Silavên Rêhevalê Egîd ji Bo Hemû Hevalan

0Shares

Sozdar Cûdî

Şehîd, yê ku wate dide jiyanê, yê ku mirinê bêwate dike. Şehadet bixwe jiyanê diafirîne. Jiber ku di oxira jiyanekeazad û watedar de,her dem canê xwe dike xelat.

Di nava Têkoşîna Azadiya gelêKurd de bi hezaran nimûneyênşehadetê yên kubi qehremanîmohra xwe li dîroka Tevgerame ya Azadiyê xistine, hene. Dîroka Tevgera me ya Azadiyê bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin û karwan li pey karwan di vê rêyêde meşiyane; ta ku hêviya gelême yaji bo azadiyêpêk bînin.

 Di Têkoşîna Azadiya gelêKurd de, di bin rêbertiya Rêber APO de têkoşînkirin nirxeke pîroz e. Di vê rêyê de şehîdbûn jî serbilindî ye. Mixabin mirov nikare bi çend peyvan rastiya şehîd bîne ser ziman û bide nasandin.Naskirina şehîd encex bi şopandina ruh, raman û rêça wî/wê pêk tê.

Yek ji wan kesayetên nemir rêhevalêEgîd Kotol ê ji RojhilatêKurdistanê ye.Em demeke dirêj bi hevre man. Birastî gelek taybetmendiyênrêhevalêEgîdbala mirov dikişand.Di malbateke welatparêz de mezinbibû,bi vî ruhî hatibû perwerdekirin. HevalêEgîdxwedî taybetmendiyekemilîtan bû.Di milê xizmetkirina hevaltiyêde tim li pêşbû, her dem bi moral tevdigeriya.Di her karîde li pêşbû.Xwedî fedariyeke mezinbû.Hevalê/a ku li gel wî ba, pir pê bandor dibû; jiber yê ku ew bihêz dikir fikir û ramanêRêbertîbû, li ser vî bingehî kesayeta xwe pêşdixist.

Belku nivîsandina li ser rêhevalên şehîd ji bo me her şervaneke azadiyê zor û giran tê, lê armanca min ji vê nivîsandinê peyam û silavên rêhevalê Egîd di kêliya dawî ya jiyana xwe de ji bo bigihînim hevalan e. Ji ber ku rêhevalê Egîd ji min re got vê peyamê bigihînim hemû hevalan.

Me amadekariya çalekiyê kiribû. Ezû hevalekgrûba parastinê; hevalê Egîd û hevalekî din jî grûba êrîşê bûn. Di qada çalekiyê de hevalê Egîd nêzî me bû, emjî bi mesafeyek ne dûr di parastinawande bûn.Di nava şerde hevalê Egîddestpêkê çalekiya xwe serketî pêk anî.Heta çek, dûrbîn û cîhaz li ser kuştiyên dijmin rakir û vegeriye. Di vegerê de birîndar bûûnekarî xwe xilas bike. Ji bo ku hevalê li cem wî zerer nebîne, ew şand û li cihekê nêzî dijmin xwe veşart. Di wê kêliyê de ku dijmin ber bi me ve dihat, hevalê Egîd bi cîhazê gazî min kirû got:“Ez birîndar bûme û nikarim xwe xilas bikim.Hûn xwe xilas bikin û kes ji bo min neyê. Ji ber ku ez naxwazim neynûka tu kesî ji ber min xwîn jê bê. Silavên min ji hevalan re bibêjin. Bijî Serok APO!Bê Serok Jiyan nabe!”

Me xwest em wî xilas bikin, lê ji bo em nekevin xeteriyê û hevalên din jî zirar nebînin, beriya ku em ber bi rêhevalê Egîd ve biçin (ji ber di wê kêliyê de dijmin ber bi me ve dihat û wî dizanî ku em ê ji bo xilaskirina wî ber bi wir ve biçin) wî xwe ji bo me feda kir û bombeya xwe di xwe de teqand û tevlî Karwanê Nemiran bû.

Li hemberî qehremaniyên bi vî rengî, bi rastî cihê gotinê ji mirov re namîne. Ji ber ku ew bi terzê çalekiya xwe, bi şeklê şehîdbûna xwe rastiya xwe vedibêjin. Ya dikeve ser milê me, xwedîderketin li doza wan heval û lehengên nemir e. Li doza wan xwedîderketin, di şopa wan de bê dudilî pêşveçûn û hêviya wan a li ser esasê azadiya Rêber APO û azadiya gelê Kurd jîndar kirine. Ev şeklê şehadetê, bi taybetî jî silava rêheval Egîd a ji bo hemû hevalan peyama azadiyê û banga serkeftinê ye. Xwedîderketin erkê rêhevaltiya rast e.

Rêheval Egîd, di her mijarê de temsîla milîtaniya PKK’ê dikir. Wek mînak di derbarê nêzîkbûna wî ya ji jinê re, mirov dikare bibêje ku bi dilpakiyeke sade dikarî bi jinê re rêhevaltî bike. Jiber ku felsefeya Rêber APO ji xwe re bingeh girtibû, li ser esasên rêxistinî nêzîk dibû. Her wextê jibo xwe, alîkarîdayîna hevalan esas digirt û jibo hevalan bûbû wek çavkaniya bawerî û moralê.

Di tevgera me ya azadiyê de pêwîste bi her awayî têkoşîn were meşandin. Ji ber ku dijmin kesayetek çêkiriye ku ji rastiya xwe dûr ketiye. Lê di şexsê hevalê Egîd de tiştê bala mirov dikişand, bandora çand û exlaqa rexistinê li peş bû û bi wî ruhî tevdigerî.

Ev jî tê vê wateyê ku çiqas di kesayeta xwe de fikir û ramanên Rêbertî kûr kiribû û ji bo xwe wek çavkaniya moralê digirte dest, lewre xwedî coş  û hêzeke bêhempa bû.

Min rêhevalê Egîd wiha nasî. Wî bi van taybetmendiyên xwe îdeaya her hevalî/ê xurtir kir ku bikaribin rêç û şopa wî bidomînin û bibin layîqê kesayeta şehîdan. Xwedîderketin li bîranîna şehîdan tê wateya ku mirov bibe şopdarê fikir û ramanê wan ji bo azadîû afirandina jiyaneke nû.

Belê hevalêEgîd, tu her dem  di raman û fikrên me de dijî û emê bibin şopdarê rêç û doza te, ta ku ala azadiyê bilind bibe.