kordînasyona PAJK’ê
8’ê Adarê û Newroza 2013’an di serî de li Rêber APO, tevahiya şehîdên azadiyê, li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz be!
8’ê Adarê ji bo jina Kurd, bi qasî ku rûmeteke jinan a gerdûnî ye, roja avakirina hêza rêxistinê ye jî. Roja berxwedan, bilindkirina têkoşînê, hevgirtin û pêşxistina têkoşînê ye. Lewma jina Kurd 8’ê Adarê heya Newrozê wek rojên herî bi wate yên goftûgukirinê, bidestgirtina xwe û ji nû ve plansazî û bitevgerbûnê digre dest. Jixwe timî jinên Kurd, ji rojên taybet re bi taybet ji Newroz û cejnan re pêşengtî kirine û dikin. Jinên Kurd ji 8’ê Adarê destpê dikin di Newrozê digihîjin lûtkeya herî bilind a têkoşînê.
Bêguman di dîroka jinên Kurd de 8’ê Adarê, ji pir pêşketin û pêngavên nû re derguşî kiriye. Rêber APO, di sala 1987’an de ji 8’ê Adarê heya Newrozê starta yekemîn rêxistina tevgera jinê da. 8’ê Adara 1995’an jî roja îlankirina Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê YAJK’ê ye. Di dîroka Kurdistanê de rêxistina herî mezin û berferah a jinê di 8’ê Adarê de pek hatiye. Ev rêxistina yekemîn a jinê rêxistina siyasî, civakî, lêşkerî, birdozî û kombûna nirxên netewî ya jinên Kurdistanê ye. Ango di dîroka jina Kurd de destpêkeke pir girîng tê hesab. Herwiha 8’ê Adara 1998’an da Reber APO diyariya herî birûmet da jinên Kurd û cîhanê. Îdeolojiya Rizgariya Jinê hate îlankirin. Zihniyet û menewiyata jinan, hedef û armancên jina azad pir bi sîstem ava bû. Bersiva vê diyariya Rêber APO, pir bi rengekî xurt jihêla hevala Sema Yûce ve hate dayîn. Li hemberî xiyanet, sextekarî, desthilatdarî û hakimiyeta pergala zilamsalariyê ku di şexsê zilam de şênber bibû, di girtîgeha Çanakkaleyê de bi agirê bedena hevala Sema hate şawitandin. Hevala Sema ev çalekiya xwe wek ‘pira di navbera 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê’ binav kir.
Di van mînakan de jî diyar dibe ku ji bo gelê Kurdistanê her roj wek 8’ê Adarê, her roj wek Newrozê, bi berxwedanî, serhildan û bidestxistina nirxên pîroz wek cejna azadiyê pîroz e. Lê belê ya herî girîng di vê têkoşînê de jinên Kurd di hemû qadan de bi berxwedanî, kedeke bêmînak û qehremaniyeke birûmet bersiv didin keda Rêber APO, xwedî li nasnameya xwe derdikevin û qet yek kêlî nasekinin.
Newroz beriya her tiştekê cejna gelên Rojhilata Navîn e. Newroz roja berxwedan, vejîn û roja nûbûnê ye. Ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd roja rizgarî ji destên zalim, zilm û her cure zordestî û kedxwariyê ye. Li ser axa Mezopotamya her gel bi baweriya xwe, urf û edetên xwe Newrozê pêşwazî dike; bi awayekê Newroz yekîtiya gelan e. Newroz di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de roja têkoşîn, serhildan, berxwedan, vejîn û parastina hebûna xwe ye. Gelên Mezopotamya cejna Newrozê bi hezar sal e, bi van hestan pîroz dikin. Ji ber vê jî Newroz ji bo gelê Mezopotamyayê roja yekîtî, wekhevî, bi nirxên xwe yê pîroz jiyîn e. Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Mezlûm Doxan Newroz tim bûye bawerî û têgihîştin. Wan wek rêber û pêşengan bi agirê canê xwe bihara nû pêşwazî kirin. Lewma Newroz hem roja nû ye, hem destpêka biharê ye, hem sersala nû ye, hem jî roja aştî, demokrasî, jiyaneke wekhev û komunal e. Gelê Kurdistanê bi deh salan e ku bi pêşengtiya tevgera azadiyê û Rêber APO, Newrozê bi ruhê berxwedaneke birûmet a netewî pîroz dike.
