zilam, hîn xurttir wê bikare xwe nasbike û ji cînsê xwe û bi xwe re di nava li hev hatinêke dîrokî de be. Ji ber vê sedemê qûtbûn, ji bo jinê tê wateya zivirîna cevhere xwe. Gelek caran ji aliye desthilatdariye ve ev pêngav weke ku ji rê derketine tê destnîşandan, lê tam di berevajiye vê teoriya qûtbûnê di aliye jinê de derbazkirina ji rê derketinêye. Êdî jin ne di eksena zîhniyeta zilam de, berevajiye vê di eksena zîhniyeta jina azad ya asta xwedavendan de wê tevbigere û ala tekoşina azadiya jinên cîhanê bilindtir bike.

Xeta ku hevala Zilan bi çalakiya xwe ve starta vê da, hevala Sema hemû qirêjiyen ku zîhniyeta zilam li ser mêjî û laşe jinê de pêkanîbû, bi agir berdana laşê xwe ve şewitandin û ev qirêja hezaran salan paqij kir.  Li ser wan çalakiyana ji aliye rêhevalê jinan Rêber Apo ve 8’ê Adara 1998 an de “Bîrdoziya Rizgariya Jin” û rêgezên wê hate Îlankirin. Êdî tekoşîna ku ji aliye jinên cîhanê ve hatibû meşandin, li ser bingehêke xurt ya bîrdozîk de gihîşt pergalê xwe ya xweser. Ev ji nû ve zivirîna cevherê mirov û civakbûnê re bû pêngavêke mezin ku di asta şoreşê de ye.

Di roja me ya îro de jî, bi heman bîryarbûna xwe ve tekoşîna azadiya jinan di her qadê de bi pêşengtiya jinên Kurd de tê meşandin. Lê êdî dem dema hevgirtina hemu jinên cîhanêye. Pêl bi pêl çalakiyên ku heya vê sedsalê pêşketin, êdî dem dema komkirina wan û di bin banê Bîrdoziya Rizgariya Jinê de hatina li gel hev e.

Li ser vê bingehê  hemû hevî û armancame eve ku, her rojên me di asta zanist, hevgirtin û coşa 8’ê Adaran de bi ked û tekoşînan ve derbas bibe.

Berî Dersîmî

 

Attachment