Beriya Zayînê bi 612 salan li dijî împaratorê Aşûrî Dehakê xwînxwar Kawayê Hesinkar bi şikandina nîrê koletiyê, desthilatdariya zalim belav kir. Piştî vê bûyera dîrokî ciwan derdikevin serê çiyayên azad û agirê azadiyê geş dikin. Ji wê rojê heya niha li tevahiya axa Mezopotamyayê ev roj wek roja cejn û şahiyê tê pîrozkirin. Bi derketina tevgera PKK’ê re gelê Kurdistanê bi Rêbertiya Rêber APO her salê bi mezinkirina têkoşînê cejna Newrozê pêşwazî dike. Xwe di azadiyê de bi biryartir dike, pêngavên hîna mezin diavêje. Rêber APO du peyvên destpêkê di Newroza 73’an de got: “Kurdistan bindest e”, di roja arîfeya Newrozê de ev bilêv kir. Ji wê rojê pêve her Newroz bi şêwazeke hîna pêşketîtir, rêxistinkirî, hîna bi biryardarî, bi bîr û bawerî, cesaret û hezkirinê bû hamleyeke nû. Faşîzma 12’ê Êlûnê di zîndana Amedê de bi hemû gemarî, desthilatdarî, ji maf û rengê mirovahiyê dûrketî qirkirina hovane li ser milîtanên azadiyê dida meşandin. Şervanên azadiyê tenê di destên wan de rûmet û vîna wan hebû. Berxwedaneke bêhevta li hemberî her cure nêzîkatiyê pêş xistin. Di dawiyê de bedena xwe kirin mertal.
Hêzên dagirker li Kurdistanê tinekirina Kurdan ji xwe re kiribûn hîmê hebûna xwe û sond xwaribûn ku destûr nedin Kurd azad bijîn. Lewma bi her cure siyasetê xwestin van milîtanên azadiyê teslîm bigrin. Li hemberî wehşet, bûyer û kiryarên derveyî rûmeta mirovahiyê Kawayê Hemdem Mezlûm Doxan di Newroza 82’an de di hucreya xwe bi sê bitikan agirê Newrozê vêxist. Newroz bû Mezlûm, Mezlûm bû Newroz. Êdî ji 82’an pêve heya niha gelê Kurdistanê bi dengê Mezlûm Doxan bi durûşmeya ‘Berxwedan Jiyan e, Berxwedan ber bi jînê ve dibe, teslîmiyet ber bi xiyanetê ve dibe!’ li ser şopa rêhevalê Mezlûm agirê Newrozê gur dike. Tevgera azadiyê ev banga hevalê Mezlûm esas girt. Li her devera Kurd û Kurdistanî lê dijîn, pêngavên rêxistinî xurtir avêt. Zemînê artêşê ava kir û jiyaneke azad pêş xist. Li ser banga rêhevalê Mezlûm Eniya Rizgariya Netewa Kurdistanê ERNK, di Newroza 1985’an de hate îlankirin. Bi vê pêngavê re hate xwestin ku gelê Kurdistanê yekîtî, rêxistin û tevgera xwe bi agirê dilê Mezlûman pêşwazî bike. Gelê Kurdistanê bi vê pêngavê re gav şûnve neavêje, mayînde bike. Bi Newroza 86’an re hêzên kedxwar û dagirker xwestin li çiyayên Kurdistanê gêrîlayên azadiyê têk bibin.
Di Newroza 86’an di serî de li Gabarê, li tevahiya cihên gêrîla hebûn, operasyonên leşkerî destpêkirin. Di 28’ê Adarê de rêhevalê leheng fermandar Mehsûm Korkmaz ku ala Mezlûm Doxan hilgirtibû, şehîd bû. Di vê wateyê de dikare were gotin ku hevalê Egîd û Mezlûm şehîdên Newrozê ne. Rêhevalê Mezlûm bû dengê gelê Kurd, bû Eniya Rizgariya Netewa Kurdistanê. Rêhevalê Egîd jî bû bingeh û fermandarê damezirandina Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK’ê. Piştî van şehadetan, Rêber APO pêngavên hîna mezintir avêt. Rêber APO Newroz wek xwedîderketina Mezlûm û Mehsûman girte dest. Li ser bîranîna her du rêhevalan li tevahiya Kurdistanê têkoşîn bilind kir. Têkoşîna gelê Kurdistanê dîwarên zîndanan hilweşand, çiyayê Kurdistanê xemiland û bi bîr û baweriya dilê Mezlûm û Mehsûman jinên ciwan ên zane û têgihîştî beşdarî vê berxwedanê bûn.
Di newroza sala 90’an de di dilê Kurdistanê de li ser sûrên Amedê şopdara çalekiya Mezlûm Doxan rêhevala Zekiye Alkan bedena xwe kire meşaleya azadiyê, bi vê re peyameke vekirî da: “Têkoşîna azadiya Kurdistanê bê jina Kurd naçe serketinê. Newroz rengê jinê, lîlandina jinê ye. Newroz pêşwazîkirina pêşeroja gelê Kurd e. Pêşeroja gelê Kurd jî bê xwedawenda jin pêk nayê.” Careke din li ser vê xakê Xwedawendiya jinê bi şêwazeke hemdem ji hêla Zekiye Alkan ve diyar bû. Çalekiya rêhevala Zekiye xwedî wateyeke mezin bû, ji dijmin re jî hate gotin heke nehêle newroz li kolanan, bi girseyî pîroz bibe, wê agir berde canê xwe wiha pîroz bike. Newroz êdî ji Mezlûm heya Zekiyeyan, ruhê berxwedan û têkoşînê geş kir.
Cejna Newrozê li ser bedena yek bi yek keç û xortên leheng ên Kurdistanê hate pîrozkirin. Di newroza 92’an de meşa azadiyê bi meşeleya ji bedena Mezlûm û Zekiye, ji agirê devê tifinga Egîd, êdî hemû Kurdistan da ber xwe. Coxrafya Kurdistanê jî derbas kir, li metrepolên Tirkiyê li ser qeleya İzmîrê di bedena Rahşan de careke din bû Newroza bi milyonan. Rêhevala Rahşen bi vê çalekiya xwe peyam da ku: “Heke dijmin hemû alavên ku em Newrozê pê pîroz bikin ji destên me bigre jî, em ê bedena xwe bikin dar, lastik û alavên pîrozkirina Newrozê. Em ewqas ji jiyaneke birûmet hezdikin ku dikarin bedena xwe bixin meşeleyeke ji agir.”
Ji bo gelê Kurdistanê êdî Newroz bi tenê wek cejnekê nayê pêşwazîkirin. Dema dibe meha Adarê demekê pêşve amadekarî destpê dikin. Gelê Kurd ji bo cejna Newrozê xwe bi demdirêjî amade dike. Ji ber Newroz çawa ku her di nav xwe de bûyer û nûbûnên mezin hilgirtiye, her sal jî dibe zemînê pêngavên mezin ber bi azadiyê ve. Ji ber vê jî dilê gelê Kurd bi hatina Newrozê germ, geş û şad dibe. Gelê Kurd bi bîr û baweriyeke hîna mezin pêşeroja xwe dihone, çavên xwe berdide serkeftinê. Bi her awayî bibe jî berxwedaniyê pêş dixîne. Dijminê gelê Kurd jî hersalê beriya Newrozê, dikeve nav tirs û xofê. Wê çawa bikaribe pêngav û hamleya nû ya Newrozê asteng bike, li ser vê hesaban dike. Jixwe di salên borî de jî hertim ji bo Kurdan Newroz bûye cejn û şahî, ji bo dijmin jî bûye tirs û dilêşiyeke mezin. Lê gelê Kurd bi têkoşîn, ked, êş û zehmetiyên mezin, bi salên dirêj bi vî awayî Newroz bi hemû cîhanê dane nasîn. Di Newroza 94’an de pêlên agirê azadiya Newrozê coxrafya Rojhilata Navîn derbas kir, li bajêrê Elmanyayê di kesayeta rêheval Bêrîvan û Ronahî de hîna zêdetir vîna netewî, sekna jina azad, bîr û baweriya bi doza azadiyê re diyar kir. Bêguman Newroz navê jina Kurdistanê ye. Newroz wek agirê dilê Zekiye, Rahşan û Zekiyeyan pîvana azadiya têkoşîna jina Kurdistanê ye.
Îsal dîsa ji 8’ê Adarê û Newrozê re amadekariyeke mezin tê kirin. Dikare were gotin di van 31 salên ku bi çalekiya Mezlûm Doxan destpê kir heya îro li dijî çand û pergala 5 hezar salî ya desthilatdarî, zayendperestî û zordariyê nirxên pir mezin hatine afirandin. Heta ev 31 sal, derbaskirina zihniyeta vê pergalê îfade dike.
Di dîrokê de gelê herî qedîm li vê xakê gelê Kurd, di bin pêşengtiya jinê mohra xwe li pêvajoyeke pir girîng a dîroka mirovahiyê xistiye. Jin afirînera şoreşa Neolîtîkê ye û xwe û jiyan naskiriye, civak xwedî kiriye, bi çandiniyê re mijûl bûye, berhem pêşxistiye û tiştên herî kêrhatî daye civakê. Li ser vê xakê ji hemû xweliqandinên nû re pêşengtî kiriye. Ev jî yekemîn zanist û nirxên însan in. Xwedawendiya jinê bi hezar salan li vê axê serwer bûye. Jin li vê coxrafiyayê tim serbilind jiyaye, wek tê zanîn jin û jiyan yek bûne. Lewma jî ji bo careke din di sedsala 21’an de mirovahî ku di nav krîzên zehf mezin de digevize, ji vê rewşê rizgar bibe divê dîrok nûjen bibe. Pergala serdest civak xistiye nav xefikê, her tişt bûye berjewendî. Pêwîst dike yên neketine nav pergalê ango jin, ciwan, zarok, pîr, kêmnetew, bawerî û kesên din yên derveyî pergalê, bi berfirehî werin birêxistin û tevgerkirin. Tevgera azadiya gelê Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber APO li ser vê xakê pêşketinên berfireh di asta şoreşê de çêkiriye, vê jî bi xwe re guhertin û nûbûn derxistiye. Beriya her tiştekê tevgera azadiya jinên Kurdistanê rengê vê têkoşînê ye. Pêşketina vê têkoşînê ye. Rastiya heqîqeta Rêber APO ye. Li hemberî vê, hêzên dagirker ên ku li ser gelan û jinê tim dixwazin desthilatdar bin, careke din bi rengekî hovane plansaziyan pêşdixin.
Sala 2013’an wê bibe sala gelê Kurdistanê, bihara jinan, jiyana azad û sala azadiya Rêbertî. Gelê Kurd bi demdirêjî ye vê amadekariyê dike. Bi ruheke fedayî hamleya çaremîn a şerê gel ê şoreşgerî destpêkiriye. Bi vê bîr û baweriyê ji bo ku vê armancê pêk bîne, pir rêhevalên birûmet şehîd bûn. Rêhevalên mîna Rojîn Gewda, Rêvan, Nêrgis, Bêrîtan, Jîn û di zivistana 2012’an de rêhevala Arjîn, Berfîn û Bêrîvan û rêhevalên pê re lehengiyeke mezin nîşan dan. Bi sedan şervanên azadiyê berxwedan bilind kirin, bi dehan rêheval jî şehîd bûn. Ev têkoşîn ji bo jiyaneke azad, parastina rûmeta gel û nirxên heyî bû. Li hemberî vê, dijminê gelê Kurd ku bêhêz ket, li dijî hamleya çaremîn, careke din serî li komplo û xiyanetan xist. Di 9’ê Çileyê de li derveyî welat şehadeta sê jinên azad, qetilkirina wan bi rengekî hovane, gelê Kurd hejand. Rêhevala Sara ji destpêka vê têkoşînê heya niha di hemû eniyên têkoşînê de di serî de li girtîgeha Amedê, li qada Ewrûpa, her wiha qada çiya xwedî kedeke bêhempa, hewldaneke pîroz bû. Rêhevala Sakîne Cansiz damezênera PKK’ê, rêhevala hevalê Mezlûm, Kemal û Xeyriyan bû.
Bi vê şehadetê re careke din xwestin gelê Kurd çavtirsandî bikin. Pêşiya berxwdana gelê Kurd bigrin. Di qirkirina Parîsê de gelek mesajên cuda hene. Ji aliyekê ve dixwazin gelê Kurd, jinên Kurd ji têkoşînê dûr bixin. Hem dixwazin di bin navê stratejiya entegre de destê Rêber APO lewaz bixin. Hem dixwazin pêşengê tevgera azadiyê tine bikin, wiha jî gel bitirsînin. Ev komploya ku starta wê bi qirkirina Parîsê hatiye dayîn, bêguman nîşaneya tirsa hêzên komploger e. Ew ji hêz û berxwedaniya ku îsal ji 8’ê Adarê heya Newrozê derkeve holê ditirsin. Ji niha ve dizanin wê gelê me çawa wan rojan pêşwazî bikin. Têkoşîna gelê Kurdistanê nirxên pir giranbuha afirandiye, destketiyên mezin hatine bidest xistin. Li rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê bi pêşengtiya jinê gav bi gav ber bi Xweseriya Demokratîk ve diçe, ev jî tirs û xofê dixe dilê hêzên komploger.
Li başûrê Kurdistanê bi awayeke girseyî li dora Rêber APO û berxwedana gelê Kurd a bakur û Rojava kombûn çêdibe. Gelê başûrê Kurdistanê bi hest, dil, mêjî û keda xwe li dora vê berxwedanê kom dibe. Ruxmî nêzîkatiyên cihêker ên hêzên desthilatdar-hevkar hukûmeta herêmî jî, bi piranî gelê başûrê Kurdistanê li dora tevgera azadiyê ref girtiye.
Li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê bandora xwe ya mezin li ser hemû civakê kiriye. Dewleta desthilatdar a hov û paşverû ya Îranê ruxmî darvekirin, îşkence, zilm û zorê jî nekariye li pêşiya gel bibe asteng û gelê Kurd bi her awayî diyar dike ku li cem tevgera xwe ye.
Li bakurê Kurdistanê, di salên dawî de dijmin bi operasyonên berfireh ên leşkerî û teknîka herî pêşketî hewl da gêrîla bixe bin kontrola xwe. Di nîvê zivistanê de operasyonên herî mezin di sala borî pêk anîn. Ev opersayon hîna jî berdewam dikin. Li ser vîna siyasî ya gelê Kurd jî zextên xwe dewam dikin. Operasyonên qirkirinê bidawî nebûne. Bi sedan ciwan, jin û pêşengên civakê dixin girtîgehê. Wek dîl di destê xwe de dihêlin. Hilbijartiyên gelê Kurd ji erk distînin diavêjin zîndanê. Li kolanan zarok, jin û pîran bi îşkenceyê qetil dikin. Ruxmî êrîşên hovane yên rejîma faşîst a Tirk, têkoşîna gelê Kurd jî bênavber berdewam dike. Li derveyî welat pêngavên azadiya Rêber APO destpê kirine. Ji Rêber APO re azadî, ji gelê Kurd re statû tê xwestin. Hêzên dagirker xwestin pêşiya pêşketina têkoşîna gelê Kurd bigrin, bi vê hincetê jî qirkirina Parîsê pêşxistin. Rêveberiya tevgerê hedef dikin. Ji aliyê din ve jî bi stratejiya entegrekirinê dixwazin îradeya gelê Kurd teslîm bigrin. Di pêvajoya qaşo nû de çapemeniya alîgirê xwe girtine cem xwe, dixwazin pêvajoyê li gor xwe pêşve bibin. Lê pir diyar e ku zikê gelê Kurd bi van dek û dolaban têr e û ticar pê bawer nake. Gelê Kurd bi bawerî, hêz, tevger û pergala xwe ya xweser xwe jinûve birêxistin dike. Jixwe Kurd ne ew Kurdê 40 sal berê ye. Kurd Kurdê Apoyî ye. Bi îdeolojî, heqîqet û felsefeya Apoyî zane bûye. Gelê Kurd û tevgera azadiyê bi hemû hêza xwe li dora Rêber APO kom bûye, çemberek ji agirê dilê xwe bi rengê Mezlûm, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Sara, Rojbîn û Leylayan çêkiriye. Ji ber vê jî ti hêz nikare gelê Kurd bixapîne, ji nirxên wê dûr bixîne. Li ser vê esasê tevgera azadiya gelê Kurdistanê li hemû qadên têkoşînê di sala 2013’an bi pêşengtiya jina Kurd wê bi terz, tempo, biryar, hezkirin, ruhê têkoşîn û serbilindahiya rêhevala Sara, bersiv bide. Qirkirina rêhevala Sara û hevalên pê re di tevgera me de êşeke mezin çêkir, valatiyeke mezin dabe çêkirin jî lê em hertim ji Rêber APO û rêhevalên xwe yên şehîd hêz digrin. Em ji wan fêr bûne ku çawa êşên xwe bikin hêz û pêngavên mezin biavêjin.
Roja ku qirkirina Parîsê pêkhat heya îro li hemû qadan xebatên îdeolojîk-perwerdehî û avakirina pergalê bi rengekî rêxistinî û çalak bi tevahî ji bo bersivdayîn ji bîranîna van rêhevalan pêş dikeve. Newroz û 8’ê Adara 2013 jî bi bîranîna hevala Sara ku rêhevala Mezlûm û Kemalan bû, wê bibe sala azadiya jinên Kurdistanê, wê bibe azadiya Rêber APO, gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn. Em wek tevgera azadiya Jinên Kurd bi vê bîr û baweriyê tevlî pêvajoyê dibin. Di vê mijarê de hîna zêdetir bi nirxên pîroz xurtbûn çêbûye. Me bi rêhevala Sara re destpê kir û em ê li ser bîranîna wan biçin serketinê. Em her yek şagird û şopdareke hevala Sara, Mezlûm, Egîd, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan û hemû qehremanan in. Îro hemû kolanên Kurdistanê qadên berxwedanê ne. 8’ê Adarê û Newroza 2013’an ji niha ve bûye rojen azadî, berxwedan, demokrasî, yekîtiya gelan, roja jin û ciwan, zarok û kalan û 8’ê Adarê û Newroz bûye rojên serfiraziyê. Bi pêngavên mezin ku Rêber APO diavêje, bi pêşengtiya Rêhevala Sara ber bi azadiyê ve meşa pîroz didome. Li ser vê bingehê, sala 2013 pêşwazîkirina Newrozê, ji 8’ê Adarê heya Newrozê bi agirê dilê Sema, bi meşaleya destê Mezlûm û Zekiyeyan, bi serbilindî, coş û kelecana dilê hevala Sara, Rojbîn û Leylayan gelê Kurdistanê wê destketiyên xwe mezin bike, biparêze. Ev jî nîşaneya salê ye, ku îsal sala berxwedaneke mezin, azadî û parastina destketiyên xwe, sala azadiya Rêber APO û statûya Kurdistanê ye.
Bi vê bîr û baweriyê, bi vê his, coş û kelecanê em 8’ê Adarê û Newroza pîroz wek cejna jinan û gelan pêşwazî bikin. Bi ruhê yekîtiya netewî tevbigerin. Tola hezar salan hilînin, tola hemû qetlîamên Helepçe, Qamîşlo, Parîs û Roboskiyan bistînin. 8’ê Adarê û Newroz bibe roja azadiya gelê Kurdistanê. Li ser vê bingehê di serî de li afirînerê van nirxên birûmet Rêber APO û şehîdên 8’ê Adarê û Newrozê, hemû şehîdên azadiyê pîroz be! li hemû gelê Kurdistanê, dayîk, jin û girtiyan pîroz be! 8’ê Adarê û Newroz li hemû milîtanên ku bi awayeke fedayî têdikoşin, li şervanên azadiyê hemû milîtanên PAJK û PKK’ê pîroz be!